Ûçar: 14'ê Gulanê ne darbe ye, bihar e

  • rojane
  • 17:50 29 Nîsan 2023
  • |
img

EDENE - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo gotinên Suleyman Soylû ku ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê gotibû "darbe ye", got: "14'ê Gulanê ne darbe ye, bihar e. Bihara jinan û kedkaran e. Em ê biharê bînin." 

 
Partiya Çepên Kesk, li Taxa Kuçukkirimê ya Ceyhana Edeneyê bi gel re civiya. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mûrat Bozdemîr jî di nav de şandeya partiyê beriya mîtîngê li tûrnîkeyên otobana Ceyhanê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Di dema pêşwazîkirinç de dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" hat berzkirin. 
 
Di bernameyê de piştî hevserok û hevberdevkên navçeyê Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA'yê Mûrat Bozdemîr axivî. Bozdemîr got: "Em ê di vê sedsalê de bi ser bikevin. Em ê bi hev re bi ser bikevin." 
 
HATÎMOGÛLLARI: NEXWE TILIYA ERDOGAN DI DARBEYÊ DE HEYE
 
Namzeta Edeneyê ya Partiya Çepên Kesk Tulay Hatîmogûllari, bi kurdî, erebî û tirkî gel silav kir. Hatîmogûllari got: "Soylû dibêje, '14'ê Gulanê darbeya siyasî ya rojavayê ye.' Ê ku biryara vê hilbijartinê girt Erdogan e. Nexwe tiliya Erdogan di vê darbeyê de heye. Soylû dixwaze vê bibêje. Ev şîroveya Soylû ye. Dixwazin wê aloziya ku di 15'ê Tîrmehê de afirandin, di 14'ê Gulanê de jî biafirînin. Lê gel dê nehêlin. Em ê rê nedin tu aloziyan. Temînata aştiyê ya vî welatî Partiya Çepên Kesk e." 
 
BAYINDIR: EM Ê DARBEKARAN BIŞÎNIN
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî got: "Em ê bi vê coşa we bi ser bikevin. Serkeftin dê ya me be. Ji bo xatirê dayik û ciwanan be jî dê vê rêya azadiyê bi ser bikeve. Dibêjin taqet di kurdan de nemaye. Ên wiha dibêjin bila li vê qadê mêze bikin, dê bibînin bê taqet di kê de nemaye. Gelê kurd li hember zaliman li ber xwe da. 14'ê Gulanê dê bibe mizgîna azadiyê. Dibêjin 14'ê Gulanê roja darbeyê ye. Ji bo darbeyan digotin 'şikir darbeyeke wiha çêbû.' Em ê darbekaran bişînin." 
 
BERTEK NÎŞANÎ BINÇAVKIRINA DA
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî destnîşan kir ku desthilatê parêzer, siyasetmedar û rojnamegerên ku serî li ber wê netewandine binçav kirine û girtine û got: "Ji lew re astengiya herî mezin a li ber wan em in. Têkoşîna me ye. Lê dê bi ser nekevin." 
 
'14'Ê GULANÊ NE DARBE YE, BIHAR E'
 
Ûçar jî bal kişand ser daxuyaniya Soylû û got: "14'ê Gulanê ji bo me ne darbe ye, bihar e. Bihara kê ye? Bihara jinan û kedkaran e. Em ê biharê bînin û ê bi ser bikevin jî em in. Desthilat ji zû de ye amadekariyên hilbijartinên 2023'yan dike. Dixwazin Tirkiyeyê bikin, Tirkiyeya AKP'ê. Recep Tayyîp Erdogan jî dixwaze bibe damezrînerê sedsala nû. Lê têkoşîna me ya demokratîk pêşî li ber vê girt. Niha jî dem dema ku em bi wan bidin windakirin. Êdî dem hatiye em siyaseta demokratîk bînin Tirkiyeyê." 
 
'DENGÊ ME JI PARTIYA ÇEPÊN KESK RE YE'
 
Ûçarê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê du rayên krîtîk bi kar bînin û got: "Em ê di hilbijartinên serokkomartiyê de bi vê rejîmê bidin windakirin. Dengekî me ji bo têkşikandina faşîzmê, dengek me jî ji bo partiya Çepên Kesk e."
 
Ûçarê di dawiyê de got: "Em ê bi saya jinên ku tevî hemû zextan jî li ber xwe didin bi ser bikevin. Ev desthilat ji dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' ditirse. Ji lew re her ku jin bijîn û bi ser bikevin, dê ev desthilat biçûk bibe û winda bike." 
 
Hevdîtin bi gel re bi stranên hunermandan bi dawî bû. 

Sernavên din

04/05/2023
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome
18:00 Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk
17:49 Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû
16:46 Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
16:42 Hat xwestin ku kujerê Ûytûn were cezakirin
16:05 Di lêpirsîna navenda wê Stenbol de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan
16:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyana mirovî ava bikin li ber xwe didin
16:03 Sê cenaze anîn nexweşxaneya Mêrdînê
15:20 Gergerlîoglû, giliyê Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got ‘darbe’ kir
15:04 Li Amedê nûnerên baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev
14:31 Li ODTU’yê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:26 Kaya: Zimanê me wê bibe zimanê perwerdehiyê
12:59 Danişîna doza qezaya Dêrikê hate lidarxistin