Ji Colemêrgê peyam: Bêguman rewşa me biqûdret e

  • rojane
  • 13:12 24 Nîsan 2023
  • |
COLEMÊRG - Partiya Çepên Kesk starta mitîngên hilbijartinê li Colemêrgê da. Tevî baran dibariya jî bi hezaran kes kom bû û peyama “Bêguman rewşa me biqûdret e.” hat dayîn.
 
Partiya Çepên Kesk starta mitîngên xwe yên hilbijartinên 14’ê Gulanê li bajarê Colemêrgê da. Mitîng li qada otogarê (Tekser) pêk hat. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Wanê Pervîn Buldan, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk û namzetê Îzmîrê Îbrahîm Akin beşdarî mitîngê bûn. 
 
Bi hezaran kes tevî ku baranek zêde dihat jî tev li mitîngê bûn û qadê tije kirin. Welatî bi cil û bergên xwe yên neteweyî tev li pîrozbahiya mitîngê bûn. Qad bi alên partiye hatin xemilandin û girseyê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “PKK gel e gel li vir e” berz kirin. Dovîza ku peyama “Bêguman rewşa me biqûdret” li serê nivîsandibû li qadê balê dikişand ser xwe. Axaftinên mitîngê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir. 
 
PEYAMA DEMÎRTAŞ HAT XWENDIN 
 
Başak Demîrtaş ewilî axivî û piştî gel silav kir peyama hevjînê xwe Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê girtî ji girseyê re xwend. 
 
‘EV HILBIJARTIN HILBIJARTINA RÛMETÊ YE’ 
 
Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û wiha got: “Ev hilbijartin û helwesta we dixuye ku em ê li vir fermana hikûmetê binivisînin. Digotin kurd bêhêz in, gelê me, ciwanên me, dayikên me li vir in. Vaye taqet û vaye hêz. Ev hilbijartin hilbijartina rûmetê ye. Gelê me biryara xwe daye. Di vê hilbijartinê de em ê faşîzma AKP-MHP’ê tune bikin. Em ê bikin ku birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe. Îro kurd ne bi tenê ne, bi tifaq û hevalbendên xwe re rêyeke pir girîng dimeşînin. Em ê bi dostên xwe re serkeftinên mezin bi dest bixin." 
 
‘DEMOKRASÎ 3-FAŞÎZM 0’
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî diyar kir ku dem hatiye ku ji Colemêrgê dersê bidin desthilatdariya AKP û MHP’ê û got: “Tu gumana me nîne ku Colemêrg wê 3 namzetên xwe jî bi ser bixîne. Niha armanca me 3-0 e. Yanî demokrasî 3 û  faşîzm jî 0. Niha em hemû dizanin ku ev îktidar îktidarek dij-kurd e, dijminatiya xwe tu carî veneşart. Dijminatiya xwe ya li dijî gelê kurd jî li paş nehiştin. Her tim ziman, nasname, nirx û vîna gelê kurd bêpar hiştin. We hevşaredarên xwe bijart lê wan îradeya gelê Colemêrgê tune hesibandin.” 
 
‘WÊ GELÊ ME ÎKTIDARA AKP-MHP’Ê BIŞÎNE SER SERGO’
 
Buldan diyar kir ku gel wê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bide îktidarê û wiha domand: "Gelê me di her hilbijartinê de, hilbijartinên herêmî, hilbijartinên giştî û hilbijartinên Serokkomariyê de çi ji destê wan hat kir û wê bike jî. Wê careke din li îradeya xwe xwedî derkeve û vê îktîdara AKP MHP’ê biavêje ser sergoyê dîrokê. Dijminên kurd divê baş bizanibin ku; kurdan her tim ders daye kesên ku zilmê li wan dikin, înkar dikin. Di vê serdemê de hêza herî mezin a ku wê desthilatdariya AKP û MHP’ê têk bibe kurd in. Ev 21 sal in vî welatî îdare dikin, tu bêhiqûqî, neheqî û diziyek nema ku nekirin. Her cure bêhiqûqî kirin, talan kirin, siberoja ciwanan dizîn, siberoja jinan dizîn. Bi siberoja gelê kurd lîstin, polîtîkayên şer û tecrîdê xistin dewrê. Lê em tu carî şer, bêhiqûqî û tecrîdê qebûl nekir û em ê qebûl nekin.” 
 
‘TEMÎNATA ÇARESERIYÊ GELÊ ME YE’ 
 
Bûldan bal kişand ser serdana Erdogan a Amedê û wiha pêde çû: “Niha Tayyîp Erdogan herî dawî çû Amedê. Got, ‘dibe ku ez çend kurdan bixapînim’ lê wê hêviya xwe nedît. Li Amedê dîsa tiliyên xwe ji me re hejand û heqaret li me kir. Hemû êrişên xwe ji Amedê pêk anî. Wî çi digot? Digot, ‘Li vî welatî pirsgirêka kurd nîne, me pirsgirêka kurd li vî welatî çareser kiriye’. Baş e, heke we pirsgirêka kurd çareser kir, çima îro zimanê kurdî qedexe ye? Çima hûn vîna kurdan davêjin zindanê? Çima hûn li şûna îradeya kurdan qeyûm tayîn dikin? Hûn hewl didin qada siyasî li gelê kurd teng bikin. We dosyeya girtinê li dijî partiya ku gelê kurd dengê xwe didê vekir. Hûn gelê me yê hêja temînata çareseriya pirsgirêka kurd in û siberoja çareseriyê ne. Partiya gelê me jî Partiya Çepên Kesk e.” 
 
‘EM Ê AKP’Ê DI MECLISÊ DE JÎ BIKIN PARTIYA TABELAYÊ’ 
 
Bûldan bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li vî welatî pêvajoyeke çareseriyê qewimî. Tayyîp îdia kir ku me pêvajoya çareseriyê li Amedê qedand. Em alîgirên pêvajoya çareseriyê bûn, lê wan bi darê zorê pêvajoya çareseriyê bi dawî kir. Wî hewl da ku raya giştî dîsa bi derewan bixapîne. Her kes dizane ku di dawiya pêvajoya çareseriyê de got, ‘Em pêvajoya çareseriyê diqedînin, dixin sarincê, em ji cemeda kûr dernaxin’. Li gel van hemûyan jî israra kurdan a di demokrasî, edalet, maf, hiqûq û aştiyê de careke din ji aliyê gelê Colemêrgê ve hat nîşandan. Lê ev pêvajo ne bi AKP’ê, bi hemû beşên civakî di dema pêş de bi hêza kurdan û Partiya Çepên Kesk dikare were birêvebirin û pirsgirêk were çareserkirin. Em mizgîniya vê yekê didin we. Lê ez dixwazim mizgîniyek din bidim we, ez dizanim ku hûn ê pir kêfxweş bibin gava hûn vê mizgîniyê bibihîzin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê wê di Meclisê de bibe partiya tabelayê. Em li vir 3 hevalên me li ser navê we dişînin Meclisê. Lê yên ku namzetên cuda û serbixwe ne bila zanibin ku ev gel êdî bi derewên we têr bûye. Hê ku rê nêzîk e, werin li cem gelê me cih bigirin. Ev têkoşîn dikare we jî rizgar bike. Gumana me tune ku hûn ê vê bikin. Em hêvî û daxwaz dikin ku; hûn ê ji vê xeletiyê vegerin.” 
 
‘EM Ê KOMAREK DEMOKRATÎK AVA BIKIN’ 
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akîn jî wiha axivî: “Vaye li vir mitîngeke dîrokî hat lidarxistin. Ev ne mitîngeke asayî ye. Em hewl didin sedsala nû ya siberojê ji vir ava bikin. Em di bin vê alê de bawerî û îradeyeke mezin dibînin. Em di dîroka Tirkiyeyê de hilbijartina herî dijwar lê ewqas dîrokî û girîng pêşwazî dikin. Em ê dawî li înkar û tunehesibandina salan bînin. Em ê jiyanek nû ava bikin. Em soz didin we ku em ê welatekî ku her nasname û bawerî lê bi azadî bijîn pêk bînin. Dibêjin li vî welatî pirsgirêka kurd tune ye. Ez li Îzmîrê dijîm û cihêkarîyek pir eşkere, dijminatiyeke taybet li hemberî kurdan heye. Li vî welatî pirsgirêka kurd heye. Li vir bi dehan kes hatin qetilkirin. Em ê hesabê van hemûyan bipirsin. Tenê şandina wan ne bes e, em ê pergalek nû ava bikin. Divê em komarek demokratîk ava bikin. Ji ber vê yekê me tifaq çêkirin. Em dixwazin vî welatî bi demokrasiyê tacîdar bikin. Wê faşîzm bi dawî bibe, demokrasî were. Ev hilbijartin ji bo me hilbijartineke dîrokî ye. Divê her kes xwedî li sindoqên hilbijartinên 14’ê Gulanê derkeve.” 
 
Piştî axaftinan hunermend Azad Bedran derket ser dikê û strî. 

Sernavên din

28/04/2023
20:23 Li Kovanciyanê buroya Partiya Çepên Kesk hat vekirin
19:09 Li Mûşê 2 ciwan hatin girtin
18:17 Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin
18:08 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin gihîşt 39'an
17:56 Seroka IFJ’ê Pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin
17:45 Rojnamevanên di binçavan de anîn Edliyeyê
16:47 Li Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê banga tevlibûnê hate kirin
16:35 Xebatên hilbijartinê didomin: Ev hilbijartina man û nemanê ye
16:23 Kesên di 1’ê Gulana 1977’an de li Taksîmê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn
15:50 Li ber Edliyeya Amedê protesto: Em natirsin, em li vir in
15:44 Ji bo Roboskî edalet hat xwestin
15:43 ÎKK’a Amedê ya TMMOB’ê bertek nîşanî girtinan dan: Em ê serî netewînin
14:44 Demîrtaş bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da: Ev komploya Qesrê, Soylû û Bozdag e
14:36 Mîtînga Misircê: Em ê dijminên kurdan di 14'ê Gulanê de bişîni
14:26 ‘Wê ev operasyon dawiya wan bîne’
14:13 Tifaqa Ked û Azadiyê wê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
13:36 Malbata Şenyaşar: Cilnimêj eniyên qirêj paqij nake!
13:33 Semra Guzel: Ya ku tê darizandinê rastiya gelê kurd e
12:30 Dozger xwest rojnamevan Çelîk û Yayla bên cezakirin
12:09 Rojnamevan Aktan: Beriya hilbijartinê dixwazin li Kurdistanê rewşek tarî biafirînin
12:03 14 kesên di bin çavan de sewqî edliyeyê hatin kirin
11:32 Li gundên ser sînor Partiya Çepên Kesk bi coş hate pêşwazîkirin
11:30 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin derket 28'an
11:05 Şanoya Bajêr a Amedê: Hevalên me tev hatin berdan, niha jî dora temaşekirina lîstikê ye
10:45 Guney: Sicîla Tirkiyeyê di warê azadiya çapemeniyê de nepaqij e
10:39 Li Hatay û Mereşê erdhej çêbû
10:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:22 Li Bûrsayê kesayeta bi têkoşînê navdar e di rêya Meclisê de ye
10:03 'Bozdagê ku serok û amire dadgeran e gelo wê çawa edaleta hilbijartinê temîn bike?'
09:02 Baroya Îzmîrê ji bo hilbijartinê amade ye: Dê hezar û 600 parêzer li qadê bin
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bîlgîn: Em ji bo guherandina çarenûsa Yozgatê diçin
09:01 Karkerên ku di şert û mercên giran de 1'ê Gulanê pêşwazî dikin dixwazin desthilat biguhere
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2023'YAN
00:19 Seroka TTB’ê li Amedê ye: Pir nema, piştî 16 rojan em ê biguherin
27/04/2023
23:58 Sancar bang li hilbijêrên derveyî welat kir: Biçin ser sindoqan
23:05 Li Amedê kesekî din jî hat binçavkirin
21:01 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin gihîşt 24'an
20:53 TBB û baro: Divê lêpirsîn li gor hiqûqê bê kirin
17:58 4 kesên li Tekîrdagê hatibûn binçavkirin hatin girtin
17:34 Bertek nîşanî girtina rojnamevanan dan: Gotina wan gotina me ye!
17:24 Rojnamevan Bayram li Semsûrê hat binçavkirin
17:08 Bi girseyî çûn şîna Resûl Kûrt
17:02 Ji bo 1’ê Gulanê banga tevlibûnê
16:43 Bayindir: Tîra azadiyê ji kevanê derket kes nikare peşî lê bigire
Bûldanê bang li desthilatê kir: Hûn ê tûra duyemîn nebînin
16:41 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk li çar aliyan bênavber didomin
16:22 Derbarê rojnamevan Candemîr de lêpirsîna qeyûm
16:12 Li pêşiya edliyeyê bertek nîşanî girtinan dan: Ev gel tu carî serî natewîne
16:02 ‘Bi hezaran dest pê kir lê niha bûne milyonan kes’
15:42 Li ser deriyê Hevserokê Şaxa OHD’ê Îsteklî nivîsa ‘em hatin hûn tune bûn’ hate nivîsandin
15:40 Uçar: 14’ê Gulanê dê bibe muhasebeya sedsalê
15:07 Rojnamevan Gok, Orûç, Canozer û Akkaya hatin girtin
15:03 Li Amedê nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Ewlehiya hilbijartinê di talûkeyê de ye
14:59 ‘Li cihê ku parastin ne azad be qala edaletê nikare bê kirin’
14:58 Partiya Çepên Kesk li Amed û Sêrtê bi rojnamegeran re hate ba hev
14:06 MED TUHAD-FED: Bi berxwedan û têkoşînê wê êriş vala bên derxistin
13:41 Li Mûşê mitîng tê lidarxistin
12:58 Polîsan ji rojnameger Gok pirsî: Çalakî û xebatên ku hûn ji bo pêkanînê planên wan dikin çi ne?
12:57 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kirin
12:30 Serokê TBB’ê Sagkan ji ber operasyonên binçavkirinê hate Amedê
11:49 18’emîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî di 2’yê gulanê de dest pê dike
11:44 Li Tetwanê mitînga bi coş û peroş: Em ê di 15’ê Gulanê de govenda azadiyê bigerînin
11:14 Ji bo ‘endamtiya rêxistinê’ delîl peyda kirin: Merhaba tu çawayî?
11:03 Wekîlên Ewropî têkildarî 'êrîşên kîmyewî' banga lezgîn li OPCW'yê kirin
10:55 Dengdayîna li derveyî welat dest pê kir
10:52 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Taşkin hat binçavkirin
10:52 Ji bo mitîngên Partiya Çepên Kesk ên Aydin û Mûglayê bang kirin
10:43 Ji bo mitînga Pirsûsê banga tevlibûnê: An em ê serbikevin an em ê serbikevin
10:37 'Herî zêde di heyama AKP’ê de karker bi zextan re rûbirû man’
10:36 Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
10:27 Gelo Dêrsim ji bo erdhejê amade ye?
10:07 Parêzerên Ocalan carek din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
09:59 Mexdûrê mulakatê: ‘Birincfiroşê xwedî bi dîploma’
09:48 ‘Em ê ji Balikesîrê parlamenterekî bişînin Enqereyê’
09:47 Li Hatayê kavil li 22 qadan tên xalîkirin
09:39 Çekên cerdevanên ku wêneyê Demîrtaş ecibandin hatin desteserkirin
09:27 Jinên qerejdaxî: Dê kurd bi ser bikevin û Erdogan winda bike
09:09 Di vê hilbijartinê de jî dê tevî zarokên xwe sindoqan biparêzin
09:05 Ebru Gunay: Fikriyata me dê li Egeyê bingeha xwe xurtir bike
09:04 'Gelê Semsûrê li dijî desthilatdariyê bi bertek e'
09:01 'Wê nikaribin parastinê bitepisînin'
09:01 Ji Nobeda Edaletê ber bi hilbijartinê ve: Bi şev û roj dixebite
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2023'YAN
26/04/2023
23:26 Ji KCDK-E'yê banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt
23:02 Li Londonê pedal ji bo 'Partiya Çepên Kesk' hatin badan
22:39 Ûçar: Em ê govenda herî mezin di 15'ê Gulanê de bigerînin
21:24 Li Îdirê coşa hilbijartinê
20:54 Li Hezexê 20 kes hatin binçavkirin
20:25 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hat girtin
20:16 Çalakiya li ber avahiya NY’yê didome: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin
20:11 Ji YNK'ê bersiv ji bo banga Mesrûr Barzanî
20:03 ‘Mafparêz wê li ber zextan serî netewînin‘
19:27 Operasyona li hemberî rojnamevanan spartin îfadeya şahidê eşkere
18:30 Partiya Çepên Kesk li Sûrê bi jinan re civiya
17:29 Cenazeyê Tekîn piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
17:01 CPJ: Divê TMK li dijî çapemeniyê weke çekek neyê bikaranîn
16:57 Polîsan îşareta nijadperest nîşan da: Hûn ne rojnamevan in hûn terorîst in
16:42 Li Şirnexê ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî hat dayîn
16:22 Polîsan hewldan dan ketina rojnamegeran a qada mitîngê asteng bikin
16:09 Ozturk: Di destê we de kelemçe, di destê me de berxwedan heye
16:08 Tu der nema ku Partiya Çepên Kesk neçûyê