‘Rojnamegerên ku dê dev ji heqîqetê bernedin hene’

  • rojane
  • 10:24 29 Nîsan 2023
  • |
img
MÊRSÎN - Rojnamegerên Mêrsînê bertek nîşanî zextên li ser çapemeniya kurd û girtina rojnamgeran dan û wiha gotin: “Heta ku heqîqet hebe dê rojnamegerên wê heqîqetê radigihînin jî her tim hebin.” 
 
Di 25’ê nîsanê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de hate girtin. Rojnameger, hiqûqnas, hunermend, siyasetmedar û sendîkavan jî di nav de bi giştî 128 kes hatin binçavkirin. Ji rojnamegerên hatin binçavkirin edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok, edîtora JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer, nûçegihanê ajansa me Mehmetşah Oruç û rojnameger Remzî Akkaya û Mîkaîl Barût bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Rojnamegerên Mêrsînê bertek nîşanî girtin û binçavkirina hempîşeyên xwe dan. 
 
ROJNAMEGER HER DEMÊ DI HEDEFA ÎKTÎDARÊ DE NE 
 
Ji Kadindan Haber’ê rojnameger Fatoş Sarikaya diyar kir ku ji demên berê heta niha rojnameger her tim dibin hedefa îktîdarê û wiha got: “Îktîdar ji ewil dixwaze dengê çapemeniyê qut bike ku rastiyê digihîne gel.  Ji ber ku her îktîdara li ser bingeheke qirêjî hatiye avakirin, ditirse ku rastiya wê derkeve holê. Rojnameger jî tevahiya karên wan ên qirêjî û zîhniyeta wan a rizî derdixînin holê lewma ev zext lê tê kirin. Li ji van zextan herî zêde çapemeniya kurd para xwe digire. Di nava salekê de cara 3’yemîne li dijî çapemeniya kurd operasyon tê kirin. Gelek hevalên me hatin girtin. Bêguman ev tiştekî rasthatî nîne. Li vî welatî kî bibe îktîdar jî her tim rojnamegerên di şertên herî giran de dixebitin, rojnamegerên kurd in. Ji ber ku bêdeng nabin, berxwedêr in û tevî hemû zextan jî serî natewînin û li pey heqîqetê digerin. Hem îktîdara AKP’ê û hem jî îktîdarên din ji vê mînaka rojnamegeriyê ditirsin. Lewma bi awayekî sîstematîk wan hedef digire.” 
 
KLÎŞEYA DEWLETÊ YA ‘ENDAMTIYA RÊXISTINÊ’
 
Di berdewamê de Sarikaya got ku rojnamegerên kurd bi têgeha “endamtiya rêxistinê” tên krîmînalîzekirin û wiha pê de çû: “Lewma jî ev têgehe veguheriye klîşeyekê. Rojnamegerên ku heqîqetê dinivîsin û ‘keyfa’ dewletê nexweş dikin, bi tawana ‘endamtiya rêxistinê’ krîmînalîze dikin. Bi bêdengkirina civakê re hewl didin rojnamegeran bi tenê bihêlin. Lê ev tawana tê kirin vala ye. Lewma tevî bi mehan jî îdianameya hevalên me amade nekirin. Di îdianameyê de jî tiştekî weke sûc were nîşandan tune ye. Divê hemû rojnameger li dijî van zextên îktîdarê piştevaniya hev bikin. Em vê piştevaniyê dikarin xwe li ser pêyan bigirin. Heta ku çapemeniya kurd azad nebe dê li vî welatî tu sazî û rojnameger azad nebin.” 
 
‘JI BER KU RASTÎ DIGIHANDIN GEL BÛN HEDEF’ 
 
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Pîrê (PÎRHA) Dîren Keser jî îktîdar ji rastiya rojnameger derdixînin holê ditirse û ev tişt anî ziman: “Lewma ev girtin surprîz nebûn. Armanca hemû rojnamegerên hatine girtin, ragihandina heqîqetê bû. Abdurrahman Gok bi wêneyên Kemal Kurkut êdî bû rojnamegerekî cîhanî. Ji ber ku ev heqîqet parve kir, her tim rastî zext û dozan hat. Li şûna ku Gok were xelatkirin, hate girtin. Hevalê me Ahmet Kanbal jî tarîtiya 30 salan a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê derxist holê. Lewma hate binçavkirin. Her wiha Bêrîtan Canozer jî rojnamegeriya jinan derxist pêş. Ji ber ku hevalên me heqîqet derxistin holê lewma bûn hedef û hatin girtin. Divê hemû rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rojnameger bertekê nîşanî van girtinan bidin. Divê li cem rojnamegeran cih bigirin û piştevaniyeke xurt bidin. Ji ber ku parastina rojnamegeriyê, parastina Abdurrahman, Ahmet û Mehmetşah e. Em van girtinan şermezar dikin lê tenê bi vê bisînor namînin. Em ê dengê wan ragihînin. Heta ku heqîqet hebe, dê rojnamegerên wê heqîqetê radigihînin jî hebin.” 
 
‘TU KES NIARE ÇAPEMENIYA AZAD BÊDENG BIKE’
 
Rojnameger Îsmaîl Altan jî got ku pêvajoya zext û sansûrê yên li ser çapemenî û rojnamegeran bi pêvajoya Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê re dest pê kiriye û ev tişt anî ziman: “Ev pêvajoya bi îktîdadra AKP-MHP’ê re dom kir. Lewma operasyona li dijî rojnamegeran, operasyoneke siyasî ye. Girtina wan, derhiqûqî ne. Di xala sereke ya Destûra Bingehîn de gotina ‘çapemenî azad e, nayê sansûrkirin’ heye. Tevî vê jî polîtîkayên girtin û bêdengkirinê yên li dijî rojnamegeriya rasteqîn didomin. Tenê yek kes jî ji Çapemeniya Azad bimîne dê rojnamegeriya rasteqîn bêdeng nebe. Tu kes nikare Çapemeniya Azad bêdeng bike û asteng bike.” 
 
MA / Îbrahîm Irmak
 

Sernavên din

04/05/2023
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome
18:00 Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk
17:49 Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû
16:46 Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
16:42 Hat xwestin ku kujerê Ûytûn were cezakirin
16:05 Di lêpirsîna navenda wê Stenbol de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan
16:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyana mirovî ava bikin li ber xwe didin
16:03 Sê cenaze anîn nexweşxaneya Mêrdînê
15:20 Gergerlîoglû, giliyê Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got ‘darbe’ kir
15:04 Li Amedê nûnerên baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev
14:31 Li ODTU’yê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:26 Kaya: Zimanê me wê bibe zimanê perwerdehiyê
12:59 Danişîna doza qezaya Dêrikê hate lidarxistin