Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike

  • rojane
  • 17:04 22 Nîsan 2023
  • |
img
AMED - Namzetên Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de gund bi gund geriyan. Namzet, rastî eleqeyeke mezin a gel hatin. Namzetan diyar kir ku dê di 14’ê Gulanê de bi hev re dawî li îktîdara AKP-MHP’ê bînin. 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê û namzetên parlamenteriyê, bi boneya Cejna Remezanê çûn serdana gundên Amedê û cejna gel pîroz kirin. Şandeya ku ji namzetên parlamenteriyê Mehmet Emîn Aktar, Ceylan Akça, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Hayrettîn Altûn û rêveberên partiyê pêk dihat çû serdana gundên navçeya Rezanê. 
 
Şande, bi wesayîta hilbijartinê û gelek wesayîtan çû serdanan. Di tevahiya rêyê de şandeyê şivan, zarok, jin û welatiyên di trafîkê de disekiniyan silav kirin û cejna wan pîroz kir. Şande çû serdana gundên Arvalli ya Jor, Arvalliya Jêr, Kamişpinar, Ortaviran, Kelek, Dehlik û Dugerê. Şande, li gundên navborî bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Şêniyên gund ji bo pêşwazîkirina namzetan di dest de alayên Partiya Çepên Kesk disekiniyan û bi hatina namzetan re dîmenên rengîn derketin holê. Gundiyan bi govendan, çepik, tililî û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” şande pêşwazî kirin. 
 
'DÊ BERSIVA KURDAN XURT BE’
 
Di serdanê Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn wiha got: “Ev hilbijartin gelek girîng e û ji ber ku mijara behsa xeberê rizgariya gel e. Em kurd dê di vê hilbijartinê de bersiveke xurt bidin. Ev yek jî dê bi saya we bibe.” 
 
Di serdanê de namzetên parlamenteriyê her wiha li pirsgirêkên welatiyan ên weke çandinî û sewalkariyê guhdarî kirin û gotin ku dê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan hewl bidin. 
 
'EM Ê NEBIN KURDÊN TU KESÎ’
 
Ji namzetan Mehmet Emîn Aktar jî di serdanê de axivî ev tişt anî ziman: “Du tifaq hene û her du tifaq jî hewl didin kurdê xwe biafirînin. Lê em bi tifaqa xwe dikevin hilbijartinan û dê nebin kurdên tu kesî. Em bi xwe xwediyên xwe ne. Em ê xwedî li xwe derkevin. Em ê gotin û daxwazên we bibin meclisê. Dilê me bi we re ye. Em ê dawî li vê pergala qeyûman bînin. Ev xak xaka me ye, ev der bajarê me ye û yên xwedî gotin jî em in. Heke hûn hêz bidin me em ê bi hev re bihêztir bibin. Divê kurd di vê hilbijartinê de bibin yek û bersivê bidin êrişan.” 
 
'EM Ê DENGÊ WE BIBIN MECLISÊ’ 
 
Ji namzetan Ceylan Akça jî bi lêv kir ku divê di dema hilbijartinê de sindoqa werin parastin û wiha pê de çû: “Gundiyên me her tiştî dizanin û hewce nake em tiştekî ji wan re bibêjin. Lê divê di parastina sindoqan de cih bigirin. Dema em çûn meclisê, ew ode dê ji bo we bin. Em ê ji bo dengê we li meclisê bin. Di sedsala duyemîn a komarê de divê em bihêz bin. Divê em hevalên me yên qaneh nebûn jî qaneh bikin.” 
 
'EM Ê BERSIVÊ BIDIN FAŞÎZMÊ’
 
Hevseroka DBP’a Amedê Gulistan Atasoy jî daxuyand ku têkoşîna kurd bi xwe re dîroka berxwedanê nivîsand û hêj dinivîse. Atasoy, girîngiya hilbijartinê vegot û wiha derbirî: “Em ê bi hev re bersivê bidin faşîzmê. AKP-MHP ku derê heq bikin em ê wan bişînin wê derê. Em ê deriyê jiyaneke nû vekin.” 
 
Şandeya ku namzetên parlamenteriyê Sevîlay Çelenk, Azad Bariş, Mehmet Kamaç û Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Amedê Naşît Bati jî di nav de, çûn serdana gundên Kamîşek, Aynetiya Jorîn û Aynetiya Navîn ên navçeya Bajarê Nû û cejn li gel pîroz kir. 
 
Ji namzetan Mehmet Kamaç li gundê Aynetiya Jorîn got ku her çend ku li dijî hebûna gelê kurd êrişên mezin hatibin kirin jî gelê kurd bi îradeyeke mezin bersiv daye van êrişan. Kamaç, got ku hilbijartinên 14’ê gulanê girîng in. 
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZINTIR BIKIN’
 
Ji namzetan Azad Bariş jî li gundên Aynetî Jorîn û Kamîşekê axivî û ev tişt anî ziman: “Bila dost û dijmin tevek jî bizanin ku em hebûn, em ê hebin û dê vê têkoşînê mezintir bikin. Em ê van tevekan têk bibin. Bihar li benda me ye û em ê di 14’ê Gulanê de bi ser kevin.” 
 

Sernavên din

27/04/2023
09:59 Mexdûrê mulakatê: ‘Birincfiroşê xwedî bi dîploma’
09:48 ‘Em ê ji Balikesîrê parlamenterekî bişînin Enqereyê’
09:47 Li Hatayê kavil li 22 qadan tên xalîkirin
09:39 Çekên cerdevanên ku wêneyê Demîrtaş ecibandin hatin desteserkirin
09:27 Jinên qerejdaxî: Dê kurd bi ser bikevin û Erdogan winda bike
09:09 Di vê hilbijartinê de jî dê tevî zarokên xwe sindoqan biparêzin
09:05 Ebru Gunay: Fikriyata me dê li Egeyê bingeha xwe xurtir bike
09:04 'Gelê Semsûrê li dijî desthilatdariyê bi bertek e'
09:01 'Wê nikaribin parastinê bitepisînin'
09:01 Ji Nobeda Edaletê ber bi hilbijartinê ve: Bi şev û roj dixebite
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2023'YAN
26/04/2023
23:26 Ji KCDK-E'yê banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt
23:02 Li Londonê pedal ji bo 'Partiya Çepên Kesk' hatin badan
22:39 Ûçar: Em ê govenda herî mezin di 15'ê Gulanê de bigerînin
21:24 Li Îdirê coşa hilbijartinê
20:54 Li Hezexê 20 kes hatin binçavkirin
20:25 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hat girtin
20:16 Çalakiya li ber avahiya NY’yê didome: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin
20:11 Ji YNK'ê bersiv ji bo banga Mesrûr Barzanî
20:03 ‘Mafparêz wê li ber zextan serî netewînin‘
19:27 Operasyona li hemberî rojnamevanan spartin îfadeya şahidê eşkere
18:30 Partiya Çepên Kesk li Sûrê bi jinan re civiya
17:29 Cenazeyê Tekîn piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
17:01 CPJ: Divê TMK li dijî çapemeniyê weke çekek neyê bikaranîn
16:57 Polîsan îşareta nijadperest nîşan da: Hûn ne rojnamevan in hûn terorîst in
16:42 Li Şirnexê ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî hat dayîn
16:22 Polîsan hewldan dan ketina rojnamegeran a qada mitîngê asteng bikin
16:09 Ozturk: Di destê we de kelemçe, di destê me de berxwedan heye
16:08 Tu der nema ku Partiya Çepên Kesk neçûyê
15:55 Yanik a AKP’î bi koliyên AFAD’ê xebatên hilbijartinê dike
15:40 Rojnamevan: Hedefgirtina rojnamevanên kurd hamleya li dijî hilbijartinê ye
15:22 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê ye: AKP li Kurdistanê tune bûye
14:48 Rêxistinên civaka sivîl: Dê kes nekare rê li ber vîna gel bigire
14:47 Parêzer Newroz Ûysal hat beraetkirin
14:38 Kiliçgun Ûçar: Ji bo em sedsalek nû ava bikin em li vir in
14:26 Hiqûqnasan bertek nîşan dan: Heke bertek neyên nîşandan dê li tevahiya Tirkiyeyê belav bibin
14:19 Malbata Şenyaşar: Li cihê ku edalet lê nebe, helalî jî çênabe
14:11 Zeytûn: Saziyên kurdan di bin zextan de ne
13:53 Dengdayîna li Ewropayê sibe dest pê dike: Ewlehiya di asta herî jor de ye
13:15 Ji parêzerên Resûl Temûr girtek: Dozger wezîfeya xerab pêk anî
13:15 Îfadeyên 128 binçavkiriyan ên li emniyetê dest pê kirin
13:01 Bûldan: Wê jin welat bi rê ve bibin
12:55 Li Amedê tevgera balafirên şer
12:53 Li Îzmîrê ji bo mitînga 1’ê Gulanê bang hat kirin
12:49 Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Dozger bi eşkereyî sûc dike
12:04 Rêxistinên elewiyan dê li Îzmîrê bi gel re hevdîtinê bikin
12:03 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez hate binçavkirin
12:03 Komeleya Rojnamevên Kurdistanê ya Swîsreyê: Bila rojnamevanan bên berdan
11:57 Namzetên Mûşê ji bo mitîngê bang kirin: Em sekna xwe ya bibiryar nîşan bidin
11:41 Dema sînordarkirinê bi dawî bû, biryara veşartina dosyeyê didome
11:40 Hasan Cemal: Binçavkirin nîşaneya tirsa Erdogan a ji hilbijartinan e
11:08 Bi 100 hezar dilxwazî re dê li 81 bajaran hilbijartinê bişopînin
11:07 Dêrsim Dag: Kurd dê qedera Stenbolê û Stenbol jî dê ya Tirkiyeyê diyar bike
10:42 ‘Ez ê ji bo vegera gelê me bixebitim’
10:24 Namzeta Bedlîsê Gokalp: Em ê sindoqan ronî bikin, dê nekarin bidizin
10:18 Parçeyên şarapnelê yên di bedena wê de têkoşîna wê her tim zindî hişt: Em ê bibin dengê Aydinê
10:05 Xizmên siyasetmedarê kurd Yazar: Rengê me rengê xwezayê ye, em kesk in
09:32 Şevîn Coşkûn: Em ê li Balikesîrê dîrokê binivîsin
09:21 'Li Hatayê ji bo jinûveavakirina jiyanê Partiya Çepên Kesk'
09:21 Jinên Botanê li qadê qîrîyan: Hêvî Ocalan e
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:56 Diya Agît Îpek, Halîse Aksoy jî hat binçavkirin
25/04/2023
22:20 'Çavên girtiyên azadiyê li me û hilbijartinê ye'
20:59 Li Meletiyê avahiyeke 6 qatî hilweşiya
20:41 Serdanên Partiya Çepên Kesk didomin
20:22 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin serdana DFG'ê kir
19:33 Polîsan avêt ser Piyayê: Hemû amûrên dîjîtal hatin desteserkirin
19:19 'Em ê tifaqa zilmê di sindoqan de têk bibin'
18:44 Mitînga Çewligê: Di 14'ê Gulanê de em ê bi hev re bi ser bikevin
18:14 'Desthilat wê bi van êrişên xwe têk biçe'
17:11 Îdianameya ku amade kiribû jî desteser kir!
16:32 Buldan: Ev operasyoneke kompasê ye
16:17 Demîrtaş: Soylu, hejmareke ji girseya mitînga xwe zêdetir daye binçavkirin
16:11 Binçavkirin hatin protestokirin: Demildest serbest berdin
15:44 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Em ê vê rejîma faşîzmê bi hev re têk bibin
15:40 Partiya Çepên Kesk li Xarpêtê ye: Ev gel dê windakirinê bi we bide tahmijandin
14:49 Li Kobanê li dijî wesayîtekê êriş hate kirin
14:45 Bertekên li dijî binçavkirinan: Em ê dev ji têkoşînê bernedin
13:50 Egîtîm Sen: Em ê dengê xwe ji bo perwerdeya azad û bi zimanê dayikê bidin
13:21 Li Amedê binçavkirin hatin şermezarkirin: Qethiyen em ê paş de gav neavêjin
12:53 Lêgerîna li Şaxa OHD’a Amedê bi dawî bû: 25 parêzer di bin çavan de ne
12:44 Navên 77 binçavkiriyan eşkere bûn
12:38 Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirinan da: Hewldanên îktîdarê yên dawî ne
12:26 DFG’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn nikarin me bêdeng bikin!
12:25 ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê li dijî faşîzmê yekgirtina xwe geştir bikin
12:25 Li Çewligê bi hezaran kes kom bûn: Îmrali azad bibe dê gel jî azad bibin
12:06 Bi ser komeleyên çandê de hate girtin: Hunermend hatin binçavkirin
11:41 10 rojnameger hatin binçavkirin
11:31 Kelman: Ji komployê wêdetir ‘holdînga cîhanî’ Abdullah Ocalan da girtin
11:06 HDP: Ev operasyon ji bo dizîna sindoqan û îradeya gel hatiye kirin
10:46 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:43 Serokê Baroya Amedê Eren: Wisa xuyaye ku operasyon ji bo çavtirsandina hilbijêrên kurd hatiye kirin
10:28 Xelkê Semsûrê dê li ser pirsgirêkên xwe biaxive
10:14 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Em li Mûglayê nêzikî bijartina parlamenterekî ne
10:05 Ji bo 1’ê Gulanê bang: Em ê guherînê li qadan bidin destpêkirin
09:29 ‘Girtiyên berdana wan tê astengkirin wekî rehîne tên girtin'
09:03 Hingivê wan ji ber enflasyona zêde di dest wan de ma
09:02 Ciwanên hatayî: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
09:02 Banga ji bo beşdariya li hevdîtina gel a Meletiyê
09:02 Konteyner tenê ji bo bazirganiyê hene!