‘Em ê 14 rojan bênavber bixebitin û li roja azad hişyar bibin’

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran xebatên hilbijartinê meşandin. Namzeta parlamenteriyê ya Antalyayê Canan Çalagan got ku dê 14 rojan bênavber bixebitin û li rojeke azad hişyar bibin. 

Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê tenê du hefte man. Partiya Çepên Kesk jî li gelek bajaran xebatên hilbijartinê kirin. 
 
ANTALYA
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li qada Mesîre Sarisu ya navçeya Konyaalti ya Antalyayê geştek li dar xist. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Antalyayê, jin, ciwan û gelek kes tev li geştê bûn. Qada geştê bi alayên Partiya Çepên Kesk hatibû xemilandin û ciwanan gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Di tevahiya çalakiyê de ciwanan li ber stranên bi kurdî, muzîkên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk û erbaneyê govend gerandin. Namzetên parlamenteriyê bi dirûşm û tililiyan hatin pêşwazîkirin. Her wiha rastî eleqeyeke zêde hatin. 
 
Di geştê de ji ewil namzetê parlamenteriyê Mhsîn Taşar axivî û wiha got: “Li ser serê me Tifaqa Cumhur heye ku ji faşîzm û zordestiyê xwe xweyî dike. Heke em nekarin xwe ji van xelas bikin, dê pêvajoyeke pir xerab li benda me be. Desthilatdariyeke dijminatiyê li jin û ciwanan dike heye. Desthilatê êdî alaya îflasê li ba kiriye û dê roja ev têk diçin li tevahiya Tirkiyeyê were pîrozkirin. Divê em 14 rojên li pêşiya me bi awayekî herî baş binirxînin û divê her kes weke neferekê/a partiyê li taxan tev li xebatan bibe.” 
 
‘BER BI ROJA WEKHEV, ADILANE Û AZAD VE’
 
Ji namzetan Canan Çalagan jî got ku dê 14 roj piştre dê ber bi jiyaneke wekhev, adilane û azad ve bimeşin û wiha pê de çû: “Em ê komareke nû ava bikin û em kelecana vê dijîn. Ev 21 sal in me pir hewl da û em ê di 14’ê Gulanê de rejîma yekzilamî têk bibin. Ji bo ku em bikarin welatekî adilane, wekhev û azad ava bikin, divê hemû kes di 14’ê gulanê de biçe ser sindoqan. Bi taybet jî divê ciwan kolan bi kolan, mal bi mal bixebitin. Em ê di van 14 rojan de bênavber bixebitin. Em ê li rojeke wekhev, adilane û azad ku bi destê jinan hatiye avakirin hişyar bibin.”
 
‘ÊDÎ DEMA ŞANDINA VAN HATIYE’
 
Namzetê parlamenteriyê Sarûhan Oluç jî di çalakiyê de wiha axivî: “Ev bû 21 sal û êdî dema guherandina van hatiye. Ji bo guherandina van, divê em di 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û vê desthilatê bi awayekî demokratîk têk bibin. Em li Antalyayê di pûsûlaya deng de di rêza 12’emîn de ne. Em ê mohra xwe li cihê dar lê heye bixin.” 
 
Piştî axaftinan jî çalakî bi dayîna xwarinê û lîstina lîstikan bi dawî bû. 
 
ENQERE
 
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê herêma 1’emîn a Enqereyê Emîralî Turkmen jî li Navenda Giştî ya Yekitiya Mulkiyeyiyan bi akademîsyenan re hate ba hev. Li vir taştê hate dayîn. Gelek akademîsyen tev li xwarina taştê bûn. Her wiha Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû jî tev li bû. 
 
Turkmen, di bernameyê de axivî û got ku dê têkoşîna akademîsyenên aştiyê li meclisê bidomîne. Turkmen, ji akademîsyenan rica kir ku kampanyaya hilbijartinê binirxînin. Turkmen, ku li pêşniyarên akademîsyenan guhdarî kir, spasiya tevan kir. 
 
AYDIN 
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Aydinê Ebrû Gunay, Sînan Çakmakçi di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana karkerên zeviyên çîlekan ên li navçeya Koşkê kirin û li pirsgirêkên karkeran guhdar kirin. 
 
Gunay diyar kir ku ew ê li Meclisê bibin dengê daxwazên karker û kedkaran. Gunay xwest karker dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk û Kemal Kiliçdaroglû. 
 
ÎZMÎR 
 
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Îzmîrê Abdulmecît Yildirim û rêveberên partiya xwe li navçeya Çeşmê serdana dikandaran kirin û belavokan li xelkê belav kirin û tev li “festîvala giya ya Alaçatiyê” bûn. Namzet Yildirim ji welatî û dikandaran xwest ku her kes piştgiriyê bidin partiya wan. Rêveberên partiyê li qadê standa xwe danîn û li ber stranên kurdî tev li coşa festîvalê bûn. 
 
Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê li gelek navçeyên Îzmîrê bênavber xebatên hilbijartinê didomîne. Namzetên partiyê serdana dikandaran, malan dikin. Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul li Îzmîrê serdana saziyên elewiyan kir û daxwaza piştevaniya bo Partiya Çepên Kesk kir. 
 
MÊRSÎN
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê jî li navçeya Yenîşehîrê serdana dikandaran kir. Namzet Perîhan Koca û Hamdiye Kirici tev li serdanê bûn. 
 
DENÎZLÎ
 
Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Denîzliyê jî serdana rêxistinên sivîl û sendîkayan kirin û li ser hilbijartinên 14’ê Gulanê sohbet kirin. Namzetan ji saziyan daxwaza piştevaniya bo partiya xwe kirin û dan zanîn ku ew ê partiya wan hemû pirsgirêkan çareser bike. 
 
MANÎSA 
 
Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Manîsayê Habîb Eksîk, Vezan Karabûlût, Kerem Taylan, Ayşe Gul, Zubeyde Tarlabolen û rêveberên partiya xwe û rêveberên HDP’a Manîsayê li taxa Nûrlûpinarê ya Şehzedelerê serdana dikandaran û bazaran kirin. Xelkê eleqeyek zêde nîşanî namzetan dan û bi coş namzetan pêşwazî kirin. Piştî serdanan namzet Habîb Eksîk axivî û bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê. 
 
 

Sernavên din

04/05/2023
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome
18:00 Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk
17:49 Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû
16:46 Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
16:42 Hat xwestin ku kujerê Ûytûn were cezakirin
16:05 Di lêpirsîna navenda wê Stenbol de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan
16:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyana mirovî ava bikin li ber xwe didin
16:03 Sê cenaze anîn nexweşxaneya Mêrdînê
15:20 Gergerlîoglû, giliyê Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got ‘darbe’ kir
15:04 Li Amedê nûnerên baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev
14:31 Li ODTU’yê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:26 Kaya: Zimanê me wê bibe zimanê perwerdehiyê
12:59 Danişîna doza qezaya Dêrikê hate lidarxistin