Partiya Çepên Kesk û HDP: Me li dijî hîleyên hilbijartinê her cureyên tevdîran girtine

img
ENQERE - Navenda Şopandin û Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP û Partiya Çepên Kesk diyar kir ku li dijî hîleyên hilbijartinê hemû cureyên tevdîran girtine û wiha got: “Daxuyaniyên partiya me yên li dijî manîpulasyonan bi baldarî guhdar bikin.” 
 
Navenda Şopandin û Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk, têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bal kişand ser tevdîrên ji bo ewlehiya hilbijartinê û wiha hat gotin: “Me li dijî hîleyên hilbijartinê her cureyên tevdîran girtine. Daxuyaniyên partiya me yên li dijî manîpulasyonan bi baldarî guhdar bikin.” 
 
‘EM Ê DESTÛRÊ NEDIN DIZÎNA DENGAN’
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di çarçoveya ewlehiya hilbijartinê de Navenda Şopandin û Koordînasyona Hilbijartinê ku ji hevserokên giştî, hevberdevkên Partiya Çepên Kesk, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û rêveberên partiyê pêk tê ava kirine. Daxuyanî wiha dom kir: “Tevî êrişên îktîdara AKP-MHP’ê ku tevahiya derfetên dewletê ji bo kampanyaya xwe bi kar tîne jî me xebatên pir baş û berhemdar kirin. Bêyî ku guh bidin binçavkirin, girtin û astengkirinan, em bi saya piştgiriya gelên xwe û keda xwe kolan bi kolan, gund bi gund geriyan û me xebat meşandin û dimeşînin. Em baş di ferqa fikarên gel ên têkildarî hîle û lîstikên îktîdarê yên ji bo hilbijartinê de ne. Tevî hîleyên îktîdara AKP-MHP’ê jî em ê sindoqan biparêzin. Li dijî her cureyên provakasyonên îktîdarê em ê bi aqilane tevbigerin û dê sindoqan neterikînin. Em ê nehêlin tenê yek dengê me bidizin û dê nehêlin vala biçe.” 
 
100 HEZAR PARTIYÎ Û 3 HEZAR HIQÛQNAS
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Me hîleyên îktîdarê nirxandin û li gorî wê tevdîr girtin. Dê zêdetirî 100 hezar partiyiyên me yên dilxwaz di roja hilbijartinê de sindoq û dengan biparêzin. Li gel dilxwazan, her wiha 3 hezar hiqûqnasên me ku dê mudaxaleyî nelirêtiyan bikin û îtîraz bikin hatine peywirdarkirin. Komîsyona Karên Hilbijartinê jî di asta navçe-bajaran de dê girtekên bi îmzeya şil teqez bigire û vê li databasê zêde bike. Komîsyona me ya navendî dê bi awayekê hemwext daneyên li databasa YSK’ê hatine barkirin bişopîne. Heke di navbera daneyên YSK û daneyên me de hevnegirtinek çêbibe, dê tavilê bên tespîtkirin û ji bo sererastkirina daneyan pêvajoya îtîrazê bê destpêkirin. Di vê hilbijartinê de partiya me dê bi awayekî hemxwest kontol û venihêrîna sindoqan bi awayekî sêalî bişopîne. Di vê mijarê de me hemû amadekariyên xwe kirine. 
 
BANGA XWEDÎDERKETINA LI SINDOQAN
 
Em banga li her kesî dikin ku xwedî li sindoqan derkevin. Li dijî encamên manîpulatîf ên îktîdarê û medyaya wê, bila her kes daxuyaniyên Navenda Koordînasyonê ya partiya me bişopîne û van daxuyaniyan esas bigire. Ji bo parastina her dengekî, hêza me ya herî mezin piştgiriya gel e. Divê her kes weke peywirdarê sindoqê û muşahit bixebite, hevalên me yên peywirdarên fermî bi tenê nehêlin. Ev yek pir girîng e. Bi vê zanebûnê em dibêjin em ê bi hev re biguherînin. Ji bo we serkeftinê dixwazin.” 
 

Sernavên din

14/05/2023
10:22 Pagani yê li Rihayê hilbijartinê çaverê dike: Tirkiyeyek demokratîk mimkûn e
10:21 Akin dengê xwe da: Em ê serkeftina demokrasiyê pîroz bikin
10:21 Ûçar: Bila bibe wesîleya komareke demokratîk
09:45 Bûldan dengê xwe da: Divê ev pergala xerabiyê îro biçe
09:29 Malbata Şenyaşar dengên xwe dan
09:13 Li Qoserê li dibistanekê dengdayîn dest pê nekir
08:00 Dengdayîn ya hilbijartina dîrokî dest pê kir
08:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2023'YAN
13/05/2023
18:32 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
17:24 Ji Partiya Çepên Kesk tûrên fînalê
17:14 Dadgehê cezayê Hasîp Akbûlût ê ku Muteber Akbûlûtê qetil kir kêm kir
17:08 Sancar ji îktidarê re got: Wê Amed dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin
17:02 Uçar: Emrê wan ê siyasî tenê bi qasî mohrekî ma ye
16:40 Aydenîz: Heta Ocalan azad nebe gel azad nabin
Akin: Emrê wan tenê rojek ma
16:25 Bûldan ji Wanê bang kir: Sibê em ê ji Erdogan re bêjin ‘Van Mînut’
16:04 Mizrakli name şand mitînga Amedê: Em ê bi hev re azad bibin
15:30 Li Yenîkapiyê bang kirin: Bay bay yekzilam
15:30 Jinên mûşî: Em bi dirûşmeya jin jiyan azadî xwedî li sindoqan derkevin
15:29 Hat xwestin girtiyên nexweş Fatma Ozbay û Bedrî Ot bên berdan
14:51 Dayikên Şemiyê: Dengê me ji demokrasiyê re ye
14:50 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Kodîn were berdan
14:36 Peyama Qada Îstasyonê: Dê tecrîd bê rakirin
14:18 Qada Îstasyonê bi devî re tije bû
14:08 Xelkê Wanê di mitîngê de îradeya xwe beyan dike
14:08 Bi deh hezaran diherikin Yenîkapiyê: Destpêkeke bi heybet
14:04 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Ozdemîr û Çitak pirsîn
13:48 Xelkê Amedê diherike mitînga fînalê: Em li bin darê bicivin
13:37 Ji YSK'ê biryara bo Muharrem Înce
13:24 Partiya Çepên Kesk li sê bajarên mezin bi beşdariya sedhezaran kes mitîng li dar dixe
13:13 Çavdêra navneteweyî Dr. Vráblíková: Tevî her tiştî jî biryardariya serkeftinê heye
12:59 Şandeya fransayî serdana Malbata Şenyaşar kir
12:25 Li Amedê 3 hezar û 510 hilbijêrên livdar serlêdan kirin
12:22 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
12:04 Baroya Mûşê: Ji bo ewlehiya sindoqan wê parêzer li qadê bin
11:55 Dîmena dawî ya Abdulhalîm Kirtay
11:54 Li Êlihê du koman li hev da: Kesek hat kuştin
11:47 Cenazeyê Azad Demîral jî di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin
11:40 Cihên ku Hevberdevkên Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên HDP’ê raya xwe bikar bînin diyar bûn
11:22 Dayikên têkoşer: Îktidar kengê biçe, wê çaxê roja me ye
11:14 Ozdogan: Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye
11:12 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin
10:50 Bi malbatî bûn muşahîdên Partiya Çepên Kesk: Em xwedî li sindoqan derkevin
10:35 Yolerî: Serokkomar li ser girtiyên nexweş cihêkariyê dike
09:27 Bang li bedlisiyan kirin: Dengek dikare rengê hilbijartinê biguherîne
09:20 Kirkazak: AKP bi ser Ocalan re serî li spekulasyonan dide
09:11 Hunermend dê di 14'ê Gulanê de bersiva desthilatê bidin
09:06 ‘Îdirê biryara xwe daye”
09:01 Yucekaya: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2023'YAN
12/05/2023
21:08 Li Gundogdûyê bang kirin. Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin
20:08 Şerzan Kûrt hat bibîranîn
19:21 Li Şirnexê şahiya ciwanan: Em ê govenda azadiyê bigerînin
19:10 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî: Em ê dengê we bigihînin Konseya Ewropayê
18:01 Li Botanê 'karwana azadiyê' ya Partiya Çepên Kesk
17:54 Cenazeyê Kirtay hat veşartin
16:59 Banga ji bo mîtînga Amedê
16:48 Baroya Şirnexê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ava kir
16:47 Endamê meclisa şaredariya AKP’ê îstîfa kir
16:33 Çûkûrova TUHAY-DER’ê bertek nîşanî tecrîdê da
16:31 6 hezar TIR û 30 otobus li deriyê sînor tên sekinandin
16:12 Fadil Şenyaşar nehate berdan
16:08 Turkcellê xebatên binesaziya teknîkî xist dîroka hilbijartinê
15:57 Hevserokê DFG’ê Altan: Serdema bêhiqûqtiyan bi dawî dibe
15:51 Koordînasyona Ewlehiya Hilbijartinê ya Stenbolê: Em ê bi hev re bi ser kevin
15:47 Soylû ferman da û qeyûman jî laptopên şaredariyan radestî emniyetê kirin
15:36 Serokê Heyva Sor a Tirk îstîfa kir
15:31 Şandeyên biyanî dê hilbijartinan di cih de bişopînin
15:10 Li Erdexan, Panos û Amedê xebatên hilbijartinê
14:51 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Bila beyanên kesên hatine darizandin ji nû ve bên girtin
14:39 Hilbijêrên livdar ên ji Mûglayê bi rê ketin: Her deng pir girîng e
14:33 5 hezar hilbijêrên livdar ên Stenbolê ji bo dengê xwe bidin bi rê ketin
14:22 Di hâlete mirinê de hat berdan, 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da
14:01 ‘Dema te raya xwe bikar anî Heskîfê bîne bîra xwe’
13:57 Li TRT’ê amadekariyên hilbijartinê: Roja hilbijartinê neyên kar!
13:45 Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn
13:44 Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin
13:15 Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn
13:14 Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand
12:46 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:45 Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin
12:45 Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin
12:27 Serokê YSK’ê Yener: Em ê encamên neteqez di heman rojê de eşkere bikin
12:23 Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin
12:16 Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir
11:49 Xelkê Amedê: Em ê sibe biçin mitîngê û rojek piştre jî Erdogan têk bibin
11:40 Namzeta Partiya Çepên Kesk Kordû: Divê herkes dengê xwe bide
11:33 Ji hilbijartinê re 2 roj man: Mifteya guhertinê di destê jinan de ye
11:32 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe
11:05 AA encamên hilbijartinê ji ku digire?
10:52 MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
10:40 Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye
10:14 Heta niha 55 hezar hilbijêrên livdar serî li Partiya Çepên Kesk dane
10:01 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin
10:00 Li Stenbolê 5 hezar parêzer û ekîba gerok
OHD: Roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li 81 bajaran dê bixebitin
09:52 Li Cizîrê mirina biguman a zarokekî
09:35 Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin
09:31 14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e
09:03 Ji herêma erdhejê: Bibin muşahid
09:02 Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan
09:01 Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye