Akça: Jinên ku mifteya guhertinê ne divê biçin ser sindoqan

  • jin
  • 10:35 23 Gulan 2023
  • |
img
AMED - Parlamentera Partiya Çepên Kesk Ceylan Akça, destnîşan kir ku mifteya guhertinê di destê jinan de ye û wiha got: “Cih ji bêhêvîtî û bêmoraliyê re nîne, em li dijî rejîma Erdogan biçin ser sindoqan.”
 
Partiya Çepên Kesk ku desthilatê di pêvajoya kampanyaya hilbijartinê de hedef girt, tevî zext, binçavkirin û girtinan jî 61 parlamenter qezenç kirin û bi temsiliyeta jinan a ji sedî 49’an di Meclisê de cih girt. Ceylan Akça ya li Amêdê ji Partiya Çepên Kesk hate hilbijartin, bal kişand ser girîngiya temsiliyeta jinê ya li Meclisê û destnîşan kir ku di hilbijartinên serokkomariyê yên tûra dûyemîn de divê jin li ser sindoqan hêza pêşeng bin. 
 
‘JI BÊHÊVÎTIYÊ RE CIH NÎNE’
 
Akça, diyar kir ku di tûra ewil de desthilata AKP’ê hejandine, bi tûra dûyemîn armanc dikin ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bişînin. Akça, anî ziman ku encamên hilbijartina 14’ê Gulanê di nava gel de bûye sedema xerabûna morale lê cih ji bêmoralî û bêhêvîtiyê re nîne û wiha got: “Em hêj gelek bi xurt in. Me 61 parlamenter şandin û nivîyê van jin in. Ev tişteke gelekî xweş e û her wiha parlamenterên bi nasnameyên cuda me şandin. Ya me ne binketine, tevî kevirên desthilatê yên giran ên li ser me, hêza gel a ji binê van keviran radibe ye. Ev jî serkeftineke mezin e û divê kes moralê xwe xera neke.”
 
‘JI WAN RE RIHETÎ NÎNE’ 
 
Akça, qala polîtîkayên desthilata AKP’ê ya jin û zarokan kir û wiha berdewam kir: “Divê em keçika 6 salî hate zewicandin û bi awayekî sîstematîk hate tecawizkirin bi bîr bixin. Desthilateke ku piştevaniya vê ferasete dike û sîstematîze dike heye. Bi heman awayî xwediyên vê ferasete beriya 2 rojan li Zongûldakê tecawizî pitikeke 2 salî kirin. Dîsa blokeke ku qanûna 6284’an an ku qanûna jinên tundî lê tê kirin û tên taciz û tecawiz kirin diparêze, ji nîqaşan re vedike heye. Ev kes dê di parlamentoyê de bibin endamê komîsyonê lê em ê rehetiyê nedin wan. Dê li kolanan zextê li jinan bike, em ê rehetiyê nedin wan. Heta ku em hebin rehetî ji wan re nîne. Ji ber wê yekê bila qet lingên xwe dirêj nekin, em li vir in û bihêz in.”
 
‘DIKARIN BI HEV RE BIGUHERÎNIN’ 
 
Akça, destnîşan kir ku li dijî “rejîma otorîter” a Erdogan teşeya reveberiyeke din pêkan e û wiha pê de çû: “Heke Erdogan bibe Serokkomar ev pergala otorîter û zextker wê kûrtir bibe. Erdogan pergaleke Serokkomariyê ya ecêb afirand û rola parlamenteriyê xist xwarê. Ji xwe parlamento xwediyê avaniyeke demokratîk nebû, cihekî ku piraniyê kêmnetewe ji nedîtive dihat û hewl da wan bêdeng bike bû. Lê em dikarin vê hilweşînê bi hev re biguherînin.”
 
Akça, pêşbînîya xwe ya heke Erdogan di tûra duyemîn de “serbikeve” dikare çi bike wiha bi lêv kir: “Dijminatiya jinan dikare têxe bingeheke makeqanûnî, qanûna jinan diparêze û mekanizmaya wê dê rake û tu hesabê jî nade. Dadgeh ji xwe dadgehên zayendperest in, dê zêdetir bibin zayendperest, jinê nedîtîve bên, kesên tundiyê dikin biparêzin. Li welat Navenda Şopandinê û Pêşîlêgirtina Tundiyê (ŞONIM) heye lê bêbandor e. Li ŞONIM a li bajêr binêrin ka çiqas bi bandor e? Li buroyên ‘tundiya li nava malê’ yên li miduriyetên polîsan binêrin ka çiqas dixebitin? Pergaleke ku nebaş dê xerabtir bikin. Ji bo em destûrê nedin vê ez bang li jinan dikim ku biçin ser sindoqan dengên xwe bidin û bibin muşahid.”
 
Akça, destnîşan kir ku qasî deng dayînê ewlehiya sindoqan jî girîng e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin dikarin roleke baş a hînkirinê bigirin ser xwe, dikarin bibin muşahîd, mifteya guhertinê di destê wan de ye û em dikarin bi hev re biguherînin. Em ne neçarî netewperestan e û em dikarin biguherînin. Bila jin di ferqa hêza xwe de bin û li gorî wê tevbigerin.”
 
MA / Eylem Akdag - Cengîz Ozbasar 
 
 

Sernavên din

10/06/2023
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir
22:20 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
20:55 Li Edliyeya Farqînê polîsan îşkence li zarokekî kirin
20:03 Kadîr Şeker hat berdan
19:03 Çawîşê ku Aşkanê pênc salî kuşt hat berdan
18:43 Li îzmîrê 5 jin hatin berdan
17:46 Ji rojnamevan Gok nameyeke 'vala': Gava azadiya fikr û ramanê çêbibe dê bê temamkirin
16:49 Yagiz li Nisêbînê bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin
15:42 Rojnamevan Arslan ji piştevaniya bo rojnamevanên girtî tê sûcdarkirin
14:54 Rapora ÎHD’ê: Wesayîtên zirxî di 15 salan de 44 kes kuştin e
14:43 Ji bo Tarkut ê Şule qetil kirî cezayê muebbeta giran hate xwestin
14:33 Li Amedê sosretiya tenduristiyê: Nexşwexaneyên diranan emanetî teknîsyenan hatine kirin!
14:24 Gulmez a di pevçûnê de birîndar bûbû hate emeliyatkirin
14:22 Rojnamevan Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Kujerên wî bûne şirîkên AKP-MHP'ê
14:19 Li Mêrdînê jinek hate binçavkirin
14:17 Komîteya Wezîran xwest Yuksekdag û Demîrtaş bên berdan
13:58 Rêxistinên hiqûqê: Can Atalay berdin
13:58 Li Deriyê Gumrukê yê Bajêrgeyê kota hat kêmkirin
13:43 Cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
13:34 Li Antalyayê dayikên aştiyê hatin binçavkirin
12:53 ÎSÎG: Di 5 mehan de herî kêm 730 karker mirin e
12:53 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Îzmîrê hate binçavkirin
12:45 Di doza Ozturk Turkdogan de biryara beraetê hate dayîn
12:39 ÎHD’ê ji bo Aşkan daxuyanî da: Ev ne qeza lê cînayet e
12:05 Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo tevlibûna kongreya xwe bang kir
12:03 Parêzer ji bo biçin cem Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:20 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk çûn serdana rojnamegeran
10:51 Li Efrînê niha jî darên hinaran tên talankirin
10:26 Hunergeha Welat klîbek nû belav kir: Klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike
09:58 Partiya Sewz: Tirkiyeyê li Behdînanê zêdetirî 4 milyon dar biriye
09:51 Dolar rabû, lîreyê tirk bêqîmet bû
09:45 Aykol: Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin nikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin
09:04 Bijîşkê girtîgehê girtiyê nexweş derman nekir
09:03 Amedî: Heya meseleya şer çareser nebe aborî rast nabe
09:03 Rojnamevan Gozelyuz: Di Çapemeniya Azad de berdewamî esas e
09:01 Ji bo pêşveçûna kirmanckî 6 berhem derçûn: Berxwedan nebe wê ziman bihele
09:01 Erdal Kaya: Min xwest ez bi stand-upê valahiya heyî dagirim
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:53 Ayhan û Gokalp hatin definkirin
08:52 Li Sêrtê şer: Leşkerek hat kuştin
07/06/2023
22:05 Meryem Yildirim hat berdan
21:37 Rojên Ma Muzîkê dest pê kirin
19:52 Li Ispartayê mirineke biguman
19:43 Nûman Kûrtûlmûşê AKP'î bû serokê meclisê
19:39 Rojnamevan Arslan birin Kirşehîrê
19:18 Dibe ku ji çar payên Spanyayê sê pay bibe çolistan
18:52 Di êrişa Tirkiyeyê de agir bi kampa Eyn Îsayê ket
18:34 Li Geverê zarokê ku wesayîta zirxî pêl wî kir jiyana xwe ji dest da
18:20 Li Cizîrê malbata ku hatibû binçavkirin hat berdan
18:09 Doza Vartînîsê hat taloqkirin