Mitînga Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê: Bihara rasteqîn dê bi çûna Erdogan were

  • rojane
  • 14:15 11 Gulan 2023
  • |
MÊRSÎN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di mitînga Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê de axivî û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê. Buldan, anî ziman ku AKP-MHP ji bo Tirkiyeyê bûne “pirsgirêka bekayê” û wiha got: “Bihara rasteqîn dê bi çûna Erdogan bê.” 
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Mêrsînê mitîng li dar xist. Mitîng li rex Stadyuma Tevfîk Sirri Gur a li navçeya Yenîşehîrê hat lidarxistin û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Endama Lijneya Berdevkan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, Başak Demîrtaş û namzetên parlamenteriyê tev li bûn. 
 
KESEKÎ KRÎZA DIL DERBAS KIR: AMBULANS NEHAT!
 
Beriya mitîngê, welatiyekî krîza dil derbas kir û lê xebatkarên tenduristiyê û ambulansa li qada mitîngê peywirdar nehatin peydakirin. Li ser vê yekê mudaxaleya ewil ji hêla welatiyan û endamên partiyê ve hate kirin. Tevî ku li ser dikê gelek caran anons hate kirin jî wesayîta peywirdarên tenduristiyê nehat û piştî bertek hatin nîşandan,  hat hînbûn ku ji bo xwarinê ji qadê çûne. 
 
‘DERÎ VEKE VEYSEL EFENDÎ VAYE DIÇIN’
 
Bi hezaran kes tev li mitîngê bûn û bi pankartan bal kişandin ser pirsgirêkên welêt. Di mitîngê de pankartên weke “Di nukleerê de mirin, di Çepên Kesk de jiyan heye”, “Li mitbaxa welatiyan şewat heye. Gelo balafira we ya ku hûn vemirînin heye?”, “Em ne siyaseta nêrza lê siyaseta demokratîk dixwazin” û” Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hatin vekirin. Yek ji pankartên balkêş jî ev bû: “Derî veke Veysel Efendî vaye diçin.” 
 
ÇI DIBE BILA BIBE DAWÎ DÊ MUHTEŞEM BE
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk bi pankarta “Çi dibe bila bibe dawî dê muhteşem be” ketin qadê ku gotina endamê HPG’ê Cîhat Turkan (Çiyager) bû û di sala 2016’an de li Sûrê jiyana xwe ji dest dabû. 
 
ROJEVA SEREKE YA GEL OCALAN E
 
Di mitîngê de coşeke mezin hebû û girseyê bênavber dirûşmên weke “Jin, jiyan, azadî”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Kartol pîvaz bi xatirê te Erdogan” berz kirin. Beşdar, bi cil û bergên xwe yên kurdî û herêmî ketin qadê û qada mitîngê bi rengên kesk, sor û zer xemilandin. Di tevahiya mitîngê de bênavber bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate dayîn û dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Her wiha ciwanan dovîza “Me bi ciwantî dest pê kir dê bi ciwanî bi ser kevin” vekirin. Yek ji pankartên herî pêş cih digirt jî ji gotina Ocalan “Ey zeman, an ez ê serkeftinekê diyar te bikim an jî weke qet nehatibe jiyîn bihesibînin” bû. 
 
KOCA: EM Ê ÎKTÎDARA ERDOGAN TÊK BIBIN
 
Piştî ku hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên bajar girse silav kirin, mitîng dest pê kir. Di mitîngê de ji ewil namzetê parlamenteriyê Perîhan Koca axivî û wiha got: “Em ê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dîrokê binivîsin. Em ê herî kêm 4 parlamenteran ji Mêrsînê derxînin. Em ê sê roj piştre îktîdara Erdogan bişînin sergoya dîrokê. Wan digot qey dê bi êriş û binçavkirinan serî bi me bidin tewandin lê nekarin û dê nekarin.”
 
‘BI XATIRÊ TE YEKZILAMO’
 
Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz jî bi gotina “Bi xatirê te yekzilamo” dest bi axaftina xwe kir û ev tişt anî ziman: “Em ê hesaba berpirsyarên erdhejê bipirsin. Em ê hesaba mirovên me yên di bin erdhejê de mane bipirsin. Em ê pergala we ya rizî di 14’ê Gulanê de têk bibin. Em deriyê ked û azadiyê vedikin. Wezîrê karê hundir Suleyman Soylu bêyî ku şerm bike dibêje ‘Li ser daxwaza Erdogan me di nava du rojan de qeyûm tayîn kirin.’ Ma tu dewleta hiqûqêyî yan a polîsan? We tapûya xwe avêt. Me dîwarên tirsê ji zûde avêtine. Em ê di tûra ewil de vî karî biencam bikin. Dengek bo Kiliçdaroglû û dengek jî bo Partiya Çepên Kesk.” 
 
YUCE: EM Ê DINYAYEKE AZAD Û WEKHEV AVA BIKIN 
 
Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce jî wiha got: “Îro, salvegera Komkujiya Reyhanliyê ye. Ev hilbijartin li dijî barbariya DAIŞ’ê ye. Em ê bi hev re qêrînên serkeftinê biavêjin. Em ê xwedî li keda xwe û li nasnameya xwe xwedî derkevin û cîhaneke azad û wekhev bi hev re ava bikin.” 
 
DEMÎRTAŞ: FÊKIYÊ DARA ME AŞTÎ YE
 
Başak Demîrtaş jî wiha got: “Em ê bi hev re hemû hevalên li zindanan azad bikin. Gundên we hatin şewitandin û îşkence li we hate kirin lewma hûn hatin Mêrsînê. Lê neheqî li vir jî xelas nebûn. Bi hezaran ciwanên kurd di girtîgehan de ne. Xelkê me birçî ye. Zimanê me qedexe û miameleya kesên duyemîn li me tê kirin. Lê dawiyeke vê zilmê jî heye. 14’ê Gulanê dê bibe destpêka vê. Divê di vê hilbijartinê de tenê yek dengê me jî vala neçe. Bi dengên xwe divê em vê darê baş av bidin. Fêkiyê vê darê xwişk-biratî, aştî, aramî û bereket e. Ez hemû kurdan ji bo Partiya Çepên Kesk vedixwînim. Werin em bi hev re vê îktîdara zalim têk bibin.” 
 
‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BANDORÊ LI GELAN DIKE’
 
Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Ev tecrîd, bandorê li tevahiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dike. Em ê di 14’ê Gulanê de li dijî vê dengekî mezin derxînin. Ev yek di destê gelê me de ye.” 
 
BULDAN: EV ÇÎROK ÇÎROKA TIRKAN E, ÇÎROKA KURDAN E 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî di mitîngê de wiha got: “Em ê îktîdara AKP-MHP’ê di 14’ê Gulanê de têk bibin. Ev dîmen, dîmenê bêtehemûliya li îktîdara AKP’ê ye. Dîmenê daxwaza guherîn û veguherînê ye. Dîmenê nivîsandina çîroka nû ye. Ev çîrok, çîroka tirkan e, çîroka kurdan e. Çîroka  jinan, elewiyan û çîroka aştî, demokrasî, xwişk-biratî û aramiyê ye. 
 
AKP-MHP LI KU BIN DEREW Û DIZÎ LI WIR IN 
 
Partiya Çepên Kesk li ku derê be li wê derê demokrasî, aştî, aramî, pêkvejiyan heye. AK-MHP jî li ku bin, li wê derê derew heye, dizî heye, talan heye, neheqî, bêedaletî, zilm, zext, tundî, cînayetên jinan û nebaşî heye. Wêneyê li Mêrsînê nîşaneya têkbirina vê îktîdara AKP-MHP’ê ye. Her roj gefan, heqaretan dikin û hewl didin pêşî li xebatên me bigirin. Êdî sozeke bikarin bidin gel nema ye. Tenê tiştekî dikin; heqaretê li gel dikin, gefan dixwin û tiliya xwe li xelkê dihejînin. Ew nizanin bê ka gelên Mêrsînê çi dijîn. Haya wan ji feqirî û hejariyê nîne. Ji ber ku ew ji pacên qesrê dinêrin. Ew li wir nabînin bê ka gel dikare pîvaz û kartolan bikirin an na. Em soz didin ku dê wan bi pîvaz û kartolan bişînin. Belaya herî mezin a vî welatî AKP û MHP ne. Tekane derd ev e. Lewma 14’ê Gulanê rojeke krîtîk û girîng e. Dê qedera me tevan biguherîne. 
 
BIHARA ESASÎ DÊ PIŞTÎ ÇÛNA ERDOGAN BÊ
 
Erdogan li parlamentoyê dibêje ‘Ez ê bihareke nû bi we bidim jiyîn.’ Em jî ji gelê xwe re dibêjin ku em ê bihara esasî bi çûna Erdogan bijîn. Ji ber ku wan zivistan bi gelên me dan jiyîn. Heta havîna vî welatî jî veguherandin zivistanê. Dê ev bihar bi serkeftina me mezin a di 14’ê Gulanê de were vî welatî. Erdogan, di axaftina xwe ya îro de dibêje; ‘êdî tu kes nikare gefan li birayê min ê kurd bixwe.’ Ji bo kurdan gefa herî mezin hûn in. Gefa herî mezin a li ser kurdan AKP û MHP ne. Lewma em ê di nava van 3 rojan de pir bixebitin. Em ê Çepên Kesk bibin her malê û alaya wê li her qadê li ba bikin. Dema em roja hilbijartinê çûn ser sindoqê, dema me pisûla girt destê xwe, em ê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk û dengekî jî bidin Kiliçdaroglû.  Tu partiyên din nebînin. Bila çavê we tenê li ser Partiya Çepên Kesk be.” 
 
Di mitîngê de bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Piştî axaftinan hunermend Îlkay Akkaya derket ser dikê û mitîng bi stranên wê bi dawî bû. 

Sernavên din

14/05/2023
10:22 Pagani yê li Rihayê hilbijartinê çaverê dike: Tirkiyeyek demokratîk mimkûn e
10:21 Akin dengê xwe da: Em ê serkeftina demokrasiyê pîroz bikin
10:21 Ûçar: Bila bibe wesîleya komareke demokratîk
09:45 Bûldan dengê xwe da: Divê ev pergala xerabiyê îro biçe
09:29 Malbata Şenyaşar dengên xwe dan
09:13 Li Qoserê li dibistanekê dengdayîn dest pê nekir
08:00 Dengdayîn ya hilbijartina dîrokî dest pê kir
08:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2023'YAN
13/05/2023
18:32 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
17:24 Ji Partiya Çepên Kesk tûrên fînalê
17:14 Dadgehê cezayê Hasîp Akbûlût ê ku Muteber Akbûlûtê qetil kir kêm kir
17:08 Sancar ji îktidarê re got: Wê Amed dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin
17:02 Uçar: Emrê wan ê siyasî tenê bi qasî mohrekî ma ye
16:40 Aydenîz: Heta Ocalan azad nebe gel azad nabin
Akin: Emrê wan tenê rojek ma
16:25 Bûldan ji Wanê bang kir: Sibê em ê ji Erdogan re bêjin ‘Van Mînut’
16:04 Mizrakli name şand mitînga Amedê: Em ê bi hev re azad bibin
15:30 Li Yenîkapiyê bang kirin: Bay bay yekzilam
15:30 Jinên mûşî: Em bi dirûşmeya jin jiyan azadî xwedî li sindoqan derkevin
15:29 Hat xwestin girtiyên nexweş Fatma Ozbay û Bedrî Ot bên berdan
14:51 Dayikên Şemiyê: Dengê me ji demokrasiyê re ye
14:50 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Kodîn were berdan
14:36 Peyama Qada Îstasyonê: Dê tecrîd bê rakirin
14:18 Qada Îstasyonê bi devî re tije bû
14:08 Xelkê Wanê di mitîngê de îradeya xwe beyan dike
14:08 Bi deh hezaran diherikin Yenîkapiyê: Destpêkeke bi heybet
14:04 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Ozdemîr û Çitak pirsîn
13:48 Xelkê Amedê diherike mitînga fînalê: Em li bin darê bicivin
13:37 Ji YSK'ê biryara bo Muharrem Înce
13:24 Partiya Çepên Kesk li sê bajarên mezin bi beşdariya sedhezaran kes mitîng li dar dixe
13:13 Çavdêra navneteweyî Dr. Vráblíková: Tevî her tiştî jî biryardariya serkeftinê heye
12:59 Şandeya fransayî serdana Malbata Şenyaşar kir
12:25 Li Amedê 3 hezar û 510 hilbijêrên livdar serlêdan kirin
12:22 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
12:04 Baroya Mûşê: Ji bo ewlehiya sindoqan wê parêzer li qadê bin
11:55 Dîmena dawî ya Abdulhalîm Kirtay
11:54 Li Êlihê du koman li hev da: Kesek hat kuştin
11:47 Cenazeyê Azad Demîral jî di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin
11:40 Cihên ku Hevberdevkên Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên HDP’ê raya xwe bikar bînin diyar bûn
11:22 Dayikên têkoşer: Îktidar kengê biçe, wê çaxê roja me ye
11:14 Ozdogan: Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye
11:12 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin
10:50 Bi malbatî bûn muşahîdên Partiya Çepên Kesk: Em xwedî li sindoqan derkevin
10:35 Yolerî: Serokkomar li ser girtiyên nexweş cihêkariyê dike
09:27 Bang li bedlisiyan kirin: Dengek dikare rengê hilbijartinê biguherîne
09:20 Kirkazak: AKP bi ser Ocalan re serî li spekulasyonan dide
09:11 Hunermend dê di 14'ê Gulanê de bersiva desthilatê bidin
09:06 ‘Îdirê biryara xwe daye”
09:01 Yucekaya: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2023'YAN
12/05/2023
21:08 Li Gundogdûyê bang kirin. Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin
20:08 Şerzan Kûrt hat bibîranîn
19:21 Li Şirnexê şahiya ciwanan: Em ê govenda azadiyê bigerînin
19:10 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî: Em ê dengê we bigihînin Konseya Ewropayê
18:01 Li Botanê 'karwana azadiyê' ya Partiya Çepên Kesk
17:54 Cenazeyê Kirtay hat veşartin
16:59 Banga ji bo mîtînga Amedê
16:48 Baroya Şirnexê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ava kir
16:47 Endamê meclisa şaredariya AKP’ê îstîfa kir
16:33 Çûkûrova TUHAY-DER’ê bertek nîşanî tecrîdê da
16:31 6 hezar TIR û 30 otobus li deriyê sînor tên sekinandin
16:12 Fadil Şenyaşar nehate berdan
16:08 Turkcellê xebatên binesaziya teknîkî xist dîroka hilbijartinê
15:57 Hevserokê DFG’ê Altan: Serdema bêhiqûqtiyan bi dawî dibe
15:51 Koordînasyona Ewlehiya Hilbijartinê ya Stenbolê: Em ê bi hev re bi ser kevin
15:47 Soylû ferman da û qeyûman jî laptopên şaredariyan radestî emniyetê kirin
15:36 Serokê Heyva Sor a Tirk îstîfa kir
15:31 Şandeyên biyanî dê hilbijartinan di cih de bişopînin
15:10 Li Erdexan, Panos û Amedê xebatên hilbijartinê
14:51 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Bila beyanên kesên hatine darizandin ji nû ve bên girtin
14:39 Hilbijêrên livdar ên ji Mûglayê bi rê ketin: Her deng pir girîng e
14:33 5 hezar hilbijêrên livdar ên Stenbolê ji bo dengê xwe bidin bi rê ketin
14:22 Di hâlete mirinê de hat berdan, 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da
14:01 ‘Dema te raya xwe bikar anî Heskîfê bîne bîra xwe’
13:57 Li TRT’ê amadekariyên hilbijartinê: Roja hilbijartinê neyên kar!
13:45 Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn
13:44 Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin
13:15 Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn
13:14 Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand
12:46 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:45 Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin
12:45 Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin
12:27 Serokê YSK’ê Yener: Em ê encamên neteqez di heman rojê de eşkere bikin
12:23 Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin
12:16 Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir
11:49 Xelkê Amedê: Em ê sibe biçin mitîngê û rojek piştre jî Erdogan têk bibin
11:40 Namzeta Partiya Çepên Kesk Kordû: Divê herkes dengê xwe bide
11:33 Ji hilbijartinê re 2 roj man: Mifteya guhertinê di destê jinan de ye
11:32 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe
11:05 AA encamên hilbijartinê ji ku digire?
10:52 MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
10:40 Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye
10:14 Heta niha 55 hezar hilbijêrên livdar serî li Partiya Çepên Kesk dane
10:01 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin
10:00 Li Stenbolê 5 hezar parêzer û ekîba gerok
OHD: Roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li 81 bajaran dê bixebitin
09:52 Li Cizîrê mirina biguman a zarokekî
09:35 Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin
09:31 14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e
09:03 Ji herêma erdhejê: Bibin muşahid
09:02 Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan
09:01 Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye