Berî bimirin dixwazin kurê wan bê berdan

  • rojane
  • 09:03 23 Gulan 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Hasan (90) û Fatim Kalkan (75), 30 sal in li benda kurê xwe yê girtî Nesîmî Kalkan in. Tekane daxwaza dê û bavên Kalkan ew e ku berî koça xwe ya dawî kurê xwe bibînin. 
 
Di salên 1990’î de ji ber polîtîkayên dewletê yê "ewlehiyê" yên li Kurdistanê bi dehan gund hatin valakirin û şewitandin. Kurdistaniyên ku bi darê zorê ji warên xwe hatin derxistin û koçî bajaran kirin, li van deran jî rastî heman êrişan hatin. Dewleta ku qîma xwe tenê bi valakirina gundan neanî, gelek şêniyên gundan girtin û cezayê muebedê li wan birî. Yek ji van kesan jî girtiyê nexweş Nesîmî Kalkan e. 
 
Kalkan, di sala 1992'yan de bi îdiaya ku "alikariya rêxistinê kiriye" hat girtin û 30 sal cezayê mûebbedê lê hat birîn. Kalkan, di vî 30 salî de li Bûra, Edîrne, Tarsûs, Sîlîfke, Tekîrdag, Dîlok, Amed, Şirnex, Mêrdîn û Erziromê di girtîgehan de maye. Kalkan, niha jî di Girtîgeha Tarsûsê ya Tîpa T'yêd e ye. Kalkan, 5 sal beriya niha bi nexweşîna çolyakê ketiye û niha di şert û mercên girtîgehê de li hember vê nexweşînê têdikoşe. Lê tevî hemû hewldanên malbatê yên ji bo berdana wî, nehat berdan. 
 
Tekane daxwaza dê û bavê Kalkan ku 3 meh ji temamkirina înfaza wî re maye, ew e ku beriya koça xwe ya dawî kurê xwe bibînin. Ji ber ku înfazên girtiyan bi hincetên cuda tên şewitandin, Fatim Kalkan (75) ku nexweşîna KOAH'ê pê re heye û Hasan Kalkan (90) ku nexweşîna dil pê re heye, bi fikarin ku înfaza kurê wan jî bê şewitandin. Dê û bavên Nesîmî Kalkan li benda berdana wî ne. 
 
ÇAVÊ WAN LI RÊYA WÎ YE
 
Hasan Kalkan diyar kir ku ev 15 sal in ew neçûye girtîgehê cem kurê xwe û got ku berî koça xwe ya dawî dixwaze kurê xwe bibîne û wiha axivî: "Kurê min ev 30 sal in di bin erdê de tê girtin. Nexweş e, nikare xwarinê bixwe. Xwarina ji genimî ji wî re qedexe ye. Em dixwazin ku êdî ji girtîgehê derkeve û bigihîje azadiya xwe. Dixwazim ku ew jî weke her kesî vegere mala xwe. Ji ber nexweşiya xwe ev 15 sal in ez nikarim biçim cem wî û ev 15 sal in jî min ew nedîtiye. Ji roja ku hatiye girtin heta niha tenê ez du caran çûme cem wî. Ez nexweş im, her nexweşî li min peyda bûne, nikarim biçim hevditinê. Ez di rêyan de diwestim û dilê min li hev digere. Rê pir dûr e, nikarim biçim. Niha tenê daxwaza min ew e ku bê berdan. Ez gelek bêriya kurê xwe dikim. Ez dua dikim û dibêjim, xwe,dê hema hê ez nemirime dixwazim kurê xwe bibînim. Hê gelek ciwan bû dema ku hat girtin. Zaroka wî nû çêbûbû. Ew zaroka wî mezin bû, zewicî û zaroka wê jî çêbûn lê ew hê di girtîgehê de ye. Ma ev tişta ku dikin wijdani ye? Daxwaza min ew e ku rojek berî rojekê bê berdan û bigihîje me, destê me bigihîje hev du. Emrê min bûye 90. Dixwazim hê sax im, kurê xwe carekê bibînim. Çavê me li rêyê wî ye û em dibêjin ha îro wê bê ha sibê. Ev 30 sal in di girtîgehê de y. DI 30 salên borî, de bi qasî niha neqehirîbûm." 
 
'CEZAYÊ WAN XELAS DIBIN JÎ BERNADIN'
 
Kalkan anî ziman ku baweriya wan bi edaletê nemaye û got ku ew bi fikar in ku înfaza kurê wî jî mîna bi dehan girtiyan bê şewitandin û got: "Gelek girtiyên nexweş ên wekî kurê min hene, lê Wezîrê Dadê wan bernade. Em dixwazin ew girtî hemû bên berdan. Tirsa me ew e ku wekî girtiyên din înfaza wî jî bê şewitandin. Em extiyar in û li benda berdana wî ne. Cezayê wan xelas dibe jî wan bernadin. Ji ber vê zêde baweriya me bi edeletê tune ye. Niha sê mehên wî mane. Hêvî dikim ku bê berdan û em wî bibînin."
 
Fatim Kalkan jî got ku ji roja ku kurê wê hatiye girtin heta niha ew çûye gelek girtîgehan. Kalkan bilêv kir ku gelek nexweşîn lê peyda bûne û hestên xwe wiha anî ziman: "Ez ji qehran pîr bûme. Piştî kurê min her nexweşî li min peyda bû. Piştî kurê min tu jiyana min nema. Di van 30 salan de tu girtîgeh nema ku em lê negeriyane. Ez qehra keça wî, hevjîna wî û ya wî dixwim. Ev barekî gelek giran e. Ez derdê wî gelek dikêşim. Berê kurê min Yûsûf jî tê de bû. Baş e ku ew berdan û niha qehra Nesim dikêşim. Hêviya min ji edeletê nîn e, bi Xwedê heye. Heke tiştekî dernexînin û înfaza wî neşewitînin, bi destûra XWedê dê derkeve. Çavê me li rêya wî ye." 
 
MA / Zeynep Durgut 
 
 
 
 

Sernavên din

10/06/2023
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir
22:20 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
20:55 Li Edliyeya Farqînê polîsan îşkence li zarokekî kirin
20:03 Kadîr Şeker hat berdan
19:03 Çawîşê ku Aşkanê pênc salî kuşt hat berdan
18:43 Li îzmîrê 5 jin hatin berdan
17:46 Ji rojnamevan Gok nameyeke 'vala': Gava azadiya fikr û ramanê çêbibe dê bê temamkirin
16:49 Yagiz li Nisêbînê bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin
15:42 Rojnamevan Arslan ji piştevaniya bo rojnamevanên girtî tê sûcdarkirin
14:54 Rapora ÎHD’ê: Wesayîtên zirxî di 15 salan de 44 kes kuştin e
14:43 Ji bo Tarkut ê Şule qetil kirî cezayê muebbeta giran hate xwestin
14:33 Li Amedê sosretiya tenduristiyê: Nexşwexaneyên diranan emanetî teknîsyenan hatine kirin!
14:24 Gulmez a di pevçûnê de birîndar bûbû hate emeliyatkirin
14:22 Rojnamevan Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Kujerên wî bûne şirîkên AKP-MHP'ê
14:19 Li Mêrdînê jinek hate binçavkirin
14:17 Komîteya Wezîran xwest Yuksekdag û Demîrtaş bên berdan
13:58 Rêxistinên hiqûqê: Can Atalay berdin
13:58 Li Deriyê Gumrukê yê Bajêrgeyê kota hat kêmkirin
13:43 Cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
13:34 Li Antalyayê dayikên aştiyê hatin binçavkirin
12:53 ÎSÎG: Di 5 mehan de herî kêm 730 karker mirin e
12:53 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Îzmîrê hate binçavkirin
12:45 Di doza Ozturk Turkdogan de biryara beraetê hate dayîn
12:39 ÎHD’ê ji bo Aşkan daxuyanî da: Ev ne qeza lê cînayet e
12:05 Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo tevlibûna kongreya xwe bang kir
12:03 Parêzer ji bo biçin cem Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:20 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk çûn serdana rojnamegeran
10:51 Li Efrînê niha jî darên hinaran tên talankirin
10:26 Hunergeha Welat klîbek nû belav kir: Klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike
09:58 Partiya Sewz: Tirkiyeyê li Behdînanê zêdetirî 4 milyon dar biriye
09:51 Dolar rabû, lîreyê tirk bêqîmet bû
09:45 Aykol: Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin nikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin
09:04 Bijîşkê girtîgehê girtiyê nexweş derman nekir
09:03 Amedî: Heya meseleya şer çareser nebe aborî rast nabe
09:03 Rojnamevan Gozelyuz: Di Çapemeniya Azad de berdewamî esas e
09:01 Ji bo pêşveçûna kirmanckî 6 berhem derçûn: Berxwedan nebe wê ziman bihele
09:01 Erdal Kaya: Min xwest ez bi stand-upê valahiya heyî dagirim
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:53 Ayhan û Gokalp hatin definkirin
08:52 Li Sêrtê şer: Leşkerek hat kuştin
07/06/2023
22:05 Meryem Yildirim hat berdan
21:37 Rojên Ma Muzîkê dest pê kirin
19:52 Li Ispartayê mirineke biguman
19:43 Nûman Kûrtûlmûşê AKP'î bû serokê meclisê
19:39 Rojnamevan Arslan birin Kirşehîrê
19:18 Dibe ku ji çar payên Spanyayê sê pay bibe çolistan
18:52 Di êrişa Tirkiyeyê de agir bi kampa Eyn Îsayê ket
18:34 Li Geverê zarokê ku wesayîta zirxî pêl wî kir jiyana xwe ji dest da
18:20 Li Cizîrê malbata ku hatibû binçavkirin hat berdan
18:09 Doza Vartînîsê hat taloqkirin