Malbata stranbêj Aymaz ê hat qetilkirin: Bi gotina ‘serxweş bû’ dixwazin ser cînayetê binixûmînin

img
STENBOL - Malbata stranbêj Cîhan Aymaz ê li Kadikoyê hat kuştin destnîşan kir ku lawê wan ji ber bi kurdî stran gotiye hatiye kuştin û bi gotinên “êrişkar serxweşiy bûye” tê xwestin ku ser cînayetê bigirin. 
 
Li Rihtima Kadikoya Stenbolê di 2’yê gulanê de stranbêjê kurd Cîhan Aymaz ê 30 salî ji ber ku strana “Olurum Turkiyem (Ez bimirim Tirkiyeya min)” negotiye ji aliyê êrişkarê nijadperest Cîhan Aymaz ve hat qetilkirin. Piştî êrişê Caymaz hat binçavkirin. Li dozgeriyê qebûl kir ku Cîhan Aymaz ji ber ku strana wî xwestiye negotiye qetil kiriye. Caymaz ji aliyê Dadgeriya Cezayê Sulhê ve ji sûcên “êrişa nijadperest” û “kuştina bi qestî” hat girtin. 
 
Aymaz li navçeya Dîgorê ya Qersê hatiye dinyayê û malbata Aymaz di sala 1996’an de ji ber sedemên aborî neçar maye ku koçî Stenbolê bike. Aymaz bi roj di karê neqliyeyê de dixebite. Nêzî du sal in êvaran jî li Rihtima Kadikoyê stranbêjiyê dike. Aymaz zarokê duyemîn ê malbatê ye û ew 5 xwişk û bira ne. Li pey Aymaz malbata wî ya dilşewat û amûrên wî muzîkê man. 
 
Bavê wî Hayrettîn Aymaz diyar kir ku lawê wî ji aliyê kesên dewlet destekê dide wan ve hatiye qetilkirin û dayika wî Bîrgul Aymaz jî daxwaza edaletê kir. 
 
XEYALA WÎ EW BÛYE BIBE HUNERMENDEK MEZIN 
 
Hayrettîn Aymaz diyar kir ku nêzî 30 salan e li Stenbolê dijîn, bi karê neqliyeyê ve mijûl in û lawê wî her tim kesek jîr û hûrmetkar bûye. Aymaz anî ziman ku lawê wî bi roj karê neqliyeyê dikir û êvarê jî bi awayek hobi li Kadikoyê stranan digot û wiha got: “Cîhan her tim digot ez ê bibim hunermendek mezin. Gelek kêfxweş bû û her tim bi hevalên xwe re di nava piştevaniyê de bû. Biçin li Kadikoyê bipirsin her kes wî nas dike. Zirara wî negihîştiye tu kesî.” 
 
‘ÊDÎ KUŞTINA MIROVAN PIR HÊSAN BÛYE’ 
 
Aymaz da zanîn ku lawê wî bi piranî stranên kurdî distrî û wiha axivî: “Gelek ji strandinê hez dikir. Lê ji ber ku daxwaza kesekî red kiriye bi awayek profesyonel hat qetilkirin. Lawê min ji ber stranekî negotiye, hatiye kuştin. Êdî li Tirkiyeyê kuştina mirovan pir hêsan bûye.” 
 
‘DIXWAZIN SER CÎNAYETÊ BIGIRIN’ 
 
Aymaz anî ziman ku li Tirkiyeyê êdî jiyana mirovan “pir erzan bûye” û wiha got: “Sedemê ewqas êrişên li dijî kurdan tên kirin, nijadperestî ye. Kurê min bi awayek plankirÎ hat kuştin. Li cihekî ewqas polîs pir in hat kuştin. Ev bûyerek ji rêzê nîne. Dibêjin kujer ‘serxweş’ bûye. Bi van gotinan dixwazin ser cînayetê bigirin. Carek din dibêjim kurêm in bi zanebûn hat qetilkirin. Ji ber wî stranên kurdî digot û kurd bû hat kuştin. Em ê heta dawiyê li pey vê dozê bin.” 
 
‘GUHERTIN DI DESTÊ GEL DE YE’ 
 
Aymaz destnîşan kir ku lawê wî 5 meh berê ji ber ku strana Aşik Masûnî şerîf a “Yiğit muhtaç olmuş kuru sağana” wek “Tayyip muhtaç etti kuru soğana (Tayyîp me muhtacî pîvaza hişk kir)” çûye îfade daye qereqolê û ji ber vê faşîzmê divê êdî ev pergal were guhertin û ev guhertin jî di destê gel de ye.
 
‘JI BER LAWÊ MIN KURD BÛ HAT KUŞTIN’ 
 
Dayika Aymaz, Bîrgul Aymaz jî destenîşan kir ku ew edaletê dixwazin û ji ber ku lawê wê kurd bûye hatiye qetilkirin û ji bo edalet pêk were ew ji hemû kurdan li benda piştevaniyê ye. Aymaz destnîşan kir ku lawê wê ji ber stranekî hatiye qetilkirin û wiha got: “Lawê min kesek welatparêz bû. Her tim digot, ‘Heta ez sax bim ez ê li ser rêya xwe bim û bi zimanê xwe stranên kurdî bêjim’. Kezeba min şewitandin. Ez nizanim ez ê çi bêjim. Bila êdî kezeba dayikan neşewite.” 
 
‘GELO ÇIMA HER TIM TÊ SERÊ KURDAN?’
 
Apê Aymaz, Osman Aymaz jî diyar kir ku seranserî 21 salên AKP’ê pergalek faşîst ava kiriye û got: “Mixabin biraziyê min ji ber kurdbûna xwe hat qetilkirin. Ez dipirsim, gelo çima her tim bûyerê wiha tên serê kurdan? Wê heta kengê ciwanên me bi vî awayî werin kuştin? Em vê qebûl nakin.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

09/05/2023
16:08 Li Êlihê liv û tevgereke zêde ya balafiran heye
15:22 Ji ber vîdeoya bertîlê ya têkildarî AKP’ê gilî hate kirin
15:05 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê dest pê kir
15:04 Li warê Mem û Zînê mitîng: Heta Ocalan azad bibe têkoşîn
14:51 Ayşe Gokkan: Îşkence li min kirin, mafê min ê tedawiyê hate astengkirin
14:40 Kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî hatin xelatkirin
14:36 Emîne Şenyaşar: Edalet bi piştevaniyê tê
14:17 Li Cizîr, Nisêbîn û Çewligê mitîngên bi heybet
13:53 Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket
13:44 Endamên Egîtîm Bîr Senê tevî qedexeyê jî li qadê ji AKP’ê re deng dixwazin!
13:41 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Xarpêtê kir
13:23 Ji Partiya Çepên Kesk banga ‘bibin muşahid’
12:58 Ji ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekê din jî hate dîtin
12:51 Pusulayên dengan şandin herêmên wan
12:50 'Ray ji te, rê ji me’
12:16 Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir?
12:15 Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be
11:52 Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin
11:51 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:48 Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe
11:40 Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike
11:08 AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist?
11:07 Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk
10:50 Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e
10:37 Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin
10:32 Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in
09:56 Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin
09:55 Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin
09:54 ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’
09:25 Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
09:20 Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket
09:02 Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye
09:01 Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir
09:00 Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN
08/05/2023
22:43 'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’
22:10 Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der
21:46 Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê
21:08 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
19:52 Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn
19:26 Aydenîz: Ên ji bo tecrîdê deng dernaxin, bila neyên Kurdistanê
18:37 Temel bi tevlîbûna sedan kesî hat definkirin
18:31 Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk
16:49 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mîtîngên fînalê amade dike
16:49 Polîsê biunîforma li dijî konvoya Partiya Çepên Kesk nîşaneya nîjadperestan kir
15:57 Berdana Sayin ê girtî 3 mehan hate taloqkirin
15:29 'Em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin'
14:32 Li Golanê civîna gel a bicoş: Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe
14:17 Bi dehhezaran kes herikîn mitînga Çepên Kesk a Rihayê: Dê di dawiya tariyê de ro hil bê
14:08 Li Îdirê ji bo mitînga sibê bang hate kirin
14:04 Êrişên nîjadperest ên li dijî Partiya Çepên Kesk hatin protestokirin
13:53 ‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
13:40 Bayindir: Rojên azad nêz in
Bûldan: Em temînat û ewlehiya vî welatî ne
13:39 Çewlig ji mitîngê re amade ye
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê
11:29 Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk
11:28 Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin
11:23 Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe
10:31 Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
10:11 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin
09:56 Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN
08:08 Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin
07/05/2023
22:44 Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin
21:32 Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
20:59 ‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’
20:21 Turk li Dîlokê bang kir: 14'ê Gulanê dê bibe destpêkeke nû
19:42 Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin
18:37 Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
16:59 Piştî mitînga jinan tundiya polîsan: 4 kes hatin binçavkirin
16:47 Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke
16:40 Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e
16:18 Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne
15:47 ‘Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede’
15:32 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Em dawî li tifaqa Torosên Spî bînin
15:25 Akdag: Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye
14:45 Bi hezaran kes diçin mitînga Şirnexê
14:17 Rojnamevan Yilmaz ê hate girtin: Tişta hesan ne li gorî me ye
14:17 Serçeteyekî li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir
14:10 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Dawî wê bi heybet be
14:09 Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev
14:00 ‘Dê parastvanên edalet û azadiyê di hilbijartinê de bi ser kevin’
13:47 Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê guhertin şert e
13:22 Standa Partiya Çepên Kesk rakirin û li şûna wê konê AKP’ê vegirtin
13:10 Partiya Çepên Kesk li 9 navendan mitîng û civînên gel li dar dixe
12:59 ÎSÎG: Di 4 mehan de 585 karker canê xwe ji dest dane
12:58 Erbakan û Cubbelî bi hev re ne