Ji bo xemsariya karesatê veguhere 'doza komkujiyê' gilî kir

img
SEMSÛR -  Piştî erdhejê dewlet li Semsûrê îhmalkarî kir û ji ber vê îhmalkariyê gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Parêzer Yûsûf Ozperçîn ji bo karesata navborî veguhere doza komkujiyê gilî kir. 
 
Erdehên navendên wê navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bûn, tesîrê li ser 11 bajaran kir. Di van erdhejan de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest da. Piştî erdhejê tişta herî zêde bû cihê nîqaşê û bertekan jî, mudaxileya dereng û xemsariya dewletê bû. Li Semsûrê ku li gor hejmarên fermî zêdetirî 11 hezar kesî jiyana xwe ji dest da, piştî erdhejê bi rojan mudaxile nehat kirin û ji ber vê gelek kes bi rojan di bin kavilan de man û ji birçîna û sermayê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Ji kesên ku bi rojan di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan yek jê jî Serokê Komeleya Pîr Sultan Abdal a Şaxa Semsûrê Zulfikar Yilmaz û malbata wî bûn. Zulfikar Yilmaz, diya wî, zavê wî, xwişk û xwarziyên wî bi rojan di bin kavilan de man, Yilmaz piştî 4 rojan û ferdên malbatê yên din jî piştî 7 rojan di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Parêzerê malbatê Yûsûf Ozperçîn ragihand ku li ser navê malbata Yilmaz serî li Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê da ye ku erdheja Semsûrê veguhere doza komkujiyê. 
 
DELÎL HENE
 
Ozperçîn anî ziman ku di destê wan de delîl hene ku sedema van mirinan xemsariya dewletê ye û ev tişt gotin: "Piştî 4 rojan jî ji bin kavilan de dengê dayika Zulfukar Yilmaz dihat. Lê tu mudaxale nehat kirin ev yek bi dîmên belgekirî ye. Her wiha avahiya Yilmaz a ku hilweşiyaye, ewraqên wê yên rûxsetê kêm in û ev jî berpirsiyariya şaredariyê ye. Li ser van delîlên malbata Yilmaz, ev yek ji bo bibe emsalek me serledan kir ku ev erdhej veguhere doza komkujiye. Her wiha şahidên me jî hene ku AFAD û saziyên din bi rojan mudaxile nekirine."
 
PÊVAJOYA DOZÊ
 
Ozperçîn bal kişand ser pêvajoya dozê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di destpêke de doz dê li ser tespîtkirina sûcdaran û delîlan biçe. Piştre jî ne tenê li ser cezakirina kiryaran, her wiha pêvajoyeke ku xemsariya dewletê derkeve holê wê bê destpêkirin. Yanî dozeke ku ne tenê ji aliye cezakirinê ve her wiha ji aliyê îdarî ve jî pêvajoyeke dozê heye. Yanî ne tenê nûnerên saziyan, sazî bi xwe jî sûcdar in. Dê dadgeha îdarî li vê binere. Di destpêke de kiryar dê bên cezakirin û pişt re jî ji bo mafê mexdûrên erdhejê bê dayin dê pêvajoyeke bidome."
 
'XEMSARIYA DEWLETÊ BÛ SEDEMA KOMKUJIYÊ'
 
Ozperçîn destnîşan kir ku xemsariya dewletê bû sedema komkujiyê û wiha got: "Gelek kes bi rojan di bin kavilan de li benda alîkariye bûn, lê ji ber ku alîkariya wan nehat kirin, ji birçîna û ji sermayê jiyana xwe ji dest dan. Gelek mexdûrên erdhejê ku em bi wan re axivîn gotin ku ji bin kavilan deng dihat lê ji ber ku mudaxile nehat kirin piştî demekê jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê sedema mirinan ne erdhej e, xemsariya dewletê ye. Ji ber wê jî me serlêdan kir ku ev erdhej veguhere doza komkujiye."
 
Ozperçîn bi lêv kir ku heta niha tu encam ji lêpirsînê derneketiye û got ku ev binpêkirina mafan e. Ozperçîn axaftina xwe wiha domand: "Em dixwazin ku malbata Yilmaz bibe emsalek. Ji ber ku gelek kesan bi vî awayî jiyana xwe ji dest da. Ji bo ku em bikaribin hesap bipirsin û doza mafê xwe bikin, divê bi tevahî em serlêdanan bikin.
 
'DIVÊ MALBAT SERLEDANÊ BIKIN'
 
Ozperçîn di dawiya axaftina xwe de ji bo mexdûrên erdhejê û saziyên sivîl tev li pêvajoyê bibin wiha bang kir: "Di pêvajoya pêş me de, ji bo baro, malbatên ku xizm û nasên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û saziyên sivîl ên demokratîk tevlî vê pêvajoyê bibin em ê bixebitin. Bi taybetî jî kesên ku malbat, xizm û nasên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane divê ji bo hesappirsîne serlêdanê bikin. Pişt re jî ji bo ev kes mafên xwe bizanibin divê baro û sazî jî tevlî pêvajoyê bibin û di raya giştî de deng vede."
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

04/05/2023
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome
18:00 Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk
17:49 Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû
16:46 Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
16:42 Hat xwestin ku kujerê Ûytûn were cezakirin
16:05 Di lêpirsîna navenda wê Stenbol de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan
16:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyana mirovî ava bikin li ber xwe didin
16:03 Sê cenaze anîn nexweşxaneya Mêrdînê
15:20 Gergerlîoglû, giliyê Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got ‘darbe’ kir
15:04 Li Amedê nûnerên baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev
14:31 Li ODTU’yê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:26 Kaya: Zimanê me wê bibe zimanê perwerdehiyê
12:59 Danişîna doza qezaya Dêrikê hate lidarxistin