Kolanên Wanê: Em ê kesên nasnameya me nas nakin di sindoqê de têk bibin

  • rojane
  • 09:45 24 Gulan 2023
  • |
img
WAN - Şêniyên Wanê bal kişandin ku dê hilbijartina Serokkomariyê di nava “faşîzm û demokrasiyê” de be û wiha got: “Em ê kesên nasnameya me nas nakin di sindoqê de têk bibin.”
 
Nûçeyên dîrokê yên 14 Gulanê derbas bûn, niha hilbijêr ji bo hilbijartina tûra duyemîn ku dê di 28’ê Gulanê de bê kirin xwe amade dikin biçin ser sindoqan. Şêniyên Wanê ku beriya hilbijartinê me mîkrofonn dirêjî wan kirin, anîn ziman ku dê namzetê Tifaqa Cûmhûr Recep Tayîp Erdogan ê kurd û Kurdistanê nas nake bişînin. 
 
‘HILBIJARIN DI NAVBERA FAŞÎZM Û DEMOKRASIYÊ DE YE’ 
 
Resûl Yildirim ê qala girîngiya hilbijartina tûra duyemîn kir wiha got: “Ev hilbijartin dê di navbera demokrasî û faşîzmê de be. Em ê an faşîzmê an jî demokrasiyê hilbijêrin. Pergala aboriyê gelek xerab e lê pêşengtiya me ev nîne, li welat hiqûq nemaye, edalet têk çûye. Ji bo demokrasî jinûve bê avakirin, ji bo girtiyên me yên siyasî li hawîrdoreke azad siyasetê bikin divê ev pergal were guhertin. 20 sal in welat bi rê ve dibe û guhertinek pêwîst e, ji ber ku nikarin bi rê ve bibin. Em ji bo tûra duyemîn bi hêvî ne, divê her kes xwedî li vîna xwe derkeve. Kesên ku edalet û demokrasiyê diparêzin destê xwe ne deynin bin kevir dê ev pêvajo wisa berdewam bike, heta dê xerabtir bibe berdewam bike. Em piştevaniya Kiliçdaroglû dikin ji ber ku divê ev pergal were guhertin.”
 
’20 SAL IN ZILMÊ LI KURDAN DIKIN’ 
 
Cebraîl Şukruoglû yê anî ziman ku gelê kurd dê piştgiriya Kemal Kiliçdaroglû bike ev tişt gotin: “Îşelah em ê encameke baş bigirin û Tayîp Erdogan têk bir. 20 sal in zilmê li kurdan dikin, komkujî pêk anîn, dê ji van çi hêvî bikî? Divê herkes deng bide û xwedî lê derkeve. Deng hatin dizîn, her tişt di destê wan de ye û weke ku dixwazin bikaranîn, ez bang li gelê me dikim ku biçin ser sindoqê. Em ê teqez serbikevin.”
 
‘DIVÊ GELÊ ME BIÇE SER SINDOQÊ’ 
 
Metîn Işik, diyar kir ku ji bo guhertinê dê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû û wiha got: “Li Tirkiyeyê pir pirsgirêk hene, ji bo ev pirsgirÊk çareser bibin em piştevaniya Kiliçdaroglû dikin. Divê gelê me biçe ser sindoqan û piştevaniya Kiliçdaroglû bike. 
 
Mûstafa Tûnç jî bal kişand ser krîza aboriyê û wiha got: “21 sal in bi rê ve dibin. Rewşa aboriyê diyar e, rewşa gel li holê ye. Ne maf ne edalet ne hiştî ye. Guhertin şert e, ne ku em ji Kiliçdaroglû hez dikin ji bo guhertinê divê em dengê xwe bidin. Divê roja yekşemê em biçin ser sindoqê.”
 
‘DIVÊ EM DENGÊ XWE BIDIN DEMOKRASÎ Û AŞTIYÊ’ 
 
Mehmet Bûlût ê got “Em ji Erdogan bêzar bûn” jî wiha axivî: “Banga min ew e ku mirov dengên xwe bidin demokrasiyê, mirovahiyê û aştiyê. Gelê kurd 20 sal in di komkujiyan, îşkenceyan re derbas dibe, bi hezaran di girtîgehan de ne ji ber vê yekê em ê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû.”
 
‘EM Ê DÎSA DENGÊ XWE BIDIN KILIÇDAROGLÛ’
 
Şeref Kaba jî anî ziman ku ji ber bihabûnê mirov nikarin debara xwe bikin û got: “Em dixwazin Kiliçdaroglû qezenc bike. Van em perîşan kirin, her tişt bi bihaye û nikarin debara xwe bikin. Êdî nirxa pereyê me nîne. Ji bo rêyeke din em ê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû. Îhtîmaleke mezin Kiliçdaroglû qezenc kir lê ev deng bi ku ve çûn nizanin. Em ê dîsa dengê xwe bidinê.”
 
‘JI BO GUHERTINA DESTHILATÊ’ 
 
Naîm Zerdeşt jî destnîşan kir ku ji bo guhertina desthilatê wê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû û wiha bi lêv kir: “Em dîktatorekî ku me înkar dike, tune dihesibîne, erdnîgarî, nasname û netewê me nas nake qebûl nakin. Heta ku ev kes hebe wê li Tirkiyeyê tu gel rehet nekin. Ji ber ku em ber bi dîktatoriyê ve diçin. Kes naxwaze Erdogan li ser desthilatê bimîne.”
 
‘BILA XWEDÎ LI SINDOQÊ BÊ DERKETIN’ 
 
Fatma Kaya ya anî ziman ku li dijî polîtîkayên neçareserkirina kurd û krîza aboriyê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû, wiha got: “Em ê vê carê serbikevin. Rewşa kurdan li holê ye, rewşa aboriyê li holê ye. Kî were jî ji bo me rewş heman e lê divê were guhertin. Divê gelê me biçe ser sindoqan. Kiliçdaroglû weke ku dihate xwestin xwedî li sindoqan derneket, ji ber vê yekê hîle hatin kirin. Bila vê carê xwedî li sindoqan derkevin.”
 
‘PÊŞEROJA ME GIRÊDAYÎ SINDOQAN E’ 
 
Welatiyê bi navê Osman Sebo jî qala girîngiya hilbijartinê ya ji bo kurdan kir û ev tişt got: “21 sal in ev desthilat heye, divê êdî bê guhertin. Kiliçdaroglû wê di tûra dûyemîn de serbikeve. Divê gel biçe ser sindoqan, vîna xwe nîşan bide, ji ber ku pêşeroja me girêdayî vê ye.”
 
‘DIVÊ KURD BIÇIN SER SINDOQÊ’ 
 
Îsmet Kiziltaş jî bang kir ku divê kurd dengên xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin û ev tişt got: “Dema gotubehs dibe kurd feraset heman e. Ji bo ku em guhertinê dixwazin dengê xwe didin Kiliçdaroglû. Erdogan her cih dagirkirî ye hîleyan dike. Dengên me jî ji MHP’ê re dinivîsîn. Divê kurd biçin sindoqan. Ji ber ku divê Erdogan sernekeve.”
 
‘EM ÊDÎ GUHERTINÊ DIXWAZIN’ 
 
Mûsa Aslan jî diyar kir ku dikevin sedsala duyemîn a Komarê û wiha axivî: “Ji bo kurdan di sedsala yekemîn de guhertinek çênebû. Sedsala ewil bi komkujiyan û qirkirinan derbas bû, ji bo ku sedsala duyemîn demokratîk bibe em dixebitin. Em ji bo jinan, ciwanan û pîran welatekî dixwazin. 21 sal in ev di rêveberiyê de ne, êdî tiştekî ku bikin nîne. Em êdî guhertinê dixwazin, dixwazin ku ev feraseta yekperest were guhertin. Tûra ewil bi hîle û diziyan paş ve ma û divê herkes di tûra duyemîn de biçe ser sindoqan. Divê ji bo kesên li sirgunê tiştek bê kirin, tiştekî ku ev rêveberî bo me bike nemaye. Divê herkes ji bo demokrasiyê ji bo komareke demokratîk destê xwe deyne ser wijdana xwe biçe ser sindoqan û dengê xwe bidin Kiliçdaroglû.”
 
Mehmet Alî Gorur bal kişand ser girîngiya ewlehiya sindoqan û wiha got: “Nîviyê dengan dizîn, niviyê wan veşartin. Me nekarî weke dihate xwestin xwedî li sindoqan derkevin. Divê em vê carê xwedî li sindoqan derkevin. Ji bo guhertina pergalê em dengê xwe didin Kiliçdaroglû.”
 

Sernavên din

10/06/2023
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir
22:20 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
20:55 Li Edliyeya Farqînê polîsan îşkence li zarokekî kirin
20:03 Kadîr Şeker hat berdan
19:03 Çawîşê ku Aşkanê pênc salî kuşt hat berdan
18:43 Li îzmîrê 5 jin hatin berdan
17:46 Ji rojnamevan Gok nameyeke 'vala': Gava azadiya fikr û ramanê çêbibe dê bê temamkirin
16:49 Yagiz li Nisêbînê bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin
15:42 Rojnamevan Arslan ji piştevaniya bo rojnamevanên girtî tê sûcdarkirin
14:54 Rapora ÎHD’ê: Wesayîtên zirxî di 15 salan de 44 kes kuştin e
14:43 Ji bo Tarkut ê Şule qetil kirî cezayê muebbeta giran hate xwestin
14:33 Li Amedê sosretiya tenduristiyê: Nexşwexaneyên diranan emanetî teknîsyenan hatine kirin!
14:24 Gulmez a di pevçûnê de birîndar bûbû hate emeliyatkirin
14:22 Rojnamevan Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Kujerên wî bûne şirîkên AKP-MHP'ê
14:19 Li Mêrdînê jinek hate binçavkirin
14:17 Komîteya Wezîran xwest Yuksekdag û Demîrtaş bên berdan
13:58 Rêxistinên hiqûqê: Can Atalay berdin
13:58 Li Deriyê Gumrukê yê Bajêrgeyê kota hat kêmkirin
13:43 Cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
13:34 Li Antalyayê dayikên aştiyê hatin binçavkirin
12:53 ÎSÎG: Di 5 mehan de herî kêm 730 karker mirin e
12:53 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Îzmîrê hate binçavkirin
12:45 Di doza Ozturk Turkdogan de biryara beraetê hate dayîn
12:39 ÎHD’ê ji bo Aşkan daxuyanî da: Ev ne qeza lê cînayet e
12:05 Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo tevlibûna kongreya xwe bang kir
12:03 Parêzer ji bo biçin cem Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:20 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk çûn serdana rojnamegeran
10:51 Li Efrînê niha jî darên hinaran tên talankirin
10:26 Hunergeha Welat klîbek nû belav kir: Klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike
09:58 Partiya Sewz: Tirkiyeyê li Behdînanê zêdetirî 4 milyon dar biriye
09:51 Dolar rabû, lîreyê tirk bêqîmet bû
09:45 Aykol: Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin nikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin
09:04 Bijîşkê girtîgehê girtiyê nexweş derman nekir
09:03 Amedî: Heya meseleya şer çareser nebe aborî rast nabe
09:03 Rojnamevan Gozelyuz: Di Çapemeniya Azad de berdewamî esas e
09:01 Ji bo pêşveçûna kirmanckî 6 berhem derçûn: Berxwedan nebe wê ziman bihele
09:01 Erdal Kaya: Min xwest ez bi stand-upê valahiya heyî dagirim
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:53 Ayhan û Gokalp hatin definkirin
08:52 Li Sêrtê şer: Leşkerek hat kuştin
07/06/2023
22:05 Meryem Yildirim hat berdan
21:37 Rojên Ma Muzîkê dest pê kirin
19:52 Li Ispartayê mirineke biguman
19:43 Nûman Kûrtûlmûşê AKP'î bû serokê meclisê
19:39 Rojnamevan Arslan birin Kirşehîrê
19:18 Dibe ku ji çar payên Spanyayê sê pay bibe çolistan
18:52 Di êrişa Tirkiyeyê de agir bi kampa Eyn Îsayê ket
18:34 Li Geverê zarokê ku wesayîta zirxî pêl wî kir jiyana xwe ji dest da
18:20 Li Cizîrê malbata ku hatibû binçavkirin hat berdan
18:09 Doza Vartînîsê hat taloqkirin