Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Tûra 2’yemîn têkoşîna xwedîderketina li pêşerojê ye

  • rojane
  • 11:26 21 Gulan 2023
  • |
img
STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek bang li hilbijêran kir ku biçin ser sindoqan û wiha got: “Tûra 2’yemîn, têkoşîna xwedîderketina li pêşerojê ye.” 
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê gel ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê di 14’ê gulanê de çûn ser sindoqan. Hilbijartina serokkomariyê jî ji bo tûra duyemîn ma. Lê hêj jî Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) encamên fermî parve nekiriye. Daneyên YSK’ê û girtekên bi îmzeya şil hev negirtin û vê jî rê li ber gumanên mezin vekir. Îtîrazên partiyan ên li dijî hilbijartinên giştî didomin û li hêla din tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê dê di 28’ê gulanê de bê lidarxistin. 
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Cengîz Çîçek, têkildarî encamên hilbijartinê, rewşa tifaqan û tiştên di pêvajoya hilbijartinê de qewimîn axivî. 
 
ENCAMÊN HILBIJARTINAN ÇI GOTIN?
 
Çîçek, got ku AKP-MHP’ê di nava 21 salên îktîdarê de hemû derfetên dewletê bi kar anîn û wiha domand: “Lê tevî vê jî di hilbijartinên 14’ê Gulanê de serkeftinek bi dest nexist. Hilbijartin di rewşeke demokratîk de çênebûn. Hem beriya hilbijartinê û hem jî piştre zext û êrişên dijwar li dijî Partiya Çepên Kesk û partiyên muxalîf kirin. Li gorî min tiştekî rast nîne ku mirov bibêje partiyên muxalîf bi temamî neserkeftî ne. Îktîdarê mîna demên berê, di van hilbijartinan de jî zimanê cihêkar, dijminatî û şoven bi kar anî. Encamên hilbijartinê nîşan da ku divê em xwe li dijî van polîtîkayan birêxistin bikin.”
 
‘EV 10 SAL IN EM DI REWŞA DARBEYÊ DE NE’
 
Bi domdarî Çîçek anî ziman ku AKP ji ber tirsa windakirinê hewl dide bi gotina “darbeya siyasî” bo xwe bingehekê ava bike û wiha pê de çû: “Rojnameger, siyasetmedar, hiqûqnas û hunermend binçav kir. Darbeya esasî jî ev e. HDP 11 sal in di qada siyasetê de ye û tê naskirin. Ji ber doza girtinê neçar ma ku bi partiyeke din bikeve hilbijartinê. Ev jî darbeyeke siyasî bû. Darbeya daraz û hiqûqê bû. Muxatabên esil ên darbeya AKP’ê ku ev 8 sal in didome em in. Encamên di vê rewşa darbeyê de hatine bidestxistin bila kesek neserkeftî nenirxîne. Bêguman kêmanî û berpirsyartiyên me hene. Dê ev tevek jî bên nirxandin. Lê em di şertên nekwehkev de têdikoşin. Ev 10 sal in bi destê daraz, leşkerî, siyasî, çandî û ji her alî ve darbeyek tê kirin. Muxatabên yekser ên vê darbeyê jî em in.” 
 
‘LI KURDISTANÊ LI BERXWEDANÊ QELIBÎN’
 
Çîçek bal kişand ser îradeya ji sindoqên Kurdistanê derketin û wiha got: “Tevî hemû derfetên xwe, tevî her cureyên zext û polîtîkayên faşîzmê jî îktîdar li Kurdistanê li berxwedanê qelibî. Gelê kurd careke din vîna xwe nîşan da. Îktîdarê di vê hilbijartinê de ji bo HUDA PAR’ê qad vekir. Ev jî lixwemikûrhatina bêçaretiya wê ya li dijî berxwedana gelê kurd e. Aqilê dewletê yê serdest dixwaze Hamasa kurd ava bike. AKP, li Kurdistanê bûye partiya tabelayê û hewl dide pêşiya partiyên weke HUDA PAR’ê veke. Ev îktîdara bi senteza tirk-îslamê li Kurdistanê polîtîkaya olê û li Tirkiyeyê jî ya tirkperestiyê meşand. Ev jî nîşan dide bê ka di rewşeke çiqas zor de ne.” 
 
Di berdewamê de Çîçek encamên hilbijartinê li ser rêjeya dengên Tifaqa Milet û Tifaqa Ked û Azadiyê nirxand û ev tişt anî ziman: “Xuya bû ku pêkhateyên Tifaqa Milet spartekên xwe çênekirin lewma muxalefetê nekarî bi ser keve. Heke hêj jî bi milyonan kesan dev ji Erdogan û tifaqa wî bernedabe, sedema vê jî ew e ku van partiyan peywira xwe bi cih ne anîn. Jixwe hem Tifaqa Cumhur û hem jî ya Milet ji heman çavkaniyê xweyî dibin. Xuyaye ku li dijî Erdogan û polîtîkayên neteweperest civak birêxistin nekirine.”
 
‘DI HEDEFA RÊYA 3’YAN DE EM KÊM MAN’
 
Ji bo rewşa Rêya Sêyemîn a Tifaqa Ked û Azadiyê jî Çîçek ev nirxandin kir: “Îdiaya me ew bû ku bi faşîzmê, bi Erdogan û rejîma yekzilamî bidin windakirin. Lê dema me ev dikir, diviya me gotin, polîtîka û rêxistiniya civakî hîn bêhtir radîkal û bibiryartir birêxistin bikira. Encama heyî nîşan dide ku me hedefên xwe civakî û rêxistinî nekirine. Derket holê ku pêvajoya kedê ku xebatên civakî ne, bi qasî dihat xwestin nehatine kirin. Bêguman gelek sedemên vê hene. Divê neyê jibîrkirin ku em avadaniyeke siyasî ya rastî qirkirina siyasî têyîn in. Nexwe divê em hinek biryarên taktîk û hedefên stratejîk ên ji hev cuda û hevnegirtî nîqaş nekin. Anku di hedefa stratejîk de pirsgirêkek tune ye. Dema em vê îktîdara faşîst hildiweşînin, divê em gotin û alternatîfa xwe pêşkeşî civakê bikin û baştir jê serwext bikin. Di vê mijarê de hinek pirsgirêk hene. Ev pirsgirêk jî hinek ji ber me û hinek jî ji ber qirkirinên siyasî ne. Heke em van nebînin, dê neheqî çêbibe.” 
 
KURD NAVENDA POLÎTÎK IN 
 
Van encaman her wiha nîşan da bê ka têkoşîna 50 salan a gelê kurd çiqas birêxistinkirî ye. Bifikirin ku ji bo Kiliçdaroglû herî zêde li bajarên kurdan deng derketin. Ev yek nîşan dide bê ka gelê kurd ji bo hedefên xwe çiqasî birêxistinkirî ye. Her wiha dîsa dubare nîşan da ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li Kurdistanê de gelê kurd navenda bingehîn e. Divê her kes êdî qebûl bike ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd hem ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, hem ji bo statûya gelê kurd û hem jî ji bo pêşeroja demokratîk a gelê kurd navenda polîtîk e. Kurdistan û kurd, navenda berxwedana demokratîk û azadiyê ne. Vê hilbijartinê dîsa nîşan da ku divê Rêya 3’yemîn li rojavayê Tirkiyeyê hîn bêhtir were birêxistinkirin. Gelê kurd rê neda polîtîkayên olperest û tirkperest ên AKP’ê. Ji bo bajarên rojava jî rê nedin, divê ji Egeyê heta Marmara, Behra Reş, Behra Spî û Anatoliyaya Navîn jî xwe birêxistin bike. Heke Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo vê bernameyekê nedeyne pêşiya xwe, dê ev herêm teslîmî polîtîkaya neteweperest a îktîdarê bibe. Anku pîvana serkeftin û têkçûnê ev e.  Dema em li encamên hilbijartinê dinêrin, Tifaqa Ked û Azadiyê negihişt hedefên xwe, di polê de ma. Heta ku ev tifaq, tifaqa xwe weke tifaqa têkoşînê nebîne jî dê nekare di hilbijartinan de bi ser keve. 
 
Li gorî min encamên hilbijartinê, pêvajoyeke qirêjî bû. Lê divê civak bêhêvî nebe. Tevî ewqas dizî, xesp û hewldanên darbeyê jî nekarîn ji sedî 50+1’ê bistînin. Ev yek jî aliyê wan ê qels e. Divê em di vê tûrê de li ser van qelsî û hilweşandina wan bisekinin. 
 
Li hêla din aqilê dewletê kete dewrê û Meclis li gorî zîhniyeta tirkperest, îslamperest, neteweperest û nîjadperest hate dîzaynkirin. Di sedsala duyemîn a komarê de encama nîşaneya tirsa wan e. Dewletê jî AKP-MHP’ê jî di van salên dawî de dît ku sosyalîstên li Kurdistan û Tirkiyeyê dibin hêza diyarker. Bi hilbijartina dawî xuya bû ku temînata rizgarî û pêşeroja gelên vî welatî sosyalîst, şoreşger û kurd in. Ev hilbijartin, di heman demê de mudaxaleyeke li dijî vê rizgariyê bû. Lewma divê em di tûra duyemîn de hêza xwe dîsa nîşan bidin. Têkbirina Erdogan dê ji bo pêşeroja gelên Tirkiyeyê pir girîng be. Ev mijar, mijareke jiyanî be. Divê em şimaqekî dîrokî li îktîdarê bixin. Tûray 2’yemîn; têkoşîna xwedîderketina li pêşerojê ye. Tiştên îktîdara AKP’ê di nava 21 salan de kirin berçav in. Divê hemû hilbijêrên me weke neferên demokrasî û azadiyê bixebitin. Divê tu kesên neçûne ser sindoqê nemînin.” 
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

07/06/2023
17:33 Cenazeyên Gokalp û Ayhan radestî malbatên wan hatin kirin
16:07 Tanrikulu yê HDP’yî dîsa nehat berdan
15:43 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek çêbû
15:41 Girtiyê ji bo darizandina adilane dest bi rojiya mirinê kirî rakirin nexweşxaneyê
15:40 Rojnamevan Hafiz Akdemîr dê sibê li kuçeya lê hat kuştin were bibîranîn
15:37 Siyasetmedar Mehmet Çîçek jiyana xwe ji dest da
15:22 Ji bo malbat û cerdevanên xwestin tecawizê veşêrin daxwaza cezakirinê
14:46 Têkoşîna edaletê di roja 807’an de ye: Çavkaniya hemû pirsgirêkan bêedaletî ye
13:45 Ji bo şandeya Doza Kobanê: We pişta xwe spartiye cihekî saxlem
13:14 Sala par li Egeyê 724 binpêkirinên mafên zarokan qewimîne
13:06 Tûran ê HDP’î: Heta ku çavkanî ji bo şer bên veqatandin dê krîza aborî çareser nebe
13:05 Li Rihayê ji bo nan zem hate kirin
13:05 Mutehîdê duyemîn ê Sîteya Ebrar hat girtin
12:54 Parêzer Tûran a bikaranîna çekên kîmyewî anîbû rojevê beraet kir
12:39 Komên paramîlîter li Efrînê 4 kes revandin
12:24 Cenazeyê Akdogan li Wanê hate veşartin
12:17 Meclisa Jinan a HDP'ê û Partiya Çepên Kesk: Em ê têkoşîna xwe xurt bikin
11:31 Tedawiya zaroka 14 salî ku di pîrozbahiyên hilbijartinê de gule bi serê wê ketibû didome
11:00 Malbatên qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê hatin darizandin
10:45 Şaredariya AKP’yî nivîsand ku Goristana Ermenan çawa tune bûye
10:11 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
10:05 Lîreyê tirk li hemberî dolar her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
10:04 Kujer hat berdan lê pênûsa Hafiz Akdemîr li erdê nema
10:03 Ciwanê ku hate diyarkirin li Cizîrê întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
10:02 Cînayeta kar a li şaredariyê: Karkerê mirî bêsîgorta hatiye xebitandin
09:52 Jinan ji bo serdema nû banga têkoşînê kirin
09:21 Emniyeta Antalyayê nahêle xwendekarên kurd ji bo xwe malan kirê bikin
09:06 Rojnameger Firat Can Arslan hate binçavkirin
09:06 Ozcan: Em ê bi mekanîzmayeke rexneyê ber bi kongreyê ve biçin
09:05 Amedî: Divê di pêvajoya nû de guh li gel bê kirin
09:05 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Dibe ku hin qanûnên Iraqê biguherin
09:04 Banga ji bo danişîna Makbûle Sevînç
09:03 Hevserokê KCDK-E’yê Koç: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:01 16 rojnameger ev saleke girtî ne: Bi awayekî kêfî tên cezakirin
09:00 Rojnameger Şengalî: Şengal qels bibe dê Rojava jî qels bibe
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
06/06/2023
20:05 Komeleya Dema Jinê serdana MKGP'ê kir
19:50 Li Bedlîsê 8 kes hatin binçavkirin
18:24 Malbatê cenazeyê Akdogan wergirt
17:28 Li Gabarê qirkirina daran
15:57 CHP’ê biryara kongreyê da
15:23 Dewleta tirk êrişî Çiyayê Guherzê kir
15:04 Şenyaşar bang li wezîr Tunç kir: Ji Rihayê dest bi karê xwe bike
14:47 Tê payîn ku zem dê li motorînê bê kirin
14:47 Namzeta Serokatiya Meclisê ya Partiya Çepên Kesk bû Hatîmogûllari
14:22 Cezayê hefsê li rojnamevanê hatibû derbkirin birîn
13:30 Rûsya û Ûkraynayê ji ber êrişa li dijî bendavê hev tawanbar kirin
12:20 DMME’yê Yuksekdag û Demîrtaş mafdar dît
12:19 Şêniyên gund li dijî sepanên DEDAŞ'ê derketin, leşkeran bi bombeyên gazê êriş kirin
11:59 Li Cizîrê temamiya endamên malbatekê hatin binçavkirin
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Di doza ‘guh nedin ên weke serokkomar ji we pereyan dixwazin’ de biryara beraetê
11:41 Bi hinceta erdhejê cenazeyê Tekmenûray nadin malbata wê
11:23 Ji bo koma cigareyê ya BAT’ê zem hate kirin
11:12 Abdullah Ocalan: AKP, hewl dide Hamasa Kurd ava bike
11:11 Rêveberiya girtîgehê çawa bû sedema mirina girtiyê nexweş Kaplan?
10:32 Akin: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê xurttir bimeşînin
10:06 Li Amedê avahiyê xesarekî mezin gihiştibûyê hilweşiya
09:59 Li Emniyeta Nisêbînê çeteya talankirinê derket holê
09:02 ‘Li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayên tundiyê dimeşînin'
09:01 Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
05/06/2023
21:56 Îbrahîm Kalin bû serokê MÎT’ê yê nû
21:48 Gulmez a bi giranî brîndar bûbû piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê
21:39 Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatin berdan
18:37 Kesên ku di 5’ê hezîranê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
17:52 Li Tûzlayê cînayeta kar
16:43 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
16:15 Jina ku ji polîstiyê îstîfa kir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin
15:36 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên li bajar parve kir
14:43 Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
14:42 Edîbe Şahîn hate berdan
14:33 Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya