Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin

  • rojane
  • 18:08 22 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk, bi tevlibûna sedan jinan li Tetwan û Dêrsimê buroyên hilbijartinê yên jinan vekirin. Jinan di vekirinê de peyam dan ku wê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” jiyaneke azad û nû ava bikin.
 
Partiya Çepên Kesk bi tevlibûna sedan kesan li navçeya Tetwan a Bedlîsê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zekiye Îlbasan, namzetên parlamenteriyê yên bajar, Dayikên Aştiyê û bi sedan jin beşdar bûn. Jinên ku tev li vekirina buroyê bûn her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” berzkirin. Di vekirinê de yek ji namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Semra Çaglar Gokalp û endama Meclisa DBP’ê Zekiye Îlbasan axavîn. 
 
‘BAWERIYA ME BI HÊZA DAYIKAN HEYE’
 
Namzeta Partiya Çepên Kesk Gokalp wiha axivî: “Ev hilbijartin wê bibe hilbijartina ku bîranîna jinên me windakirine bidin jiyîn. Em bi hêza xwe, bi jinan û dayikên xwe bawer in.” Gokalp, bi bîr xist ku di serdema AKP’ê û MHP’ê de bi hezaran jin hatin qetilkirin û wiha berdewam kir: “Em dibêjin Partiya Çepên Kesk partiya jinan e. Partiya ku ji sedî 45 temsiliyeta wê heye. Partiya ji her beşê jin xwe tê de dibînine. Em ê hêza jinan bigirin pişt xwe û desthilatê têk bibin.”
 
Îlbasan jî got ku “Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de an faşîst û zalim dê qezenc bikin an jî kesên bi rûmet û azad qezenc bikin” û wiha got: “Gelê kurd 40 sal in têkoşîneke mezin dide. 40 sal in ji têkoşîna xwe gavek jî paş ve neavêt. Ji vir û şunde jî li dijî vê desthilata faşîst wê gavekê paş ve neavêje. Ji bo ku em şer veguherînin jiyaneke azad divê em vê desthilata faşîst bişînin. Ji ber vê divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe. Heta ku ev şer xelas nebe wê ne aştî were ne aramî ne jî dê krîza aborî, komkujiya jinan û îstîsmara zarokan biqede. Em ê vê desthilata faşîst di 14’ê Gulanê de bişînin.”
 
Piştî axaftinên hatin kirin Dayikên Aştiyê buro vekirin.  
 
DÊRSIM 
 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Taxa Cumhuriyetê Buroya Hilbijartinê ya Jinan a Gazîk a Aysel Doganê vekirin. Namzeta parlamenteriyê ya Dêrsimê Ayten Kordû, Başak Demîrtaş, pêkhateyên Tifaqa Ked û Demokrasiyê û bi sedan kes beşdar bûn. 
 
‘EM Ê JIYANA AZAD BI HEV RE AVA BIKIN’ 
 
Başak Demîrtaş a di vekirinê de axivî, got ku “Dema hevrûbûna bi komkujiyan re hatiye û derbas dibe” û wiha lê zêde kir: “Divê em Partiya Çepên Kesk bi awayekî xurt bişînin Meclisê. Em bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî derketin rê û em ê jiyana azad bi hev re ava bikin. Ji ber wê yekê gelek girîng e ku em hevala xwe ya Ayten bişînin Meclisê. Min îro ji Girtîgeha Edîrneyê silavên germ ên Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli ji we re anîn. Em ê bi hev re serbikevin, mifteya hemû pirsgirêkên nehatine çareserkirin di destê we de ye. Ez bawer dikim ku di 14’ê Gulanê de wê gelê Dêrsimê wê mifteyê baş bikarbîne.”
 
‘EM DIXWAZIN BI AWAYEKÎ AZAD BAWERIYA XWE BIJÎN’
 
Namzeta parlamenteriyê Ayten Kordû ya qala dîroka berwedanê ya Dêrsimê kir, wiha got: “Em îro li vir in em ê sibê jî li vir bin û em ê ji niha şunde berxwedana xwe bidomînin. Em dixwazin li Dêrsimê baweriya xwe û nasnameya xwe bi awayekî azad bijîn.” 
 
Piştî axaftinan Demîrtaş û Kordû kevokên spî yên sembola aştiyê ne firandin û buroya hilbijartinê vekirin.  
 
AYDIN  
 
Partiya Çepên Kesk li Taxa Mûammet Aksoy a navçeya Nazîlliyê jî buroya hilbijartinê vekir. Buroya ku bi tevlibûna namzetên Aydinê Ebrû Gunay û Rojîn Tanhan Dogan hate vekirin gel eleqeyeke zêde nîşan da. Gel ê di ketina taxê de namzetên parlamenteriyê bi dahol û zirneyê pêşwazî kirin, heta buroya hilbijartinê meşiyan. Di meşê de her tim dirûşmeyên têkildarî qezenckirina hilbijartinê hatin berzkirin. Namzetên hatin ber buroya hilbijartinê û gel govend gerandin.  
 
Rojîn Tanhan Dogan a li vir axivî, cejna girtiyên siyasî pîroz kir û anî ziman ku bi serkeftina 14’ê Gulanê wê wan jî azad bikin. Namzet Ebrû Gunay jî gelê ku neçar ma ji gelek bajarên Kurdistanê koçî navçeya Nazîllî bikin silav kir û anî ziman ku li dijî coş û kelecanê serbilind in.  
 
Jinan pişt re bi hev re bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” buroya hilbijartinê vekirin.  
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

10/05/2023
16:38 NÇM: Divê hunermendên kurd nebin maşikên polîtîkayên qirêj
16:37 Li Amedê karmendan kampanyaya ‘+1 didin xebitandin’ dan destpêkirin
16:37 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Xarpêtê dest pê kir
16:16 Yuksekdag: Piştî 14’ê Gulanê wê tiştên xweş çêbibin
15:22 Platforma Tenduristiyê ya Amedê ‘Belgeya Helwesta Hilbijartinê’ eşkere kir
15:22 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 779’emîn de berdewam dike
14:27 Li Rojava mitînga Abdullah Ocalan û Partiya Çepên Kesk
14:18 Doza Kobanê: Erdogan bi rêya we kampanyaya hilbijartinê dimeşîne
14:17 Xalê Şêro behsa dê deng çawa werin bikaranîn kir
14:17 Banka Navendî ketiye çirava deynan
14:16 Beriya ku name bigihîjin destê wê ew jî hat girtin
13:52 Tevahiya kolan û cadeyên Êlihê ji bo Erdogan hatin girtin
13:15 Xizîneyê li gorî par çar qet zêdetir li kêmiyê da
13:12 246 kesayet: Ji bo jiyanek bi rûmet em dengê xwe didin Çepên Kesk
13:00 CHP’î li Mereşê derewa ‘Partiya Çepên Kesk piştgiriyê dide me’ belav dikin!
12:31 Li Dêrsimê bayê Çepên Kesk rabû: Ev baweriya qedîm dê we bişîne
12:25 Lêgerîna edaletê ya di Komkujiya Garê de di meha 91’emîn de ye
11:41 Dovîz rabû, TL bêqîmet bû
10:58 Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 508 hezar kesan
10:50 Ji bo mitînga Mêrsînê bang kirin: Dê bibe wêneyê serkeftina hilbijartinê
10:50 ‘Mafê hemû hilbijêran heye ku sindoqan biparêzin’
10:36 Baroya Sêrtê ji bo ewlehiya hilbijartinê amadekariyên xwe temam kir
10:25 Cerdevanê ku dihat îdiakirin ji zinar ketiye xwarê mir
10:19 Namzetê AKP’ê yê ‘edalet’ ji bîr kirî
10:18 Çepên Kesk dê ji herêma Egeyê 4 hezar û 470 hilbijêran bibe Kurdistanê
09:57 Sirri Sakik: 14’ê Gulanê roja hesabpirsînê ye
09:56 Saziyeke dezenformasyonê: Ajansa Anadoluyê
09:31 Li Îdirê bayê Partiya Çepên Kesk: 2-0
09:19 Li ber zextan serî rakir û niha jî namzet e
09:05 Eksîk: Dengek dikare pêşî li ber desthilatê bigire
09:04 4 roj man: AKP-MHP'a ku li qadê têk çûye, divê ji sindoqan derneyê
09:02 Jinên Posxovê: Divê ev pergal biguhere
09:01 Jin doza guherînê dikin: Hêvî Partiya Çepên Kesk e
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2023'YAN
09/05/2023
23:05 Li Şengalê goreke komî ya din jî hat dîtin
20:55 Mîtînga Colemêrgê: Em ê tecrîdê bişkînin
20:48 Li Sakaryayê êrişî wesayîta Kiliçdaroglû kirin
19:02 Ji Partiya Çepên Kesk li navçeyên Amedê gera hilbijartinê
18:49 Ji 304 kesan banga hevpar a ji bo hilbijartinê
18:28 Piştî mîtînga Nisêbînê polîsan êriş bir ser ciwanan
17:28 Partiya Çepên Kesk mal bi mal digere
17:14 Ahmet Turk: Ji bo rayekî heyet şandin Îmraliyê
Aydenîz: Wê birevin û li pey xwe nenêrin
17:08 Sancar bang li ciwanan kir: Her yek ji we weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin
16:27 Li Çewligê civîna gel: Niha dema guhertina desthilatê ye
16:08 Li Êlihê liv û tevgereke zêde ya balafiran heye
15:22 Ji ber vîdeoya bertîlê ya têkildarî AKP’ê gilî hate kirin
15:05 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê dest pê kir
15:04 Li warê Mem û Zînê mitîng: Heta Ocalan azad bibe têkoşîn
14:51 Ayşe Gokkan: Îşkence li min kirin, mafê min ê tedawiyê hate astengkirin
14:40 Kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî hatin xelatkirin
14:36 Emîne Şenyaşar: Edalet bi piştevaniyê tê
14:17 Li Cizîr, Nisêbîn û Çewligê mitîngên bi heybet
13:53 Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket
13:44 Endamên Egîtîm Bîr Senê tevî qedexeyê jî li qadê ji AKP’ê re deng dixwazin!
13:41 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Xarpêtê kir
13:23 Ji Partiya Çepên Kesk banga ‘bibin muşahid’
12:58 Ji ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekê din jî hate dîtin
12:51 Pusulayên dengan şandin herêmên wan
12:50 'Ray ji te, rê ji me’
12:16 Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir?
12:15 Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be
11:52 Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin
11:51 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:48 Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe
11:40 Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike
11:08 AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist?
11:07 Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk
10:50 Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e
10:37 Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin
10:32 Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in
09:56 Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin
09:55 Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin
09:54 ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’
09:25 Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
09:20 Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket
09:02 Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye
09:01 Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir
09:00 Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN
08/05/2023
22:43 'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’
22:10 Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der
21:46 Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê
21:08 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
19:52 Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn
19:26 Aydenîz: Ên ji bo tecrîdê deng dernaxin, bila neyên Kurdistanê
18:37 Temel bi tevlîbûna sedan kesî hat definkirin
18:31 Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk
16:49 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mîtîngên fînalê amade dike
16:49 Polîsê biunîforma li dijî konvoya Partiya Çepên Kesk nîşaneya nîjadperestan kir
15:57 Berdana Sayin ê girtî 3 mehan hate taloqkirin
15:29 'Em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin'
14:32 Li Golanê civîna gel a bicoş: Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe
14:17 Bi dehhezaran kes herikîn mitînga Çepên Kesk a Rihayê: Dê di dawiya tariyê de ro hil bê
14:08 Li Îdirê ji bo mitînga sibê bang hate kirin
14:04 Êrişên nîjadperest ên li dijî Partiya Çepên Kesk hatin protestokirin
13:53 ‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
13:40 Bayindir: Rojên azad nêz in
Bûldan: Em temînat û ewlehiya vî welatî ne
13:39 Çewlig ji mitîngê re amade ye
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin