Namzetê suryan: Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin

img
STENBOL - Namzetê suryan ê Partiya Çepên Kesk Edîp Arslan bal kişand ser rengîniya partiya xwe û wiha got: “Divê hemû gelên me di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek. Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin.” 
 
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bênavber didomin. Di lîsteyên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk de ji suryanan heta ermen û elewiyan, hemû derdorên bindest û rastî polîtîkaya cihêkariyê tên tê de cih digirin. Yek ji van nasnameyên cuda jî namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê herêma 3’yan a Stenbolê Edîp Arslan e. Arslan, bi eslê xwe suryan e û di sala 1965’an de li gundê Aynvert ê navçeya Mîdyad a Mêrdînê ji dayik bû. 
 
Arslan, got ku zextên li ser suryanan piştî qirkirina 1915’an a li dijî ermen û suryanan heta niha qet bi dawî nebûne û ev tişt anî ziman: “Piştî Serhildana Nastûran, 86 hezar suryan ji xaka xwe hatin koçberkirin. Piştre jî li Stenbolê bûyerên 6-7’ê Îlonê qewimîn. Xwestin heman tiştî li Mîdyadê jî bikin. Ji ber ku serokeşîrê kurd ev yek qebûl nekir, di qezaya trafîkê ya kontrgerîlayê de hate qetilkirin. Wê demê ji sedî 95’ê Mîdyadê suryan bû. Di salên 1964-65-67’an, di 74’an de bûyerên Qibrisê çêbûn. Zextên li ser suryanan di van pêvajoyan de jî berdewam kirin.” 
 
DIVÊ BIRÎN BÊ DERMANKIRIN
 
Arslan, anî ziman ku tevî van zextan jî wan tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedane û wiha pê de çû: “Divê ev têkoşîn wer zanîn. Li vir birînek heye. Heta ku ev birîn neyê dermankirin, dê nekewe.  Heta tehemûla kesên 70 salî jî nekirin. Ev yek bi qasî dewletê, ewqas jî sûcê hêzên herêmî bû. Ji ber ku bi hev re kirin. Divê êdî em van tiştan derbas bikin. Heman zext li her deverê çêbûn. Piştî ku ez ketim nava Meclisa Gel û Baweriyan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), min çerkes, laz, gurcî û pomak nas kirin. Min dît ku derdên wan jî giran in. Belkî wan bi qasî me tiştên nebaş nejiyan. Lê rastî pişaftinê hatin. Dibêjin; ’50-60 sal berê ji sedî 90’ê gelê me bi zimanê xwe diaxiviyan lê niha ji sedî 10 diaxivin. Heke wiha bidome dê zimanê me tune bibe.’ Heke ne ji tevgera kurd bûya, dê ferqa kurdan jî ji pomakan cudatir nebûya.” 
 
‘EM MIROVÊN VÊ ERDNÎGARIYÊ NE’
 
Di berdewamê de Arslan got ku wî mirovên cuda piştî 12’ê Îlonê nas kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez hêj nû ketim ferqa hinek tiştan. Tevgera kurd jî peyamên xweş didan. Piştre jî siyasî bû. Weke mînak; derxistina Leyla Zana û parlamenterên din ji meclisê mirov pir diêşand. Dengê ku te daye tune dihat hesibandin. Min digot; ‘demek mirov van êşan dikişînin.’ Me jî pê re peywendî danîn û ji avakirina Bloqa Demokrasiyê heta niha jî di nav de me. Min herî dawî jî bo parlamenteriyê serlêdan kir. Partiyê jî guncav dît. Xelkê me li herêma 3’yemîn pir e. Li Bahçelîevlerê rûdinim. Potansiyeleke Bagcilar, Gungoren, Esenyurt, Kuçukçekmece, Avcilar û Sîlîvriyê pir zêde ye. Hema bes bila gelê me xwedî derkeve bes e. Em mirovên vê erdnîgariyê ne.” 
 
Di berdewamê de Arslan got ku nasnameyê li Tirkiye û Kurdistanê hêj nû tên naskirin û wiha derbirî: “Wan ji bo me digotin ‘fileh.’ Min digot; ‘na ez fileh nînim.’ Di zimanê erebî de fileh tê wateya ‘xulamê min.’ Ez vê qebûl nakim. Ez suryan im. Tu carî ji bîr nakim; salekê me di 23’yê kanûnê de cejna misilman pîroz kir, di 25’ê kanûnê de me noela xwe pîroz kir û rojek piştre jî em çûn gundê êzidiyan û me cejna wan pîroz kir. Me sê cejnên pir delal li pey hev pîroz kirin.” 
 
DIVÊ KOMKUJIYA SEYFO WERE NASKIRIN
 
Bi domdarî Arslan bal kişand ser daxwazên gelê suryan û ev tişt anî ziman: “Daxwaza suryanan pir vekirî ye. Em dixwazin bi dil rehetî vegerin gundên xwe. Hinek kes ev 40 sal in li derveyî welat in. Gelek jê bi qaçaxî reviyan. Ji hemwelatiyê hatin derxistin. Divê ev kes dîsa bibin hemwelatî û di vê mijarê de tu astengî jê re neyên derxistin. Parlamentoya Ewropayê Komkujiya Seyfoyê qebûl kiriye lê ev bi xema min nîne. Ji ber ku bûyer li vir qewimî. Ya muhim ew e ku temînat were dayîn ku ev bûyer êdî dubare nebe û rexnedayîn were kirin. Hrant Dînk digot; ‘her malbateke ermen belgeyeke.’ Her malbateke suryan jî belgeyeke. Em dizanin bê ka çi bi serê me hatiye. Lewma ya girîng ew e ku Komkujiya Seyfo were qebûlkirin.” 
 
BANG LI HER KESÎ KIR
 
Arslan, got ku ev 40 sal in di pasajan de dixebite û axaftina xwe wiha qedand: “bi rastî jî krîzeke mezin a aboriyê heye. Heke ev îktîdar bidome, dê roj were ku em xweziyê bi van rojan bînin. Lewma hilbijartinên 14’ê Gulanê pir girîng in. Divê hemû nasname bi rengê xwe li meclisê bin. Niha gelek parlamenterên kurd li meclisê hene. Lê bi nasnameya xwe ya kurd lê bi partiyên pergalê re. Heke em 150 parlamenteran bişînin parlamentoyê, bi rastî wê demê dê bibe parlamentoyeke gelek xweşik. Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin. Partiya Çepên Kesk di serî de kurd, partiya ermen, suryan, elewî, pomak, çerkes, arnavut û hemû gelan e. Heke em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek, em ê bikarin vê zîhniyetê hilweşînin û jiyaneke nû ava bikin.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel
 

Sernavên din

04/05/2023
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome
18:00 Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk
17:49 Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû
16:46 Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
16:42 Hat xwestin ku kujerê Ûytûn were cezakirin
16:05 Di lêpirsîna navenda wê Stenbol de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan
16:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyana mirovî ava bikin li ber xwe didin
16:03 Sê cenaze anîn nexweşxaneya Mêrdînê
15:20 Gergerlîoglû, giliyê Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got ‘darbe’ kir
15:04 Li Amedê nûnerên baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev
14:31 Li ODTU’yê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:26 Kaya: Zimanê me wê bibe zimanê perwerdehiyê
12:59 Danişîna doza qezaya Dêrikê hate lidarxistin