Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî: Çareserî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

  • rojane
  • 14:58 11 Gulan 2023
  • |
img
STENBOL - Endamên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî ku serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin û têkildarî tecrîdê agahî wergirtin, destnîşan kirin ku bi azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pirsgirêka kurd dikare bê çareserkirin. 
 
Endamên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin û têkildarî Rêberê PKK Abdullah Ocalan ku 24 sal in di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û 2 salan zêdetir agahî jê nayên girtin, agahî wergirtin.
 
Di nava delegasyonê de ji sê welatên cuda 3 kes hatin temsîlkirin. Profesorê Sosyolojiyê û Antropolojiyê Denis O'Hearn, Alîkara Serokê Koma Çep a Konseya Ewropayê, Nûnera Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û Endama Komîteya Şopandinê Laura Castel, Wezîrê Karên Hundir û Edaletê yê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson diyar kir ku di 11 û 12'ê gulanê de wê li Stenbolê bi siyasetmedar, nûnerên civaka sivîl û rêxistinên hiqûqê re hevdîtinan bikin.
 
Heyetê destpêkê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir û ji aliyê parêzer Raziye Ozturk, Emran Emekçî, Îbrahîm Bîlmez û Rezan Sarica ve hate pêşwazîkirin.
 
BÎLMEZ: LI TIRKIYEYÊ HIQÛQ JI ZÛDEYÎ HATIYE BETALKIRIN
 
Îbrahîm Bîlmez di hevdîtinê de axivî û got: "Birêz Abdullah Ocalan mirovekî ji rêzê nîne" û qala tecrîda li Îmraliyê kir. Bîlmez wiha berdewam kir: "Ev rewş gel eleqedar dike. Tecrîdeke giran lê tê ferzkirin ku li cîhanê mînaka wê nîne. Li Tirkiyeyê hiqûq ji zûdeyî hatiye betalkirin. Dema mijar dibe kurd, Abdullah Ocalan û muxalîf hingê hiqûq tê betalkirin."
 
Bîlmez ragihand ku li Girava Îmraliyê hiqûq bi cih nayê anîn, bi rêbazên kêfî nayê bicihanîn û diyar kir ku gelê kurd Abdullah Ocalan weke 'Serok' dibîne.
 
25 MEH IN AGAHÎ JÊ NAYÊ WERGIRTIN
 
Bîlmez anî ziman ku Abdullah Ocalan alîgirê çareseriya aştiyane ye û wiha got: "Ew mirov e ku pêşniyarên çareseriyê yên herî maqûl dike. Lewma tecrîda li ser Ocalan tê wateya tecrîdkirina pirsgirêka kurd. Zehmet e ku herdu ji hev bê cudakirin. Di rewşeke bi vî rengî de siyasetmedar têkildarî muwekîlê me de spekulasyonan dikin. Bûye 25 meh ku em nikarin agahiyê ji Abdullah Ocalan werbigirin. Herî dawî di 25'ê Adara 2021'ê de bi birayê xwe re bi telefonê axivî bû û xwestibû ku parêzeran bibîne. Ev axaftina bi telefonê jî nîvco mabû. Ji hingî ve agahî jê nayê wergirtin. Ji ber vê yekê em nîqaşên ku siyasetmedar dikin li derveyî exlaqê dibînin."
 
SARICA: LI ÎMRALIYÊ ŞERT Û MERCÊN ÎŞKENCEYÊ HENE
 
Parêzer Sarica jî bal kişand ser qedexeya hevdîtina parêzeran û malbatê ya bi Ocalan re, her wiha cezayên dîsîplînê yên ku lê têne birîn. Sarica ragihand ku Tirkiye di nava 8 salên dawî de ketiye nava 'tunela' şer û di nava vê demê de gelê kurd, siyasetmedar û nûnerên kurdan hatine krîmînalîzekirin.
 
Sarica got, "Niha, di dema hilbijartinê de jî li Îmraliyê şert û mercên îşkenceyê hene. Ser vê yekê dinixumînin" û nerazîbûn nîşanî kampanyayên hilbijartinê da ku li dijî Abdullah Ocalan têne meşandin.
 
Sarica got, "Hêzên ku xwe ji bo rêvebirina civakê dikin namzet, bêyî ku li ser mafên mirovan û hiqûqê tiştekî bibêjin, siyaseteke bi vî rengî dikin."
 
HELWESTA CPT A TÊKILDARÎ TECRÎDÊ 25 SAL IN BI HEMAN RENGÎ YE
 
Têkildarî pirseke delegasyonê ya li ser têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê, parêzeran destnîşan kirin ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe, nepêkane ku Tirkiye bikeve nava Yekîtiya Ewropayê.
 
Parêzer Sarica bal kişand ser nêzîkatiya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) a têkildarî Girtîgeha Îmraliyê û destnîşan kir ku helwesta CPT a li ser tecrîdê 25 sal in bi heman rengî ye.
 
YEKÎTIYA EWROPA ZEXTÊ LI TIRKIYEYÊ NAKE
 
Ji parêzeran Raziye Ozturk bi bîr xist ku bi navê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wan serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Çalakiya Lezgîn dan.
 
Raziye Ozturk diyar kir ku komîteyê biryar da divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê bidawîkirin, destûr bê dayin ku parêzer karibin hevdîtinê bikin û ev biryar jî du caran dubare kiriye.
 
Ozturk bal kişand ser rola Yekîtiya Ewropayê û anî ziman ku Yekîtiya Ewropayê mafê xwe yê zexta li ser Tirkiyeyê bi xurtî bi kar anîne, sedema vê jî têkiliya berjewendiyan a navbera herdu aliyane.
 
JONASSON: TIRKIYE JI KURDAN DITIRSE
 
Endamê delegasyonê Ogmundur Jonasson serdana beriya niha li Amedê bi bîr xist û got, "Tirkiye heta ku di nava NATO'yê de be wê ji kiryarên Yekîtiya Ewropayê yan jî kiryareke cuda netirse. Lê belê Tirkiye ji kurdan ditirse. Haya me jî ji vê heye. Ji ber vê yekê em bi we re ne, bi kurdan re ne."
 
Endama delegasyonê Laura Castel jî anî ziman ku çareseriya pirsgirêka kurd bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û piştre jî hevdîtinên ji bo çareseriyê dikare pêk were.
 
Parêzer Emran Emekçî herî dawî axivî û diyar kir ku Abdullah Ocalan her tim amade ye bi rola xwe rabe û got, "Abdullah Ocalan sedema xwe ya jiyan û berxwedanê bi vê yekê ve girê dide."
 
Parêzeran piştre rapora li ser binpêkirina mafên mirovan ên sala 2022'yan ên li Îmraliyê pêşkêşî delegasyonê kirin.

Sernavên din

14/05/2023
10:22 Pagani yê li Rihayê hilbijartinê çaverê dike: Tirkiyeyek demokratîk mimkûn e
10:21 Akin dengê xwe da: Em ê serkeftina demokrasiyê pîroz bikin
10:21 Ûçar: Bila bibe wesîleya komareke demokratîk
09:45 Bûldan dengê xwe da: Divê ev pergala xerabiyê îro biçe
09:29 Malbata Şenyaşar dengên xwe dan
09:13 Li Qoserê li dibistanekê dengdayîn dest pê nekir
08:00 Dengdayîn ya hilbijartina dîrokî dest pê kir
08:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2023'YAN
13/05/2023
18:32 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
17:24 Ji Partiya Çepên Kesk tûrên fînalê
17:14 Dadgehê cezayê Hasîp Akbûlût ê ku Muteber Akbûlûtê qetil kir kêm kir
17:08 Sancar ji îktidarê re got: Wê Amed dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin
17:02 Uçar: Emrê wan ê siyasî tenê bi qasî mohrekî ma ye
16:40 Aydenîz: Heta Ocalan azad nebe gel azad nabin
Akin: Emrê wan tenê rojek ma
16:25 Bûldan ji Wanê bang kir: Sibê em ê ji Erdogan re bêjin ‘Van Mînut’
16:04 Mizrakli name şand mitînga Amedê: Em ê bi hev re azad bibin
15:30 Li Yenîkapiyê bang kirin: Bay bay yekzilam
15:30 Jinên mûşî: Em bi dirûşmeya jin jiyan azadî xwedî li sindoqan derkevin
15:29 Hat xwestin girtiyên nexweş Fatma Ozbay û Bedrî Ot bên berdan
14:51 Dayikên Şemiyê: Dengê me ji demokrasiyê re ye
14:50 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Kodîn were berdan
14:36 Peyama Qada Îstasyonê: Dê tecrîd bê rakirin
14:18 Qada Îstasyonê bi devî re tije bû
14:08 Xelkê Wanê di mitîngê de îradeya xwe beyan dike
14:08 Bi deh hezaran diherikin Yenîkapiyê: Destpêkeke bi heybet
14:04 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Ozdemîr û Çitak pirsîn
13:48 Xelkê Amedê diherike mitînga fînalê: Em li bin darê bicivin
13:37 Ji YSK'ê biryara bo Muharrem Înce
13:24 Partiya Çepên Kesk li sê bajarên mezin bi beşdariya sedhezaran kes mitîng li dar dixe
13:13 Çavdêra navneteweyî Dr. Vráblíková: Tevî her tiştî jî biryardariya serkeftinê heye
12:59 Şandeya fransayî serdana Malbata Şenyaşar kir
12:25 Li Amedê 3 hezar û 510 hilbijêrên livdar serlêdan kirin
12:22 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
12:04 Baroya Mûşê: Ji bo ewlehiya sindoqan wê parêzer li qadê bin
11:55 Dîmena dawî ya Abdulhalîm Kirtay
11:54 Li Êlihê du koman li hev da: Kesek hat kuştin
11:47 Cenazeyê Azad Demîral jî di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin
11:40 Cihên ku Hevberdevkên Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên HDP’ê raya xwe bikar bînin diyar bûn
11:22 Dayikên têkoşer: Îktidar kengê biçe, wê çaxê roja me ye
11:14 Ozdogan: Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye
11:12 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin
10:50 Bi malbatî bûn muşahîdên Partiya Çepên Kesk: Em xwedî li sindoqan derkevin
10:35 Yolerî: Serokkomar li ser girtiyên nexweş cihêkariyê dike
09:27 Bang li bedlisiyan kirin: Dengek dikare rengê hilbijartinê biguherîne
09:20 Kirkazak: AKP bi ser Ocalan re serî li spekulasyonan dide
09:11 Hunermend dê di 14'ê Gulanê de bersiva desthilatê bidin
09:06 ‘Îdirê biryara xwe daye”
09:01 Yucekaya: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2023'YAN
12/05/2023
21:08 Li Gundogdûyê bang kirin. Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin
20:08 Şerzan Kûrt hat bibîranîn
19:21 Li Şirnexê şahiya ciwanan: Em ê govenda azadiyê bigerînin
19:10 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî: Em ê dengê we bigihînin Konseya Ewropayê
18:01 Li Botanê 'karwana azadiyê' ya Partiya Çepên Kesk
17:54 Cenazeyê Kirtay hat veşartin
16:59 Banga ji bo mîtînga Amedê
16:48 Baroya Şirnexê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ava kir
16:47 Endamê meclisa şaredariya AKP’ê îstîfa kir
16:33 Çûkûrova TUHAY-DER’ê bertek nîşanî tecrîdê da
16:31 6 hezar TIR û 30 otobus li deriyê sînor tên sekinandin
16:12 Fadil Şenyaşar nehate berdan
16:08 Turkcellê xebatên binesaziya teknîkî xist dîroka hilbijartinê
15:57 Hevserokê DFG’ê Altan: Serdema bêhiqûqtiyan bi dawî dibe
15:51 Koordînasyona Ewlehiya Hilbijartinê ya Stenbolê: Em ê bi hev re bi ser kevin
15:47 Soylû ferman da û qeyûman jî laptopên şaredariyan radestî emniyetê kirin
15:36 Serokê Heyva Sor a Tirk îstîfa kir
15:31 Şandeyên biyanî dê hilbijartinan di cih de bişopînin
15:10 Li Erdexan, Panos û Amedê xebatên hilbijartinê
14:51 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Bila beyanên kesên hatine darizandin ji nû ve bên girtin
14:39 Hilbijêrên livdar ên ji Mûglayê bi rê ketin: Her deng pir girîng e
14:33 5 hezar hilbijêrên livdar ên Stenbolê ji bo dengê xwe bidin bi rê ketin
14:22 Di hâlete mirinê de hat berdan, 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da
14:01 ‘Dema te raya xwe bikar anî Heskîfê bîne bîra xwe’
13:57 Li TRT’ê amadekariyên hilbijartinê: Roja hilbijartinê neyên kar!
13:45 Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn
13:44 Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin
13:15 Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn
13:14 Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand
12:46 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:45 Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin
12:45 Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin
12:27 Serokê YSK’ê Yener: Em ê encamên neteqez di heman rojê de eşkere bikin
12:23 Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin
12:16 Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir
11:49 Xelkê Amedê: Em ê sibe biçin mitîngê û rojek piştre jî Erdogan têk bibin
11:40 Namzeta Partiya Çepên Kesk Kordû: Divê herkes dengê xwe bide
11:33 Ji hilbijartinê re 2 roj man: Mifteya guhertinê di destê jinan de ye
11:32 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe
11:05 AA encamên hilbijartinê ji ku digire?
10:52 MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
10:40 Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye
10:14 Heta niha 55 hezar hilbijêrên livdar serî li Partiya Çepên Kesk dane
10:01 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin
10:00 Li Stenbolê 5 hezar parêzer û ekîba gerok
OHD: Roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li 81 bajaran dê bixebitin
09:52 Li Cizîrê mirina biguman a zarokekî
09:35 Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin
09:31 14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e
09:03 Ji herêma erdhejê: Bibin muşahid
09:02 Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan
09:01 Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye