Tesîsa ceyranê û valakirina çopê dibe sedema mirina sewalan

  • rojane
  • 09:47 29 Nîsan 2023
  • |
img
SEMSÛR - Li Semsûrê bi mebesta hilberîna ceyranê Tesîsa Depokirina Bermahiyên Hişk hat avakirin, piştî avakirina tesîsê jî çopên bajêr li girê Tumruzê tê rijandin. Welatiyên li herêmê diyar kirin ku bi rijandina çopê xwezaya wan tê wêrankirin û ev jî dibe sedema mirina sewalan.  
 
Li Semsûrê di sala 2006'an de bi fona Rêveberiya Geşepêdana GAP'ê ya girêdayî Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê projeya Tesîsa Depokirina Bermahiyên Hişk hat amadekirin û ji aliyê Yekitiya Şeredariyên Semsûrê ve jî ew proje hat îhalekirin. Tesîs bi armanca hilberîna ceyranê li herêma Tirba Zeynel Abîdîn a girê Tumruze hat çêkirin. Lê Proje hê destpêka çêkirinê de bû, welatiyên Semsûrê ku li herême dijîn li dijî vê projeyê derketin û serî li dadgehê dan. Projê di sala 2011'an jî hê neqediya bû Dadgeha Bilind ji ber qirêjiya xwezayê ew projê da sekinandin. Lê Suleyman Kilinç ê ku piştî hilbijartinên herêmî yên 2019'an weke şeredar hat hilbijartin, tevî biryara dadgehê ya rawestandina projeyê dîsa dest bi projeya Tesîsa Depokirina Bermahiyên Hişk kir û ev nêzî salekê ye jî çopa bajêr li herêma Tirba Zeynel Abîdîn a girê Tumruzê tê valakirin. Ji ber valakirina çopa bajêr gelek gund û taxên navenda Semsûrê di bin tesîrê de dimînin û gelek sewal jî ji ber çopê dimirin. 
 
Valakirina vê çopê û Tesîsa Depokirina Bermahiyên  Hişk herî pir bandorê li ser mêrgên gundên Fexrikan, Kistikan, Kazni, Şêxler û taxa Petrolê yên navendê dike. Welatiyên li herêmê dijîn bi dûmana çopê dişewite re rû bi rû dimînin. Em tekildarî mijarê bi welatiyên li gundê Fexrikan ê herî zedê ji rijandina çopan bandor dibe û taxa Petrolê dijîn re axivîn. 
 
TEVÎ BIRYARA DADGEHÊ JÎ ÇOP LI HERÊMÊ TÊ RIJANDIN
 
Welatiyê bi navê Huseyîn Canan ku li gundê Fexrikan e da zanîn ku çend sal berê beriya avakirina tesîsê ew weke gundî li dijî vê yekê derketine û serî li dadgehê dane. Canan diyar kir ku di dadgeha bilind de jî biryara rawestandina avakirina tesîse hatiye dayin û ev tişt gotin: "Ji ber behn û dûmana çopê em derî û pacên xwe digrin. Di heman demê de ava me li cihê ku çop tê rijandin tê. Ji ber wê jî ava me qirêj dibe. Çend sal berê welatiyan li dijî vê yekê çalakî çêkirin û serî li dadgehê dan. Dadgehê jî biryara rawestandina avakirina tesîs û rijandina çopê dan. Piştî biryara dadgehê ev çend sal bûn çop nedihat vir, lê niha ev nêzî salekê ye ku çopa bajêr dîsa tînin li vir dirijînin."
 
'EM DI NAV ÇOPÊ DE MANE'
 
Canan anî ziman ku mala wan li navenda Semsûrê bû ye lê piştî erdhejê hatine gund û axaftina xwe wiha domand: "Ji ber erdhejê em reviyan hatin gund lê niha jî em dikin ji ber dûmana çopê bimirin. Ne tenê gundê me jî ev çend gund behn û dumana vê çopê bandor dibe. Ev der ne cihê çopê ye divê çopê bibin cihekî din birijînin. Em di nav çopê de mane. Divê çareseriyek bê dîtin. Em dixwazin rijandina çopê li vir bê rawestandin. Yanî divê yan çopê neynin an jî em bar bikin. Her wiha tirba Zeynel Abîdîn jî li wir e. Ew der ziyaretgahê ew der jî bi bandor dibe, gelek kes diçe wir îbadetê dike. Yanî ji ber vê çopê em welatê xwe biterkînin çi bikin?"
 
'AVA ME QIRÊJ DIBE'
 
Welatiyê bi navê Alî Karakuş jî bi lêv kir ku li devera ku çop tê valakirin mêrgên gundiyan e û ev tişt anîn ziman: "Ji ber çopê edî sewalên me nikarin biçin wir. Dûmana çopê weke jehrê ye, ev jehr li nava gund belav dibe. Me çend caran parêzer girtin û çûn dadgehê, biryara sekinandina valakirina çopê dan. Lê ev salek e ku dîsa dest pê kirine. Yanî her tim dûman heye ne tenê gundê me jî gelek gund ji vê duman û behna bandor dibin. Erdê me, rezê me li wir in, bandor li erdê me jî dike. Her wiha ava me jî qirêj dibe, yanî bandor li ser hemû jiyana me dike. Em naxwazin ev qirêjiya nava gundê me belav bibe, divê çareseriyek were peydakirin.” 
 
'JIYANA ME WÊRAN DIKIN’ 
 
Welatiyê bi navê Kalender Karakuş jî destnîşan kir ku li cihê çop tê rijandin zeviyên wî li wir in û wiha got: "Çop anîne nava zeviyên me vala kirin e. Ew qirêjiya çopê dikeve nav çemê me. Em nedikarin sewalên xwe berdin ku li wir avê vexwin ne jî dikarin wê avê ji bo zeviyên xwe bikar bînin. Sewal dema wê avê vêdixwin nexweş dibin. Em ji bêhnê nikarin biçin wan deran jî welat li ser me teng kirine. Rezê me li wir e lê em nikarin biçin nav rezê xwe. Em ê bi wî rezî çawa tirî bixwin. Yanî ev jiyana me wêran dikin. Yan bila werin vê çopê rakin an jî bila ji me re cihekî bibînin. Zarokên me nexweş dibin. Erdhejê em nekuşt lê wê ev dûman me bikujê. Yanî çi ji me dixwazin."
 
'SEWALÊN ME DIMIRIN'
 
Li taxa Petrolê welatiyê bi navê Hîkmet Şen jî diyar kir ku sewalên wan jî ji ber qirêjiya çopê mirin e û wiha got: "Ji ber ku çop ava me qirêj dike, sewalên me wê avê vedixwin û nexweş dikevin. Kuçikê me jî li wir av vexwar û ev 3 roj in nexweş e. Me bi derfetên xwe derman kir lê dîsa jî baş nebû. Me tedawiya kuçikê xwe kir lê bandora tedawiyê nebû, hê jî weke xwe ye. Her wiha 4 bizinên me jî ji ber vê çopê mirin. Ev çop avê qirêj dike, sewalên ku wê avê vedixwin jî nexweş dikevin û dimirin."
 
MA / Mahmût Altintaş 
 

Sernavên din

04/05/2023
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome
18:00 Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk
17:49 Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû
16:46 Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
16:42 Hat xwestin ku kujerê Ûytûn were cezakirin
16:05 Di lêpirsîna navenda wê Stenbol de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan
16:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyana mirovî ava bikin li ber xwe didin
16:03 Sê cenaze anîn nexweşxaneya Mêrdînê
15:20 Gergerlîoglû, giliyê Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got ‘darbe’ kir
15:04 Li Amedê nûnerên baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev
14:31 Li ODTU’yê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:26 Kaya: Zimanê me wê bibe zimanê perwerdehiyê
12:59 Danişîna doza qezaya Dêrikê hate lidarxistin