Li Bazarcixê gel bi Partiya Çepên Kesk re ye

img
MEREŞ - Li yek ji navendên erdhejê Bazarcixê mexdûrên erdhejê li benda hilbijartinê ne. Xelkê navçeyê dibêje ku dê di hilbijartinê de hesaba tiştên jiyayîn ji îktîdarê bipirsin û dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk. 
 
Di encama erdhejên navendên wan Mereşê de li 11 bajaran wêraniyeke mezin çêbû. Bi ser erdhejê re 3 meh derbas bûn. Tevî dema derbas bûy û sozên hatine dayîn jî, hêj jî xelkê Bazarcix a Mereşê mexdûr e û pêdiviyên wan nehatine pêşwazîkirin. Mexdûrên erdhejê bi bertek in ku îktîdar banga “hevhelalkirinê” li wan dike û dengan jê dixwaze. Li gel erdhejê, her wiha Şaredarê Bazarcixê yê AKP’î Îbrahîm Yilmazcan li konbajar gotibû; “Heke ji min nebûya gelo ma dê hûn bikariyan di konan de bimînin? Wê demê nemîne.” Van gotinên Yilmazcan, di nava xelkê navçeyê de rê li ber bertekên mezin vekir. 
 
Xelkê Bazarcixê dibêje ku dê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de AKP’ê têk bibin û hesabê jê bipirsin. 
 
‘ÎKTÎDAR NIKARE BIBE ÇARESERÎ’
 
Ji mexdûrên erdhejê Mavîş Teke got ku bi ser erdhejê re 3 meh derbas bûn lê hêj jî di bin konan de dimînin û wiha domand: “Pêdiviyên me yên bingehîn jî nayên pêşwazîkirin. Pirsgirêk li holê ne. Zarokên min biçûk in. Em nikarin li zarokên xwe binêrin. Em perîşe ne. Vaye havîn hat, kon pir germ in. Êdî kêzik derketine. Çendek roj berê me mar dîtin. Rewşeke giran e. Em ji her alî ve rezîl bûne. Me her tiştekî xwe winda kir. Me heta niha jî tu rayedarên dewletê nedîtine. Ez dixwazim ku konteynerekê bidin min. Îktîdar nikare ji bo pirsgirêkên mexdûrên erdhejê bibe çareserî. Divê teqez guherîn çêbibe.” 
 
BI BAGERÊ RE PIRSGIRÊK ZÊDE BÛN
 
Mexdûrê erdhejê Şahîn Yaşlak jî da zanîn ku bi bagera piştî erdhejê re pirsgirêkên wan zêdetir bûne û wiha pê de çû: “Rêziltiya berê hêj didome. Di nava 3 mehan de ji bilî konan tu alîkarî nedan me. Heyva Sor xwarinê tîne lê nayên xwarin. Hinek ava germ bi ser kartolan de dikin û didin. Nayên xwarin. Ne tehm tê de heye ne tiştek. Xelk ji neçariya xwe dixwe. Ev çendek roj in em hewl didin di konên xwe de hinek tiştan çêbikin. Hemû kes ji Şaredariya Silopiyayê pir razî ye. Heke ji wan nebûya, xelk dê ji birçan biçûya.” 
 
‘ŞAREDARIYA SILOPIYAYÊ EM BIRÇÎ NEHIŞTIN’
 
Bi domdarî Yaşlak gotinên şaredarê AKP’î Yilmazcan bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi van gotinên xwe mexdûrên erdhejê biçûk xist. Îktîdarê xelk terkî qedera xwe kir. Gelo dê kavilên welêt çawa bên rakirin? Ne tenê pirsgirêkeke. Tu goştî li meclisê 5 TL’an dixwî. Hem AKP’î hem jî CHP’î dixwe. Tu niha here ji gel bipirse, kîloya goşt bûye 500 lîre. Gel, bi xema wan nîne. Ev bû 20 sal ku li ser serê me ne. Dema min li dibistana amadehî dixwend ev îktîdar bûn. Lê ez ê dengê xwe dîsa bidim HDP’ê (Partiya Çepên Kesk). Ez li dora xwe dinihêrim. Tenê Şaredariya Silopiyayê heye ku min birçî nahêle.” 
 
‘YÊN KU ME BIRÊVE DIBIN LI KU NE?’
 
Alî Kara jî destîşan kir ku bi roj ji ber germê, bi şev jî heya wan ji ber sermayê nayê û ev tişt anî ziman: “Em nizanin dê çi bikin. Em ji bo tişta ji xwedê tê nikarin tiştekî bibêjin. Lê dewleta me, hikûmeta me, yên me birêve dibin li ku ne? Ez vê mereq dikim. Ma divê ileh di roja hilbijartinê de bên? Ma qet pirsa ‘tu pirsgirêkên we hene? Hûn rehet dijîn an na? Hûn çawa dijîn?’ ji me nakin? Ez serê xwe bi ava sar dişom. Dibêjin; ‘Me li vir daşir û serşok danîne.’ Şofbena serşokê xerabe ye. Ez hewl didim bi ava sar serê xwe bişom. Ji xwe bi saetê avê didin.” 
 
ÇIMA PARTIYA ÇEPÊN KESK?
 
Kara, got ku tekane rê guherandina îktîdarê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ma nebû 22 sal ku ez vî kesî dibînim? Ez êdî ji dîtina rûyê vî kesî, ji her cureyên derewên wî bêzar bûm. Ev mirov dê têk biçe, yên tên jî dê bi xwe re maf û edaletê bîne. Ez ê di hilbijartina serokkomariyê de dengê xwe bidim Kiliçdaroglû û di ya giştî de jî bidim Partiya Çepên Kesk. Ji ber ku Partiya Çepên Kesk ji xelkê fêm dike û dikare bibe dermanê birînên gel. Êşên me bi me re parve kirin.” 
 
‘EZ Ê DENGÊ XWE BIDIM KURDAN’
 
Jina bi navê Hatîce Teke jî got ku di erdhejê de xesareke mezin gihiştiye 8 malên wê û wiha derbirî: “Em ê niha bi ku de biçin? Em li benda alîkariyê ne. Li derdora me mişk û mar hene. Em ê bi ku de biçin? Em dixwazin ku malên me bên çêkirin. Li şûna ku şaredar rewşa me bipirse, ji me re dibêje ji konan derkevin. Ma em ê bi ku de biçin?” 
 
Teke, anî ziman ku ji ber alîkariya bi wan re hatiye kirin dê dengê xwe bide kurdan (Partiya Çepên Kesk). 
 
MA / Rûkiye Adiguzel
 

Sernavên din

09/05/2023
16:08 Li Êlihê liv û tevgereke zêde ya balafiran heye
15:22 Ji ber vîdeoya bertîlê ya têkildarî AKP’ê gilî hate kirin
15:05 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê dest pê kir
15:04 Li warê Mem û Zînê mitîng: Heta Ocalan azad bibe têkoşîn
14:51 Ayşe Gokkan: Îşkence li min kirin, mafê min ê tedawiyê hate astengkirin
14:40 Kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî hatin xelatkirin
14:36 Emîne Şenyaşar: Edalet bi piştevaniyê tê
14:17 Li Cizîr, Nisêbîn û Çewligê mitîngên bi heybet
13:53 Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket
13:44 Endamên Egîtîm Bîr Senê tevî qedexeyê jî li qadê ji AKP’ê re deng dixwazin!
13:41 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Xarpêtê kir
13:23 Ji Partiya Çepên Kesk banga ‘bibin muşahid’
12:58 Ji ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekê din jî hate dîtin
12:51 Pusulayên dengan şandin herêmên wan
12:50 'Ray ji te, rê ji me’
12:16 Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir?
12:15 Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be
11:52 Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin
11:51 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:48 Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe
11:40 Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike
11:08 AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist?
11:07 Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk
10:50 Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e
10:37 Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin
10:32 Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in
09:56 Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin
09:55 Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin
09:54 ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’
09:25 Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
09:20 Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket
09:02 Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye
09:01 Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir
09:00 Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN
08/05/2023
22:43 'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’
22:10 Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der
21:46 Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê
21:08 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
19:52 Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn
19:26 Aydenîz: Ên ji bo tecrîdê deng dernaxin, bila neyên Kurdistanê
18:37 Temel bi tevlîbûna sedan kesî hat definkirin
18:31 Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk
16:49 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mîtîngên fînalê amade dike
16:49 Polîsê biunîforma li dijî konvoya Partiya Çepên Kesk nîşaneya nîjadperestan kir
15:57 Berdana Sayin ê girtî 3 mehan hate taloqkirin
15:29 'Em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin'
14:32 Li Golanê civîna gel a bicoş: Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe
14:17 Bi dehhezaran kes herikîn mitînga Çepên Kesk a Rihayê: Dê di dawiya tariyê de ro hil bê
14:08 Li Îdirê ji bo mitînga sibê bang hate kirin
14:04 Êrişên nîjadperest ên li dijî Partiya Çepên Kesk hatin protestokirin
13:53 ‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
13:40 Bayindir: Rojên azad nêz in
Bûldan: Em temînat û ewlehiya vî welatî ne
13:39 Çewlig ji mitîngê re amade ye
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê
11:29 Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk
11:28 Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin
11:23 Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe
10:31 Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
10:11 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin
09:56 Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN
08:08 Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin
07/05/2023
22:44 Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin
21:32 Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
20:59 ‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’
20:21 Turk li Dîlokê bang kir: 14'ê Gulanê dê bibe destpêkeke nû
19:42 Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin
18:37 Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
16:59 Piştî mitînga jinan tundiya polîsan: 4 kes hatin binçavkirin
16:47 Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke
16:40 Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e
16:18 Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne
15:47 ‘Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede’
15:32 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Em dawî li tifaqa Torosên Spî bînin
15:25 Akdag: Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye
14:45 Bi hezaran kes diçin mitînga Şirnexê
14:17 Rojnamevan Yilmaz ê hate girtin: Tişta hesan ne li gorî me ye
14:17 Serçeteyekî li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir
14:10 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Dawî wê bi heybet be
14:09 Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev
14:00 ‘Dê parastvanên edalet û azadiyê di hilbijartinê de bi ser kevin’
13:47 Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê guhertin şert e
13:22 Standa Partiya Çepên Kesk rakirin û li şûna wê konê AKP’ê vegirtin
13:10 Partiya Çepên Kesk li 9 navendan mitîng û civînên gel li dar dixe
12:59 ÎSÎG: Di 4 mehan de 585 karker canê xwe ji dest dane
12:58 Erbakan û Cubbelî bi hev re ne