Dayikên têkoşer: Îktidar kengê biçe, wê çaxê roja me ye

  • jin
  • 11:22 13 Gulan 2023
  • |
img
STENBOL - Dayikan diyar kir ku Roja Dayikan dikeve roja hilbijartinê û gotin: “Em ê di 14’ê Gulanê de serkeftina xwe û çûna vê îktidarê pîroz bikin. Wê hê ev roj bibe roja me.” 
 
Her sal roja yekşema duyemîn a meha gulanê Roja Dayikan tê pîrozkirin. Îsal Roja Dayikan û hilbijartinên serokkomarî û parlamenteran di heman rojê de ye. Ev roj dîsa ji bo dayikan nexweş e û dayik bi xemgînî vê rojê pêşwazî dikin. Dayikên Şemiyê ji bo windayan li aqûbetê wan dipirsin û dixwazin kujer bên cezakirin û bi salane bo vê yekê têkoşîna edaletê didin. Dayikên Aştiyê jî ku zarokên wan canê xwe ji dest dane jî bi salane dixwazin şer bi dawî bibe û li benda aştiyek mayînde ne. 
 
Dayika Aştiyê Emîne Erbek, çalakvana Nobeda Edaletê Kumrî Akgul û Dayika Şemiyê Hanim Tosûn têkildarî Roja Dayikan axivîn û gotin roja herî xweş û diyariya herî xweşik dê bo wan di hilbijartinê de têkçûyîna Serokkomarê AKP’yî Erdogan be.
 
ROJA DAYIKAN JI BO WAN NÎNE 
 
Dayika Şemiyê Hanim Tosûn diyar kirk u hikûmeta heyî xweşî û aramiyê bi dayikan re nehiştiye û wiha got: “Li welatek ku edalet lê nebe, dayik nikarin bextewar bibin. Dayikek dema li cem zarokên xwe li sifreyê rûnê û rabe û rûnê kêfxweş dibe. Niha kes ne bextewqar e. Her çiqas zextan li me dikin bila bikin lê em ê paşve gav neavêjin. Beriya hilbijartinê dîsa rojnamevan, hiqûqzan hatin binçavkirin û girtin. Wê bi têkoşîna dayikan edalet û aştî were vî welatî. Bi hezaran dayik li girtîgehan vê rojê pêşwazî dikin. Gelo wê dayik çawa roja xwe pîroz bikin? Ji bo me roja dayikan tune ye.” 
 
ÇÛNA ERDOGAN WÊ BIBE DIYARΠ
 
Tosûn da zanîn ku heke îsal Erdogan ji ser îktidarê biçe wê bo wan diyariya herî xweşik be û got: “Erdogan heta îro ji bo me tu tiştek nekir. Tenê rêber, siyasetmedar û rojnamevanên kurdan avêt girtîgehê.” 
 
DAYIK LI DIJÎ ZILMÊ LI BER XWE DIDIN 
 
Ji dayikên ku Nobeda Edaletê bo girtiyan digirtin jî Kumrî Akgul jî anî ziman ku wan salekê li ber edliyeyan daxwaza edaletê kiriye û nobed girtine û got: “Ez roja dayikan pîroz dikim. Ji girtîgehan 75 cenaze derketin. Êdî wîjdana me tehamûlî tu tiştekî nake. Îşkenceya li ser zarokên me û girtiyên me nayê qebûlkirin. Ez dayika nobeda edaletê me. Çi dibe bila bibe em ê ji bo zarokên xwe li ber xwe bidin. Divê êdî tu dayik negirî. Hestiyên bi sedan kesan di bin peyarêyê de ne û bi hezaran kes nexuya ne. Wê çawa ev hestî bên ji bîrkirin? Tu dayik ji bîra nake. Kengê em bigihîjin zarokên xwe û hestiyên zarokên xwe dê wê çaxê ji bo me Roja Dayikan be. Ji bo guhertina vê pergala faşîst jî rojek ma. Laçikên xwe spî dernexin dayikno. Çimkî ev îktidar ji laçikên me spî ditirse. Laçik remza me ya spî ye. Îsal hilbijartin û Roja Dayikan ket heman rojê. Em ê di 14’ê Gulanê de serkeftina xwe û têkçûyîna îktidarê bi hev re pîroz bikin. Wê hê ev roj bibe roja me.”
 
‘EM DIBÊJIN AŞTî EW DIBÊJIN KUŞTIN’ 
 
Dayika Aştiyê Emîne Erbek jî destnîşan kir ku vê îktidarê zilma herî mezin li dayikan kir û wiha dibêje: “Edalet li welat nemaye. Kengê me gotiye aştî û biratî, îktidarê jî gotiye kuştin. Mirin ne çareserî ye. Heke aştî pêk were dê mirov bi ser bikevin. Dayika Emîne Şenyaşar bi salane ji bo edaletê têdikoşe. Li cihê ku qesr hebe, gelo edalet li wir mimkûn e? Helbet nabe. Me Roja Dayikan nedît. Êdî bes e wê heta kengê wisa bidome.” 
 

Sernavên din

26/05/2023
19:55 Partiya Çepên Kesk hevdîtin bi rûspiyên Amedê re kir
19:34 14 Dayikên/Mirovên Şemiyê beraet kirin
19:25 Siyasetmedar Dorak piştî 17 salan ji girtîgehê derket
18:10 Di Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê de ji bo hemû bersûcan biryara beraetê
18:01 10 sal cezayê girtîgehê li Rojbîn Çetînê hat birîn
17:00 Binçavkiriyên li Îzmîr, Manîsa, Antalya û Mêrsînê hatin berdan
16:53 Derheqê xwediyê îmtiyazê yê ajansa me Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
16:52 4 kesên di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
16:52 Qeyûm li xebatkaran ferz dike ku tev li bernameya ‘fethê’ bibin
15:39 2 kesên li Dêrsimê winda bûbûn hatin dîtin
15:36 Bûldan û Aydenîz gel vexwendin ku dengê xwe bidin | HATE NÛKIRIN
14:38 Amedî: Ji bo ku em yek zilamî têk bibin em ê biçin ser sindoqan
14:17 Li Dîlokê ciwanek hat girtin
13:24 Li Şaredarê Amedê yê berê Çelîk 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
13:23 Çar ciwanên ji Mêrdînê di encama jehrîbûnê de mirin
12:57 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:14 Bûldan: Ji bo guhertinê em biçin dengdayînê
Turk: Divê em neyên lîstokan, em biçin dengdayînê
12:13 Perîhan Koca: Mohra hilbijartinê di destê me de ye
12:02 18 hezar lîre cezayê li polîsên tundî kirin hatibû birîn kirin 20 teqsîd
11:39 Çalagan: Em ji bo rawestandina faşîzmê diçin ser sindoqan
11:39 Aborînas Erdem: Ji bo avakirina demokrasiyê hewcehî bi polîtîkayên gelparêz heye
11:10 ‘Em ê di tûra duyemîn de bloka faşîst têk bibin’
11:09 Tedawiya girtiyê nexweş Adiguzel tê astengkirin
10:57 Li Dêrsimê ji 2 welatiyên ku çûne berhevkirina karokan agahî nayê girtin
10:50 Li Dutaxê û Kanîreşê gelek kes hatin binçavkirin
10:47 Masiyên Gola Wanê di bin metirsiya HES’ê de ne
10:39 Operasyonên hilbijartinê yên AKP’ê: Herî kêm 177 kes hatin binçavkirin
10:04 Mexdûrên mulakatê li bendê ne ku vegerin karên xwe
10:00 AKP’a ku li Agiriyê encameke li gorî dilê xwe negirt, firmaya tekstîlê girt
09:36 Karkerên dîlokî: Divê teqez guherîn çêbibe
09:26 Lêgerîna madenê ya Çiyayê Bezarê xwezayê talan dike û rê li ber nexweşiyan vedike
09:22 Piştî 30 salan hate berdan, heman rojê cardin hate girtin: Moral û motîvasyon sûc e
09:16 Girtiyê ku çavên wî ji sedî 90 nabînin nikare bi tena serê xwe bijî
09:15 Mele Hecî Kadah: Herin ser sindoqan û li dijî zilmê rabin
09:06 Krîza aborî bandorê li pincarê jî kir
09:04 Dê belgefîlma 4 jinên berxwedêr di hezîranê de bê nîşandan
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2023'YAN
25/05/2023
22:25 Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê:Em ê rejîma yekzilamî têk bibin!
21:16 Li Colemêrgê 3 kes hatin girtin
19:38 'Encam çi be jî dê têkoşîna gelê me bi ser bikeve'
19:14 Kurê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan hat berdan
16:47 Aydenîz: Mifteya hilbijartinê di destê kurdan de ye
16:25 Li Êlihê 3 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 19 kesên ji ber pîrozbahiya Newrozê hatin binçavkirin hatin berdan
16:04 Kesên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
15:54 Rezervên MB’ê piştî 21 salan cara ewil ketin bin sifrê
15:43 Dayikên Aştiyê: Bes e êdî zilmê li xelkê Mexmûrê nekin
15:09 Gel ji Partiya Çepên Kesk û HDP’ê re got: Serî netewînin, em li cem we ne
14:38 Li Îranê 8 kes hatin bidarvekirin
14:21 Midurê Perwerdehiyê yê Nisêbînê gotinên zayendperest gotin
14:02 Li Amedê 4 parêzer hatin berdan
14:01 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dê gelê me di 28’ê Gulanê de tişta pêwîst bike
13:33 Partiya Çepên Kesk û HDP: Em ê bêkêmanî biçin ser sindoqan û rejîma yek zilamî biguherînin
13:07 Fermandara YPJ'ê li Barcelonayê serdana nûnerên Katalan kir
12:54 Li Xelfetiyê 2 kes hatin binçavkirin
12:25 Danişîna doza rojnamevan Babat û Arslan hat taloqkirin
12:11 Ji Mexmûrê bang: Divê kurd û dostên xwe rabin ser pêya
12:08 Mele Abdurrahman Alkan: Nedayîna cenazeyan zilm e
11:52 Throssell: Divê Tirkiye demildest hemû rojnamevanan berde
11:51 Yenî Yaşam 5 salî ye
11:33 Tevî bertekan jî 'incommunicado' di meha 27'an de didome
10:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin
10:32 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:22 Li dijî Mexmûrê êrişeke nû hate destpêkirin
10:22 Beştaş: Em bi motîvasyona xwe vê îktidara ku dijmintiya jinan dike têk bibin
10:21 Şahînoz: Aboriya Tirkiyeyê dişibe tekera teqiyayî
09:56 Dilxwaza EŞÎK’ê Koçak: Parlamentoya herî neteweperest ava bû
09:55 AKP sewalkarî û cotkariyê qedand
09:34 Ji bo tûra duyemîn bang li hilbijêran kirin: Werin em faşîzmê hilweşînin
09:23 Li derveyî welat çend hilbijêran dengê xwe daye?
09:19 'Îşkence veguherî awayê rêveberiyê'
09:03 Ji Dosso Dossî re serbest e ji NÇM'ê re qedexe ye
09:02 Li Hatayê banga ji bo 'çûna ser sindoqan'
09:01 Cotkar nikarin tiştekî bikirin: Heke ew biçin dê her tişt baş bibe
09:00 Di 17 saliya xwe de kurdî hîn bû û da pey dengbêjiyê
09:00 Ji bo hilbijartinê hê neçûne zozanan: Divê her kes dengê xwe bide
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2023'YAN
24/05/2023
22:54 Li Solothûrnê ji bo Mexmûrê bang li NY'yê kirin
20:27 Ji MED-DER’ê şahiya belgedayînê
20:08 Ahmet Turk: Divê em dersekê bidin hikûmetê
19:33 Partiya Çepên Kesk û HDP dê helwesta xwe sibê eşkere bikin
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo xwedîderketina li Mexmûrê
18:41 Xwediyê Îmtiyazê yê MA'yê Çelîk hat berdan
17:55 Koordînastorê MA Musîcê Kanîwar hat berdan
17:30 'Em ê bi hev re vê desthilatê bişînin'
16:57 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen’ê Kûrûl li peywîra xwe hate vegerandin
16:39 Li Şirnexê gund bi gund xebatên hilbijartinê
15:58 Derbarê rojnamevan Batihan de lêpirsîna erdhejê hate destpêkirin
15:43 Serokê Baroya Amedê Eren: Axaftinên Soylû sûc in
15:42 Buldan ji bo 28’ê Gulanê bang kir: Em ê bi faşîzmê bidin windakirin | HATE NÛKIRIN
15:38 Bi girseyî serdana şîna Yalçinkaya hat kirin
15:18 Îdamên li Îranê li pêşiya avahiya darazê tên protestokirin
15:16 ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî tecawiz û tacîza li dijî zarokan da
15:13 Li Îzmîr û Manîsayê 5 kes hatin berdan
15:02 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Em ê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû
14:50 Ji rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedaran bang: Ray bide bila biçe û ev rewşa tarî biqede
14:49 Sancar çû serdana Emîne Şenyaşar
14:34 Ciwanên HDP’î hatin berdan
14:33 Ciwanê ku lê dan: Di mûayeneyê de polîs digot, bijîşk dinivîsand
14:33 MYK’a Partiya Çepên Kesk û HDP’ê dicivin