Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim

ŞIRNEX - Keça siyasetmedarê kurd Orhan Dogan rojnameger Ayşegul Dogan bû namzeta Partiya Çepên Kesk a Şirnexê û ala têkoşînê ya bavê xwe girt. Dogan wiha got: "Hêvîdar im ku ez bikaribim layiqî têkoşîna wî bibim, ez bikaribim wî biparêzim." 
 
Partiya Çepên  Kesk bêrawestan û bênavber xebatên xwe yên ji bo hilbijartina 14'ê Gulanê didomîne. Yek ji herêmên ku bi awayekî xurt xebat lê didomîn jî Botan e. Li Botana ku gel eleqeyeke zêde nîşanî Partiya Çepên Kesk dide, armanc ew e ku her 4 namzetan jî bişînin Meclisê. Di nava namzetan de yek ji parêzera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Ûysal, rojnameger Ayşegul Dogan, Zekî Îrmez û Bedîrhan Osal hene. Ayşegul Dogan ku keça siyasetmedarê kurd Orhan Dogan e û di heman demê de rojnameger e, Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Metzê û Dibistana Rojnamegeriyê ya Bilind a Parîsê xwend. 
 
Li Enstîtuya Netewî ya Ziman û Şaristaniyên Rojhilatî li Parîsê mamostetiya Ziman û Wêjeya Kurdî kiriye. Di gelek ajansên navneteweyî yên wekî AFP, Le Monde Diplomatique de xebitîye. Dogan, di çêkirina gelek belgefîlman û organîzekirina atolye û konferansên navneteweyî de wek organîzator, wergerwanî û şêwirmendiya siyasî xebitî ye. Dogan, di ÎMC TV'yê de ku bi KHK'ê hat girtin bername pêşkêş dikirin. Dogan di qenala xwe ya Youtubeyê ya Yeniden TV'yê de bername amade dikirin û pêşkeş dikirin. 
 
Dogan a niha namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Şirnexê ye dixwaze ala bavê xwe dewr bigire û li Meclisê têkoşîna wî bidomîne. 
 
'HIN SIRGÛN BÛN, HIN KETIN BIN AXÊ Û HIN JÎ HATIN GIRTIN
 
Ayşegul Dogan, anî ziman ku ew qet nefikiriye ku siyasetê bike, lê ji ber ku Şirnex ji bo wê xwedî cihekî taybet e pêşniyara namzetiyê qebûl kiriye û wiha axivî: "Dema ku em koçî Enqereyê bûn divê ku min dibistan berdewam bikira. Ez di lîseyeke Çankayayê ya Enqereyê de hatim qebûl kirin, lê ez tu carî weke kurdek û keça Orhan Dogan nehatim qebûlkirin. Di wan serdeman de gelek kesên ku parlamenterî dikirin malbatên wan perçe perçe bûn. Gelek ji wan an sirgûn bûn, an ketin bin axê û an jî ketin girtîgehê. Nebûn tiştê ku dixwestin bibin, nekarîn jiyana ku dixwestin bijîn. Ez dema ku tenê tiştên ku hatine serê min vedibêjim ez ji xwe şerim dikim. Ez niha li Cizîrê me, gel tiştên di salên 2015-2016'an de qewimîne ji min re vedibêje. Ez nikarim vê bi çend peyvan vebêjim. Çawa dibe ku mirov bi vê êşê re bijî?  Di vir de pirsa herî giran ev e, li hemberî vê girseyê polîtîkayeke çawa pêwîst e? Pêdivî heye ku em li ser vê bifikirin. Ez jî li ser difikirim, hewl didim bi daxwaz û hêviyên ku ji vir tên, rê û rêbazên vê yekê li hev bikim. Dikarim bibêjim ku ev bû sedem ku di lîsteya Partiya Çepên Kesk de wekî namzet cihê xwe bigirim. Fikreke min ê namzetiyê tune bû. Serlêdaneke min jî çênebû. Ji ber vê yekê ev yek ji min re bû surprîz. Dema teklîfeke wiha ji Şirnexê hat, min nedikarî Şirnexê red bikim. Di gelek waran de min nikarîbû red bikim. Ji bo ji min re xwedî cihekî taybet e. Ez qet ji bîr nakim, wek mînak di sala 2004'an de dema parlementerên DEP'ê hatin berdan, mitînga me ya herî bi heybet li Cizîrê hat lidarxistin ev jî bêorganize çêbibû. Ez heta dawiya emrê xwe jî wê rojê ji bîr nakim. Tiştê ku em jê re dibêjin siyaseta aktîf, ji bo kesên wekî me zêdetir fedakarî ye."
 
'EZ Ê JI BO RAKIRINA ASTENGIYÊN PÊŞIYA ROJNAMEGERIYÊ TÊBIKOŞ IM'
 
Dogan, diyar kir ku ew ê herî zêde di parlementoyê de ji bo mafên rojnamegeran têbikoşe û wiha berdewam kir: "Pêwîstiya me ya rojnamegeran heye ku em rastiyê bişopînin û derxin holê. Hûn ji kevneşopiyeke ku berdêlên giran dane tên. Ji ber vê yekê min bi xwe jî berdela vê yekê da. Derbarê min de bi sûcê endamtiyê rêxistinê lêpirsîn hat vekirin û ev veguherî dozê. Di çarçoveya vê dozê de ceza li min hat birîn. Ji ber endamtiya rêxistinê 6 sal cezayê girtîgehê li min hat birîn. Ez hîna têm darizandin, di dosyaya min de jî wekî hemû dosyayên rojnamegeran tiştek tune bû, bi salan telefonên min hatin guhdarkirin. Di van hevdîtinên bi telefonê re axaftinên min hene, sernavên programên min hene, lewma dosyayek pûç bû, televîzyona me jî hat girtin. Ez demekê di TELE 1'ê de xebitîm, demekê ji bo Gazete Dîwarê xebitîm û herî dawî min dîsa hewl da ku di televizyonan de bername û belgefîlm çêbikim, niha karekî min ê din li parlementoyê heye, ev yek ji rojeva min e ku ez tu carî dev ji rojnamegeriyê bernadim. Em ê di parlementoyê de çi bikin? Em çawa dikarin modelekê çêbikin? Nasnameya min a jin yek ji motîvasyona min a sereke ye. Ez yek ji wan kesan im ku dibêjim Tirkiye bêyî çareseriya pirsgirêka kurd demokratîk nabe. Ez ê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hewlekê bidim helbet. Ji bo astengiyên li pêşiya rojnamegeriyê jî ji holê rabin ez ê hewl bidim."
 
'HÊVÎ DIKIM KU LAYIQÎ TEKOŞÎNA WÎ BIBIM'
 
Dogan, diyar kir ku ew ê têkoşîna bavê xwe heta dawiyê bidomîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Meşa di rêya bavê min de rûmet e. Aliyekî min pêl dirijîne, aliyekî min jî bihar e. Pişt serkeftina min, êşek mezin heye, fedakariyên mezin hene. Dema ku mesele dibe bavê min, barê min girantir dibe, hêviyên min hîn zêdetir dibin. Fedakariya bavê min a di vê tekoşîna ku wî efsaneyî de kiriye nayê vegotin. Ji ber vê yekê ez hêvî dikim ku ez layiqî tekoşîna wî bibim, bikaribim parastina wî bikim, ev daxwaza min a herî mezine. Ji bo min cihê şanaziyek mezin e ku bikaribim ala wî rakim, ez hêvî dikim ku ez bikaribim vê bikim. Hê jî xewna bavê min pêk nehatiye, têkoşîna wî ya bi rûmet, dadmend û wekhev a ku wî dixwest pêk nehat, ji bilî vê jî gelek tişt li pey xwe hiştin."
 
'EZ Ê HEWL BIDIM LI SER EKRANA BIMÎNIM'
 
Dogan, da zanîn ku ew ê ji aliyekî ve rojnamegeriyê bidomîne û wiha lê zêde kir: "Beriya her tiştî ez dixwazim bibêjim ku ez ê ji Ayşegula ku li ser ekranan tê dîtin cuda nebim. Ji ber ku min pratîka xwe ya rojnamegeriyê nîşan da. Bila gumana kesî jê nebe. Ez ê hewl bidim ku li ser ekranan bim. Ez dixwazim ku di parlementoyê de modeleke nû çêbikim. Hêvî dikim ku di parlamentoyê de bigihîjim vê daxwaza xwe. Beriya her tiştî ez rê nadim ku pirsgirêkên Şirnexê neyên ditin, ez ê hewl bidim ku rêyekê ji bo çareseriyê bibînim. Ev der cihê ku polîtîkayên min ên şer her tim lê tê meşandin e. Ji ber vê yekê ez ê tu carî dest ji hewldana çareseriyê bernedim ku pirsgirêkên vê derê bibim parlementoyê." 
 
'TENÊ DENG DAYÎN TÊRA NAKE'
 
Dogan a diyar kir ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê pirsgirîkê ewlekariya sindoqan heye, destnîşan kir ku divê gel berpirsyariya vê yekê bigire ser milên xwe û got: "Îxtîmala ku li Şirnexê bikin 4 û 0 heye. Tu gumana min ji vê nîne. Em hewl didin ku ji bo hilbijartinên herêmî motîvasyonekê biafirînin, gel ji van pêkanînan pir nerehet bûne. Hêvîdar im ku ev hilbijartin weke ya 7'ê hezîranê be. Helbet ez difikirim faktora herî mezin a hewaya 7'ê Hezîranê hebûna pêvajoya çareseriyê bû, ya girîng ew e ku zemîn ji diyalogê re vebe. Di mijara ewlehiya sindoq û hilbijartinê de em hewl didin xebatek mezin bikin. Li ser vê meselê em dixwazin ji hilbijêrên xwe vê bibêjin; erê dengê xwe bidin lê xwedî li dengê xwe derbikevin. Deng dayin têra nake, divê em sindoqên xwe jî biparêzin."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 
 
 
 

Sernavên din

08/05/2023
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê
11:29 Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk
11:28 Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin
11:23 Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe
10:31 Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
10:11 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin
09:56 Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN
08:08 Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin
07/05/2023
22:44 Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin
21:32 Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
20:59 ‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’
20:21 Turk li Dîlokê bang kir: 14'ê Gulanê dê bibe destpêkeke nû
19:42 Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin
18:37 Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
16:59 Piştî mitînga jinan tundiya polîsan: 4 kes hatin binçavkirin
16:47 Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke
16:40 Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e
16:18 Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne
15:47 ‘Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede’
15:32 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Em dawî li tifaqa Torosên Spî bînin
15:25 Akdag: Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye
14:45 Bi hezaran kes diçin mitînga Şirnexê
14:17 Rojnamevan Yilmaz ê hate girtin: Tişta hesan ne li gorî me ye
14:17 Serçeteyekî li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir
14:10 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Dawî wê bi heybet be
14:09 Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev
14:00 ‘Dê parastvanên edalet û azadiyê di hilbijartinê de bi ser kevin’
13:47 Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê guhertin şert e
13:22 Standa Partiya Çepên Kesk rakirin û li şûna wê konê AKP’ê vegirtin
13:10 Partiya Çepên Kesk li 9 navendan mitîng û civînên gel li dar dixe
12:59 ÎSÎG: Di 4 mehan de 585 karker canê xwe ji dest dane
12:58 Erbakan û Cubbelî bi hev re ne
12:41 Li Kongoyê karesata lehiyê: Hejmara miriyan 200 kes derbas kir
12:41 Ji bo civîna gel a li Dortyolê banga gel hate kirin
12:25 Li Hatayê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
11:07 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket: Dê ji vê sindoqê wekhevî derkeve
11:06 Ciwanên îşkence li wan hat kirin: Wê nikaribin serê me bitewînin
10:25 Weke nûnerê gelê suryan vegeriya xaka lê hatibû sirgûnkirin
09:50 Dikandarên Dêrsimê guhertinê dixwazin
09:42 Ciwanên dê cara ewil biçin ser sindoqan: Ray û rêya me Çepên Kesk e
09:37 Peyama Amedê pir zelal e: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û îktîdarê têk bibin
09:29 Li Hatayê tercîha ciwanan Partiya Çepên Kesk e!
09:22 Bûrsa guh li astengiyan nake, li cem Partiya Çepên Kesk e
09:03 Li Bazarcixê gel bi Partiya Çepên Kesk re ye
09:02 Li Botanê saziyên dewletê ji bo AKP'ê seferber bûne
09:01 'Ji bo parastina sindoqan bibin muşahid'
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2023'YAN
06/05/2023
22:33 Li Hatayê qeza: 12 kes mirin
21:15 Ûçar: Em ê dengê xwe bidin dara xwe ku me ew bi têkoşîna mezin kiriye
20:05 Banga ji bo mîtînga Sêrtê
19:57 Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’emîn dest pê kir
19:09 Li Idlibê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin
19:00 Li Reqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî
18:16 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
17:05 Ji bo mitînga Erdogan a li Mêrdînê ji şaredariyê re ferman hate şandin
17:00 Li Tekîrdagê 4 kes li ser îtîrazê hatin tehliyekirin
16:49 Li Botanê coşa hilbijartinê: Em di 14'ê Gulanê de biçin ser sindoqan
16:44 Gezmîş, Aslan û Înan li Enqereyê hatin bibîranîn
16:43 Xwendekarên lîseyê ji bo piştgiriya herêmên erdhejê kermes çêkirin
16:34 Ji daxuyaniya girtiyên nexweş re astengiya ‘hilbijartinê’
16:09 Wezareta Dadê têkildarî Îmraliyê daxuyanî da
15:45 Ji bo tevlibûna mitînga Êlihê bang: Werin bersiveke xurt bidin
15:45 Garo Paylan: Erdogan 7 roj şûnve diçe
15:42 Bûldan: AKP wê biqede û Erdogan jî wê têk biçe
15:27 Dayikên Şemiyê: Em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin
15:26 Aydenîz: Divê em komara demokratîk ava bikin
15:04 Li Hatayê leşkeran êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kir
15:04 Girtiyê nexweşê giran Kodîn: Bi darê zorê hatim kelemçekirin û birim girtîgehê
14:45 Ji 3 ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekî hate dîtin
14:27 Cengîz Çandar: Tecrîd zext, gef û heqareteke li dijî kurdan e
13:50 Ciwanê ku kete Çemê Dîcleyê winda bû
13:49 Êrişên li dijî Dayikên Şemiyê hatin protestokirin: Li gorî biryarên AYM’ê tevbigerin
13:38 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên Semsûrê bi otobusan bîne bajêr
13:01 Namzeta Çepên Kesk a cotkar: Em ê sedsala duyemîn ava bikin
13:00 Ji namzetê AKP’ê yê Êlihê bertîla hilbijartinê
12:30 Bi hezaran kes herikîn qada Esenyurtê: Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan
12:28 Ensarîoglû yê AKP’î bi soza kar û îhaleyan dengan dixwaze
12:26 Li Qada Galatasarayê 23 kes hatin binçavkirin
12:12 Li 3 bajarên di erdhejê de hilweşiyayîn 4 qad weke herêmên pîşesaziyê hatin diyarkirin
12:03 Xizmên Windayan li aqûbeta Ayşîn ê 29 sal berê hatiye windakirin pirsîn
12:00 ‘Banga me ji bo jinan ew e ku bi reng û stranên xwe tev li mitîngê bibin’
11:50 Malbata stranbêj Aymaz ê hat qetilkirin: Bi gotina ‘serxweş bû’ dixwazin ser cînayetê binixûmînin
11:37 Biryara dadgehê ya ji bo Ayşe Gokkan: Her tim karê nepêwîst ê Sîsîfos dubare dike!
11:37 Qeymeqamê Mîdyadê gefa hilbijartinê li muxtaran xwar
10:54 Ji bo hilbijêrên derveyî welat 4 roj man: Dengek jî dikare biguherîne
10:53 Colemêrg bi biryare ku biguherîne: Em ê dengê xwe bidin xwe
10:23 Li Aydinê hedef derxistina 2 parlamenteran e
10:22 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin