Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be

ÎDIR - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Îdirê di mitîngê de axivî û wiha got: “Roj ne roja ji hev xeyîdînê, dilmayîn û rûniştina li malê ye. Roj roja têkbirina faşîzmê ye. Li Îdirê dê demokrasî 2, faşîzm jî 0 be.” 

 
Partiya Çepên Kesk bi tevlibûna dehhezaran kesan li Îdirê mitîng li dar xist. Mitîng, li qada şaredariyê hate lidarxistin û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan tev li bû. Welatiyên ku di saetên serê sibehê de hatin, bi flamayên Partiya Çepên Kesk ji sê noqteyên lêgerînê ketin qada mitîngê. Tevlibûneke zêde ya jin û ciwanan hebû û girseyê li ber stranan govend gerandin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, namzetên parlamenteriyê û berdevkên Partiya Çepên Kesk gel silav kirin. Demekî kin berê di vekirina bûroya hilbijartinê ya MHP’ê de çendek kesan dirûşma “Deşta Îdirê mala ulkuperestan e” berz dikirin. Li dijî vê dirûşmê, bi hezaran ciwanên Partiya Çepên Kesk jî bi dirûşma “Deşta Îdirê mala Apoyiyan e” berz kirin. 
 
‘EM Ê BI FELSEFEYA JIN, JIYAN, AZADÎ BIÇIN SER SINDOQAN’ 
 
Piştre jî aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Neslîhan Şedal axivî û wiha got: “Ev pergala qirêjî dê bi pêşengtiya jinan were guherandin. Em, polîtîkayên qirêjî yên di şexsê jinan de xistine meriyetê şermezar dikin. Di encama polîtîkayên şerê taybet de bi sedan jin hatin qetilkirin. Ji Dayika Taybet heta Îpek Er û Gulistan Doku, bi sedan jin hatin qetilkirin. Her wiha Sara, Nagihan Akarsel, Hevrîn Xelef, Jîna Emînî û Evîn Goyî ku li dijî vê pergala qirêjî têdikoşiyan, di encama van polîtîkayan de hatin qetilkirin. Ev hilbijartin ji bo jinên kurd hilbijartineke jirêzê nîne. Ji bo me dem dema hesabpirsînê ye. Em ê hesaba hilweşîna ekolojiyê, şerê taybet û tecrîda li Îmraliyê bipirsin. Em ê bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ biçin ser sindoqan û jiyaneke azad û demokratîk ava bikin.” 
 
‘EM Ê BI JINAN RE BIGUHERÎNIN’
 
Piştre jî namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Aysel Aras axivî û ev tişt anî ziman: “Bi pêşengtiya me jinan jiyaneke nû tê avakirin. Tevlibûna jinan a siyasî û di gelek mijarên din ên weke aborî û hwd. de divê wekhevî hebe. Mafên jinan, berpirsyartiya her kesî ye. Hikûmeta heyî tevahiya destkeftiyên jinan jê standin. Jina bihêz, civaka bihêz e. Em ê hesaba hemû tiştên bi serê jinan hatine anîn bipirsin û bi jinan re biguherînin.” 
 
‘TIŞTA KU ME DI 7’Ê HEZÎRANÊ DE NÎVCO HIŞTIBÛ DÊ BI DEST BIXIN’
 
Ji namzetan Yilmaz Hun jî wiha got: “Me di 7’ê hezîranê de jî heman govend gerand. Em ê di 14’ê Gulanê de jî heman govendê bigerînin. Em ê bi heman ruhî hêviya xwe mezintir bikin û her du parlamenteran jî bi dest bixin. Em ê li tevahiya Tirkiyeyê 100 parlamenteran derxînin. Tişta ku me di 7’ê hezîranê de nîvco hiştibû em ê di vê hilbijartinê de bi dest bixin.” 
 
Herî dawî jî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî û wiha got: “Ev çîrok çîroka hevpar a Partiya Çepên Kesk e, çîroka Îdirê ye. Ev çîrok çîroka Ege, Marmara, Behra Reş, Serhed, Botan û Amedê ye. Ev çîrok bi Partiya Çepên Keskê dest pê nekir. Ev çîrok çîroka berxwedana birûmet a bi salan e. Ev çîrok çîroka kurdan, tirkan, azeriyan, ermenan, suryanan û hemû bindestên li vê erdnîgariyê tên eciqandin e. Em tevek yek in, em xwişk-bira ne û dê bi hev re bijîn. Mînaka vê ya herî xweşik jî Îdir e, Qers e û bajarên din ên mîna wan in. Kî çi bike jî dê nekare vê hesta xwişk-biratiyê xerab bike. 
 
EM Ê WAN JI DÎROKÊ TUNE BIKIN
 
Di nava vê çîrokê de pêkvejiyan, aştî û azadî heye. Di nav de hêvî û xeyalên ciwanan hene. Di nav de têkoşîna jinan heye. Vaye çîroka me ev e. Baş e lê çîroka AKP-MHP’ê çi ye? Di çîroka wan de birçîtî, xizanî, hejarî, dizî, nefret, hêrs, girtîgeh, tayînkirina qeyûman, çeteya 5’an, AKP’î û MHP’î hene. Heke tu mîna wan nefikirî û dengê xwe nedî wan, wê demê mafê bêhnstandin û jiyanê jî nadin te. Her cureyên zilm, neheqî, bêhiqûqtî û tundiyê hêjayî te dibînin. Lê em ê wan di 14’ê Gulanê de têk bibin û ji dîrokê tune bikin. 
 
ÇAVKANÎ PÊŞKEŞÎ ERDOGAN Û ALÎGIRÊN WÎ TÊN KIRIN 
 
Krîza aborî êdî xelk perîşe kiriye. Ew nikarin xizanî û hejariya li Îdirê di paceyên qesrê de bibînin. Nikarin beroşên we yên vala, zarokên we yên birçî diçin dibistanê ji paceya qesrê bibînin. Ji ber ku ew bi tijekirina qaseyên xwe ve mijûl in. Ew bi dewlemendkirina alîgirên xwe ve mijûl in. Ew bi îhaleyên dê bidin çeteyên xwe ve mijûl in. Îro li qadên mitîngan heqaretan dikin, tiliya xwe li gel dihejînin. Rojekê gotin gaz derdikeve û roja piştre gotin petrol e. Lê nabînin ku ev tevek dibin gaz, difirin û diçin. Ew jî dê di 14’ê Gulanê de bibin gaz û bifikirin. Bêguman heke çavkaniyên welêt ji bo cihên rast bên bikaranîn dê ev welêt bikare pêş bikeve. Lê ew li qesrên xwe hewl didin dewlemendiyên xwe biparêzin. Çavkaniyên vî welatî di esasê xwe de li Enqereyê li Beştepeyê ye. Qesra Erdogan e. Bila her kes bizane ku hemû çavkanî tenê ji bo Erdogan û alîgirên wî diçin. Ji bo cotkar û hilberînerên Îdirê nayên bikaranîn. Tekane derdê wan kursî û îktîdara wan e. Lê Îdirê biryara xwe daye û dê AKP’ê di 14’ê Gulanê de bike partiya tabelayê. Çîroka wan qediya, êdî fîlmê wan xelas bû. 
 
 ERDOGAN BÛ QRALÊ GUSTÎLAN 
 
AKP li qadan ji bo reşkirina partiya me her tiştekî dike. Dest bi derewan kiriye û her roj bi heqaret û reşkirina partiya me xebatên xwe didomîne. Erdoganek heye ku dibêje fermana ji Xwedê digire. Heta şerm nakin ku dîn jî ji bo siyasetê bi kar tînin. Erdoganek heye ku xwe weke pêxember dibîne. Her wiha AKP’yek heye ku baweriya gelê me îstîsmar dike. Êdî dem hatiye ku em ji vê rewşê re bibêjin bes e. Ew dem jî 14’ê Gulanê ye. Em ê di wê rojê de wan bişînin cihê jê hatine. Dema Erdogan nû hatî gustîla li tiliya xwe nîşan da û got; ‘tekane serveta min ev gustîl e.’ Lê niha bûye qralê gustîlan û bûye kesê herî dewlemend. Êdî dema têkbirina wî hatiye. Bayê Partiya Çepên Kesk li her derê ye û kesek nikare pêşî li me bigire. 
 
‘ROJ ROJA LI BA HEV SEKINÎNÊ YE’
 
Dê gelê Îdirê dîsa li îradeya xwe xwedî derkeve. Dê gelê me namzetên me bişîne parlamentoyê. Yên ku di demên berê de meqerne, çay, komir, şekir û hwd. belav dikirin, niha jî dest bi belavkirina pereyan kirine. Lê bila baş bizanin ku xelkê Îdirê ku îradeya xwe ji bo meqerne û komirê nefirotî dê ji bo pereyan jî nefiroşe. Gotineke min a din jî ji bo kesên li malên xwe rûdinin e. Partiyê ji berê ve raye da her kesî. Yên di demên berê de hatin peywirdarkirin lê di vê demê de cih negirtin heke bixeyîdin, ev tê wê wateyê ku ji vê têkoşînê fêm nekirine. Em nahêlin tu kes ziyanê bigihîne vê têkoşînê. Bila ew jî baş bizanin ku cihgirtina wan a di nava vê têkoşîna birûmet de dê wan jî mezin bike. Ji ber ku qîmet daye her kesî, kirine xwedî rûmet û peywir daye her kesî. Ya muhim ew e ku hûn jî li rex hevalên din cih bigirin û bixebitin. Roj roja xwe xeyidandin û rûniştina li malê nîne. Roj roja têkbirina faşîzmê ye. Dem dema yekitî û hevgirtinê ye. Heke em bikarin vê bikin, wê demê dê li Îdirê encam 2-0 be. Ez careke din dibêjim, li Îdirê dê demokrasî 2 û faşîzm jî 0 be. 
 
EM Ê WAN TEVÎ ZILMA WAN TÊK BIBIN
 
Roja ku hûn diçin ser sindoqê, pusulayê bigirin û tu partiyên din nebînin. Tenê Çepên Kesk bibînin. Mohra xwe li bin Çepên Kesk bidin. Mohra xwe wisa lê din ku Erdogan 50+1’ê di xewna xwe de bibîne. Em dibêjin dengek ji bo Partiya Çepên Kesk û dengek jî ji bo Kiliçdaroglû. Ji ber ku em dixwazin faşîzm têk biçe û zext bên bidawîkirin. Em dixwazin aştî, aramî, hezkirin û edalet bê vî welatî. Bila kesên xeyala rojên tarî dikin baş bizanin ku Partiya Çepên Kesk temînata vî welatî ye. Temînata edalet, aştî û aramiyê ye. Em ê wan tevî derhiqûqtiyên wan bişînin. Em ê qeyûman jî bişînin. Em ê tevahiya zilma ku wan li me kiriye tevî wan têk bibin.” 
 
Piştî axaftina Buldan, mitîng bi konsera Cevdet Bagca bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

12/05/2023
09:01 Maseya Îslamê: Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîmî hilbijêrin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
11/05/2023
22:13 Li Stenbolê şahiya ciwanan
20:59 Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe
19:19 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê serdana OHD'ê kir
18:39 Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
17:40 Dosyeya leşkerê ku Mehmet Ûytûn kuşt ji dadgeha cezayê giran re hat şandin
17:35 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî serdana HDK’ê kir
17:28 Partiya Çepên Kesk li qadê ye
16:44 Bakirhan: Li Sêrtê walî û qeymeqam xebatên hilbijartinê yên AKP’ê bi rê ve dibin
16:29 Doza derheqê 42 kesên kesên tev li meşê bûn hatibû vekirin hate lidarxistin
15:55 Dolar rekoreke din derbas kir: Hikûmetê kura dualî ava kir
15:44 Partiya Çepên Kesk bi ciwanan re civiya: Ji ciwanên difikirin û dipirsin ditirsin
15:37 Ji bo mitînga Stenbolê bang: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Yenîkapiyê ve
15:36 Li Manîsayê banga ‘bibe muşahid’ hate kirin
15:20 Li Mîlanoyê teqîneke mezin çêbû
15:16 PDK’ê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt
15:12 Di êrişa Til Temirê de welatiyek hate qetilkirin
14:58 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî: Çareserî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
14:34 Hunermend Rojdayê têkildarî Dosso Dossiyê daxuyanî da
14:20 Muharrem Înce xwe ji namzetiyê vekişand
14:17 Bi hezaran kes herikîn mitînga Agiriyê: Em her 4 parlamenteran jî bi dest bixin
14:15 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê: Bihara rasteqîn dê bi çûna Erdogan were
13:44 Li herêma ku operasyon lê didome bi ser malan de girtin
13:11 Ji bo 3 kesên êrişî avahiya HDP’ê kirin cezayê hefsê hat xwestin
12:57 Partiya Çepên Kesk û HDP: Me li dijî hîleyên hilbijartinê her cureyên tevdîran girtine
12:36 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê bang kir
12:13 Beriya hilbijartinê li Şaredariya Sûrê ‘birayên’ xwe digirin kar
12:03 Soylu li xwe mikûr hat: Erdogan xwest, min tavilê qeyûm li şaredariyan tayîn kir
11:54 Erdoganê ku fermana qeyûman daye ji kurdan re peyamek şand: Hûn şahidên herî nêz ên hewldanên me ne
11:35 Li Bismilê tundiya polîsan: Tevî zarokê xwe birîndar bû
11:27 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:24 Li bajarê Sema Yuce Agiriyê mitîngeke bi heybet
11:17 Zexta ‘parastinê’ li Aysel Tugluk tê kirin
11:12 Serokê CÎK’ê Tûrhalli ji bo Çepên Kesk banga piştgiriyê kir
10:59 ATK: Uytun bi fîşeka gazê hate kuştin
10:28 Banga ewlehiya hilbijartinê li mamosteyan kir: Em sindoqan biparêzin
10:13 Emîne Şenyaşarê ji bo danişînê bang kir: Edalet dê bi piştevaniyê were
09:08 Mexdûrên erdhejê: Dengê me ji Partiya Çepên Kesk re ye
09:07 Îzmîr li benda 14'ê Gulanê ye
09:04 'Partiya Çepên Kesk dê hesabê 301 madenvanan bipirse'
09:04 Ji bo dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk ji Almanyayê hat Semsûrê
09:03 ‘Ji bo wekhevî û azadiya jinê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk’
09:00 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî li Stenbolê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2023'YAN
10/05/2023
22:35 Li ber NY’yê çalakiya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’
20:49 Velî Encu hat berdan
20:37 Li Botanê xemla Partiya Çepên Kesk
20:17 Li Xarpêt û Enqereyê mîtîngên Partiya Çepên Kesk: Dîwarên qesrê hildiweşin
19:43 Ji Manapa ku 30 sal in girtiye û berdana wê tê astengkirin valîzê wê yê di depoya girtîgehê de pirsîn
19:00 Partiya Çepên Kesk li Semsûr û Amedê serdana dikandaran kirin
17:06 Partiya Çepên Kesk ji bo hezazê daxuyanî da: Divê êdî bêjin bes e
16:59 ‘Em ê navê AKP’ê li Mûşê nehêlin’
16:49 Li Îzmîrê amadekariyên mitînga fînalê
16:47 YSK’ê daxwaza Wezareta Karên Hundir red kir
16:41 Partiya Çepên Kesk bi rojnameger û nivîskaran re civiya: Divê zîhniyeta yekperest bê hilweşandin
16:38 NÇM: Divê hunermendên kurd nebin maşikên polîtîkayên qirêj
16:37 Li Amedê karmendan kampanyaya ‘+1 didin xebitandin’ dan destpêkirin
16:37 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Xarpêtê dest pê kir
16:16 Yuksekdag: Piştî 14’ê Gulanê wê tiştên xweş çêbibin
15:22 Platforma Tenduristiyê ya Amedê ‘Belgeya Helwesta Hilbijartinê’ eşkere kir
15:22 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 779’emîn de berdewam dike
14:27 Li Rojava mitînga Abdullah Ocalan û Partiya Çepên Kesk
14:18 Doza Kobanê: Erdogan bi rêya we kampanyaya hilbijartinê dimeşîne
14:17 Xalê Şêro behsa dê deng çawa werin bikaranîn kir
14:17 Banka Navendî ketiye çirava deynan
14:16 Beriya ku name bigihîjin destê wê ew jî hat girtin
13:52 Tevahiya kolan û cadeyên Êlihê ji bo Erdogan hatin girtin
13:15 Xizîneyê li gorî par çar qet zêdetir li kêmiyê da
13:12 246 kesayet: Ji bo jiyanek bi rûmet em dengê xwe didin Çepên Kesk
13:00 CHP’î li Mereşê derewa ‘Partiya Çepên Kesk piştgiriyê dide me’ belav dikin!
12:31 Li Dêrsimê bayê Çepên Kesk rabû: Ev baweriya qedîm dê we bişîne
12:25 Lêgerîna edaletê ya di Komkujiya Garê de di meha 91’emîn de ye
11:41 Dovîz rabû, TL bêqîmet bû
10:58 Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 508 hezar kesan
10:50 Ji bo mitînga Mêrsînê bang kirin: Dê bibe wêneyê serkeftina hilbijartinê
10:50 ‘Mafê hemû hilbijêran heye ku sindoqan biparêzin’
10:36 Baroya Sêrtê ji bo ewlehiya hilbijartinê amadekariyên xwe temam kir
10:25 Cerdevanê ku dihat îdiakirin ji zinar ketiye xwarê mir
10:19 Namzetê AKP’ê yê ‘edalet’ ji bîr kirî
10:18 Çepên Kesk dê ji herêma Egeyê 4 hezar û 470 hilbijêran bibe Kurdistanê
09:57 Sirri Sakik: 14’ê Gulanê roja hesabpirsînê ye
09:56 Saziyeke dezenformasyonê: Ajansa Anadoluyê
09:31 Li Îdirê bayê Partiya Çepên Kesk: 2-0
09:19 Li ber zextan serî rakir û niha jî namzet e
09:05 Eksîk: Dengek dikare pêşî li ber desthilatê bigire
09:04 4 roj man: AKP-MHP'a ku li qadê têk çûye, divê ji sindoqan derneyê
09:02 Jinên Posxovê: Divê ev pergal biguhere
09:01 Jin doza guherînê dikin: Hêvî Partiya Çepên Kesk e
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2023'YAN
09/05/2023
23:05 Li Şengalê goreke komî ya din jî hat dîtin
20:55 Mîtînga Colemêrgê: Em ê tecrîdê bişkînin
20:48 Li Sakaryayê êrişî wesayîta Kiliçdaroglû kirin
19:02 Ji Partiya Çepên Kesk li navçeyên Amedê gera hilbijartinê
18:49 Ji 304 kesan banga hevpar a ji bo hilbijartinê
18:28 Piştî mîtînga Nisêbînê polîsan êriş bir ser ciwanan
17:28 Partiya Çepên Kesk mal bi mal digere
17:14 Ahmet Turk: Ji bo rayekî heyet şandin Îmraliyê
Aydenîz: Wê birevin û li pey xwe nenêrin
17:08 Sancar bang li ciwanan kir: Her yek ji we weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin
16:27 Li Çewligê civîna gel: Niha dema guhertina desthilatê ye