Partiya Çepên Kesk li quntara Çiyayê Kumtik bi jinan re civiya

  • jin
  • 15:46 29 Nîsan 2023
  • |

ŞIRNEX - Partiya Çepên Kesk li quntara Çiyayê Kumtik ê navçeya Elkê bi jinan re civiya. Namzeta Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal a di civînê de axivî, destnîşan kir ku aktorê çareseriya pirsgirêka kurd Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. 

 
Partiya Çepên Kesk lez dan xebatên xwe yên hilbijartinê. Di çarçoveya xebatan de li qada li quntara Çiyayê Kumtik yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê bi tevlibûna parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr, Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Newroz Ûysal, Ayşegul Dogan, Meclisa Dayikên Aşitiyê, TJA, rêxistinên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek jinan şahiya jinan hate lidarxistin. 
 
Beriya destpêkirina bernameyê jin bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” ber bi qadê ve meşiyan. Jinên ku bi kincên xwe yên herêmî tev li bernameyê bûn, govend gerandin. 
 
Bername bi deqiqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re Namzeta Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Ayşegul Dogan axivî. Dogan, bal kişand ser tecrîda li ser Îmraliyê û wiha axivî: "Ez dizanim hûn hemû ji 14’ê Gulanê re amade ne. Çima ev hilbijartine ji me re girîng e çimkî em li çareseriyekê digerin. Em çi dixwazin em nasnameya xwe dixwazin. Em çareseriyeke mayînde û birûmet dixwazin. Mifteya çareseriyê li Girava Îmraliyê ye, divê deriyê Îmraliyê vebin. Soza me heye ku em ê çareseriyekê pêk binin. Ji ber wê ev hilbijartine ji me re girîng e. Divê kurd jî êdî bi nasnameya xwe, çanda xwe û hebûna xwe bên qebûl kirin. Yên ku van qebûl dikin serçavan ên ku qebûl nakin jî bersiva me ji wan re zelal e."
 
‘AKTORÊ ÇARESERIYÊ OCALAN E’
 
Namzeta Partiya Çepên Kesk Newroz Uysal jî diyar kir ku jin ber bi guhertinê ve dimeşin û ev tişt got: "Em weke Şirnexê bi du parçeyên Kurdistanê re sînor in. Ji ber wê sekna me ya li vir, dengê me yê li vir girîng e. Îro dewlet ji ber ku ber bi xelas bûnê ve diçe êrîş dike. Îro her du tifaqên ku hatine avakirin li ser birêz Ocalan siyasetê dikin. Ev e 2 sal in yek agahî ji Îmraliyê tune ye, ev siyaseta qirêj ku di şexsê Ocalan de tê meşandin em qebûl nakin. Ew jî dizanin ku aktorê pirsgirêka kurd birêz Ocalan e. Bi operasyonan bi girtinan dixwazin ku hêza me û armanaca me ya guhertinê tune bikin. Em ê zext û zilma wan hilweşinin lê divê ku em di serî de tifaqa xwe ava bikin. Hêz em in,  navnişana guhertinê jî em in.” 
 
‘DEM DEMA SERKEFTINÊ YE’
 
Pişt re parlementera HDP’ê Nuran Îmîr axivî. Îmîr, got ku gelê kurd dê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bide û got: "Kesên ku îradeya gelê kurd bin pê dikin, îradeya gel digirin ber bi xelasbûnê vê diçin. Lê gelê me xwedî biryar e û dibêje ‘em xwedî rêber in, xwedî pêşeng in’ çîroka wan tunehesibandinê ber bi qedandinê ve diçe. Hûn têk diçin, jinên kurd, ciwanên kurd selteneta we hilweşînin. Em li hemberî siyaseta kuştinê siyaseta demokratîk dimeşînin. Ji ber wê em vê hilbijartinê di asta sedsalê de dibînin. Me weke HDP’ê li hemberî vê zilmê li berxwe da, îro dem dema serkeftinê ye."
 
Piştî axaftinan bername bi gerandina govendê bi dawî bû.
 

Sernavên din

04/05/2023
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome
18:00 Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk
17:49 Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû
16:46 Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
16:42 Hat xwestin ku kujerê Ûytûn were cezakirin
16:05 Di lêpirsîna navenda wê Stenbol de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan
16:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyana mirovî ava bikin li ber xwe didin
16:03 Sê cenaze anîn nexweşxaneya Mêrdînê
15:20 Gergerlîoglû, giliyê Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got ‘darbe’ kir
15:04 Li Amedê nûnerên baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev
14:31 Li ODTU’yê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:26 Kaya: Zimanê me wê bibe zimanê perwerdehiyê
12:59 Danişîna doza qezaya Dêrikê hate lidarxistin