Peyama Qada Îstasyonê: Dê tecrîd bê rakirin

img
AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li Qada Îstasyonê xîtabî bi deh hezaran kes kir û bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û got: “Dê tecrîd were rakirin.” 
 
Partiya Çepên Kesk li Qada Îstasyonê ya Amedê carek din mitînga fînalê bi beşdariya deh hezaran kes li dar dixe û qad ji ber dengê dirûşm û daxwazan olan dide. Amed ji dinyayê re daxwazên xwe radigihîne. Bi deh hezaran bi yek dengê dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" u "Bijî Serok Apo" berz dikin. 
 
OZTURK: KURDAN Û ZIMANÊ WAN ÎNKAR DIKIN 
 
Ewilî namzetên Amedê derketin ser dikê û xelkê Amedê silav kirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û namzetê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Berdan Ozturk bi coşek mezin li ser dikê hat pêşwazîkirin û xîtabî girseyê kir. 
 
Ozturk destnîşan kir ku bi dehên salan e kurd û zimanê kurdan tê înkarkirin û wiha got: “Vaye kurdên ku tên înkarkirin. Dawiya girseyê xuya nake. Bersiva herî bi bandor hûn didin wan. Amed Kurdistan e, Kurdistan li vir e.” 
 
‘DÊ TECRÎD RABE’ 
 
Ozturk anî ziman ku ji 5’ê Nîsana 2015’an vir ve tecrîdek girankirî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê sepandin û wiha got: “Wê ev tecrîd rabe. Ev tecrîdek ji rêzê nîne. Birêz Ocalan rêya aştî, demokrasiyê û azadiyê ye. Çima vê tecrîdê girankirin; gotin em ê kurdan bêîrade bihêlin û tune bikin. Werin li vê qadê binêrin.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ NAMZETÊN CHP’Ê DA 
 
Ozturk bertek nîşanî namzetên CHP’ê ku li bakurê Kurdistanê rayan ji girseya wan dixwazin da û got: “Tenê partiyek me heye, ew jî Partiya Çepên Kesk e. Divê her kes hedê xew dizanibe.” 
 
AŞÎTÎ: BILA EV ZILM BI DAWÎ BIBE 
 
Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û wiha got: “Bi rêya îslamiyetê me dixapînin. Qûrana pîroz tenê ne ji bo zimanek û neteweyekî ye. Ji bo hemû mirovahî û alema îslamê ye. Rêveberên welat nikarin cihêkariyê bixin navbera miroan. Li Tirkiyeyê û li tevahiya Rojhilata Navîn di bin navê dîn de zilmê li xelkê dikin. Em bi hêvî ne ku wê di 14’ê Gulanê de ev zilm bi dawî bibe.” 
 
Mitîng bi axaftina beşdarên din didome. 
 
‘EM XWEDÎ LI DENGAN DERKEVIN’ 
 
Cîgira Hevserokên Giştî yên ESP’ê Beycan Taşkiran jî da zanîn ku wê şerê wan piştî 14’ê Gulanê dest pê bike û xwest her kes xwedî li rayan derkeve û meşa an azadiyê bidome. 
 
MAÇÎN: WÊ WISA BIÇIN 
 
Rêveberê Partiya Komunist a Kurdistanê Nûsrettîn Maçîn anî ziman ku 8 sal in şerek qirêj û bêeqhlaqî tê kirin û got: “Li bakur, rojava û başurê Kurdistanê û li Parîsê destkeftiyek kurdan li ku hebe êriş dikine û şerê wan dikin. Niha jî aboriya Kurdistanê û Tirkiyeyê talan kirin. Bi milyar dolar pere li ser şer tê xerckirin. Heta ku Amed azad nebe wê demokrasî jî neyê TirkiyeyêEnqereyê. Em ê wan wisa bişînin dê serê xwe xwar bikin û biçin.” 
 
BOZYEL: KURDAN KOLETIYÊ QEBÛL NEKIR 
 
Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî destnîşan kir ku ew di sedsaliya Peymana Lozanê de ne û wiha got: “Kurdisan bi vê peymanê kirin 4 parçe. Koletiyê li gelê me ferz kirin. Lê belê gelê kurd tu carî serî netewand û ji zilmê re negot erê. Têkoşîna bi rûmet anî heta van rojan. Hê jî zordestî û zilm li ser gelê me tê kirin. Lê êdî vê pergala Lozanê jî roj bi roj dihele û tune dibe. Li çar parçeyên Kurdistanê destkeftiyên me hene. Em gelek nêzî azadiyê ne. Em şer naxwazin, em azadiyê û aştiyê dixwazin. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Ev mafekî xwezayî û mirovî ye. Heta kurd azad nebin dê gelên Tirkiyeyê jî azad nebin.” 
 
Di vê navberê de dengê dirûşmeya “Kurdistan goristan ji bo faşîstan” ji qadê berz bû. 
 
Mitîng bi konsera Şehrîbana Kurdî didome. 
 

Sernavên din

15/05/2023
03:06 YSK’ê rêjeya dengan eşkere kir
02:57 Erkek ê CHP’î: Hêj daneyên gelek sindoqan li pergalê nehatine barkirin
02:08 Li Qoserê polîsan tundî li du kesan kir
02:01 Li gorî YSK’ê derengketina hejmartina dengên derveyî welat tiştekî asayî ye!
01:49 Hat îdiakirin ku piştî hejmaran hevnegirtî deng hate betalkirin
01:15 Sirri Sakik: Ev bû 3 saet ku mirov nikarin tûrikekî bidin
01:10 Polîs bi mertalan ketin avahiya jimartina dengan
01:08 Li Mêrdînê sindoqa winda hate dîtin
00:50 Kiliçdaroglû: Îradeya gel bloke nekin
00:24 Wezîfedarên sindoqan li ber desteya hilbijartinê ya Amedê ketine dorê
00:06 YSK: Rêjeya sindoqên hatine vekirin ji sedî 69,12 ye
00:03 Muşahidên AKP’î deng careke din bi serokê sindoqê dan hejmartin
14/05/2023
23:59 Kesên AKP’yî hewl dan mudaxileyî jimartina dengên derveyî welat bikin
23:50 Şaredarê AKP’î îcar jî li edliyeyê rageşî derxist
23:46 Li Agiriyê rayên Partiya Çepên Kesk ji bo AKP-MHP’ê hatine nivîsandin
23:10 Li Rihayê dengên Partiya Çepên Kesk wergirtin ji MHP’ê re hatine nivîsîn
23:06 Îmamoglû û Yavaş: Kiliçdaroglû ji sedî 49, Erdogan ji sedî 45
22:58 YSK: Heta niha tenê ji sedî 47.08’ê dengan hatine hejmartin
22:46 Li Mêrdînê serokê sindoqekê winda ye
22:39 Dengên derbasdar 324 in yên AKP’ê wergirtine 370 ne
22:28 AKP li dijî hemû sindoqên Kiliçdaroglû li pêş e îtîrazan dike!
21:27 Li Girtîgeha Sîncanê encama 4 sindoqan
21:05 Kiliçdaroglû li bakurê Kurdistanê bi ferqek zêde li pêş e
21:00 Fermandarê cendirmeyan li Erxeniyê mudaxeleyî hilbijartinan dike!
20:51 Kaftancioglû: Li Stenbolê Kiliçdaroglû ji sedî 51,42 li pêş e
20:46 Serokê sindoqê girtek neda muşahidan, parêzeran giliyê wî kir
20:45 Li gundê Apê Mûsa têkçûna mezin a AKP’ê
20:05 Ji şandeya çavdêriyê ya Spanyayê 2 kes hatin binçavkirin
19:57 Deşta Fîsê got: Partiya Çepên Kesk
19:57 Kiliçdaroglû: Em li pêş in
19:54 Îmamoglû: Divê kes baweriya xwe bi AA’yê neyîne
Yavaş: Kiliçdaroglû li pêş e
19:52 Li gundê Abdullah Ocalan Partiya Çepên Kesk û Kiliçdaroglû ferq avêt
19:36 Li Girtîgeha Umraniyeyê di sindoqekê de Partiya Çepên Kesk bû yekemîn
19:19 Daxuyaniya ewil a HDP’ê
19:03 Demîrtaş: Baweriya xwe nedin daneyên Ajansa Anadoluyê
18:58 Wekîlê CHP’î: Midûrên emniyetê û cendirmeyan encamên dengan xwestin
18:41 Li Rişmilê ji şaredarê AKP'î ferzkirina dengên blok
18:36 YSK’ê qedexeya weşanê rakir
18:12 Kiliçdaroglû: Em ji ser sindoqan veneqetin
18:08 Demîrtaş: Niha dema xwedîderketina li dengan e
18:07 YSK: Tu rewşek neyînî negihîştiye ber desteya me
18:02 Li Cizîrê welatî bi darê zorê ji baxçeyên dibistanan hatin derxistin
17:58 Li Şirnexê nehiştin şandeya swîsreyî têkeve dibistanê
17:51 Şewata li dibistana amadehî ya Uskudarê derketî hate vemirandin
17:28 Erdogan têkildarî sindoqan daxuyanî da
17:23 Bêyî belgeya 142'yan deng dan
17:23 ‘Sindoqan û dengan biparêzin’
17:22 Kaftancioglû: Li 30 hezar û 850 sindoqên Stenbolê ray hatin bikaranîn
17:21 AKP’ê ji bo encamên sindoqa nehatiye vekirin îtîraz kir
17:00 Di hilbijartina dîrokî de dengdayîn bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:55 Li Çewligê cerdevan dikevin kabînên dengan
16:50 Li Uskudarê agir bi dibistanê ket: Aqûbeta sindoqan nediyar e!
16:46 Leşkeran pusulaya deng a hilbijêrê astengdar çirand
16:42 Baroya Amedê: Kesên ku belgeya wan 142 nîne jî dikarin li sindoqên lê wezîfedar in raya xwe bikar bînin
16:29 Ji ÎHD'ê rapora hilbijartinê
16:28 Giliyê kesên di şûna hinek kesên din de deng dan hat kirin
16:27 Tevî bêusuliyan jî gel diçe ser sindoqan
16:16 AKP’ê bi kumanyayan propaganda kir
16:11 Navenda Giştî ya CHP’ê ji bo şopandina encamên hilbijartinê amade ye
16:10 Hilbijartinên dîrokî: Erdogan ha ket ha dikeve, sindoqan neterikînin
15:57 Şaredarê AKP’yî bi parêzvanên xwe yên çekdar re li dibistanan geriya
15:57 Jinên ku tundî li wan hatiye kirin çawa deng dan?
15:56 Li Semsûrê pusûleyên bê mohr dan dengdêran
15:43 Tîryakî: Partiya Vatanê bêyî haya wan jê hebe 4 hezar û 83 kes kirine peywirdarê sindoqan
15:00 Li navçeyên Stenbolê nelirêtî
14:54 Nûnerê YSK’ê yê HDP’ê Tiryakî: Alîgir û xizmên namzet û rêveberên AKP’ê dengên vekirî bikar tînin
14:53 Li Heranê deng bi vekirî û bi komî hatin dayîn
14:43 Li Sêgirkê cerdevanan peywirdarên Partiya Çepên Kesk derb kirin
14:17 AKP’iyan êrişî peywirdarên sindoqan û muşahidan kirin
14:16 Li Şirnexê gef li gundiyan xwarin, şande negirtin dibistanê, walî muşahid ji dibistanê derxistin
14:16 Demîrtaş: Min dengê xwe da, gelo we jî da?
14:15 Muşahidên li Kaniya Xezalan û Kolikê li dijî dengên blok derketin hatin derbkirin
14:01 Li Amedê 200 kesî bi sedema ‘wezîfeya xeyalî’ dengên xwe bikar neanîn
13:53 Bi nîşaneyên serkeftinê çûn ser sindoqan: Îro ew roj e
13:52 Malbata Denîz Poyraz: Roja hesabpirsînê ye
13:44 Cerdevan bi tifingê kete dibistanê
13:35 Ji YSK'ê biryarek girîng: Girtekan dê bidin hemû muşahîdan
13:21 Nehiştin jina bêyî agahiya wê kiribûn peywirdara sindoqê dengê xwe bide
13:04 Bi tupê oksîjenê çûn dengê xwe dan
13:01 YSK’ê têkildarî pusulayên binîqaş biryar da: Dê bên qebûlkirin
12:57 Hilbijêrê felc bûye ji nexweşxaneyê hat raya xwe da: Dê tiştek biguhere
12:52 Xizmên namzetê AKP’î êrişî muşahidan kirin
12:44 Hevserokê KCD’ê Ozturk dengê xwe da: Xwedî li sindoqan derkevin
12:44 Sancar dengê xwe da û banga xwedîderketina li sindoqan kir
12:27 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek dengê xwe da: Dê îro bibe cejna demokrasî û azadiyê
12:26 Erdogan dengê xwe da
12:17 Kiliçdaroglû dengê xwe da: Dê bihar were vî welatî
12:16 Turk û Aydenîz dengên xwe dan: Bila bibe destpêka heyamek nû
12:13 Hewl dan li dibistanên Edeneyê kumanyayên bi amblema AKP’ê belav bikin
12:09 Bavê Hakan Arslan dengê xwe da: Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdanê xwe
12:08 Qedexeyên hilbijartinan ji bo Erdogan derbasdar nînin!
11:33 Piştî hewldanên Partiya Çepên Kesk welatiyan karî dengê xwe bidin
11:21 Serokê YSK’ê Yener: Divê pusulaya namzetan neyê xêzkirin
11:09 Akşener: Biryara milet dide li ser serê me ye
11:02 Li Şirnexê dengdayîn bi binpêkirinan dest pê kir
10:51 Mexdûrên erdhejê li konteyneran dest bi dayîna dengan kir
10:35 Li kursiya biteker hat û dengê xwe da: Bila ev dîktatorî bila bi dawî bibe
10:34 Welatiyên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:27 Li Sêweregê zexta deng dayîna vekirî
10:27 Şandeya Çavdêriyê ya Navneteweyî hilbijartinan dişopîne