Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin

  • rojane
  • 17:53 21 Nîsan 2023
  • |
img
HATAY - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê li Yeşîlkoy a kavil lê tên valakirin axivî, wiha got: “Divê niha di 14’ê Gulanê de armanca me bibe şandina vê desthilata talan, zilm û mirinê.”
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, hevdîtinên xwe yên li Hatayê didomîne. Sancar û şandeya pê re derbasî Taxa Yeşîlkoy a kavilên erdhejê yên navçeya Samandagê lê tên valakirin bûn. Sancar, li qada ku kavil lê tên valakirin axivî. 
 
‘ARMANCA ME ŞANDINA DESTHILATÊ YE’
 
Sancar, diyar kir ku li dijî polîtîkayên talan û zilmê yên desthilatê rêya hevpar a parastina jiyan û xwezayê di têkoşînê re derbas dibe û wiha got: “Encax em li hemû qadan hêzên xwe bikin yek wê ev têkoşîn serbikeve. Divê niha di 14’ê Gulanê de armanca me bibe şandina vê desthilata talan, zilm û mirinê. Divê em vê bi hev re bikin.”
 
‘EM Ê WELAT BER BI ROJÊN RONÎ VE BIBIN’
 
Sancar, bal kişand ku ji bilî guhertina desthilatê divê pergal jî were guhertin û wiha berdewam kir: “Em ji bo vê tişta ji destê me tê dikin, em ê bikin. Em ê welat ber bi rojên ronî ve bibin. Em ê bi hev re welatekî ku bi xweza û mirovên wê re lê bê jiyîn ava bikin. Belê êşên me hene, birînên me vekirî ne lê heviya me jî xurt e. Tişta ku me îro li Samandagê dît qabilîyet û şiyana ku êşê veguherîne hêviyê heye. Li dijî vê vîn, şiyan û înadê tu rêveberên zilmkar nikarin bisekinin. Em ê desthilata zilm û kedxwariyê, talan û derewan em ê bi hev re biguherînin. Em ji vê bawer in. Ev li dijî mirovên me yên di erdhejê de windakirine peywîra me ye. Ji bo ku ev êş di siberojê de neqewimin tişta ku divê were kirin ev berpirsyariya me ye.”
 
Piştî axaftina Sancar gel dirûşmeya “Li dijî kavilan jiyanê biparêze” berz kir. 
 
SANCAR LI GULDERENÊ YE
 
Pişt re Sancar û şandeya pê re bi şêniyên Taxa Gulderen a girêdayî Antakyayê ku derbarê wê de biryara “Îstîmlaqkirina bilez” hate dayîn re civiyan. Welatiyan vegotin ku çawa hatine mexdûrkirin û bertek nîşanî îstîmlaqkirina erdên wan ên bitapo dan. Şêniyên taxê xwestin Nexweşxaneya Bajêr li ser erdê xezîneyê yê dewletê bê çêkirin. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar ê pirsgirêkên gel guhdar kir wiha got: “Çima Gulderen hate hilbijartin? Ne zehmete ku mirov sedemê vê bizane. Sedemê veguherandina erdhejê ya karesatê rant e. Bêyî ku kavil bên rakirin desthilatê fikirî ku wê çawa ji erdhejê rantê bi dest bixe. Bi rantê bajar hilweşandin, hewl didin ji vê hilweşînê jî rantê bi dest bixin.”
 
‘EV DESTHILAT EVQAS ZALIM E’ 
 
Sancar herî dawî wiha got: “Heke gelê Gulderenê li dijî vê rantê saxlem bisekine em jî bi we re bikevin nav piştevaniyê de em ê vê rantê bidin sekinandin. Divê em vê desthilatê bi hemû polîtîkayên wê re bişînin. Ne tenê li Gulderenê, hişmendiyeke ku hewl dide hemû herêmên erdhejê veguherîne rantê heye. Dibe ku hişmendiyeke evqas zalim hebe? Lê ev desthilat evqas zalim e. Em jî soz didin we, em ê vê desthilatê bi hev re bişînin, em ê her cure têkoşînê bidin. Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin. Em ê jiyaneke nû bi hev re ava bikin.”
 
Pişt re şande ji bo li Serînyol û Erzînê civînên gel li dar bixe ji taxê veqetiya. 
 
 

Sernavên din

27/04/2023
09:59 Mexdûrê mulakatê: ‘Birincfiroşê xwedî bi dîploma’
09:48 ‘Em ê ji Balikesîrê parlamenterekî bişînin Enqereyê’
09:47 Li Hatayê kavil li 22 qadan tên xalîkirin
09:39 Çekên cerdevanên ku wêneyê Demîrtaş ecibandin hatin desteserkirin
09:27 Jinên qerejdaxî: Dê kurd bi ser bikevin û Erdogan winda bike
09:09 Di vê hilbijartinê de jî dê tevî zarokên xwe sindoqan biparêzin
09:05 Ebru Gunay: Fikriyata me dê li Egeyê bingeha xwe xurtir bike
09:04 'Gelê Semsûrê li dijî desthilatdariyê bi bertek e'
09:01 'Wê nikaribin parastinê bitepisînin'
09:01 Ji Nobeda Edaletê ber bi hilbijartinê ve: Bi şev û roj dixebite
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2023'YAN
26/04/2023
23:26 Ji KCDK-E'yê banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt
23:02 Li Londonê pedal ji bo 'Partiya Çepên Kesk' hatin badan
22:39 Ûçar: Em ê govenda herî mezin di 15'ê Gulanê de bigerînin
21:24 Li Îdirê coşa hilbijartinê
20:54 Li Hezexê 20 kes hatin binçavkirin
20:25 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hat girtin
20:16 Çalakiya li ber avahiya NY’yê didome: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin
20:11 Ji YNK'ê bersiv ji bo banga Mesrûr Barzanî
20:03 ‘Mafparêz wê li ber zextan serî netewînin‘
19:27 Operasyona li hemberî rojnamevanan spartin îfadeya şahidê eşkere
18:30 Partiya Çepên Kesk li Sûrê bi jinan re civiya
17:29 Cenazeyê Tekîn piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
17:01 CPJ: Divê TMK li dijî çapemeniyê weke çekek neyê bikaranîn
16:57 Polîsan îşareta nijadperest nîşan da: Hûn ne rojnamevan in hûn terorîst in
16:42 Li Şirnexê ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî hat dayîn
16:22 Polîsan hewldan dan ketina rojnamegeran a qada mitîngê asteng bikin
16:09 Ozturk: Di destê we de kelemçe, di destê me de berxwedan heye
16:08 Tu der nema ku Partiya Çepên Kesk neçûyê
15:55 Yanik a AKP’î bi koliyên AFAD’ê xebatên hilbijartinê dike
15:40 Rojnamevan: Hedefgirtina rojnamevanên kurd hamleya li dijî hilbijartinê ye
15:22 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê ye: AKP li Kurdistanê tune bûye
14:48 Rêxistinên civaka sivîl: Dê kes nekare rê li ber vîna gel bigire
14:47 Parêzer Newroz Ûysal hat beraetkirin
14:38 Kiliçgun Ûçar: Ji bo em sedsalek nû ava bikin em li vir in
14:26 Hiqûqnasan bertek nîşan dan: Heke bertek neyên nîşandan dê li tevahiya Tirkiyeyê belav bibin
14:19 Malbata Şenyaşar: Li cihê ku edalet lê nebe, helalî jî çênabe
14:11 Zeytûn: Saziyên kurdan di bin zextan de ne
13:53 Dengdayîna li Ewropayê sibe dest pê dike: Ewlehiya di asta herî jor de ye
13:15 Ji parêzerên Resûl Temûr girtek: Dozger wezîfeya xerab pêk anî
13:15 Îfadeyên 128 binçavkiriyan ên li emniyetê dest pê kirin
13:01 Bûldan: Wê jin welat bi rê ve bibin
12:55 Li Amedê tevgera balafirên şer
12:53 Li Îzmîrê ji bo mitînga 1’ê Gulanê bang hat kirin
12:49 Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Dozger bi eşkereyî sûc dike
12:04 Rêxistinên elewiyan dê li Îzmîrê bi gel re hevdîtinê bikin
12:03 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez hate binçavkirin
12:03 Komeleya Rojnamevên Kurdistanê ya Swîsreyê: Bila rojnamevanan bên berdan
11:57 Namzetên Mûşê ji bo mitîngê bang kirin: Em sekna xwe ya bibiryar nîşan bidin
11:41 Dema sînordarkirinê bi dawî bû, biryara veşartina dosyeyê didome
11:40 Hasan Cemal: Binçavkirin nîşaneya tirsa Erdogan a ji hilbijartinan e
11:08 Bi 100 hezar dilxwazî re dê li 81 bajaran hilbijartinê bişopînin
11:07 Dêrsim Dag: Kurd dê qedera Stenbolê û Stenbol jî dê ya Tirkiyeyê diyar bike
10:42 ‘Ez ê ji bo vegera gelê me bixebitim’
10:24 Namzeta Bedlîsê Gokalp: Em ê sindoqan ronî bikin, dê nekarin bidizin
10:18 Parçeyên şarapnelê yên di bedena wê de têkoşîna wê her tim zindî hişt: Em ê bibin dengê Aydinê
10:05 Xizmên siyasetmedarê kurd Yazar: Rengê me rengê xwezayê ye, em kesk in
09:32 Şevîn Coşkûn: Em ê li Balikesîrê dîrokê binivîsin
09:21 'Li Hatayê ji bo jinûveavakirina jiyanê Partiya Çepên Kesk'
09:21 Jinên Botanê li qadê qîrîyan: Hêvî Ocalan e
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:56 Diya Agît Îpek, Halîse Aksoy jî hat binçavkirin
25/04/2023
22:20 'Çavên girtiyên azadiyê li me û hilbijartinê ye'
20:59 Li Meletiyê avahiyeke 6 qatî hilweşiya
20:41 Serdanên Partiya Çepên Kesk didomin
20:22 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin serdana DFG'ê kir
19:33 Polîsan avêt ser Piyayê: Hemû amûrên dîjîtal hatin desteserkirin
19:19 'Em ê tifaqa zilmê di sindoqan de têk bibin'
18:44 Mitînga Çewligê: Di 14'ê Gulanê de em ê bi hev re bi ser bikevin
18:14 'Desthilat wê bi van êrişên xwe têk biçe'
17:11 Îdianameya ku amade kiribû jî desteser kir!
16:32 Buldan: Ev operasyoneke kompasê ye
16:17 Demîrtaş: Soylu, hejmareke ji girseya mitînga xwe zêdetir daye binçavkirin
16:11 Binçavkirin hatin protestokirin: Demildest serbest berdin
15:44 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Em ê vê rejîma faşîzmê bi hev re têk bibin
15:40 Partiya Çepên Kesk li Xarpêtê ye: Ev gel dê windakirinê bi we bide tahmijandin
14:49 Li Kobanê li dijî wesayîtekê êriş hate kirin
14:45 Bertekên li dijî binçavkirinan: Em ê dev ji têkoşînê bernedin
13:50 Egîtîm Sen: Em ê dengê xwe ji bo perwerdeya azad û bi zimanê dayikê bidin
13:21 Li Amedê binçavkirin hatin şermezarkirin: Qethiyen em ê paş de gav neavêjin
12:53 Lêgerîna li Şaxa OHD’a Amedê bi dawî bû: 25 parêzer di bin çavan de ne
12:44 Navên 77 binçavkiriyan eşkere bûn
12:38 Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirinan da: Hewldanên îktîdarê yên dawî ne
12:26 DFG’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn nikarin me bêdeng bikin!
12:25 ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê li dijî faşîzmê yekgirtina xwe geştir bikin
12:25 Li Çewligê bi hezaran kes kom bûn: Îmrali azad bibe dê gel jî azad bibin
12:06 Bi ser komeleyên çandê de hate girtin: Hunermend hatin binçavkirin
11:41 10 rojnameger hatin binçavkirin
11:31 Kelman: Ji komployê wêdetir ‘holdînga cîhanî’ Abdullah Ocalan da girtin
11:06 HDP: Ev operasyon ji bo dizîna sindoqan û îradeya gel hatiye kirin
10:46 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:43 Serokê Baroya Amedê Eren: Wisa xuyaye ku operasyon ji bo çavtirsandina hilbijêrên kurd hatiye kirin
10:28 Xelkê Semsûrê dê li ser pirsgirêkên xwe biaxive
10:14 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Em li Mûglayê nêzikî bijartina parlamenterekî ne
10:05 Ji bo 1’ê Gulanê bang: Em ê guherînê li qadan bidin destpêkirin
09:29 ‘Girtiyên berdana wan tê astengkirin wekî rehîne tên girtin'
09:03 Hingivê wan ji ber enflasyona zêde di dest wan de ma
09:02 Ciwanên hatayî: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
09:02 Banga ji bo beşdariya li hevdîtina gel a Meletiyê
09:02 Konteyner tenê ji bo bazirganiyê hene!