Buroyên hilbijartinê hatin vekirin û meşên girseyî hatin lidarxistin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran xebata hilbijartinê berdewam kir. Li navçeya Menemena Îzmîrê vekirina buroya hilbijartinê veguherî mitîngê û meşek girseyî hat lidarxistin. 
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya hilbijartinên 14’ê Gulanê de xebatên xwe li gelek bajaran berdewam kir. 
 
ÎZMÎR
 
 
Partiya Çepên Kesk li navçeya Menemenê ya Îzmîrê buroya hilbijartinê vekir. Vekirina buroyê ewilî li taxa Ûgûr Mûmcû hat vekirin. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Îzmîrê û rêveberên HDP, Partiya Çepên Kesk û bi sedan welatî tev li şahiya vekirina buroyê bûn. Girseyê bênavber dirûşm berz kirin. 
 
 
Namzeta Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Canan Kebenç Ozkan di vekirina buroyê de axivî û da zanîn ku ev cejn wê bibe cejna hilweşandina îktidarê û wiha got: “Ev zilma 20 salî wê bi dawî bibe. Tişta ku rejîma yekeperest anî serê me li ber çavan e. Herî dawî me di hilbijartinê de dît ku vê îktidarê çi anî serê me. Ev ne qedera me ye. Kuştina jinan û cînayetên kar ne qedera me ye. Jiyanek bi rûmet, azad û wekhev mafê me hemûyan e. Kurd, jin û kedkar di sedsala ewil a komarê de bi zilm û kuştinê re rûbirû man. Lê ew ev sedsala duyemîn bibe sedsala komarek azad, wekhev û adil.” 
 
MEŞA GIRSEYΠ
 
 
Girse piştî vekirina buroya li Taxa Ûgûr Mûmcû, ji bo vekirina buroya hilbijartinê ya li taxa Mermerlî dest bi meşê kir û heta ber buroyê meşiya. Di meşê de dirûşm hatin berzkirin. Seranserî meşê xelkê eleqe nîşanî girseyê da. 
 
Meş li ber buroya Mermerliyê bi dawî bû. Hevserokê HDP’a Îzmîrê Çinar Altan di vekirina buroyê de axivî û diyar kir ku girseyê îro nîşan da ku ev girse di eywanan de bicih nabe û heta ev kolan azad bibin ew ê têkoşîna xwe bi biryarî bidomînin. 
 
AMED
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê li gundên navçeyên Sûri Peyas, Rezan û Bajarê Nû serdana xelkê kirin û cejna xelkê pîroz kirin. Xelkê gundan şandeyan bi kêfxweşî pêşwazî kir û bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” pêşwazî kirin. Namzetan li pirsgirêkên gundiyan guhdar kir. 
 
Namzet Adalet Kaya û Samed Menguç, Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û rêveberên partiyê serdana gundên Saxdî, Zorava, Sadtî, Henîfî, Arzûlî yên Sûrê kirin. Namzet di serdana gundan de axivîn û diyar kirin ku ew ê dîrok û çarenûsa vê pergala 100 salî biguherînin. 
 
ŞIRNEX 
 
 
Li Şirnex û navçeyên wê jî amadekariyên ji bo mitînga jinan a dê sibê li Silopiya bê lidarxistin, berdewam dikin. Mitîng sibê li Qada Newrozê saet di 13.00’an de dest pê dike û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran tev li mitîngê dibin. 
 
Bi armanca beşdariya mitîngê bi tevlibûna namzetên Şirnexê li taxa Başakê belavokên banga mitîngê hatin belavkirin. 
 
EDENE 
 
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Edeneyê li çar aliyên bajêr xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Namzeta Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re li taxa Bahçe ya bi ser navçeya Karataşa Edeneyê ve serdana mexdûrên erdhejê û dikandaran kirin. Hatîmogûllari li pirsgirêkên dikandaran û welatiyan guhdar kir û wiha got: "Em ê bi hev re birînên xwe bipêçin. Em ji ber doza girtinê ya HDP’ê bi Partiya Çepên Kesk diçin hilbijartinê. Em dixwazin hemû gelê me piştgiriyê bide Partiya Çepên Kesk.” 
 
ERDEXAN
 
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Erdexanê civîna gel li dar xist. Ji bilî endam û rêveberên partiyê û namzetan Başak Demîrtaş jî beşdar bû. Başak Demîrtaş a di civînê de axivî, anî ziman ku wê heta hilbijartinê ji dil û can bixebitin û wiha got: “Em di 14’ê Gulanê de govenda serkeftinê bigerînin. Jin bi salan e eziyetê dikişînin lê partiya ku dengê jinan herî zêde lê xurt partiya me ye. Ez ji bo wekhevî, edalet û jiyaneke azad hemû jinên erdexanî vedixwînim partiya me. Dîsa hemû erdexaniyên li metropolan dijîn vedixwînim ku roja hilbijartinê bên bajarê xwe dengê xwe bi kar bînin.”
 
Demîrtaş ji bo şertên ku girtiyên siyasî bên berdan ava bibin bang li herkesê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û got: “An serkeftin an serkeftin.”
 
WAN  
 
 
 
Partiya Çepên Kesk li bajarên serhedê jî xebatên xwe bênavber didomîne. Li Wanê namzetên parlamaneteriyê yên Partiya Çepên Kesk û rêveberên bajêr li bajarokê Xoşebê yê navçeya Elbakê bi tevlibûneke zêde buroya hilbijartinê vekir. Dû re namzetên parlamenteriyê û şandeya pê re ji bo “Mitînga Jinan” a dê di 26’ê nîsanê de li navenda bajêr were lidarxistin belavok belav kirin. Şande pişt re çû navçeya Elbakê û serdana dikandaran kir. 
 
ÎDIR 
 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Taxa Konakli ya Îdirê serdana gel kir. Aktivîstên TJA’yê kolan bi kolan mal bi mal geriyan û cejna gel pîroz kirin. Welatiyan jî bi coşeke mezin ew pêşwazî kirin. Aktivîstan belavok belav kirin û Partiya Çepên Kesk dan nasandin. Welatiyan jî destnîşan kirin ku çi dibe bila bibe wê doza gelan serbikeve û ji aktivîstên TJA’yê re xwestin.
 
Xebatên TJA’yê yên di çarçoveya hilbijartinê de didomin.
 
MÛŞ
 
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Mûşê ku xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne, li navçe û gundan bi gel re civiyan û ji bo mitînga ku dê di 27’ê nîsanê de li navenda bajêr were lidarxistin bang kir. Ji namzetan Serhat Dûrsûn û Sumeyye Boz ên li gundan bi gel re civiyan ji bo mitîngê banga tevlibûnê kirin û xwestin ku gel li dora partiya wan bibe xelek. 
 
Sezaî Temellî jî bal kişand ku li bajêr dengek tenê jî nîne ku bidin desthilata AKP’ê û MHP’ê û anî ziman ku êdî gelê kurd û gelên Tirkiyeyê di ferqa her tiştî de ne. Temellî yê ji bo mitîngê banga tevlibûnê kir wiha axivî: “Li gelek bajarên Kurdistanê parlamenterê AKP’ê hatin hilbijartin. Belê em dizanin lê ev halê me çiye? Sedemê vî halê me kî ye? Desthilat e! Xizantiya li ser vê axa dewlemend ji ber vê desthilatê heye. Ciwanên Mûşê û herêmên din niha li rojavayê Tirkiyeyê ji bo pere qezenc bikin emeletiyê dikin. Ev ne mafê wan e. Em ê vê biguherînin.”
 
BÛRSA  
 
 
Partiya Çepên Kesk li Taxa Karadenîz a Înegolê buroya hilbijartinê vekir. Di vekirina ku gelek endamên partiyê tev li bûn de nava buroyê û kolana lê bi alên Partiya Çepên Kesk hate xemilandin. Di vekirina ku ciwanan eleqeyeke zêde nîşandan namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Bûrsayê Ceylan Erol Erdogan, Necdet Îpekyuz, Ayten Avdan, Bahar Toprak, Alî Sûngûr, Kemalettîn Yildiz, Kemal Dogan, Melek Yalçiner, Cahît Kirkazak û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Azra Gullupinar lê amade bûn. 
 
Namzetê parlamenteriyê Necdet Îpekyuz, bi lêv kir ku roj roja piştevaniyê ye û wiha got: “Em dixwazin dawî li qeyûm, tecrîdê binîn û pirsgirêkên ciwanan û jinan çareser bikin.” Îpekyuz, destnîşan kir ku şînkahiya li Bûrsayê bi “talanê” ji holê hatiye rakirin û wiha got: “Em ê şînkahiyê biafirînin. Em li ser navê Partiya Çepên Kesk peywîrdar in. Bûrsa wê bibe Partiya Çepên Kesk.”
 
Vekirina buroyê bi gerandina govendê û çepikan bi dawî bû. 
 
GUNDÊN AMEDÊ
 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê û namzetên parlamenteriyê yên Amedê, bi boneya Cejna Remezanê çûn serdana gundên navçeya Yenîşehîrê a Amedê û cejna gel pîroz kirin. Şandeya ku ji namzetên parlamenteriyê Sevîlay Çelenk û Mehmet Emîn Aktar û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Zeyyat Ceylan û rêveberên partiyê pêk dihat, serdana gundan kir.
 
Di rê de şandeyê welatiyan silav kir û cejna wan pîroz kir. Şande çû serdana gundên  Farê, Eynetiya Jêr û 450 Evlerê. Şande, li gundên navborî bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Şêniyên gund ku bi alayên Partiya Çepên Kesk û yên Amedsporê, nameztan pêşwazî kirin û bi wan re wêne girtin. Gundiyan bi govendê, çepik, tililî û dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedan” şandeyê pêşwazî kirin. 
 
'EV HILBIJARTIN JI BO ME DERFETEK E’
 
Di serdana gundê Farê de Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan di destpêkê de cejna gundiyan pîroz kir û wiha got: “Bila bibe wesîleya azadî, aştî wekhevîyê. 23 roj ji hilbijartinê re maye. Em vê hilbijartinê ji bo vê erdnîgariyê pir girîng dibînin. Em ji bo bêedaletiya di warê çand, ziman û hunerî de girîng dibînin. Em ji bo bêedaletiya di warê aboriyê de girîng dibînin. Em ji bo zilma li ser kurd û Kurdîstanê girîng dibînin. Ji bo em bikaribim pêşî li van bigirin, ev hilbijartin ji bo me derfetek e. Yekîtiya me kurda, azadiya me ye. Yekîtiya kurda pêşîgirtina li zilmê ye, vekirina rêya azadiyê ye. Hikûmeta AKP-MHP radibe rûdinê li ser awayê êrişa li ser kurdan difikire. Em, wekî sîyaseta demokratîk çi dibe bila bibe, divê em di 14’ê Gulanê de cejna duyem diyarê gelê xwe bikin. Em nabêjin em ê piştî hilbijartinê cenetê bînin Kurdîstanê. Lê em ê karibin vê zilm û zora li ser gelê xwe bi dawî bikin. Bêhiqûqîtî û feqîriya li ser gelê xwe bi dawî bikin." 
 
'EM Ê HESABÊ TECRÎDÊ BIPIRSIN'
 
Paşê şande çûn gundên Eynetiya Kêr û 450 Evlerê. Namzetên Amedê li vir cejna gel pîroz kirin. Namzetan bal kişand ser girîngiya hilbijartina 14'ê Gulanê û îşaret bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku ew ê hesabê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bipirsin û wiha hat gotin: "Em ê hesabê zilm û zordariya li zindanan ji wan bipirsin." 
 
‘EM Ê HESABÊ TECRÎTÊ BIPIRSIN’
 
Li gundê Çarsedûpêncî pêşiya vekirina broya hilbijsrtêne axivî ûgot ku ji bo desthilatdark ji bo neçehilbijartinê çi ji destê  hat kiriye û wiha pê de çû: Xelazî tune, 21 rojek ji hilbijartinê re ma. Em ê hesab ji wan bipirsin. Em ê hesabê tecrîta lli ser birêz Abdullah Ocalan ji wan bipirsin. Em ê hesabê zilm û zordariya li zindanan ji wan bipirsin
 
Serdana gundan bi vekirina buroya hilbijartinê ya li 450 Evlerê bi dawî bû.
 
COLEMÊRG 
 
Rêxistinên Partiya Çepên Kesk, HDP û DBP'ê yên Colemêrgê, serdana gundê Dizê, Pehlîvan û Bîçerê kirin. Serdanên li navenda bajêr û gundan veguherîn şahiyê. Di serdanan de ciwanan tim dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin. 
 
MÊRSÎN
 
Namzetên parlementeriyê yên Mêrsînê yên Partiya Çepên Kesk Perîhan Koca, Ayşegul Temur, Esra Erguzeloglû, Derman Taranci û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Bajêr Zelîha Bûrcû Acar û endamên Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk, di çaçroveya xebatên hilbijartinên 14'ê Gulanê de li Perava Pozcûyê ya navçeya Yenîşehîrê çalakiya ajotina duçerxeyan li dar xistin. Jinên ku bi alayên Partiya Çepên Kesk duçerxe ajotin tim dirûşmeya "jin, jiyan, azadî" berz kirin. Her wiha jinan li erbanxeyê xistin. 
 
Namzeta parlementeriyê Perîhan Koca ku di çalakiyê de axivî bang kir ku ji bo guherînê her kes dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk.  
 
ÇEWLIG
 

Namzetên parlementeriyê yên Çewligê yên Partiya Çepên Kesk, serdana navçe û gundên Çewligê kirin. Ji bo serdanê her namzetek ber bi herêmekê ve çû. Cemîle Tûrhalli serdana navçeya Dermê û Kanîreşê kir. Farûk Aris jî serdana navçeya Dara Hênê û Boglanê kir. Omer Farûk Hulakî jî serdana navçeya Xolxolê, Xoşkar û Azaxpertê kir. Di serdanê de aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Çewligê Emîne Yalçin û Lutfu Aslan û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çewligê Mîhrîban Ekîncî û Feyzî Şahanoglû û rêveberên partiyê jî hevrêtiya namzetan kirin. Namzet li gund û navçeyan bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin.

 
 
 
 
 

Sernavên din

10/05/2023
16:38 NÇM: Divê hunermendên kurd nebin maşikên polîtîkayên qirêj
16:37 Li Amedê karmendan kampanyaya ‘+1 didin xebitandin’ dan destpêkirin
16:37 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Xarpêtê dest pê kir
16:16 Yuksekdag: Piştî 14’ê Gulanê wê tiştên xweş çêbibin
15:22 Platforma Tenduristiyê ya Amedê ‘Belgeya Helwesta Hilbijartinê’ eşkere kir
15:22 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 779’emîn de berdewam dike
14:27 Li Rojava mitînga Abdullah Ocalan û Partiya Çepên Kesk
14:18 Doza Kobanê: Erdogan bi rêya we kampanyaya hilbijartinê dimeşîne
14:17 Xalê Şêro behsa dê deng çawa werin bikaranîn kir
14:17 Banka Navendî ketiye çirava deynan
14:16 Beriya ku name bigihîjin destê wê ew jî hat girtin
13:52 Tevahiya kolan û cadeyên Êlihê ji bo Erdogan hatin girtin
13:15 Xizîneyê li gorî par çar qet zêdetir li kêmiyê da
13:12 246 kesayet: Ji bo jiyanek bi rûmet em dengê xwe didin Çepên Kesk
13:00 CHP’î li Mereşê derewa ‘Partiya Çepên Kesk piştgiriyê dide me’ belav dikin!
12:31 Li Dêrsimê bayê Çepên Kesk rabû: Ev baweriya qedîm dê we bişîne
12:25 Lêgerîna edaletê ya di Komkujiya Garê de di meha 91’emîn de ye
11:41 Dovîz rabû, TL bêqîmet bû
10:58 Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 508 hezar kesan
10:50 Ji bo mitînga Mêrsînê bang kirin: Dê bibe wêneyê serkeftina hilbijartinê
10:50 ‘Mafê hemû hilbijêran heye ku sindoqan biparêzin’
10:36 Baroya Sêrtê ji bo ewlehiya hilbijartinê amadekariyên xwe temam kir
10:25 Cerdevanê ku dihat îdiakirin ji zinar ketiye xwarê mir
10:19 Namzetê AKP’ê yê ‘edalet’ ji bîr kirî
10:18 Çepên Kesk dê ji herêma Egeyê 4 hezar û 470 hilbijêran bibe Kurdistanê
09:57 Sirri Sakik: 14’ê Gulanê roja hesabpirsînê ye
09:56 Saziyeke dezenformasyonê: Ajansa Anadoluyê
09:31 Li Îdirê bayê Partiya Çepên Kesk: 2-0
09:19 Li ber zextan serî rakir û niha jî namzet e
09:05 Eksîk: Dengek dikare pêşî li ber desthilatê bigire
09:04 4 roj man: AKP-MHP'a ku li qadê têk çûye, divê ji sindoqan derneyê
09:02 Jinên Posxovê: Divê ev pergal biguhere
09:01 Jin doza guherînê dikin: Hêvî Partiya Çepên Kesk e
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2023'YAN
09/05/2023
23:05 Li Şengalê goreke komî ya din jî hat dîtin
20:55 Mîtînga Colemêrgê: Em ê tecrîdê bişkînin
20:48 Li Sakaryayê êrişî wesayîta Kiliçdaroglû kirin
19:02 Ji Partiya Çepên Kesk li navçeyên Amedê gera hilbijartinê
18:49 Ji 304 kesan banga hevpar a ji bo hilbijartinê
18:28 Piştî mîtînga Nisêbînê polîsan êriş bir ser ciwanan
17:28 Partiya Çepên Kesk mal bi mal digere
17:14 Ahmet Turk: Ji bo rayekî heyet şandin Îmraliyê
Aydenîz: Wê birevin û li pey xwe nenêrin
17:08 Sancar bang li ciwanan kir: Her yek ji we weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin
16:27 Li Çewligê civîna gel: Niha dema guhertina desthilatê ye
16:08 Li Êlihê liv û tevgereke zêde ya balafiran heye
15:22 Ji ber vîdeoya bertîlê ya têkildarî AKP’ê gilî hate kirin
15:05 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê dest pê kir
15:04 Li warê Mem û Zînê mitîng: Heta Ocalan azad bibe têkoşîn
14:51 Ayşe Gokkan: Îşkence li min kirin, mafê min ê tedawiyê hate astengkirin
14:40 Kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî hatin xelatkirin
14:36 Emîne Şenyaşar: Edalet bi piştevaniyê tê
14:17 Li Cizîr, Nisêbîn û Çewligê mitîngên bi heybet
13:53 Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket
13:44 Endamên Egîtîm Bîr Senê tevî qedexeyê jî li qadê ji AKP’ê re deng dixwazin!
13:41 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Xarpêtê kir
13:23 Ji Partiya Çepên Kesk banga ‘bibin muşahid’
12:58 Ji ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekê din jî hate dîtin
12:51 Pusulayên dengan şandin herêmên wan
12:50 'Ray ji te, rê ji me’
12:16 Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir?
12:15 Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be
11:52 Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin
11:51 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:48 Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe
11:40 Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike
11:08 AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist?
11:07 Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk
10:50 Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e
10:37 Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin
10:32 Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in
09:56 Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin
09:55 Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin
09:54 ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’
09:25 Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
09:20 Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket
09:02 Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye
09:01 Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir
09:00 Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN
08/05/2023
22:43 'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’
22:10 Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der
21:46 Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê
21:08 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
19:52 Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn
19:26 Aydenîz: Ên ji bo tecrîdê deng dernaxin, bila neyên Kurdistanê
18:37 Temel bi tevlîbûna sedan kesî hat definkirin
18:31 Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk
16:49 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mîtîngên fînalê amade dike
16:49 Polîsê biunîforma li dijî konvoya Partiya Çepên Kesk nîşaneya nîjadperestan kir
15:57 Berdana Sayin ê girtî 3 mehan hate taloqkirin
15:29 'Em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin'
14:32 Li Golanê civîna gel a bicoş: Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe
14:17 Bi dehhezaran kes herikîn mitînga Çepên Kesk a Rihayê: Dê di dawiya tariyê de ro hil bê
14:08 Li Îdirê ji bo mitînga sibê bang hate kirin
14:04 Êrişên nîjadperest ên li dijî Partiya Çepên Kesk hatin protestokirin
13:53 ‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
13:40 Bayindir: Rojên azad nêz in
Bûldan: Em temînat û ewlehiya vî welatî ne
13:39 Çewlig ji mitîngê re amade ye
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin