Colemêrg bi biryare ku biguherîne: Em ê dengê xwe bidin xwe

img
COLEMÊRG - Colemêrgiyan diyar kir ku wê li dijî krîza aborî, qedexeyên zozanan û bêkariyê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û wiha gotin: “Em ê dengê xwe bidin xwe.”
 
Ji hilbijartinên ku dê di 14’ê Gulanê de li bajarên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê de bên kirin re kêm roj man. Li Colemêrg û navçeyên wê yên li ser sêgoşeya sînorê bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê ne wê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de 186 hezar û 155 kes di 590 sindoqan de dengên xwe bidin. Colemêrgiyên ku beriya hilbijartinan me mîkrofon dirêjî wan kir diyar kirin ku ji bo qeyrana aborî, şer, qedexeyên zozanan bi dawî bibin û aştî pêk were guhertinê dixwazin û destnîşan kirin ku ji bo vê yekê zêdebûna parlamenterên Partiya Çepên Kesk a di Meclisê de girîng e. 
 
Siddik Tan ê di hilbijartina giştî de dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk wiha got: “Pergala yek zilamî ya 21 salan veguherî pergala serokatiyê, pergala dîktatoriyê. Ji bo guhertinê em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.” 
 
DAXWAZA PERWEDEHIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ Û AŞTIYÊ  
 
Bariş Arkadaş jî anî ziman ku weke Colemêrgiyekê dê ew û hemû gelê Colemêrgê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û wiha got: “Guhertin şert e. Gelemperiyê gelê Colemêrgê niha bêkar e, keyfxweş nîne û bi fikar e. Em niha li welatekî ku niha li ku derê wê kengî çi bibe nediyar e dijîn. Ji bo nifşên nû pêşerojeke xweş bijîn ji vê zilmê re dibêjin bes e. Em ê dengê xwe ewilî bidin Partiya Çepên Kesk pişt re bidin Kiliçdaroglû.”
 
Arkadaş, anî ziman ku li Colemêrgê kesek jî ji polîtîkayên desthilatê yên heyî ne keyfxweş e û wiha berdewam kir: “Yek mirovekî ku ji wan memnûn hebe, tiliyeke min a birî heye, ez ê yên din jî bibirim. Di vê hilbijartinê de yekane daxwaza me perwerdehiya bi zimanê dayikê, azadî û aştî ye.”
 
‘EM Ê LI DIJÎ QEDEXEYÊN ZOZANAN DENGÊ XWE BIDIN’  
 
Mûsa Arslan diyar kir ku her ku diçe desthilata AKP’ê gel feqîr dike û wiha got: “Ji ber bêkariyê em di rewşeke nebaş de ne. Êdî em dixwazin Tirkiye di şertên baş de were birêvebirin. Em li gundên xwe nikarin derkevin tu derê, ji ber ku derdora me kirine herêma tamponê. Gundê me di bin kontrola cerdevanan û bin zilmê de hatiye hiştin. Ji ber vê em neçar man gundên xwe vala bikin. Ji bo qedexeyên zozanan bi dawî bibin em ê di vê hilbijartinê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û namzetê piştgiriya wî dikin. Em ê dengê xwe ji bo guhertinê bikarbînin.”
 
BANGA XWEDÎ DERKETINA PARTIYA ÇEPÊN KESK  
 
Semiyan Olmez ê ji pirsa hûn ê dengê bidin kîjan partiyê bersiva “Em ê dengê xwe bidin xwe bidin zimanê xwe” da wiha got: “Navên dengê me HDP, Partiya Çepên Kesk û gelê kurd e. Ne 20 sal ji 60 salan zêdetir e em ji kesên ku ji bo gelê kurd tiştek nekirine ne razî ne. Ji ber ziman, nêzîkatiya wan û barbariya wan di asta herî jor de ye. Em dixwazin ji bilî ku mirov bibin xwedî maf û azadî gelê kurd jî li partiyên ku xwedî li çand û zimanê xwe derdikevin, xwedî derkevin.”
 
Ahmet Dûman jî diyar kir ku her ku diçe desthilata AKP’ê gel mehkûmî xizanî û xelayê dike û destnîşan kir ku divê gelê kurd di hilbijartinên 14’ê Gulanê de yekitiya xwe ava bike û ji bo çûyîna desthilata AKP’ê rola xwe bilîze. Dûman, axaftina xwe wiha domand: “Em ê heta kengî wiha di nava birçîtiyê de jiyana xwe bidomînin? Werin em bi hev re xwedî li Partiya Çepên Kesk derkevin. Yekane daxwaza me ew e ku aramî were welat. Hêza kirînê her ku diçe dikeve û xizanî zêde bû.”
 
RENGÊ COLEMÊRGÊ PARTIYA ÇEPÊN KESK E 
 
Senar Elçî jî bi lêv kir ku hemû gelê Colemêrgê wê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û ev tişt got: “Di vê hilbijartinê de yekane daxwaza me di mafên mirovan, wekhevî û azadiyê de cihekarî neyê kirine û zilm li kesê neyê kirin.” Selîm Adiyaman jî anî ziman ku di hilbijartinên giştî de reng, ziman û rêya partiya wan Partiya Çepên Kesk e û wiha axivî: “Em ji polîtîkayên heyî yên hikumetê ne keyfxweş in, ji ber niha krîzeke aboriyê ya cidî heye. Heke dîsa heman partî bibe desthilat wê êdî mirov êkudu bixwin.”
 
DAXWAZA EWIL: GUHERTIN 
 
Halît Kûrt jî diyar kir ku herkes weke aboriyê di rewşeke zor de ye û destnîşan kir ku esnaf nikare bixebite, mirov nikarin êdî kirêya xwe bidin. Kûrt, da zanîn ku ji dezî heta derziyê ji her tiştî re zam hatiye kirin û wiha got: “Li dijî qeyrana aboriyê ya heyî em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Dixwazim di vê hilbijartinê de herkes dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. Em dixwazin ji bo girtîgehan efûyek bê derxistin.”
 
Yek ji ciwanan Diyar Îhtiyatoglû jî anî ziman ku wê ji bo guhertina desthilatê deng bidin û wiha got: “Tirkiye ji aliyê aboriyê ve têk çûye, em dixwazin desthilat were guhertin û yekane daxwaza me jî guhertin e.”
 
AKP’Ê NEKARÎ HEVSENGIYEKÊ AVA BIKE
 
Ramazan Yildiz ê got “Ji xwe ez ê dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk” bertek nîşanî kesên dengê xwe didin partiyên din da. Yildiz, bi lêv kir ku desthilata AKP’ê li Tirkiyeyê hevsengiyek ava nekir û wiha got: “Weke ciwan û xwendekaran pêşiya me ne vekiriye. Em weke ciwanan daxwaza edaletê dikin.”
 
Mehdî Akgul, anî ziman ku ji ber polîtîkayên hikumetê kes nikare debara xwe bike û wiha got: “Her kes birçî ye, wê di vê rewşê de çawa debara xwe bikin. Li Colemêrgê kes ji polîtîkayên AKP’ê yên desthilatê ne memnûn e. Daxwaza me ya ji van hilbijartinan jî ew e ku em bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin weke herkesê jiyaneke xweş bijîn. Ji bo ev pêk werin em ê denge xwe bidin Partiya Çepên Kesk û em ê her 3 wekîlên xwe bişînin Meclisê.”
 
‘EM Ê AKP’Ê Û HEVKARÊN WÊ BIŞÎNIN’  
 
Tûrgût Bozkûrt, anî ziman ku Colemêrg çawa axa gelê kurd e keleha Partiya Çepên Kesk e jî û got: “Em her tim bi partiya xwe re ne. Sekna me ya Colemêrgiyan diyar e. Em heta dawiyê bi Partiya Çepên Kesk re ne. Em ê çawa ji polîtîkayên desthilatê yên gelê kurd qetil dikin bi keyfxweş bin? Em ê di vê hilbijartinê de AKP’ê û hevkara wê ya biçûk bişînin. Yekane daxwaza min ew e ku ciwanên kurd hay ji hişmendiya netewî hebe û bi gelê xwe re tevbigere. Ji bilî wê ji tu desthilatan bendemayîneke me nîne. Çi bikin gelê kurd dê bi yekitî û hişmendiye netewî bikin.”
 
DAXWAZA MAFÊN HATINE XESPKIRIN
 
Serdar Koç ê tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP’î bi bîr xist jî wiha got: “AKP ne zimanê min, ne min ne jî axa min nas nake. Ez niha nikarim biçim gundê xwe jî ji ber ez kurd im. Azadiya me nîne, li tu deran em nikarin zimanê xwe biaxivin. Daxwaza me jî ew e ku mafên me yên hatine xespkirin bidin me ye.”
 
MA / Mazlûm Engîndenîz
 

Sernavên din

09/05/2023
16:08 Li Êlihê liv û tevgereke zêde ya balafiran heye
15:22 Ji ber vîdeoya bertîlê ya têkildarî AKP’ê gilî hate kirin
15:05 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê dest pê kir
15:04 Li warê Mem û Zînê mitîng: Heta Ocalan azad bibe têkoşîn
14:51 Ayşe Gokkan: Îşkence li min kirin, mafê min ê tedawiyê hate astengkirin
14:40 Kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî hatin xelatkirin
14:36 Emîne Şenyaşar: Edalet bi piştevaniyê tê
14:17 Li Cizîr, Nisêbîn û Çewligê mitîngên bi heybet
13:53 Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket
13:44 Endamên Egîtîm Bîr Senê tevî qedexeyê jî li qadê ji AKP’ê re deng dixwazin!
13:41 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Xarpêtê kir
13:23 Ji Partiya Çepên Kesk banga ‘bibin muşahid’
12:58 Ji ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekê din jî hate dîtin
12:51 Pusulayên dengan şandin herêmên wan
12:50 'Ray ji te, rê ji me’
12:16 Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir?
12:15 Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be
11:52 Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin
11:51 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:48 Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe
11:40 Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike
11:08 AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist?
11:07 Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk
10:50 Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e
10:37 Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin
10:32 Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in
09:56 Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin
09:55 Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin
09:54 ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’
09:25 Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
09:20 Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket
09:02 Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye
09:01 Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir
09:00 Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN
08/05/2023
22:43 'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’
22:10 Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der
21:46 Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê
21:08 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
19:52 Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn
19:26 Aydenîz: Ên ji bo tecrîdê deng dernaxin, bila neyên Kurdistanê
18:37 Temel bi tevlîbûna sedan kesî hat definkirin
18:31 Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk
16:49 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mîtîngên fînalê amade dike
16:49 Polîsê biunîforma li dijî konvoya Partiya Çepên Kesk nîşaneya nîjadperestan kir
15:57 Berdana Sayin ê girtî 3 mehan hate taloqkirin
15:29 'Em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin'
14:32 Li Golanê civîna gel a bicoş: Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe
14:17 Bi dehhezaran kes herikîn mitînga Çepên Kesk a Rihayê: Dê di dawiya tariyê de ro hil bê
14:08 Li Îdirê ji bo mitînga sibê bang hate kirin
14:04 Êrişên nîjadperest ên li dijî Partiya Çepên Kesk hatin protestokirin
13:53 ‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
13:40 Bayindir: Rojên azad nêz in
Bûldan: Em temînat û ewlehiya vî welatî ne
13:39 Çewlig ji mitîngê re amade ye
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê
11:29 Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk
11:28 Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin
11:23 Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe
10:31 Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
10:11 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin
09:56 Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN
08:08 Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin
07/05/2023
22:44 Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin
21:32 Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
20:59 ‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’
20:21 Turk li Dîlokê bang kir: 14'ê Gulanê dê bibe destpêkeke nû
19:42 Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin
18:37 Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
16:59 Piştî mitînga jinan tundiya polîsan: 4 kes hatin binçavkirin
16:47 Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke
16:40 Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e
16:18 Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne
15:47 ‘Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede’
15:32 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Em dawî li tifaqa Torosên Spî bînin
15:25 Akdag: Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye
14:45 Bi hezaran kes diçin mitînga Şirnexê
14:17 Rojnamevan Yilmaz ê hate girtin: Tişta hesan ne li gorî me ye
14:17 Serçeteyekî li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir
14:10 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Dawî wê bi heybet be
14:09 Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev
14:00 ‘Dê parastvanên edalet û azadiyê di hilbijartinê de bi ser kevin’
13:47 Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê guhertin şert e
13:22 Standa Partiya Çepên Kesk rakirin û li şûna wê konê AKP’ê vegirtin
13:10 Partiya Çepên Kesk li 9 navendan mitîng û civînên gel li dar dixe
12:59 ÎSÎG: Di 4 mehan de 585 karker canê xwe ji dest dane
12:58 Erbakan û Cubbelî bi hev re ne