Ciwanê hatiye îşkencekirin: Ma gerandina govendê sûc e?

  • rojane
  • 15:21 23 Gulan 2023
  • |
img
STENBOL - Ciwanê bi navê Îdrîs Akpinar ku ji ber kişandina dîmenên ciwanên ji ber gerandina govendê li Kadikoyê hatin binçavkirin û îşkencekirin hatibû binçavkirin û îşkencekirin bertek nîşan da û ev pirs kir: “Gelo ma gerandina govendê sûc e?” 
 
Komeke ciwanan dema li navçeya Kadikoy a Stenbolê li ber stranên kurdî govend digerandin, polîsan dest danîn ser hoparlorên wan. Dema ciwan li dijî vê derketin jî rageşî derket, polîsan êrişî ciwanan kir, gule berdan hewa û bi îşkenceyê binçav kirin. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê têkildarî bûyerê li avahiya komeleyê daxuyanî da. Hevserokên OHD’a Stenbolê Esra Bîlen û Gurkan Îsteklî, Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de ji ewil Esra Bîlen axivî û got ku piştî dîmenên îşkencekirina ciwanan li ser medyaya dijîtal hatin parvekirin, rewşê jinêzve dişopînin û ev tişt anî ziman: “Polîsan ji ewil bombeyên gazê avêtin, piştre gule berdan hewa û bi vê yekê re gef li ewlehiya cemaweriyê xwarin. Ev yek îşkence ye. Polîsan ciwan birin qereqolê, li vê derê ji pişt ve hatin kelemçekirin, pêdevî li erdê hatin dirêjkirin li ber sirûda mehterê îşkence lê hate kirin. Têkildarî binçavkirina ciwanan em li qereqolan geriyan lê agahiyên bitendurist nedan me. Piştî me bi miwekîlên xwe re hevdîtin kirî ji me re gotin bê ka çawa hatine îşkencekirin. Her wiha em dizanin ku tiliya polîsekî şikestiye. Lê em hîn bûn ku ev tilî di dema îşkenceyê de şikestiye. Me giliyê polîsan kir. Ji bo îşkenceyê demborîn tune ye. Hûn dê ji ber îşkenceyê bên darizandin. Em ê li dijî her cureyên binpêkirinan li cem gelê xwe bin.” 
 
ÎŞKENCE VEGOT 
 
Piştre jî Îdrîs Akpinar axivî û îşkenceya lê hatiye kirin vegot. Akpinar, îşkence wiha vegot: “Di saetên ber bi êvarê ve çûm Kadikoyê. Dema li wir digeriyam, min dît ku polîs hatin cem komeke ciwanan û dest danîn ser hoparlorên wan ên muzîkê. Polîs jî li dijî vê derketin. Polîsan ciwan derb kirin û binçavkirin. Ciwanên din jî bertek nîşan dan. Li ser vê yekê polîsan gaza îsotê avêtin. Min jî di vê navberê de dîmen kişand. Polîs hatin cem min û ez jî binçav kirim. Min ji polîsan re got; ‘tişta hûn dikin sûc e. Divê ev sûc were dîtin.’ Lewma hatim binçavkirin. Dema bi wesayîtê dibirin qereqolê, hatim derbkirin. Li qereqolê em pêdevî li erdê hatin dirêjkirin û sirûda mehterê bi me dan guhdarîkirin. 
 
MA GERANDINA GOVENDÊ SÛC E?
 
Piştre em birin nexweşxaneyê. Di vê navberê de polîsan ji me re gotin; ‘heke hûn bibêjin em hatine derbkirin, îcar vegera vê jî heye.’ Bijîşkê nexweşxaneyê ji me pirsî bê ka em hatine derbkirin an na. Me jî got em nehatine derbkirin. Li ser vê yekê bijîşk ji me pirsa; ‘ma hûn rûyê xwe nabînin?’ kir. Lê ji ber polîsan me nekarî bibêjin em hatine derbkirin. Gelo ma gerandina govendê sûc e? Tu sûcê wan ciwanan nebû.”
 
DIVÊ ALIYÊ NÎJADPERESTIYÊ BÊ LÊPIRSÎN
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî diyar kir ku îşkence polîtîkayeke eşkere ya dewletê ye û wiha domand: “Ev yek tenê îşkence nîne. Îşkenceyeke bi feraseta nîjadperestiyê hatiye kirine. Heke em vê mijarê nîqaş nekin dê ev îşkence bidome. Îktîdareke wisa heye ku dijminê her aliyê kurdan e. Yên ji xwe re dibêjin muxalefet jî yên dibêjin îktîdar jî li ser dijminatiya kurdan propagandaya hilbijartinê dike. Di salên 90’î de îşkence hebû lê dewletê digot; ‘me nekiriye.’ Lê niha bi eşkereyî dikin. Ev rewş binpêkirina peymanên navxweyî û navneteweyî ye. Lê Ewropa kontrol nake bê ka bi peymanan tê kirin an na. Diviya bijîşk jî polîs derxista û muayene wisa bikira. Muayene li gorî Protokola Stenbolê nehatiye kirin. Zimanê tundiyê pir bi rehetî tê bikaranîn. Ewlehiya canê tu yek ji me tune ye. Em bi siyaseteke wisa re rû bi rû ne ku dijminê hebûna kurdan e. Dewleteke dijminatiyê li parêzer, siyasetmedar û rojnamegerên kurd dikin heye.” 
 
ÎŞKENCEYA LI DAŞIRÊ
 
Serokê Dev Yapi-Îş’ê Nîhat Demîr jî têkildarî mijarê wiha got: “Faîlê îşkence û tundiyê dewlet û îktîdara AKP’ê ye. Di hemû qadên jiyanê de ev tundî û îşkence heye. Zimanê we dibe sedema mirina gelê me. Ma hûn qet ji xwe şerm nakin? Yê ku xwarina we dide kurd e. Lanet li siyaseta we be. Hevalekê me ji bo xwarinê ji binçavkiriyan re bibe çû qereqolê. Li vir hate îşkencekirin. Hevalê me ji qereqolê derket lê polîsan dîsa birin qereqolê û li daşirê îşkence lê kirin. Ciwanên rastî îşkenceyê hatin karkerên înşaetê ne û ji kar derketine. Mala van ciwanan şewitandin. Em wan pir baş nas dikin. Ew jî me ji Zindana Amedê nas dikin. Em ê îşkenceyê bişopînin. Her wiha di dîmenan de ciwan kulmekî di dane polîsekî lê ev yek xweparastine.”
 
FAÎL AKP-MHP YE
 
Bi domdarî Demîr ev tişt anî ziman: “Her kes dikare li wir muzîkê bike. Çima dema kurd dikin ev bûyer derdikevin. Hûn kî ne û li ser navê kê vê dikin? Heke dewlet li pişt wan nebûya dê nekariyan wiha bikin. Werin em xwe birêxistin bikin û vê faşîzmê biavêjin sergoya dîrokê. Çi dibe bila bibe em ê biçin ser sindoqê. Her kes ji we nefret dike û dê we têk bibin. Dê guherîn çêbibe. Berpirsyarê van êrişan îktîdara AKP-MHP’ê ye.” 
 
HEKE DEWLETA HIQÛQÊ BÛYA DÊ BERSÛC POLÎS BÛNA 
 
Parêzera ÇHD’î Ezgî Onalan jî got ku AKP kengî bitengije serî li nîjadperestiyê dide. Onalan, destnîşan kir ku îşkenceya li qereqol û kolanan zêde dibe û qetilkirina muzîkjen Cîhan Aymaz bi bîr xist. Onalan diyar kir ku dê li dijî îşkenceyê bisekinin. Hevserokê OHD’a Stenbolê Gurkan Îsteklî jî wiha axivî: “Dema em li sozên AKP’ê yên sedsalê dinihêrin, dibînin ku di sedsala nû de ji bo kurdan soza îşkenceyê dide. Heke wisa nebûya dê li qereqolan sirûda mehterê nedabûna guhdarîkirin. Suleyman Soylu duh jî parêzer hedef nîşan da. Em li vir in û bi hemû kesên rastî îşkenceyê tên re ne. Me duh jî gotibû û îro jî dibêjin; heke ev dewlet dewleta hiqûqê bûya dê ne ciwanên rastî îşkenceyê hatin lê polîs derketibûna pêşberî dadger. Dadger li şûna ku ji ciwanan pirsên weke ‘we çima stran vekirin, we çima govend gerand’ bike, bila ji polîsan bipirsiya bê ka çima îşkence li ciwanan kirine.” 
 

Sernavên din

10/06/2023
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir
22:20 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
20:55 Li Edliyeya Farqînê polîsan îşkence li zarokekî kirin
20:03 Kadîr Şeker hat berdan
19:03 Çawîşê ku Aşkanê pênc salî kuşt hat berdan
18:43 Li îzmîrê 5 jin hatin berdan
17:46 Ji rojnamevan Gok nameyeke 'vala': Gava azadiya fikr û ramanê çêbibe dê bê temamkirin
16:49 Yagiz li Nisêbînê bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin
15:42 Rojnamevan Arslan ji piştevaniya bo rojnamevanên girtî tê sûcdarkirin
14:54 Rapora ÎHD’ê: Wesayîtên zirxî di 15 salan de 44 kes kuştin e
14:43 Ji bo Tarkut ê Şule qetil kirî cezayê muebbeta giran hate xwestin
14:33 Li Amedê sosretiya tenduristiyê: Nexşwexaneyên diranan emanetî teknîsyenan hatine kirin!
14:24 Gulmez a di pevçûnê de birîndar bûbû hate emeliyatkirin
14:22 Rojnamevan Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Kujerên wî bûne şirîkên AKP-MHP'ê
14:19 Li Mêrdînê jinek hate binçavkirin
14:17 Komîteya Wezîran xwest Yuksekdag û Demîrtaş bên berdan
13:58 Rêxistinên hiqûqê: Can Atalay berdin
13:58 Li Deriyê Gumrukê yê Bajêrgeyê kota hat kêmkirin
13:43 Cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
13:34 Li Antalyayê dayikên aştiyê hatin binçavkirin
12:53 ÎSÎG: Di 5 mehan de herî kêm 730 karker mirin e
12:53 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Îzmîrê hate binçavkirin
12:45 Di doza Ozturk Turkdogan de biryara beraetê hate dayîn
12:39 ÎHD’ê ji bo Aşkan daxuyanî da: Ev ne qeza lê cînayet e
12:05 Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo tevlibûna kongreya xwe bang kir
12:03 Parêzer ji bo biçin cem Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:20 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk çûn serdana rojnamegeran
10:51 Li Efrînê niha jî darên hinaran tên talankirin
10:26 Hunergeha Welat klîbek nû belav kir: Klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike
09:58 Partiya Sewz: Tirkiyeyê li Behdînanê zêdetirî 4 milyon dar biriye
09:51 Dolar rabû, lîreyê tirk bêqîmet bû
09:45 Aykol: Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin nikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin
09:04 Bijîşkê girtîgehê girtiyê nexweş derman nekir
09:03 Amedî: Heya meseleya şer çareser nebe aborî rast nabe
09:03 Rojnamevan Gozelyuz: Di Çapemeniya Azad de berdewamî esas e
09:01 Ji bo pêşveçûna kirmanckî 6 berhem derçûn: Berxwedan nebe wê ziman bihele
09:01 Erdal Kaya: Min xwest ez bi stand-upê valahiya heyî dagirim
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:53 Ayhan û Gokalp hatin definkirin
08:52 Li Sêrtê şer: Leşkerek hat kuştin
07/06/2023
22:05 Meryem Yildirim hat berdan
21:37 Rojên Ma Muzîkê dest pê kirin
19:52 Li Ispartayê mirineke biguman
19:43 Nûman Kûrtûlmûşê AKP'î bû serokê meclisê
19:39 Rojnamevan Arslan birin Kirşehîrê
19:18 Dibe ku ji çar payên Spanyayê sê pay bibe çolistan
18:52 Di êrişa Tirkiyeyê de agir bi kampa Eyn Îsayê ket
18:34 Li Geverê zarokê ku wesayîta zirxî pêl wî kir jiyana xwe ji dest da
18:20 Li Cizîrê malbata ku hatibû binçavkirin hat berdan
18:09 Doza Vartînîsê hat taloqkirin