Jin 1'ê Gulanê pêşwazî dikin: Em heqê keda xwe nastînin

  • jin
  • 10:07 29 Nîsan 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Jinên ku di mala tenûrê ya jinan de dixebitin, diyar kirin ku ew dixwazin ku 1'ê Gulanê bibe wesileya pêşwazîkirina bihareke nû û gotin: "Heke em li keda xwe xwedî dernekevin, keda me her tim dê bê binpêkirin." 
 
Ji ber polîtîkayên desthilata heyî ya li Tirkiyeyê welat ketiye nava aloziyekî. Polîtîkayên şer ên ku dibin sedem ku pirsgirêkên heyî mezintir bibin, herî zêde jî bandorê li jinên karker dikin. Jinên ku bi mûçeyên herî kêm dixebitin, niha ji ber zemên zêde ji bo debara xwe bikin pirsgirêkên cidî dikişînin. Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jinên karker ên ku di "Mala Tenûrê ya Jinan" de bi seatan dixebitin heqê keda destê xwe nastînin. Di kargehê de ku 5 jin dixebitin û nanê sêlê û tenûrê dipêjin heta êvarê li ber agir dixebitin. Jin di bin şert û mercên herî giran de 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê pêşwazî dikin. 
 
'HEKE KU EM XWEDÎ KEDA XWE DERNEKEVIN KESEK DERNAKEVE'
 
Ji jinan Şukran Bedirhanoglû (49) ya diyar kir ku keda jin didin pîroz e, anî ziman ku divê jin xwedî li keda xwe derbikevin û wiha axivî: "Her roj saet di şeşê serê sibê de em dest bi kar dikin û heta bi şev dixebitin. Em bi vê xebata xwe debara xwe dikin. Zehmetiyên karê me gelek in. Germ e û heta êvaran nan dipêjin. Em naxwazin ku berê xwe bidin destê kesekî din. Jin gelek zehmetiyê dikêşin. Jin hem ji derve û hem jî di hûndirê malê de dixebitin. Ji ber wê jî xebata wan bêtire. Jin kedeke mezin didin û her tiştekî jî dikin. Her zehmetiyekî jin dikêşin. Dema ku diçin malê jî paqijiyê, xwarinê û her tiştekî ew dikin. Pêdiviya me jinan bi kesî tune ye. Em têra xwe dikin. Ez li vir bi saetan dixebitim û rojê 100 lîreyan distînim. Lê belê ev têra tiştekî nake. Her tişt biha kirine, bi vî pereyî kesek nikare debara xwe bike. Mesref e, faturan e û kirê ye têra nake. Kirêya mala min 600 lîreye. Mirov diçe marketê tiştekî dikire pere xelas dibe. Heçiyê ku zarokên wî hene, mesrefa wî heye. Her tiştek wêran kirin. Em jin heqê keda destê xwe nastînin, her tişt biha bûye. Heke ku em jin xwedî li keda destê xwe dernekevin kesek lê xwedî dernakeve. Heke ku em di malên xwe de xwe ker bikin, dê keda me bêtir bê binpêkirin. Ez 1'ê Gulanê Roja Kedkaran li hemû jinên karker û kedkar pîroz dikim, ji jinan re serkeftinê dixwazim. Bijî 1'ê Gulan." 
 
'JIN HEQÊ KEDA XWE NASTÎNIN'
 
Ji jinan Elîf Orûç, anî ziman ku ji ber polîtîkayên desthilata heyî keda jinan di her qadan de tê binpêkirin û wiha got: "Ev 2 sal in ez li vir dixebitim. Niha li vir em 5 jin dixebitin. Yek ji van hosteya nanê tenûrê ye, yek ji hosteya nanê sêlêye û yek hevala me jî bi paketkirina nan re eleqeder dibe. Heta niha jinan her tim di hûndirê malê de ked didan, lê belê tu caran heqê wê keda xwe nedistandin. Lê niha jin derketine derve û dixwazin ku li hemberî keda wan rêz bê girtin. Êdî jin dibêjin, 'em hewceyî ber destê zilaman nînin, em dikarin debara xwe bikin' êdî debar zehmet bûye û jin bi xwe debara mala xwe dikin. Em li vir dixebitin, lê qasî ku ked didin nastînin. Ev jî ji ber aloziya aborî. Beriya niha me bi vî pereyê ku me distand her tiştek dikirî û her pêdiviyeke xwe pêk tîna. Lê niha ne wisa ye, her tişt biha bûye û ev pereyê ku em distinin têra nake. Niha tenê torbeyekî arî bûye 450 lîre, dar biha ye. Em nikarin êdî kar bikin. Lê hêviya me heye ku ev hilbijartina pêşiya me dê bibe wesîleya serkeftinê. Bi piştgiriya dayikan, jinan em ê biserbikevin. Heger ku em biserbikevin dibe ku ev aloziya aborî ya ku em îro dikêşin kêm bibe. Bi vê wesileyê ez 1'ê Gulanê jî li dayikan û kedkarên cîhanê pîroz dikim. Hêvî dikin ku ev 1'ê Gulanê bibe destpêka jiyaneke nû." 
 
 
 
 

Sernavên din

04/05/2023
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome
18:00 Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk
17:49 Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû
16:46 Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
16:42 Hat xwestin ku kujerê Ûytûn were cezakirin
16:05 Di lêpirsîna navenda wê Stenbol de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan
16:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyana mirovî ava bikin li ber xwe didin
16:03 Sê cenaze anîn nexweşxaneya Mêrdînê
15:20 Gergerlîoglû, giliyê Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got ‘darbe’ kir
15:04 Li Amedê nûnerên baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev
14:31 Li ODTU’yê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:26 Kaya: Zimanê me wê bibe zimanê perwerdehiyê
12:59 Danişîna doza qezaya Dêrikê hate lidarxistin