Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin

img
BURSA - Welatiyên Bursayê diyar kirin ku ji rewşa xerab a aboriyê îktîdar berpirsyar e û wiha gotin: “Çareserî, Partiya Çepên Kesk e. Em ê di 14’ê Gulanê de hesabê bipirsin.” 
 
Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê ku ji bo Tirkiyeyê weke “hilbijartinên dîrokî” tên pênasekirin, demekî kin ma. Bajarê Bursayê, bi qadên xwe yên pîşesaziyê û çandiniyê ve yek ji bajarên herî girîng ê Tirkiyeyê ye. Li bajar nêzî 2 milyon hilbijêr dê deng bidin. Di hilbijartinên 2018’an de AKP’ê ji sedî 46 deng standibûn lê ji ber polîtîkayên aboriyê û krîza aborî, dengê wê yên li bajar kêm dibin. Welatiyên Bursayê bi ajansa me re axivîn û gotin ku dê di 14’ê Gulanê de hesabaê bipirsin. 
 
ABORÎ XERAB E
 
Ji welatiyan Mehmet Başak anî ziman ku ji ber mercên nebaş ên aboriyê, hem li febrîqeyê û hem jî karekî cuda dike û wiha got: “Ji ber van mercan jî nikarim ji bo malbata xwe demê veqetînim. Rewşa me gelek xerab e. Nan bûye 5 lîre, kîloya pîvazan derketiye 30 lîreyan û feqîr û jar nikarin goştê spî jî bixwin. Li gorî min, çareserkirina van pirsgirêkan bi Partiya Çepên Kesk pêkan e. Ez ê piştgiriyê bidim wan. Ji ber ku li cem wan dizî tune ye, tenê ji bo xizm û alîgirên xwe naxebitin. Divê hemû kes guh bide wan. Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Divê her kes jî piştgiriyê bide wan.” 
 
REWŞA ABORIYÊ NEBAŞTIR DIBE
 
Sîdar Erol jî bal kişand ser rewşa xerab a aboriyê û ev tişt anî ziman: “Li kargehê gelek lîsteyên deynan hene. Di demên berê de jî hebûn lê tu carî bi qasî vê demê nebûn. Di demên berê de me xêrek ji qezenca xwe didît. Me dikariya debara xwe bikin, keyfxweşiyê bikin û jiyaneke me ya civakî hebû. Lê niha li gel ku em esnaf in jî tu tiştek bi têrî me nake. Sedema vê rewşa nebaş jî îktîdar e. Yên ku welêt birêve dibin ew in. Dema bûn îktîdar, dolar bi yek lîreyan bû. Enflasyon ji xwe firiyaye. TUÎK daneyan parve dike û qala reqemên biçûk dike. Gelek mirov hene ku nikarin debara xwe bikin. Ji bo vê îktîdarê di 14’ê Gulanê de têk bibim, ez ê bixebitim. Bila gelê me rastiyê bizane û bibîne. Em bi vî awayî dikarin vê pergalê biguherînin.” 
 
‘BERPIRSYAR ÎKTÎDAR E’
 
Esnaf Mûrat Unturk jî qala zemên hikûmet dike kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di demên berê de 3 kîloyên çayê bi 70 lîreyan bûn. Lê niha bûne 300 lîre. Heqê kirê, ceyran û gaza xwezayî sê qet zêdetir bûne. Sedema van pirsgirêkan tevan jî îktîdar e. AKP ev 20 sal in îktîdar e. Ji ber bihayên zêde, em carnan nikarin heqê tos û çayê jî gel gel bixwazin. Kesên li vir dijîn ji çîna karkeran e û pirsgirêkên wan ên aboriyê yên mezin hene. Divê gel di 14’ê Gulanê de berteka xwe nîşan bide. Ez ê dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk. Beyannameya wan bi xweşiya min çû. Xwedî siyaseteke hevgirtî ye. Partiyên din îro gotinekê sibe tiştekî dibêjin. Lê Partiya Çepên Kesk li gotinên xwe xwedî derdikeve. Ji berê heta niha gelek serokên giştî guherandin. Ev jî nîşan dide eşqeke wan a kursî nîne. Lê dema li partiyên din dinêrî, hinek kes hene ku ev 30 sal in li ser kursiya xwe ne. Banga min ji bo xelkê Bursayê ew e ku piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk û Kiliçdaroglû. Divê li Bursayê herî kêm parlamenterek were derxistin. Hêvîdarim 14’ê Gulanê ji bo hemû gelan bibe rojeke xweş.” 
 
BES E ÊDÎ HIŞYAR BIBIN
 
Welatiyê bi navê Muhammet Yenturk jî bi lêv kir ku beriya her hilbijartinê partî sozan didin û axaftina xwe wiha qedand: “Em êdî li benda sala 2023’yan a bi xêr in. Bila dolar bikeve, euro bikeve. Em êdî şerpeze bûn. Di demên berê de em diçûn bazarê û me bi hezar lîreyan danûstandina xwe ya mehane dikir. Em niha bi hezar lîreyan nikarin 4 poşetan jî bînin. Xelk fêm dike bê ka ez dibêjim çi. Baş bifikirin, biaqil bin. Êdî bes e hişyar bibin. Dengê xwe bidin cihê saxlem.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû

Sernavên din

12/05/2023
09:01 Maseya Îslamê: Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîmî hilbijêrin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
11/05/2023
22:13 Li Stenbolê şahiya ciwanan
20:59 Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe
19:19 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê serdana OHD'ê kir
18:39 Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
17:40 Dosyeya leşkerê ku Mehmet Ûytûn kuşt ji dadgeha cezayê giran re hat şandin
17:35 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî serdana HDK’ê kir
17:28 Partiya Çepên Kesk li qadê ye
16:44 Bakirhan: Li Sêrtê walî û qeymeqam xebatên hilbijartinê yên AKP’ê bi rê ve dibin
16:29 Doza derheqê 42 kesên kesên tev li meşê bûn hatibû vekirin hate lidarxistin
15:55 Dolar rekoreke din derbas kir: Hikûmetê kura dualî ava kir
15:44 Partiya Çepên Kesk bi ciwanan re civiya: Ji ciwanên difikirin û dipirsin ditirsin
15:37 Ji bo mitînga Stenbolê bang: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Yenîkapiyê ve
15:36 Li Manîsayê banga ‘bibe muşahid’ hate kirin
15:20 Li Mîlanoyê teqîneke mezin çêbû
15:16 PDK’ê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt
15:12 Di êrişa Til Temirê de welatiyek hate qetilkirin
14:58 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî: Çareserî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
14:34 Hunermend Rojdayê têkildarî Dosso Dossiyê daxuyanî da
14:20 Muharrem Înce xwe ji namzetiyê vekişand
14:17 Bi hezaran kes herikîn mitînga Agiriyê: Em her 4 parlamenteran jî bi dest bixin
14:15 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê: Bihara rasteqîn dê bi çûna Erdogan were
13:44 Li herêma ku operasyon lê didome bi ser malan de girtin
13:11 Ji bo 3 kesên êrişî avahiya HDP’ê kirin cezayê hefsê hat xwestin
12:57 Partiya Çepên Kesk û HDP: Me li dijî hîleyên hilbijartinê her cureyên tevdîran girtine
12:36 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê bang kir
12:13 Beriya hilbijartinê li Şaredariya Sûrê ‘birayên’ xwe digirin kar
12:03 Soylu li xwe mikûr hat: Erdogan xwest, min tavilê qeyûm li şaredariyan tayîn kir
11:54 Erdoganê ku fermana qeyûman daye ji kurdan re peyamek şand: Hûn şahidên herî nêz ên hewldanên me ne
11:35 Li Bismilê tundiya polîsan: Tevî zarokê xwe birîndar bû
11:27 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:24 Li bajarê Sema Yuce Agiriyê mitîngeke bi heybet
11:17 Zexta ‘parastinê’ li Aysel Tugluk tê kirin
11:12 Serokê CÎK’ê Tûrhalli ji bo Çepên Kesk banga piştgiriyê kir
10:59 ATK: Uytun bi fîşeka gazê hate kuştin
10:28 Banga ewlehiya hilbijartinê li mamosteyan kir: Em sindoqan biparêzin
10:13 Emîne Şenyaşarê ji bo danişînê bang kir: Edalet dê bi piştevaniyê were
09:08 Mexdûrên erdhejê: Dengê me ji Partiya Çepên Kesk re ye
09:07 Îzmîr li benda 14'ê Gulanê ye
09:04 'Partiya Çepên Kesk dê hesabê 301 madenvanan bipirse'
09:04 Ji bo dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk ji Almanyayê hat Semsûrê
09:03 ‘Ji bo wekhevî û azadiya jinê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk’
09:00 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî li Stenbolê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2023'YAN
10/05/2023
22:35 Li ber NY’yê çalakiya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’
20:49 Velî Encu hat berdan
20:37 Li Botanê xemla Partiya Çepên Kesk
20:17 Li Xarpêt û Enqereyê mîtîngên Partiya Çepên Kesk: Dîwarên qesrê hildiweşin
19:43 Ji Manapa ku 30 sal in girtiye û berdana wê tê astengkirin valîzê wê yê di depoya girtîgehê de pirsîn
19:00 Partiya Çepên Kesk li Semsûr û Amedê serdana dikandaran kirin
17:06 Partiya Çepên Kesk ji bo hezazê daxuyanî da: Divê êdî bêjin bes e
16:59 ‘Em ê navê AKP’ê li Mûşê nehêlin’
16:49 Li Îzmîrê amadekariyên mitînga fînalê
16:47 YSK’ê daxwaza Wezareta Karên Hundir red kir
16:41 Partiya Çepên Kesk bi rojnameger û nivîskaran re civiya: Divê zîhniyeta yekperest bê hilweşandin
16:38 NÇM: Divê hunermendên kurd nebin maşikên polîtîkayên qirêj
16:37 Li Amedê karmendan kampanyaya ‘+1 didin xebitandin’ dan destpêkirin
16:37 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Xarpêtê dest pê kir
16:16 Yuksekdag: Piştî 14’ê Gulanê wê tiştên xweş çêbibin
15:22 Platforma Tenduristiyê ya Amedê ‘Belgeya Helwesta Hilbijartinê’ eşkere kir
15:22 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 779’emîn de berdewam dike
14:27 Li Rojava mitînga Abdullah Ocalan û Partiya Çepên Kesk
14:18 Doza Kobanê: Erdogan bi rêya we kampanyaya hilbijartinê dimeşîne
14:17 Xalê Şêro behsa dê deng çawa werin bikaranîn kir
14:17 Banka Navendî ketiye çirava deynan
14:16 Beriya ku name bigihîjin destê wê ew jî hat girtin
13:52 Tevahiya kolan û cadeyên Êlihê ji bo Erdogan hatin girtin
13:15 Xizîneyê li gorî par çar qet zêdetir li kêmiyê da
13:12 246 kesayet: Ji bo jiyanek bi rûmet em dengê xwe didin Çepên Kesk
13:00 CHP’î li Mereşê derewa ‘Partiya Çepên Kesk piştgiriyê dide me’ belav dikin!
12:31 Li Dêrsimê bayê Çepên Kesk rabû: Ev baweriya qedîm dê we bişîne
12:25 Lêgerîna edaletê ya di Komkujiya Garê de di meha 91’emîn de ye
11:41 Dovîz rabû, TL bêqîmet bû
10:58 Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 508 hezar kesan
10:50 Ji bo mitînga Mêrsînê bang kirin: Dê bibe wêneyê serkeftina hilbijartinê
10:50 ‘Mafê hemû hilbijêran heye ku sindoqan biparêzin’
10:36 Baroya Sêrtê ji bo ewlehiya hilbijartinê amadekariyên xwe temam kir
10:25 Cerdevanê ku dihat îdiakirin ji zinar ketiye xwarê mir
10:19 Namzetê AKP’ê yê ‘edalet’ ji bîr kirî
10:18 Çepên Kesk dê ji herêma Egeyê 4 hezar û 470 hilbijêran bibe Kurdistanê
09:57 Sirri Sakik: 14’ê Gulanê roja hesabpirsînê ye
09:56 Saziyeke dezenformasyonê: Ajansa Anadoluyê
09:31 Li Îdirê bayê Partiya Çepên Kesk: 2-0
09:19 Li ber zextan serî rakir û niha jî namzet e
09:05 Eksîk: Dengek dikare pêşî li ber desthilatê bigire
09:04 4 roj man: AKP-MHP'a ku li qadê têk çûye, divê ji sindoqan derneyê
09:02 Jinên Posxovê: Divê ev pergal biguhere
09:01 Jin doza guherînê dikin: Hêvî Partiya Çepên Kesk e
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2023'YAN
09/05/2023
23:05 Li Şengalê goreke komî ya din jî hat dîtin
20:55 Mîtînga Colemêrgê: Em ê tecrîdê bişkînin
20:48 Li Sakaryayê êrişî wesayîta Kiliçdaroglû kirin
19:02 Ji Partiya Çepên Kesk li navçeyên Amedê gera hilbijartinê
18:49 Ji 304 kesan banga hevpar a ji bo hilbijartinê
18:28 Piştî mîtînga Nisêbînê polîsan êriş bir ser ciwanan
17:28 Partiya Çepên Kesk mal bi mal digere
17:14 Ahmet Turk: Ji bo rayekî heyet şandin Îmraliyê
Aydenîz: Wê birevin û li pey xwe nenêrin
17:08 Sancar bang li ciwanan kir: Her yek ji we weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin
16:27 Li Çewligê civîna gel: Niha dema guhertina desthilatê ye