Biryara dadgehê ya ji bo Ayşe Gokkan: Her tim karê nepêwîst ê Sîsîfos dubare dike!

img
AMED - 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di biryara xwe ya bihincet de şexsiyet, fikr û ramanên Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan hedef girt û ev şîroveye kir: “Her tim karê nepêwîst ê Sîsîfos dubare dike.” 
 
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan di 16’ê adara 2011’an de dema Şaredara Nisêbîn a Mêrdînê, bi hinceta vegirtina “Konê Çareseriya Demokratîk” li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtannî, derheqê wê de bi îdiayên “Bi dilxwazî û bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê” doz hatibû vekirin û 3 sal û 9 cezayê hefsê lê hatibû birîn. 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî biryara bihincet a cezayê hefsê eşkere kir.
 
Di demên berê de 7 sal û 6 meh cezayê hefsê li Gokkan hatibû birîn lê bi sedema “hevrêje nîne” ev biryar hatibû xerakirin. Li ser vê yekê doz jinûve hate lidarxistin û dadgehê ceza daxist 3 sal û 9 mehan. Di biryara bihincet a cezayê hefsê de vegirtina konê weke “propagandaya rêxistinê” hate nirxandin û dadgehê bi îdiaya “Bi dilxwazî û bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê” xwest ku Gokkan were cezakirin. 
 
Di biryara bihincet de navê kurtkirî yê Kongreya Jinên Azad anku KJA weke “Karker jinen azad”, “CPT” ku kurteya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê ye jî weke “CPJ” hate qeydkirin. Her wiha li Amedê ji bo bîranîna yek ji pêşengên tevgera jinên sosyalîst Rosa Luxemburg, komeleya Jinan a Rosayê hatibû avakirin û navê “Rosa”yê ya di navê komeleyê de ji peyva “Rosa” ya bi zimanê inglîzî hate wergerandin û weke “Gul” hatiye nivîsandin. 
 
Di biryara bihincet de bi peyvên “retorîk” û “palyatîf” hewl hate dayîn ku li dijî têkoşîna jinan arguman bên pêşxistin. Di lêgerîna Komeleya Jinan a Rosayê de 57 ajanda hatibûn desteserkirin û ji ber peyvên “retorîk” û “palyatîf” ên di ajandayan de cih digirin, di biryara bihincet de wiha hatiye gotin: “… bi çapkirina ajandaya behsa xeberê re hewl didin avadaniya jinan a qels bûyî dîsa çalak bikin, cihê jinan ê di nava rêxistinê de careke din xurt bikin, cihê jinê yê di nava rêxistinê de baş tê vegotin û bi vê yekê hewl didin tevlibûna jinan a di nava avadaniya jinan a rêxistinê de bi awayekî palyatîf tê teşwîqkirin, tevahiya çalakî û xwepêşandanên avadaniya jinan a rêxistinê di ajandayê de hatine bicihkirin û bi vê yekê re hewl didin bîrdoziya rêxistinê belav bikin. Di vê dokumanê de ev yek tê fêmkirin.” 
 
Bi domdarî di biryara bihincet de xebatên Platforma Jinan a Dîcle Amedê ku Komeleya Jinan a Rosayê û gelek pêkhateyên rêxistinên jinan ên Amedê jî di nav de cih digirin, bi îdiaya “xebatên rêxistinê” hatine sûcdarkirin. Di biryara bihincet de Cemaeta Gulen weke rêxistina “terorê” hatiye pênasekirin operasyonên bi navê “KCK” yên ji hêla wan ve hatine kirin ku pênaseya “avadaniya paralel a dewletê” weke bingeha wê hatiye nîşandan cih girt. Di serî de KCD, komeleyên jinan jî di nav de navên gelek komeleyan hatine destnîşankirin û ev îdia hate kirin: “Di çarçoveya Peymana KCK’ê de hatine avakirin.” 
 
CEZAYÊ LI LEYLA GUVEN HATIYE BIRÎN WEKE HINCET HATE NÎŞANDAN 
 
Daxuyaniyên têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê hatine destpêkirin, tevlibûna merasîmên cenaze û şînan, parvekirinên li ser medyaya dijîtal jî di biryara bihincet de weke çalakiya “terorê” hatin nirxandin. Dadgeha ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven didarizîne, cezayên 22 sal û 3 meh û ji dosyayeke din jî cezayê 11 sal û 7 meh cezayê hevsê dabû, ev biryarên xwe bi bîr xist. Ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven jî ev nirxandin hatiye kirin: “… qaşo xwe feda kiriye, ev daxwaza çalakiyê û çalakiyên terorê yên PKK/KCK di şexsê wê de kom bûne, ji ber ku di şexsê wê de kom bûne jî gelek kes sewqî vî sûcî kiriye...” 
 
Tevlibûna Gokkan a du çalakiyên ji bo Guven hatine lidarxistin, tevlibûna merasîma cenazeyan û tevlibûna wê ya çalakiyên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine lidarxistin, weke “banga rêxistinê” hatiye nirxandin û parastina Gokkan a li dadgehê jî weke sûc hatiye nirxandin. 
 
DI BIRYARA BIHINCET DE ŞÎROVEYA ‘SÎSÎFOS’
 
Di biryara bihincet de şexsiyeta Gokkan û têkoşîna jinan yekser hedef hate girtin û fikr û şexsiyeta Gokkan bi gotinên weke “derew”, “nîjadperest”, “faşîzan”, “mîrateya xerab a arkaîk”, “aketîpa ters”, bi bîr xistina qral Sîsîfos û bi gotina “karê nebikêr ê Sîsîfos bi dilxwazî her tim dubare dike”,  bi peyva “dîstopya” ku dijbertiya pêşerojeke xerab, otorîter, zexter û dijberê utopyayê îfade dike, bi peyva “esrîk” ku tê wateya kesê/a araq vexwarî yan jî tiryak kişandî yan jî ji ber sedemeke din ji ser hemdê xwe çûyî û bi pênaseya “Senaryoya gihandinê” ku tê wateya ronakkirina kesekî û gihandina wî/wê ji hêla zanîn û tevgeran ve, hedef girt. 
 
Bi domdarî di biryara bihincet de fikr û şexsiyeta Gokkan bi van gotinan hedef hate girtin: “Dema gotin û nivîsên wê, naverokên parastina rêxistinî, dokumanên rêxistinî yên hatine bidestxistin û  weşanên qedexe tên lêkolînkirin; hatiye tespîtkirin ku çalakiyên wê xwe dispêrên xeyalên dîstopyayê, bi îlhama esrîk hatine bidestxistin, tê de pir zêde şêwe û cureyên mîrateya xerab a arkaîk û ji arketîpên ters pêk tê, bi awayeke domdar tê de şopên ‘senaryoyên gihandina jinan’ hene, di gotinên wê de gelemperî tişta derdikeve pêş ev e; mirovahî ji heman kok û bav nehatiye, gotinên wê ji wate û naverokeke kûr bêpar in, bi awayekî sîstematîk xwe dispêrin xîtabeta nîjadperest, gotinên wê di mirovan de hestên êrişkariyê û nefretê pêş dixe, ‘karê Sîsîfos bi awayekê nebikêr her tim bi dilxwazî dubare dike, bi gotinên xwe yên cihêkar û faşîzan re dilxwaziya zêde ya bi rêxistinê re raxistiye pêş çavan.”
 
Di biryara bihincet de ji bo vegirtina kon jî ev sûcdarî hatiye kirin: “Kon, bi mebesta xebatên rêxistinê hatiye vegirtin û sûcê alîkarîdayîna rêxistinê hatiye kirin.” Bi vê yekê re biryar hate dayîn ku Gokkan were cezakirin. 
 

Sernavên din

09/05/2023
16:08 Li Êlihê liv û tevgereke zêde ya balafiran heye
15:22 Ji ber vîdeoya bertîlê ya têkildarî AKP’ê gilî hate kirin
15:05 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê dest pê kir
15:04 Li warê Mem û Zînê mitîng: Heta Ocalan azad bibe têkoşîn
14:51 Ayşe Gokkan: Îşkence li min kirin, mafê min ê tedawiyê hate astengkirin
14:40 Kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî hatin xelatkirin
14:36 Emîne Şenyaşar: Edalet bi piştevaniyê tê
14:17 Li Cizîr, Nisêbîn û Çewligê mitîngên bi heybet
13:53 Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket
13:44 Endamên Egîtîm Bîr Senê tevî qedexeyê jî li qadê ji AKP’ê re deng dixwazin!
13:41 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Xarpêtê kir
13:23 Ji Partiya Çepên Kesk banga ‘bibin muşahid’
12:58 Ji ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekê din jî hate dîtin
12:51 Pusulayên dengan şandin herêmên wan
12:50 'Ray ji te, rê ji me’
12:16 Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir?
12:15 Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be
11:52 Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin
11:51 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:48 Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe
11:40 Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike
11:08 AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist?
11:07 Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk
10:50 Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e
10:37 Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin
10:32 Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in
09:56 Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin
09:55 Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin
09:54 ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’
09:25 Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
09:20 Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket
09:02 Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye
09:01 Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir
09:00 Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN
08/05/2023
22:43 'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’
22:10 Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der
21:46 Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê
21:08 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
19:52 Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn
19:26 Aydenîz: Ên ji bo tecrîdê deng dernaxin, bila neyên Kurdistanê
18:37 Temel bi tevlîbûna sedan kesî hat definkirin
18:31 Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk
16:49 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mîtîngên fînalê amade dike
16:49 Polîsê biunîforma li dijî konvoya Partiya Çepên Kesk nîşaneya nîjadperestan kir
15:57 Berdana Sayin ê girtî 3 mehan hate taloqkirin
15:29 'Em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin'
14:32 Li Golanê civîna gel a bicoş: Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe
14:17 Bi dehhezaran kes herikîn mitînga Çepên Kesk a Rihayê: Dê di dawiya tariyê de ro hil bê
14:08 Li Îdirê ji bo mitînga sibê bang hate kirin
14:04 Êrişên nîjadperest ên li dijî Partiya Çepên Kesk hatin protestokirin
13:53 ‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
13:40 Bayindir: Rojên azad nêz in
Bûldan: Em temînat û ewlehiya vî welatî ne
13:39 Çewlig ji mitîngê re amade ye
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê
11:29 Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk
11:28 Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin
11:23 Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe
10:31 Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
10:11 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin
09:56 Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN
08:08 Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin
07/05/2023
22:44 Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin
21:32 Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
20:59 ‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’
20:21 Turk li Dîlokê bang kir: 14'ê Gulanê dê bibe destpêkeke nû
19:42 Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin
18:37 Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
16:59 Piştî mitînga jinan tundiya polîsan: 4 kes hatin binçavkirin
16:47 Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke
16:40 Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e
16:18 Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne
15:47 ‘Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede’
15:32 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Em dawî li tifaqa Torosên Spî bînin
15:25 Akdag: Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye
14:45 Bi hezaran kes diçin mitînga Şirnexê
14:17 Rojnamevan Yilmaz ê hate girtin: Tişta hesan ne li gorî me ye
14:17 Serçeteyekî li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir
14:10 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Dawî wê bi heybet be
14:09 Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev
14:00 ‘Dê parastvanên edalet û azadiyê di hilbijartinê de bi ser kevin’
13:47 Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê guhertin şert e
13:22 Standa Partiya Çepên Kesk rakirin û li şûna wê konê AKP’ê vegirtin
13:10 Partiya Çepên Kesk li 9 navendan mitîng û civînên gel li dar dixe
12:59 ÎSÎG: Di 4 mehan de 585 karker canê xwe ji dest dane
12:58 Erbakan û Cubbelî bi hev re ne