Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Operasyon li rêgeza ewlehiya hiqûqî hev nayê

  • rojane
  • 12:22 29 Nîsan 2023
  • |
img
AMED - Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter a operasyona binçavkirinê ya navenda wê Amed nirxand, diyar kir ku binçavkirin û girtina parêzeran li “rêgeza ewlehiya hiqûqî” hev nayê û wiha got: “Em ê tu carî ji biryardariya xwe paş ve gavê neavêjin.”
 
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ku ji ber îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik hatibû destpêkirin, rojnamevan, siyasetmedar, parêzer û hunermend di nav de ji 216 kesan 143 kes bi serdegirtina malan û kargehan hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 47 jê hatin girtin 86 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter a operasyona beriya hilbijartinên giştî û Serokkokmariyê yên di 14’ê Gulanê de bên kirin, hate kirin nirxand, qala sedemên operasyonê kir û anî ziman ku wê dest ji têkoşînê bernedin. 
 
DELÎLEKE ŞÊNBER NÎNE
 
Yeter, anî ziman ku di pêşiya wan de hilbijartineke girîng heye, beriya vê hilbijartinê li bendê bûn ku operasyoneke bi vî awayî pêk were û wiha got: “Ji xwe desthilatê ev dida hîskirin. Bi zextên xwe yên li dijî rêxistinên sivîl ên civakî, binpêkirinên mafan û bêhiqûqiya li herêmê ev dida nîşandan. Di çarçoveya yek ‘şahidî’ bi dehan hevrêyên me, parêzerên OHD’î, rojnamevan, hunermend û kesên di nav saziyên sivîl ên civakî de cih digirin hatin binçavkirin û girtin. Ev pêvajo pêvajoyeke bi temamî bêhiqûqî ye. Beyanên hatine dayîn bi tu awayî ji aliyê delîlên şênber ve nayên destekkirin. Em vê pêvajoyê bi tu awayî mafdar û rewa bikin û van girtinan qebûl nakin.”
 
Yeter, diyar kir ku sedemê vê operasyonê çavtirsandina raya giştî ya demokratîk, bêdengkirina muxalefeta civakî û dûrxistina parêzeran û rojnamevanan a ji kare ku wê herî zêde di karê ewlehiya hilbijartinê de cih bigirin e û wiha berdewam kir: “Ev êrîşa li dijî saziyên me yên legal ku xebatan dimeşînin bi tu awayî ne hiqûqî ye. Em ê xebata hevrêyên xwe li erdê nehêlin, xebatên xwe zêdetir bikin û hêj zêdetir vegerin ser karê xwe.”
 
‘EM Ê PAŞVE GAVÊ NEAVÊJIN’ 
 
Yeter, bi lêv kir ku pratika parêzeriyê ya OHD’ê bi nêrîneke azadîxwaz teşe girtî ye û wiha axivî: “Saziya me belku weke dîrokî ne saziyeke kevne lê me bi prastîka hiqûqa azadîxwaz bi fikreke civakî ya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê xebatên xwe meşandin. Ji ber vê yekê jî em her tim bûn muxatabên ewil ên zextan. Sedemê ku evqas bi ser me de tên mezinahiya têkoşîna ku em didine. Em nikarin têkoşînê li dijî bêhediyeke wisa mezin bikin. Peyamên ku hevalên me ji me re ragihandin jî di vî warî de ne, em ê tu car ji biryardariya xwe paş ve gavê neavêjin.”
 
‘LI RÊGEZA EWLEHIYA HIQÛQÎ HEV NAYÊ’ 
 
Yeter, destnîşan kir ku daraz bêalî û serbixwe nîne û bal kişand ku kesê bi sifetê “şahidiniyê” di dosyayê de îfade daye, xwediyê sifeta “şahidiniyê” nîne. Yeter, diyar kir ku bi beyana îtîrafkarekî biryara binçavkirinê ya derbarê 25 parêzeran de “li rêgeza ewlehiya hiqûqî” hev nayê û ev tişt gotin: “Her sê hempîşeyên me yên hatin girtin ji tu parezerên ku li vî bajarî pratîka parêzeriyê pêk tînin cuda nîne. Heke her sê hempîşeyên me sûcdar bin, em hemû sûcdar in. Lê em ê mekanîzmayên ji holê rakirina van bêhiqûqiyan ava bikin. Ji darazeke ne serbixwe û bêalî daxwazeke me ya wiha nîne. Em ê bi têkoşîna xwe van dosyayan vala derxînin û weke her carê em ê hiqûqê pêk bînin.”
 

Sernavên din

04/05/2023
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome
18:00 Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk
17:49 Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû
16:46 Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
16:42 Hat xwestin ku kujerê Ûytûn were cezakirin
16:05 Di lêpirsîna navenda wê Stenbol de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan
16:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyana mirovî ava bikin li ber xwe didin
16:03 Sê cenaze anîn nexweşxaneya Mêrdînê
15:20 Gergerlîoglû, giliyê Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got ‘darbe’ kir
15:04 Li Amedê nûnerên baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev
14:31 Li ODTU’yê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:26 Kaya: Zimanê me wê bibe zimanê perwerdehiyê
12:59 Danişîna doza qezaya Dêrikê hate lidarxistin