Derziyên girtiyê nexweşê giran Ayik nadinê

  • rojane
  • 09:47 23 Gulan 2023
  • |
img
ANTALYA - Dayika girtiyê nexweşê giran Devrîm Ayik ê ji sedî 76 astengdar Hulya Ayik, da zanîn ku derziyên ku pêdiviya kurê wê pê hene nehatine dayîn û wiha got: “Ev dewletê vê xatirxwastine jî ji me re gelek dibîne.” 
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di girtîgehan de 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Yek ji girtiyên nexweşên giran ku divê demildest bê berdan jî rojnamevan Devrîm Ayik ê 32 salî ye. Ayik, dema li Îzmîrê Kovara Ozgur Halkê belav dikir bi 13 hevalên xwe re hate binçavkirin û girtin. Ayik ê bi sûcdariyên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tê darizandin piştî hate girtin ewilî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kiriklara Îzmîrê, dû re piştî rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû sewqî Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê û herî dawî jî sewqî Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê hate kirin. Ayik, beriya niha ji ber rewşa wî ya tenduristiyê giran bû ji Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê di sala 2018’an de hat berdan. Ayik ê ji ber binpêkirina şertê kontrola edlî dîsa hate girtin ji ber nexweşiya enfeksiyona rûviyên bijehr di sala 2019’an de careke din hate berdan. Lê belê piştî çend mehan, Ayik ê ku ji ber bi xwendekaran re govend gerandiye bi hinceta “endametiya rêxistinê” ji nû ve hat girtin, pişt re ji ber şewba vîrûsa koronayê careke din hat berdan. Ayik ê di 12’ê çileya 2021’an de dîsa hate girtin ewilî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kiriklara Îzmîrê, dû re piştî rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû sewqî Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê û herî dawî jî sewqî Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê hate kirin. 
 
Ayik, ê ji sedî 76 astengdar e, bi nexweşiya Crohn ku cureyekî nexweşiyeke rûviyan e re têdikoşe. Ayik ê beriya niha du caran ji rûviyên xwe emeliyat bûye, ji rûviyên wî 40 û 60 cm perçe hatiye girtin. Ayik di sala 2006'an de qezeyek derbas dike û çavê wî yê rastê xesar dibîne û kor dibe. Çavê wî yê çepê jî 30 pileyan miyop e. Dayik Hulya Ayik diyar kir ku kurê wê nikare di şertên girtîgehê de bimîne û ev rewş îşkence ye. 
 
SALEKE NABIN NEXWEŞXANEYÊ 
 
Ayik, da zanîn ku di sala 2007’an de ji ber pirsgirêkên aboriyê ji Amedê koçî Antalyayê kirine û bi bîr xist ku ji ber kurê di Kovara Gelê Azad de dixebitî di sala 2015’an de li Îzmîrê hate binçavkirin û girtin. Ayik, anî ziman ku weke li girtîgehan hemû girtiyên siyasî Ayik jî bi gelek binpêkirinên mafan re rûbirû dimîne û anî ziman ku ji ber pêkanînên keyfî yên rêveberiya Girtîgeha Eskîşehîrê tevî nexweşiyên xwe yên giran AYik saleke nikare biçe nexweşxaneyê. Ayik, diyar kir ku dema kurê wê dibin nexweşxaneyê bi ferzkirina “lêgerîna nava dev” re rûbirû dimîne û wiha got: “Divê raporên şandeyê bigire û dema dibin nexweşxaneyê ji ber lêgerîna nava dev dikin vê yekê qebûl nake û cezayên hucreyê jê re tên birîn. Dema hefteya borî em bi hev re axivîn, anî ziman ku derziya wî ya dawî lêxistine, tevî ku derziyên wî nemane jî rapora heyete nedane wî.”
 
‘DEWLET XATIRXWESTINÊ GELEK DIBÎNE’ 
 
Ayik, anî ziman ku girtî dema li ber mirinê ne tên berdan, di girtîgehan de terkî mirinê tên kirin û wiha berdewam kir: “Ev dewlet ji me re xatirxwestinekê jî gelek dibîne. Dema em bi Devrîm re axivîn, got rewşeke wî ya ku her kêliyê dikare emeliyat bikin heye. Tedawiya nexweşiya wî nîne, tevî vê yekê dermanên ku pêşiyê li nexweşiya wî bigirin jî nadinê. Tu sedemê ku nexweşekî bi vî awayî di girtîgehê de bimîne nîne. Ez ditirsim ku rojekê ji nişka ve agahiya Devrîm were.”
 
CIHEKÎ KU SERÎ LÊ NEDAYE NEMAYE
 
Ayik, bi lêv kir ku girtî bi awayekî sîstematîk ji malbatên xwe tên dûrxistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi kîlometreyan ji malbatên wan dûr dixin, ev jî mexdûriyeke mezin e. Ev salekê zêdetir e cihekî ku me daxwazname jê re nenivîsandin neme lê tu bersiv nehatin dayîn. Qet nebe bînin Girtîgeha Antalyayê em ê hefteyê carekê biçin cem wê. Em bi awayekî aborî, psîkolojîk, her awayî tên mexdûr kirin. Ez ji bo girtiyên nexweş ên bi awayekî neheq û bêhiqûqî li girtîgehan tên ragirtin bang dikim; bila destên xwe deynin ser wijdanên xwe û ji bo wan êdî tiştekî bikin. Dewletê her tim bi hişmendiya “an tu ji minî an jî tune yî” nêzî bû. Bi taybetî jî van demên dawî zextên zêDe li ser xebatkarên çapemeniyê hene, ew jî ji ber naxwazin Çapemeniya Azad civakê agahdar bike ye. Ditirsin ku rastî derkeve holê. Bila demildest, dest ji vê zilma tê kirin berdin.”
 
MA / Dîlan Akyol
 

Sernavên din

10/06/2023
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir
22:20 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
20:55 Li Edliyeya Farqînê polîsan îşkence li zarokekî kirin
20:03 Kadîr Şeker hat berdan
19:03 Çawîşê ku Aşkanê pênc salî kuşt hat berdan
18:43 Li îzmîrê 5 jin hatin berdan
17:46 Ji rojnamevan Gok nameyeke 'vala': Gava azadiya fikr û ramanê çêbibe dê bê temamkirin
16:49 Yagiz li Nisêbînê bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin
15:42 Rojnamevan Arslan ji piştevaniya bo rojnamevanên girtî tê sûcdarkirin
14:54 Rapora ÎHD’ê: Wesayîtên zirxî di 15 salan de 44 kes kuştin e
14:43 Ji bo Tarkut ê Şule qetil kirî cezayê muebbeta giran hate xwestin
14:33 Li Amedê sosretiya tenduristiyê: Nexşwexaneyên diranan emanetî teknîsyenan hatine kirin!
14:24 Gulmez a di pevçûnê de birîndar bûbû hate emeliyatkirin
14:22 Rojnamevan Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Kujerên wî bûne şirîkên AKP-MHP'ê
14:19 Li Mêrdînê jinek hate binçavkirin
14:17 Komîteya Wezîran xwest Yuksekdag û Demîrtaş bên berdan
13:58 Rêxistinên hiqûqê: Can Atalay berdin
13:58 Li Deriyê Gumrukê yê Bajêrgeyê kota hat kêmkirin
13:43 Cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
13:34 Li Antalyayê dayikên aştiyê hatin binçavkirin
12:53 ÎSÎG: Di 5 mehan de herî kêm 730 karker mirin e
12:53 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Îzmîrê hate binçavkirin
12:45 Di doza Ozturk Turkdogan de biryara beraetê hate dayîn
12:39 ÎHD’ê ji bo Aşkan daxuyanî da: Ev ne qeza lê cînayet e
12:05 Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo tevlibûna kongreya xwe bang kir
12:03 Parêzer ji bo biçin cem Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:20 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk çûn serdana rojnamegeran
10:51 Li Efrînê niha jî darên hinaran tên talankirin
10:26 Hunergeha Welat klîbek nû belav kir: Klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike
09:58 Partiya Sewz: Tirkiyeyê li Behdînanê zêdetirî 4 milyon dar biriye
09:51 Dolar rabû, lîreyê tirk bêqîmet bû
09:45 Aykol: Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin nikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin
09:04 Bijîşkê girtîgehê girtiyê nexweş derman nekir
09:03 Amedî: Heya meseleya şer çareser nebe aborî rast nabe
09:03 Rojnamevan Gozelyuz: Di Çapemeniya Azad de berdewamî esas e
09:01 Ji bo pêşveçûna kirmanckî 6 berhem derçûn: Berxwedan nebe wê ziman bihele
09:01 Erdal Kaya: Min xwest ez bi stand-upê valahiya heyî dagirim
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:53 Ayhan û Gokalp hatin definkirin
08:52 Li Sêrtê şer: Leşkerek hat kuştin
07/06/2023
22:05 Meryem Yildirim hat berdan
21:37 Rojên Ma Muzîkê dest pê kirin
19:52 Li Ispartayê mirineke biguman
19:43 Nûman Kûrtûlmûşê AKP'î bû serokê meclisê
19:39 Rojnamevan Arslan birin Kirşehîrê
19:18 Dibe ku ji çar payên Spanyayê sê pay bibe çolistan
18:52 Di êrişa Tirkiyeyê de agir bi kampa Eyn Îsayê ket
18:34 Li Geverê zarokê ku wesayîta zirxî pêl wî kir jiyana xwe ji dest da
18:20 Li Cizîrê malbata ku hatibû binçavkirin hat berdan
18:09 Doza Vartînîsê hat taloqkirin