Dikandarên Dêrsimê guhertinê dixwazin

img
DÊRSİM - Dikandarên li Dêrsimê destnîşan kirin ku krîza aborî ya kûr dibe di encama polîtîkayên şer ên desthilatê de ne û wiha got: “Ji bo ji konsepta şer were derketin divê desthilat bê guhertin.”
 
Li Dêrsimê ku polîtîkayên şer ên bûne polîtîkaya bingehîn a desthilata AKP'ê ya 21 salan hat dijwarkirin, li aliyê din jî gel bi krîza aboriyê ya kûrdibe re bi xizaniyê re rû bi rû ye. Gelên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku ji bo guhertinê girîngiyeke mezin didin hilbijartinên 14’ê Gulanê, ji bo çareseriya pirsgirêkên kûr bûyî îşaret bi guhertina desthilatê dikin. 
 
Dikandarên ku li Dêrsîmê bûne hedefa polîtîkayên desthilatê yên me mîkrofon dirêjî wan kir, anîn ziman ku guhertin bivê nevê ye. 
 
‘DIVÊ DESTHILAT BIÇE’ 
 
Yek ji dikandaran Cîhan Hûnçoglû, qala şer a li bandora krîza aborî kir û wiha got: “Dema pêvajoya şer dijwar dibe, em bi krîzên cidî re rûbirû dimînin. Her cure krîz bi awayekî bi aboriyê re têkildar dibe. Bi krîza demokrasî û mafên mirovan re dibe yek. Di dawiya rojê de mirovên ku li vê herêmê li ser vê erdnîgariyê dijîn bi krîzeke kûr re rûbirû dimînin. Ji ber vê desthilatê jî konsepteke şer pêşxist em bi pirsgirêkên cidî re rûbirû man. Beriya niha jî pirsgirêkên me yên aborî hebûn. Ji ber em civakên ku nikarin xwe bi xwe bi rê ve bibin, em her tim dibin xala dawî ya pirsgirêkan û ewil em jê bandor dibin. Ji bo ku ji konsepta şer bê derxistin divê desthilat biçe. Pêşengiya guhertinê perspektîfa Partiya Çepên Kesk e.”
 
ABORÎ ŞIBAND ‘TÎTANÎKÊ’ 
 
Songul Yildirim a kargeha wê ya zînetan heye, rewşa ku dikandar di nav de ne şiband Keştiya Tîtanîkê û wiha got: “Ew avê digire noq dibe, ez hem ji aliyê aboriyê hem jî ji aliyê civakî derbê li ser derbê dixwim û îflas dikim. Lêçûna min zêde bû. Mesrefên perwerde, hîndekarî, tenduristî gihişt asta dawiyê. Em hatine rewşeke ku nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn pêşwazî bikim. Têra nake nikarin qezenc bikin, xerc bikin. Em ji wir ji vir kêm dikin û xelas dibin.”
 
Yildirim, destnîşan kir ku guhertin bivê nevê ye û wiha berdewa kir: “Ya girîng ew e ku mirov li ser piyan bisekine û bêjê ez li vir im. Ez jî wê dikim, ez li vir im, hûn li ku ne?”
 
‘EM MÛHTACÎ PÎVAZÊ BÛN’ 
 
Yek ji dikandaran Bulent Yuksel jî anî ziman ku mirov hatine asta ku nikarin dan û stendinê bikin. Yuksel, diyar kir ku bi deynan kar bi rê ve dibin û wiha got: “Em di 21 salan de hînî êşê bûn. Çawa êş tê kişandin, çawa birçî dimînin, çawa bi zikê birçî tê razan? Em hînî van bûn. Sosyete jî mûhtacî pîvazê bû. Ez birçî mam, rojên ku ez bên nan û av mam çêbûn. Dema min xwarinek çêdikir hesaba ka ez ê çend rojan bixwim dikir. Ji bo gelên Tirkiyeyê guhertin dê baş be. Divê herkes hesaba xwe bike, dema çû sindoqê divê dengê xwe li gorî mantiqê bide. Pêdivî bi guhertinê heye.”
 
‘PEREYÊ EM DIGIRIN EM NIKARIN DEYNIN ŞÛNÊ’ 
 
Halîde Erk a dikandara 30 salan, bal kişand ser bandora zeman a li dikandaran û ev tişt gotin: “Em pereye digirin nikarin deynin şûnê. Şelê ku em sibê bi 100 lîreyî difirorşin piştî nîvro dibe 130. Bikir jî matmayî dimîne. Em vê re nagihin. Edî bila ev desthilat bê guhertin. Bila bêkarî bi dawî bibe, erzanî û zêdebûyîn hebe.”
 
BEXDENÛS BÛYE 7 LÎRE
 
Saniye Îldenîz a bi çêkirina nanê sêlê debara xwe dike jî diyar kir ku ji aliyê aboriyê ve zehmetiyê dikişinin û wiha got: “Divê êdî desthilat were guhertin. Em destikekî bexdenûsê 7 lîre kîloyeke pîvazan 30 lîreyan dikirin. Divê hûn çawa hesabê bikin? Ger wisa be, dema xwê xelas dibe dikarin encax xwê bistînin, dema yax xelas dibe tenê pereyê yax dimîne. Hûn qet nikarin karkeran bidin xebitandin ji ber ku mûçe tûne. Kargeh a min e lê mûçeyê min jî nîne. 2-3 lîre zêde dibin wê jî ji ber pirsgirêka kire zêde dikim. Ez nanê sêlê, patîleyan çêdikim lê nikarim penîr bistînim. Heke ez penîr bikirim divê ferqa wê ji we bigirim. Wê bikim jî êdî hûn nayên li vir naxwin. Ji ber wê niha tenê bi toraq çêdikim. Bi rastî jî gelek bi biha ye. Em di pêvajoyeke bipirsgirêk de ne.”
 
PÊDIVIYÊN BINGEHÎN NAYÊN PÊŞWAZÎKIRIN
 
Îldenîz, bi lêv kir ku ew bi xwe jî nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn pêşwazî bikin û wiha berdewam kir: “Ez 6 meh in nikarim goşt bixwim. Nikarim ji xwe re pêlavekê bistînim. Berê me pêlavên lastîk dikirin pê xwe lê niha ew jî bûye 450 lîre. Êdî nikarin wê pêlava lastîk jî bistînin. Divê êdî desthilat were guhertin. Ez ê dengê xwe bidim kesên ku cihekariyê nakin, rast û dirûst, derewan nakin û kedê naxwin. Yekane kesê ku ez dixwazim vî welatî bi rê ve bibe Kiliçdaroglû ye.”
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

09/05/2023
16:08 Li Êlihê liv û tevgereke zêde ya balafiran heye
15:22 Ji ber vîdeoya bertîlê ya têkildarî AKP’ê gilî hate kirin
15:05 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê dest pê kir
15:04 Li warê Mem û Zînê mitîng: Heta Ocalan azad bibe têkoşîn
14:51 Ayşe Gokkan: Îşkence li min kirin, mafê min ê tedawiyê hate astengkirin
14:40 Kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî hatin xelatkirin
14:36 Emîne Şenyaşar: Edalet bi piştevaniyê tê
14:17 Li Cizîr, Nisêbîn û Çewligê mitîngên bi heybet
13:53 Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket
13:44 Endamên Egîtîm Bîr Senê tevî qedexeyê jî li qadê ji AKP’ê re deng dixwazin!
13:41 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Xarpêtê kir
13:23 Ji Partiya Çepên Kesk banga ‘bibin muşahid’
12:58 Ji ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekê din jî hate dîtin
12:51 Pusulayên dengan şandin herêmên wan
12:50 'Ray ji te, rê ji me’
12:16 Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir?
12:15 Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be
11:52 Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin
11:51 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:48 Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe
11:40 Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike
11:08 AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist?
11:07 Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk
10:50 Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e
10:37 Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin
10:32 Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in
09:56 Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin
09:55 Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin
09:54 ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’
09:25 Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
09:20 Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket
09:02 Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye
09:01 Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir
09:00 Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN
08/05/2023
22:43 'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’
22:10 Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der
21:46 Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê
21:08 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
19:52 Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn
19:26 Aydenîz: Ên ji bo tecrîdê deng dernaxin, bila neyên Kurdistanê
18:37 Temel bi tevlîbûna sedan kesî hat definkirin
18:31 Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk
16:49 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mîtîngên fînalê amade dike
16:49 Polîsê biunîforma li dijî konvoya Partiya Çepên Kesk nîşaneya nîjadperestan kir
15:57 Berdana Sayin ê girtî 3 mehan hate taloqkirin
15:29 'Em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin'
14:32 Li Golanê civîna gel a bicoş: Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe
14:17 Bi dehhezaran kes herikîn mitînga Çepên Kesk a Rihayê: Dê di dawiya tariyê de ro hil bê
14:08 Li Îdirê ji bo mitînga sibê bang hate kirin
14:04 Êrişên nîjadperest ên li dijî Partiya Çepên Kesk hatin protestokirin
13:53 ‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
13:40 Bayindir: Rojên azad nêz in
Bûldan: Em temînat û ewlehiya vî welatî ne
13:39 Çewlig ji mitîngê re amade ye
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê
11:29 Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk
11:28 Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin
11:23 Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe
10:31 Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
10:11 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin
09:56 Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN
08:08 Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin
07/05/2023
22:44 Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin
21:32 Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
20:59 ‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’
20:21 Turk li Dîlokê bang kir: 14'ê Gulanê dê bibe destpêkeke nû
19:42 Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin
18:37 Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
16:59 Piştî mitînga jinan tundiya polîsan: 4 kes hatin binçavkirin
16:47 Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke
16:40 Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e
16:18 Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne
15:47 ‘Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede’
15:32 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Em dawî li tifaqa Torosên Spî bînin
15:25 Akdag: Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye
14:45 Bi hezaran kes diçin mitînga Şirnexê
14:17 Rojnamevan Yilmaz ê hate girtin: Tişta hesan ne li gorî me ye
14:17 Serçeteyekî li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir
14:10 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Dawî wê bi heybet be
14:09 Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev
14:00 ‘Dê parastvanên edalet û azadiyê di hilbijartinê de bi ser kevin’
13:47 Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê guhertin şert e
13:22 Standa Partiya Çepên Kesk rakirin û li şûna wê konê AKP’ê vegirtin
13:10 Partiya Çepên Kesk li 9 navendan mitîng û civînên gel li dar dixe
12:59 ÎSÎG: Di 4 mehan de 585 karker canê xwe ji dest dane
12:58 Erbakan û Cubbelî bi hev re ne