Li Esenyûrtê vekirina buroyê veguherî mitîngê: Em dengan di Partiya Çepên Kesk de bikin yek

  • rojane
  • 21:46 22 Nîsan 2023
  • |
STENBOL - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar a di vekirina buroya Esenyûrtê ya veguherî mitîngê de axivî wiha got: “Ev girse desthilatê ditirsîne.” 
 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Stenbolê li navçeya Esenyûrtê buroya hilbijartinê vekir. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û namzetên parlamenteriyê yên bajêr tev li vekirina buroyê bûn. Buroya hate vekirin bi al û flamayên partiyê hate xemilandin. Di vekirina ku bi hezaran kes tev li bû de girse bi stranên kurdî govend gerand û dirûşme berz kirin. Girseyê bi alên Partiya Çepên Kesk qad xemiland. 
 
Beriya vekirina buroyê danasîna namzetên parlamenteriyê hate kirin. Dû re girseyê bi yek dengî strana “Lê Amedê” got û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Em ê bi berxwedanê qezenc bikin” berz kirin.  
 
‘EM BIÇIN SER SINDOQAN BIBIN BERSIV’
 
Di vekirina buroyê de ewilî Encu axivî. Encu bal kişand ser qelebalixê û wiha bang li desthilatê kir: “Werin Esenyûrt çawa ji we re dibe bersiv. Xwe nexapînin hûn nikarin pêşiya meşa azadiyê bigirin.” Encu di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em niha ber bi hilbijartineke girîng ve diçin. Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel li benda me ne. Em di 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û di kesayeta hevalên xwe yên girtî de ji AKP’ê û MHP’ê re bibin bersiv. Desthilata AKP’ê li dijî gelê kurd siyaseta mirin û şer meşand, di kesayeta Abdûllah Ocalan de tecrîd pêk anî. We biryara xwe daye. Me armanca xwe ya li Stenbolê diyar kir. Em ê 20 parlamenteran derxînin û ji Meclisê re 100 wekîlan bişînin. Em ê li ser sindoqan ji kesên me nas nakin re bibin bersiv. Bawer bikin di 14’ê Gulanê de em ê bersiveke mezin bidin.”
 
‘EM DENGAN DI PARTIYA ÇEPÊN KESK DE BIKIN YEK’  
 
Namzetê parlamenteriyê Kerem Firtina yê got “Partiya Çepên Kesk rûyê ronahî yê welat e, destnîşan kir ku ji bo avakirina Komara Demokratîk û daxwazên gel bi qanûnan ewle bikin divê di asta herî jor de parlamenteran bişînin Meclisê. Firtina destnîşan kir ku divê welatiyên dûrî Partiya Çepên Kesk in bên qaneh kirin û wiha berdewam kir: “Em dengan di Partiya Çepên Kesk de bikin yek. Ez soz didim ku ez ê di vê rêya ku bi Partiya Çepên Kesk ketimê de baweriya we neşikînim.”
 
‘DEMA HESAB PIRSÎNÊ YE’  
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî diyar kir ku girseya ku vekirina buroyê veguherand mitîngê desthilatê ditirsîne û wiha got: “Em ê bi dengê we Esenyûrtê bikin rêya demokrasiyê. Deng wê tenê partiyê diyar nekin. Wê piştî 100 salên ku tune hatin hesibandin sedsaleke ku jin, elewî û ciwan dê çawa lê bijîn were diyarkirin. Li dijî rejîma yek zilamî hêza herî mezin hûn in. Ev hilbijartin bi xwe jî dema hesabpirsîna ji tundiya ji aliyê yek zilamî ve hatiye afirandin e.”
 
DESTNÎŞANKIRINA TECRÎDÊ  
 
Ûçar gotinên Erdogan ên “Em ê sedsala nû bi kurdan re ava bikin” ku li Amedê gotin bi bîr xistin û wiha berdewam kir: “Bi vê hikûmetê re sedsaleke nû ya ku kurd, jin û Dayikên Şemiyê yên tevî biryara AYM'ê qada wan hatiye xespkirin ava bikin nîne.  Em ê bi kurd, jin û ciwanan re sedsaleke nû ava bikin.”
 
Ûçar di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Berdevkên yek zilamî dibêjin ‘dewlet dewleta hiqûqê ye’. Em vê desthilatê ji tecrîda ku bi binpêkirina qanûn xwe li Birêz Ocalan ferz dikin dizanin. Hiqûqa we nîne zilma we heye. Ji ber vê yekê hûn neçarin di 14’ê Gulanê de herin. Li Kurdistanê gelê me pir bi coş e dibêjin ‘em ê desthilatê bişînin’.” Li ser bibîrxistina Ûçar a tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girseyê bi coşeke mezin dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kir. 
 
‘YÊN KU SERBIKEVIN EM IN’  
 
Ûçar, anî ziman ku pergala ku desthilatê ji gelên Tirkiyeyê re rewa dibîne qebûl nakin û wiha pê de çû: “Îro li vir berxwedana jinan heye. Em jinên tevî hemû zhemetiyan jî têdikoşin silav dikin. Dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ ya Kurdistanî niha li cîhanê olan dide. Ev serkeftina me ye.Em li dijî kesên me tune dihesibînin û înkar dikin tên ku bibin avaker. Em bi hêvî ne, bi hev re ne, dîsa em, dîsa azadî û dîsa serkeftin. Tu astengiyên me nînin yên ku serbikevin dîsa em in.”
 
LI SER WESAYÎTÊ QURDELE HATE BIRÎN
 
Ji ber qelebalixa zêde ne li ber buroyê li ser wesayîtê qurdele hate birîn û buro hate vekirin.  
 
Vekirina buroyê bi gerandina govendê, tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.  
 

Sernavên din

27/04/2023
09:59 Mexdûrê mulakatê: ‘Birincfiroşê xwedî bi dîploma’
09:48 ‘Em ê ji Balikesîrê parlamenterekî bişînin Enqereyê’
09:47 Li Hatayê kavil li 22 qadan tên xalîkirin
09:39 Çekên cerdevanên ku wêneyê Demîrtaş ecibandin hatin desteserkirin
09:27 Jinên qerejdaxî: Dê kurd bi ser bikevin û Erdogan winda bike
09:09 Di vê hilbijartinê de jî dê tevî zarokên xwe sindoqan biparêzin
09:05 Ebru Gunay: Fikriyata me dê li Egeyê bingeha xwe xurtir bike
09:04 'Gelê Semsûrê li dijî desthilatdariyê bi bertek e'
09:01 'Wê nikaribin parastinê bitepisînin'
09:01 Ji Nobeda Edaletê ber bi hilbijartinê ve: Bi şev û roj dixebite
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2023'YAN
26/04/2023
23:26 Ji KCDK-E'yê banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt
23:02 Li Londonê pedal ji bo 'Partiya Çepên Kesk' hatin badan
22:39 Ûçar: Em ê govenda herî mezin di 15'ê Gulanê de bigerînin
21:24 Li Îdirê coşa hilbijartinê
20:54 Li Hezexê 20 kes hatin binçavkirin
20:25 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hat girtin
20:16 Çalakiya li ber avahiya NY’yê didome: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin
20:11 Ji YNK'ê bersiv ji bo banga Mesrûr Barzanî
20:03 ‘Mafparêz wê li ber zextan serî netewînin‘
19:27 Operasyona li hemberî rojnamevanan spartin îfadeya şahidê eşkere
18:30 Partiya Çepên Kesk li Sûrê bi jinan re civiya
17:29 Cenazeyê Tekîn piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
17:01 CPJ: Divê TMK li dijî çapemeniyê weke çekek neyê bikaranîn
16:57 Polîsan îşareta nijadperest nîşan da: Hûn ne rojnamevan in hûn terorîst in
16:42 Li Şirnexê ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî hat dayîn
16:22 Polîsan hewldan dan ketina rojnamegeran a qada mitîngê asteng bikin
16:09 Ozturk: Di destê we de kelemçe, di destê me de berxwedan heye
16:08 Tu der nema ku Partiya Çepên Kesk neçûyê
15:55 Yanik a AKP’î bi koliyên AFAD’ê xebatên hilbijartinê dike
15:40 Rojnamevan: Hedefgirtina rojnamevanên kurd hamleya li dijî hilbijartinê ye
15:22 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê ye: AKP li Kurdistanê tune bûye
14:48 Rêxistinên civaka sivîl: Dê kes nekare rê li ber vîna gel bigire
14:47 Parêzer Newroz Ûysal hat beraetkirin
14:38 Kiliçgun Ûçar: Ji bo em sedsalek nû ava bikin em li vir in
14:26 Hiqûqnasan bertek nîşan dan: Heke bertek neyên nîşandan dê li tevahiya Tirkiyeyê belav bibin
14:19 Malbata Şenyaşar: Li cihê ku edalet lê nebe, helalî jî çênabe
14:11 Zeytûn: Saziyên kurdan di bin zextan de ne
13:53 Dengdayîna li Ewropayê sibe dest pê dike: Ewlehiya di asta herî jor de ye
13:15 Ji parêzerên Resûl Temûr girtek: Dozger wezîfeya xerab pêk anî
13:15 Îfadeyên 128 binçavkiriyan ên li emniyetê dest pê kirin
13:01 Bûldan: Wê jin welat bi rê ve bibin
12:55 Li Amedê tevgera balafirên şer
12:53 Li Îzmîrê ji bo mitînga 1’ê Gulanê bang hat kirin
12:49 Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Dozger bi eşkereyî sûc dike
12:04 Rêxistinên elewiyan dê li Îzmîrê bi gel re hevdîtinê bikin
12:03 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez hate binçavkirin
12:03 Komeleya Rojnamevên Kurdistanê ya Swîsreyê: Bila rojnamevanan bên berdan
11:57 Namzetên Mûşê ji bo mitîngê bang kirin: Em sekna xwe ya bibiryar nîşan bidin
11:41 Dema sînordarkirinê bi dawî bû, biryara veşartina dosyeyê didome
11:40 Hasan Cemal: Binçavkirin nîşaneya tirsa Erdogan a ji hilbijartinan e
11:08 Bi 100 hezar dilxwazî re dê li 81 bajaran hilbijartinê bişopînin
11:07 Dêrsim Dag: Kurd dê qedera Stenbolê û Stenbol jî dê ya Tirkiyeyê diyar bike
10:42 ‘Ez ê ji bo vegera gelê me bixebitim’
10:24 Namzeta Bedlîsê Gokalp: Em ê sindoqan ronî bikin, dê nekarin bidizin
10:18 Parçeyên şarapnelê yên di bedena wê de têkoşîna wê her tim zindî hişt: Em ê bibin dengê Aydinê
10:05 Xizmên siyasetmedarê kurd Yazar: Rengê me rengê xwezayê ye, em kesk in
09:32 Şevîn Coşkûn: Em ê li Balikesîrê dîrokê binivîsin
09:21 'Li Hatayê ji bo jinûveavakirina jiyanê Partiya Çepên Kesk'
09:21 Jinên Botanê li qadê qîrîyan: Hêvî Ocalan e
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:56 Diya Agît Îpek, Halîse Aksoy jî hat binçavkirin
25/04/2023
22:20 'Çavên girtiyên azadiyê li me û hilbijartinê ye'
20:59 Li Meletiyê avahiyeke 6 qatî hilweşiya
20:41 Serdanên Partiya Çepên Kesk didomin
20:22 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin serdana DFG'ê kir
19:33 Polîsan avêt ser Piyayê: Hemû amûrên dîjîtal hatin desteserkirin
19:19 'Em ê tifaqa zilmê di sindoqan de têk bibin'
18:44 Mitînga Çewligê: Di 14'ê Gulanê de em ê bi hev re bi ser bikevin
18:14 'Desthilat wê bi van êrişên xwe têk biçe'
17:11 Îdianameya ku amade kiribû jî desteser kir!
16:32 Buldan: Ev operasyoneke kompasê ye
16:17 Demîrtaş: Soylu, hejmareke ji girseya mitînga xwe zêdetir daye binçavkirin
16:11 Binçavkirin hatin protestokirin: Demildest serbest berdin
15:44 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Em ê vê rejîma faşîzmê bi hev re têk bibin
15:40 Partiya Çepên Kesk li Xarpêtê ye: Ev gel dê windakirinê bi we bide tahmijandin
14:49 Li Kobanê li dijî wesayîtekê êriş hate kirin
14:45 Bertekên li dijî binçavkirinan: Em ê dev ji têkoşînê bernedin
13:50 Egîtîm Sen: Em ê dengê xwe ji bo perwerdeya azad û bi zimanê dayikê bidin
13:21 Li Amedê binçavkirin hatin şermezarkirin: Qethiyen em ê paş de gav neavêjin
12:53 Lêgerîna li Şaxa OHD’a Amedê bi dawî bû: 25 parêzer di bin çavan de ne
12:44 Navên 77 binçavkiriyan eşkere bûn
12:38 Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirinan da: Hewldanên îktîdarê yên dawî ne
12:26 DFG’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn nikarin me bêdeng bikin!
12:25 ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê li dijî faşîzmê yekgirtina xwe geştir bikin
12:25 Li Çewligê bi hezaran kes kom bûn: Îmrali azad bibe dê gel jî azad bibin
12:06 Bi ser komeleyên çandê de hate girtin: Hunermend hatin binçavkirin
11:41 10 rojnameger hatin binçavkirin
11:31 Kelman: Ji komployê wêdetir ‘holdînga cîhanî’ Abdullah Ocalan da girtin
11:06 HDP: Ev operasyon ji bo dizîna sindoqan û îradeya gel hatiye kirin
10:46 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:43 Serokê Baroya Amedê Eren: Wisa xuyaye ku operasyon ji bo çavtirsandina hilbijêrên kurd hatiye kirin
10:28 Xelkê Semsûrê dê li ser pirsgirêkên xwe biaxive
10:14 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Em li Mûglayê nêzikî bijartina parlamenterekî ne
10:05 Ji bo 1’ê Gulanê bang: Em ê guherînê li qadan bidin destpêkirin
09:29 ‘Girtiyên berdana wan tê astengkirin wekî rehîne tên girtin'
09:03 Hingivê wan ji ber enflasyona zêde di dest wan de ma
09:02 Ciwanên hatayî: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
09:02 Banga ji bo beşdariya li hevdîtina gel a Meletiyê
09:02 Konteyner tenê ji bo bazirganiyê hene!