Dibe ku hûn rojnamevan Abdurrahman Gok bigirin lê belê hûn nikarin pênûsa wî bigirin!

  • rojane
  • 13:46 29 Nîsan 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Rojnamevan Abdurrahman Gok du roj berê dema hat girtin li korîdora edliyeyê gotinên wî, “Wê ev faşîzm biciheme biçe. Bimire faşîzm, bijî Çapemeniya Azad” olan da. Ne Gok ne jî Çapemeniya Azad li ber zextan serî netewand. 
 
Rojnamevan Abdurrahman Gok, Mehmetşah Orûç Bêrîtan Canozer, Remzî Akkaya di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 25’ê Nîsanê de da destpêkirin, bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin. 
 
Ji edîtorên Ajansa Mezopotamya (MA) Abdurrahman Gok îmze avêtiye bin gelek nûçe, wêne û dîmenên ku mohra xwe li rojevê dane û bûne rojev. Gok li Şengalê di êrişa DAIŞ’ê de ya 3’ê Tebaxa 2014’an, di êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê de, di erdhejên navenda wê Bazarcixa Mereşê de bû û bi wêneyên qetilkirina Kemal Kûrkût, pêşî li berovajîkirina heqîqetê girt. Gok bû dengê qêrîn û hawara jin û zarokên êzidî yên Şengalê, bû dengê berxwedana Kobanê û Apê Nemir, li Bazarcixê bû dengê feryada mexdûrên erdhejê. Gok wêneyên kêliya ku Kemal Kûrkût di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin ji raya giştî ya cîhanê re ragihand û pêşî li derew û berovajîkirinê girt. 
 
EWILÎ ÇÛ ŞENGALÊ 
 
Dema ku behsa “Nûçegihantiya şer” tê kirin, di çapameniya kurd ewilî Abdurrahman Gok tê bîra mirovan. Ew yek ji wan rojnamevanan e ku ewilî beziyaye herêmên şer, pevçûn û erdhejê. Gok ku gihîşt hawara zarok û jinên êzidî yên ketin ser rêya koçberiyê û bi girtina wêneyên wan di bîra her kesî de cih girt. 
 
PAŞÊ JÎ BERÊ XWE DA KOBANÊ 
 
Dema ku di îlona 2014’an de êrişên DAIŞ’ê li dijî Kobanê dest pê kirin, rojnamevan Gok yek ji wan rojnamevanên ewil e ku çû ser xeta sînorê Kobanê û Pirsûsê. Gok kêl bi kêlî geşedanên li ser sînor şopand û ji raya giştî re ragihand. Piştî ku şerê li Kobanê dijwar bû, Gok berê xwe da navenda Kobanê û ew rojnamevanên ewil e ku derbasî Kobanê bû. Gok berxwedan û wêrankirina hemû kolan û cadeyên Kobanê bi wêne, dîmen û nûçeyên xwe ji raya giştî ya cîhanê re ragihand. Wî li eniya pêş a şer xwe gihand “Apê Nemir” û li gel wî hevpeyvîn kir. Berxwedana dîrokî ya Kobanê bi ragihandina Abdurrahman Gok li cîhanê belav bû.
 
WÊNEYÊ KÊLIYA QETILKIRINA KEMAL KÛRKÛT GIRT 
 
Dîrok 21’ê Adarê 2017’an bû. Newroza Amedê bû. Polîsan di ketina qada Newrozê de êrişî xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût kirû ew kuştin. Midûriyeta Polîsan a Amedê ewilî bûyerê wek “xwekuj” ragihand. Îktidarê û medya xwe bûyerê wek “xwekuj” serwîs kirin. Lê paşê rastî derket holê. Rojnamevan Abdurrahman Gok bi wêneyên kêliya qetilkirina Kûrkût daxuyanî û nûçeyên îktidarê derewand. Bi 8 wêneyan rastiya bûyerê raberî cîhanê kir. Gok di hevpeyvînek kêliya bûyerê de wiha got: “Gelek nasan got wêne belav nek, tu yê tiştekî bînî serê xwe. Gotin bi navê xwe nede. Lê li wir ji bilî min kesekî ku wêne girtibû nebû. Dema bihata weşandin, dê eşkere bûbûya ku min wêne girtiye. Çimkî her roj polîsan bi ser mala hevpîşeyên min de digir, wan dikirin binçavan û digirtin. Min got dibe ev werin serê min jî. Hemû tişt hat bîra min. Lê weşandina van wêneyan deynek heqîqetê bû û di stûyê min de bû. Ya em ê vê pîşeyê nekin an jî mesele çi be em ê wê binivisînin. Heke me vê pîşeyê bijartibe, ravekirina rastiyan derde me be û heke wîjdanê me hebe, divê min parve bikira. Ez ê nikaribim qêrîna wî ji bîra bikim…” 
 
CEZAYÊ ‘TOL HILÎNÊ’ 
 
Ne kujerên Kemal Kûrkût lê Gok bû hedefa polîs û darazê. Piştî bûyerê wek ku “tola xwe hilînin” muamele li dijî Gok hat kirin. Gok di 9’ê cotmeha 2018’an de bi 90 kesî re hat binçavkirin. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê û praopaganda rêxistinê” doz li Gok hat vekirin. Di hezîrana 2022’yan de Gok ji îdiaya “endamtiyê” beraetkirin lê ji “propagandayê” salek û 6 meh û 22 roj ceza lê hat birîn. Hinceta ceza birînê nûçe û wêneyên ku Gok derbarê Kobanê de çêkiriye û belav kiriye hatin nîşandan. 
 
ÇÛ ROJHILATÊ KURDISTANÊ Û ÎRANÊ 
 
Abdurrahman Gok piştî ku jina kurd Jîna Emînî li Îranê di 16’ê îlonê de ji aliyê rejîmê ve hat kuştin, berê xwe da bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Hemû xwepêşandan û tiştên li Rojhilat û Îranê di çarçoveya dirûşmeya “Jin jiyan azadî” diqewimin bi çavê xwe dît, nivîsand û axivî. Gok çû Xoyê, Ûrmiyeyê, Mahabadê, Pîranşarê, Bokanê, Miyanduabê, bajarê Jîna Emînî Seqiz û Tahranê û çavdêriyên xwe yên li vir wek rêze nivîs di Ajansa Mezopotamya de nivîsand. 
 
BERÊ XWE DA HERÊMA ERDHEJÊ 
 
Gok di 6’ê Sibatê de dema ku erdheja navenda wê Mereş bû çêbû, ew li Amedê bû. Piştî erdhejê demildest berê xwe da navçeya Bazarcixa Mereşê. Ji Amedê derket rê û ewilî çû Semsûrê û ji wir jî derbasî Bazarcixê bû. Gok hem bi nûçeyên ku çêkirin û hem jî vîdeoyên parve kirin bû dengê qêrîn û hawara bi hezaran mexdûrên erdhejê. Bi saya nûçeyên wî bi hezaran mirov alîkariyê şandin herêmên erdhejê. Gok mehek zêdetir gund bi gund geriya navçe bi navçe geriya û gilî, gazin, hawar, hêrsa mirovan kir nûçe. Gok dema ji bo şopandina nûçeyê diçû gundek erdhej lê çêbûbû di wesayîta ku diajot de qeza kir û tevî vê yekê jî dest ji nûçeyan berneda û geşedanan şopand. Gok piştî erdhejê nûçeyên zarokên winda jî çêkir. 
Ew bû sebeba ku Senedê ji Sûriyeyê ku birîndar bûbû û lingek wî jêkiribûn bigihîje linge ortopedik. 
 
BIJÎ ÇAPEMENIYA AZAD… 
 
Rojnamevan Abdurrahman Gok dema li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK’ê hat girtin dixebitî jî nûçeyên girîng çêkirin. Di 20’ê Kanûna 2011’an de polîsan bi operasyona di bin navê “Çapemeniya KCK” de bi ser hemû sazî û dezgehên ragihandina kurdî de girt û bi dehan xebatkarên medya kurdî kirin binçavan û alavên wan desteser kirin. Kêliya wê operasyonê berteka ku Abdurrahman Gok nîşan dabû hê jî di bîra mirovan de ye û ji bîra kesî neçûye. Gok wiha bertek nîşanî operasyonê dabû: “Ev ajans (DÎHA) ajansa ku mîrateya ji Apê Mûsa dewr girtî ye. Ev ajans ajansa ku mîrateya ji Mazlûm Erencî girtî ye. Vê ajansê tu wextê çong danenî. Dibe ku we hevalên me kiribe binçavan, lê belê em ê di şûna wan de jî bixebitin.” 
 
Ji wê heyamêh eta niha li ser çapemeniyê neguherî. Îro zextên li ser Çapemeniya Azad a Kurd zêdetir bûne. Tevî ewqas zext û operasyonên tirsandinê jî rojnamevanan gavek jî paşve neavêt. Rojnamevan Gok ê ku bi awayek bêhiqûqî hat girtin di korîdora edliyeya Amedê de van gotinên wî olan dabûn: “Qet xeman nexwin wê faşîzm têk biçe. Wê ev pergala faşîst bicehime biçe. Bimire faşîzm, bijî Çapemeniya Azad.” 
 

Sernavên din

04/05/2023
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome
18:00 Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk
17:49 Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû
16:46 Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
16:42 Hat xwestin ku kujerê Ûytûn were cezakirin
16:05 Di lêpirsîna navenda wê Stenbol de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan
16:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyana mirovî ava bikin li ber xwe didin
16:03 Sê cenaze anîn nexweşxaneya Mêrdînê
15:20 Gergerlîoglû, giliyê Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got ‘darbe’ kir
15:04 Li Amedê nûnerên baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev
14:31 Li ODTU’yê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:26 Kaya: Zimanê me wê bibe zimanê perwerdehiyê
12:59 Danişîna doza qezaya Dêrikê hate lidarxistin