Partiya Çepên Kesk li qadê ye

  • rojane
  • 17:28 11 Gulan 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Partiya Çepên Kesk, xebatên xwe didomîne. Di xebatan de ji bo xwedîderketina li partiyê bang li hilbijêran hat kirin.

Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re 3 roj man. Partiya Çepên Kesk, serdanên xwe yên gundan û dikandaran didomîne.

ŞIRNEX

Partiya Çepên Kesk li Botanê xebatên xwe yên hilbijartinê bi coş didomîne. Di çarçoveya xebatan de bi tevlîbûna Hevşaredara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sîlopiyayê Adalet Fidan, rêveber û endamên rêxistinên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê serdana gundên Selatûn, Mala Faris, Mala Dîno, Xirbokê,Kolya, Wehsit,Tilqebin, Girgewrê, Kortik, Ziristin,Çemqara, Xezayê, Kutnis, Ribehî, Rihabî, Basurîn, Konut û Serebiyê hat kirin. Karwana Partiya Çepên Kesk li gundan bi tililî û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin.

Li navçeya Elkê jî bi tevlîbûna namzeta Partiya Çepên Kesk Newroz  Ûysal serdana gundan hat kirin. Di serdanê bang li gundiyan hat kirin ku biçin ser sindoqan û denge xwe bi kar bînin.

Li navçeya Hezex a Şirnexê jî bi tevlîbûna namzetê Partiya Çepên Kesk Mehmet Zekî Îrmez serdana dikandaran hat kirin. Li navçeyê Qilêbanê jî bi tevlîbûna namzeta Partiya Çepên Kesk Ayşegul Dogan serdana gundan hat kirin.

AMED

Rêxistina Partiya Çepên Kesk li Amedê bi ciwanan re şahiyek li dar xist. Şahî li Hêwana Dawetan a Kaplanê hat lidarxistin. Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Halîde Turkoglû, Ceylan Akça, Azad Bariş, Samet Menguç, Sorgul Aytek û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk yên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn jî di nav de gelek kes beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de pankarta “Hûn nikarin me bidin sekinandin” , “Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser bikevin” , “Wê tîrêjên rojê pêşeroja me ronî bikin” ‘”Bi ciwaniya birêxistinkirî ber bi paşeroja azad ve” hatin daliqandin. Di şahiyê de ciwanan tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” berz kirin.  

Di şahiyê de Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk destnîşan kir ku wan tu carî li ber faşîzmê serî netewandiye, ji niha û pê ve jî wê serî netewînin.

Namzeta parlementeriyê Halîde Turkoglû jî k udi şahiyê de axivî diyar kir ku piştî hilbijartinê rojên xweş li benda wan in û got: “Dema ku em bi ser bikevin em ê hemû tiştên xwe ji wan bistînin. Li welatê me dê dawî li serdema faşîzmê bê.”

Namzetê parlementeriyê Azad Bariş jî got: “Ewrên tarî li ser welatê me digerin. Xeman dilê me çi qas şikandibe jî ew qas jî hêz û vîna me bilind kirine. Bi tenê em xemsariyan neki ji bo ku hêza xwe xurt bikin û evîna dilê Edûlê û Dewrêşan berz bikin, Çiyageran ji bîr nekin. Her rêwiyek rêya xwe heye, her kesek baweriyeke xwe heye. Her welatek û axek xwedanekî xwe heye. Em ji vir bûn, em ji vir in û em ê  ji vir bin.”

SEMSÛR

Li Semsûrê, Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Di çarçoveya hilbijartinan de Partiya Çepên Kesk bi beşdariya namzetên parlamenteriyê yên Semsûrê Alî Kenanoglû, Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar û Meryem Ceritli li navend û navçeyên Semsûrê xebatên xwe domand.

Namzetên parlementeriyê Alî Kenanoglû, Îzzet Karadag û Yuksel Yucedag esnaf û gundên navçeya Kolikê ziyaret kirin û pirsgirêkên gel guhdar kirin. Heyetê li vir belavok belav kirin û xebatên Partiya Çepên Kesk vegotin. Namzeta parlamenteriyê Meryem Ceritli jî li navçeya Bêhiştiyê xebatên xwe yên hilbijartinê didomand, namzetê parlamenteriyê Bulent Çinar jî li navenda Semsûrê bi heyetê re serdana xwe ya gel berdewam kir.

Piştî serdanan namzetê parlamenteriyê Alî Kebanoglu li gundê navendê Axdîkanê, namzetê parlamenteriyê Îzzet Karadag jî li gundê Karûkê hevdîtinên gel pêk anîn.

Kebanoglû di civîna gel de axivî û diyar kir ku gelê Semsûrê di erdhejê de bi tenê ma û got: "Gelê Semsûrê wê hesab ji vê desthilatê bipirse. Em ê jî bi deng dayina gelê Semsûrê ji aliyê siyasî û hiqûqî de hesab bipirsin.”

Kenanoglû wiha domand: “Li aliyekî Meral Akşener a salên 90’î ku komkujî pêkanîn, li aliyê din Ahmet Davutoglu ku Rojhilata Navîn di nav xwînê de hişt. û li aliyê din jî Temel Karamanoglû yê ku bû. berpirsiyarên qetlîama Sêwasê, bila tu kes wan ji bîr neke û meşru neke. Heke Partiya Çepên Kesk bi xurtî nekeve meclîsê, wê maseya 6 partiyan jî bikeve qirika hikûmeta ku ji aliyê Kiliçdaroglu ve were avakirin. Mîna ku ev ne bes bûn, Mansur Yavaş û Ekrem Îmamoglu jî bi xwe re birin. Em dizanin Mansur Yavaş çi ji me re dibêje, em ê vê yekê ji bîr nekin û em ê hesab bipirsin. Ji bo ku em hesap bipirsin, pêwîstê em di parlamentoyê de xwedî hêzeke xurt bin. Wê demê çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk pêkan e. Mafên hemwelatîbûna wekhev a Elewiyan dikare bê misogerkirin. Armanca me ew e ku em hêzên demokrasiyê li meclisê xurt bikin, ne hêzên faşîst.”

 

Sernavên din

26/05/2023
19:55 Partiya Çepên Kesk hevdîtin bi rûspiyên Amedê re kir
19:34 14 Dayikên/Mirovên Şemiyê beraet kirin
19:25 Siyasetmedar Dorak piştî 17 salan ji girtîgehê derket
18:10 Di Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê de ji bo hemû bersûcan biryara beraetê
18:01 10 sal cezayê girtîgehê li Rojbîn Çetînê hat birîn
17:00 Binçavkiriyên li Îzmîr, Manîsa, Antalya û Mêrsînê hatin berdan
16:53 Derheqê xwediyê îmtiyazê yê ajansa me Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
16:52 4 kesên di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
16:52 Qeyûm li xebatkaran ferz dike ku tev li bernameya ‘fethê’ bibin
15:39 2 kesên li Dêrsimê winda bûbûn hatin dîtin
15:36 Bûldan û Aydenîz gel vexwendin ku dengê xwe bidin | HATE NÛKIRIN
14:38 Amedî: Ji bo ku em yek zilamî têk bibin em ê biçin ser sindoqan
14:17 Li Dîlokê ciwanek hat girtin
13:24 Li Şaredarê Amedê yê berê Çelîk 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
13:23 Çar ciwanên ji Mêrdînê di encama jehrîbûnê de mirin
12:57 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:14 Bûldan: Ji bo guhertinê em biçin dengdayînê
Turk: Divê em neyên lîstokan, em biçin dengdayînê
12:13 Perîhan Koca: Mohra hilbijartinê di destê me de ye
12:02 18 hezar lîre cezayê li polîsên tundî kirin hatibû birîn kirin 20 teqsîd
11:39 Çalagan: Em ji bo rawestandina faşîzmê diçin ser sindoqan
11:39 Aborînas Erdem: Ji bo avakirina demokrasiyê hewcehî bi polîtîkayên gelparêz heye
11:10 ‘Em ê di tûra duyemîn de bloka faşîst têk bibin’
11:09 Tedawiya girtiyê nexweş Adiguzel tê astengkirin
10:57 Li Dêrsimê ji 2 welatiyên ku çûne berhevkirina karokan agahî nayê girtin
10:50 Li Dutaxê û Kanîreşê gelek kes hatin binçavkirin
10:47 Masiyên Gola Wanê di bin metirsiya HES’ê de ne
10:39 Operasyonên hilbijartinê yên AKP’ê: Herî kêm 177 kes hatin binçavkirin
10:04 Mexdûrên mulakatê li bendê ne ku vegerin karên xwe
10:00 AKP’a ku li Agiriyê encameke li gorî dilê xwe negirt, firmaya tekstîlê girt
09:36 Karkerên dîlokî: Divê teqez guherîn çêbibe
09:26 Lêgerîna madenê ya Çiyayê Bezarê xwezayê talan dike û rê li ber nexweşiyan vedike
09:22 Piştî 30 salan hate berdan, heman rojê cardin hate girtin: Moral û motîvasyon sûc e
09:16 Girtiyê ku çavên wî ji sedî 90 nabînin nikare bi tena serê xwe bijî
09:15 Mele Hecî Kadah: Herin ser sindoqan û li dijî zilmê rabin
09:06 Krîza aborî bandorê li pincarê jî kir
09:04 Dê belgefîlma 4 jinên berxwedêr di hezîranê de bê nîşandan
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2023'YAN
25/05/2023
22:25 Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê:Em ê rejîma yekzilamî têk bibin!
21:16 Li Colemêrgê 3 kes hatin girtin
19:38 'Encam çi be jî dê têkoşîna gelê me bi ser bikeve'
19:14 Kurê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan hat berdan
16:47 Aydenîz: Mifteya hilbijartinê di destê kurdan de ye
16:25 Li Êlihê 3 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 19 kesên ji ber pîrozbahiya Newrozê hatin binçavkirin hatin berdan
16:04 Kesên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
15:54 Rezervên MB’ê piştî 21 salan cara ewil ketin bin sifrê
15:43 Dayikên Aştiyê: Bes e êdî zilmê li xelkê Mexmûrê nekin
15:09 Gel ji Partiya Çepên Kesk û HDP’ê re got: Serî netewînin, em li cem we ne
14:38 Li Îranê 8 kes hatin bidarvekirin
14:21 Midurê Perwerdehiyê yê Nisêbînê gotinên zayendperest gotin
14:02 Li Amedê 4 parêzer hatin berdan
14:01 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dê gelê me di 28’ê Gulanê de tişta pêwîst bike
13:33 Partiya Çepên Kesk û HDP: Em ê bêkêmanî biçin ser sindoqan û rejîma yek zilamî biguherînin
13:07 Fermandara YPJ'ê li Barcelonayê serdana nûnerên Katalan kir
12:54 Li Xelfetiyê 2 kes hatin binçavkirin
12:25 Danişîna doza rojnamevan Babat û Arslan hat taloqkirin
12:11 Ji Mexmûrê bang: Divê kurd û dostên xwe rabin ser pêya
12:08 Mele Abdurrahman Alkan: Nedayîna cenazeyan zilm e
11:52 Throssell: Divê Tirkiye demildest hemû rojnamevanan berde
11:51 Yenî Yaşam 5 salî ye
11:33 Tevî bertekan jî 'incommunicado' di meha 27'an de didome
10:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin
10:32 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:22 Li dijî Mexmûrê êrişeke nû hate destpêkirin
10:22 Beştaş: Em bi motîvasyona xwe vê îktidara ku dijmintiya jinan dike têk bibin
10:21 Şahînoz: Aboriya Tirkiyeyê dişibe tekera teqiyayî
09:56 Dilxwaza EŞÎK’ê Koçak: Parlamentoya herî neteweperest ava bû
09:55 AKP sewalkarî û cotkariyê qedand
09:34 Ji bo tûra duyemîn bang li hilbijêran kirin: Werin em faşîzmê hilweşînin
09:23 Li derveyî welat çend hilbijêran dengê xwe daye?
09:19 'Îşkence veguherî awayê rêveberiyê'
09:03 Ji Dosso Dossî re serbest e ji NÇM'ê re qedexe ye
09:02 Li Hatayê banga ji bo 'çûna ser sindoqan'
09:01 Cotkar nikarin tiştekî bikirin: Heke ew biçin dê her tişt baş bibe
09:00 Di 17 saliya xwe de kurdî hîn bû û da pey dengbêjiyê
09:00 Ji bo hilbijartinê hê neçûne zozanan: Divê her kes dengê xwe bide
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2023'YAN
24/05/2023
22:54 Li Solothûrnê ji bo Mexmûrê bang li NY'yê kirin
20:27 Ji MED-DER’ê şahiya belgedayînê
20:08 Ahmet Turk: Divê em dersekê bidin hikûmetê
19:33 Partiya Çepên Kesk û HDP dê helwesta xwe sibê eşkere bikin
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo xwedîderketina li Mexmûrê
18:41 Xwediyê Îmtiyazê yê MA'yê Çelîk hat berdan
17:55 Koordînastorê MA Musîcê Kanîwar hat berdan
17:30 'Em ê bi hev re vê desthilatê bişînin'
16:57 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen’ê Kûrûl li peywîra xwe hate vegerandin
16:39 Li Şirnexê gund bi gund xebatên hilbijartinê
15:58 Derbarê rojnamevan Batihan de lêpirsîna erdhejê hate destpêkirin
15:43 Serokê Baroya Amedê Eren: Axaftinên Soylû sûc in
15:42 Buldan ji bo 28’ê Gulanê bang kir: Em ê bi faşîzmê bidin windakirin | HATE NÛKIRIN
15:38 Bi girseyî serdana şîna Yalçinkaya hat kirin
15:18 Îdamên li Îranê li pêşiya avahiya darazê tên protestokirin
15:16 ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî tecawiz û tacîza li dijî zarokan da
15:13 Li Îzmîr û Manîsayê 5 kes hatin berdan
15:02 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Em ê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû
14:50 Ji rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedaran bang: Ray bide bila biçe û ev rewşa tarî biqede
14:49 Sancar çû serdana Emîne Şenyaşar
14:34 Ciwanên HDP’î hatin berdan
14:33 Ciwanê ku lê dan: Di mûayeneyê de polîs digot, bijîşk dinivîsand
14:33 MYK’a Partiya Çepên Kesk û HDP’ê dicivin