Ahmet Turk: Tu rewabûna Erdogan nemaye, em ji 14’ê Gulanê xurttir biçin hilbijartinê

img

MÊRDÎN - Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyek hilbijartinê ya nedemokratîk de derbas dibe û wiha got: “Tu rewabûna Erdogan nemaye. Em bêmoraliya xwe deynin aliyekî. Em ji hilbijartinên 14’ê Gulanê xurttir biçin ser sindoqan.” 

Siyasetmedarê kurd û Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ê qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin, hilbijartinên 14’ê Gulanê û hilbijartina serokkomariyê ya 28’ê Gulanê ji ajansa me re nirxand.
 
'DIBE KU ENCAMEK GELEK CUDA WERE BIDESTXISTIN’ 
 
Ahmet Turk diyar kir ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de îstîfanekirina 16 wezîran li dijî Qanûna Bingehîn e û wiha got: “Ne mimkûn e ku mirov behsa hilbijartinek demokratîk bike. Me gelek lêkolînan kir. Me carek din dît ku gelek rayên zêde hatine bikaranîn û cihê rayan hatine guhertin. Dema em bi awayek giştî lê dinêrin, kêmasiyên me gelek hene û ev kêmasî derketin holê. Hem di warê wezîfedarên li ser sindoqn de hem jî kêmasiyên me û kêmasiyên muxalefetê yên di pêvajoya hilbijartinê de hatin dîtin. Helbet dê piştî 28’ê Gulanê nirxandinên me li ser van kêmasiyan hebin. Heke bi encamên sindoqan neyê lîstin û em xwedî li sindoqan derkevin bi rastî jî wê rewşa Kemal Kiliçdaroglû baştir be. Dema em bi awayek giştî li hilbijartinên 14’ê Gulanê dinêrin, em dibînin ku pêvajoyek hilbijartinê ya demokratîk pêk nehatiye. Ez wisa bawerim heke di 28’ê Gulanê de xwedî li sindoqan bê derketin wê encamek pir cuda derkeve.” 
 
‘ERDOGAN REWABÛNA XWE JI DEST DAYE’ 
 
Turk bal kişand ser axaftina serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ku şeva 14’ê Gulanê li şaneşînê kir û wiha got: “Axaftinek gelek bi fikar e. Heta ku hilbijartin biqede jî Erdogan pir fikar nêz dibû. Piştî encam derketin holê ji Erdoganê beriya 14’ê Gulanê Erdoganek din derket. Ez wisa bawerim ku kesê ku ji sedî 49’ê dengan bi dest bixe, dikaribû ji sedî 50’î jî temam bike. Li gorî min dewletê hemû derfetên xwe xist dewrê û bi dek û dolaban xwestin Kiliçdaroglû li paş bihêlin û hilbijartinê biqedînin. Lê ev hesab dikarin gelek encamên cuda derxin holê. Hilbijartina 28’ê Gulanê jî wê bi awayek nedemokratîk pêk were. Birêz Kiliçdaroglû hê jî namzet e. Wê nikaribe bikeve pêşiya rewabûna Erdogan. Divê ku ji bo Erdogan rewa bibe, gavên wisa neavêta. Heke ez bûma ez ê vekişiyam. Bila Erdogan kerem bike bi tena serê xwe biçe hilbijartinê. Erdogan difikire ku wê bi tûra duyemîn xwe rewa bike. Bi vê fikrê diçe hilbijartina tûra duyemîn. Tenê dixwaze xwe rewa bike. Lê li gorî min Erdogan ji zû ve rewabûna xwe ji dest daye.” 
 
‘WÊ GEL DENGÊ XWE ZÊDETIR DERXE’ 
 
Turk bal kişand ser neheqiyên beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê û wiha axivî: “Heta qirikê bêdaletî û bêhiqûqî heye. Îktidar van dike. Tevî Desteya Bilind a Hilbijartinê, Qanûna Bingehîn ku biryar dan ku wezîf îstîfa bikin jî lê nekirin. Biryar hat dayîn ku walî, qeymeqam, leşekr û polîs destê xwe nexin nav hilbijartinê. Baş e ka wê ev çawa bibe demokrasî? Me bi çavên xwe dît ku zextan dikin. Di hilbijartinek wiha de tu yê çawa hilbijartinek demokratîk derxî. Dîsa ez wisa bi bawerim tevî van hemû tiştên qewimîne jî wê gel van xerabiyan ji pêşiy xwe rake. Gel wê li dijî bêhiqûqiyan hin bêtir bi xurtahî dengê xwe derxe û bide bihîstin. Wê di sindoqan de hêza xwe nîşan bide. Ez bi vê bawerim. Lê bes tevî van hemû astengî, neheqiyan jî biçin ser sindoqan. Em bi xurtî biçin ser sindoqan û xwedî li sindoqên xwe derkevin. Wê çaxê dê encam diyar bibin.” 
 
‘EM HIN BÊTIR BI XURTÎ BIÇIN SER DENGDAYÎNÊ’ 
 
Turk destnîşan kir ku di hilbijartina tûra duyemîn de çûna ser sindoqan gelek girîng e û wiha got: “Gelo em ê bibin alîgirê demokrasiyê an jî em ê piştevaniya nijadeperestî, yekperestî, înkara gelê kurd û feraseta ku bi salane zextan li gelê kurd dike, bikin?  Heke em tercîha xwe di warê demokrasiyê de bikar neyînin, em ê bikevin gelek kêmasiyan. Dibe ji ber hilbijartinên 14’ê Gulanê xeyîdandin, bêmoralî çêbûbe lê em van deynin aliyekî û em ji 14’ê Gulanê xurttir û bi baweriyek mezin biçin ser sindoqan. Em bi baweriya ku em ê di vê hilbijartinê de bi ser bikevin, biçin ser sindoqan. Dengek jî gelek girîng e. Em di serdemek ku pêdivî bi dengekî jî heye de derbas dibin. Divê em vê hilbijartina 28’ê Gulanê wek referandûmê bibînin. An em ê bibin alîgirên demokrasiyê yan jî em ê bibin alîgirên sepanên antidemokratik ku êş û janê tê tîne serê me. Divê gelê me hesabê vê yekê baş bike. Tenê ne gelê kurd, divê hemû gelên Tirkiyeyê hesabê vê yekê bike. Pêwîste em piştevaniya ferasetek demokratîk ku siberoja me mîsoger dike bikin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

10/06/2023
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir
22:20 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
20:55 Li Edliyeya Farqînê polîsan îşkence li zarokekî kirin
20:03 Kadîr Şeker hat berdan
19:03 Çawîşê ku Aşkanê pênc salî kuşt hat berdan
18:43 Li îzmîrê 5 jin hatin berdan
17:46 Ji rojnamevan Gok nameyeke 'vala': Gava azadiya fikr û ramanê çêbibe dê bê temamkirin
16:49 Yagiz li Nisêbînê bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin
15:42 Rojnamevan Arslan ji piştevaniya bo rojnamevanên girtî tê sûcdarkirin
14:54 Rapora ÎHD’ê: Wesayîtên zirxî di 15 salan de 44 kes kuştin e
14:43 Ji bo Tarkut ê Şule qetil kirî cezayê muebbeta giran hate xwestin
14:33 Li Amedê sosretiya tenduristiyê: Nexşwexaneyên diranan emanetî teknîsyenan hatine kirin!
14:24 Gulmez a di pevçûnê de birîndar bûbû hate emeliyatkirin
14:22 Rojnamevan Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Kujerên wî bûne şirîkên AKP-MHP'ê
14:19 Li Mêrdînê jinek hate binçavkirin
14:17 Komîteya Wezîran xwest Yuksekdag û Demîrtaş bên berdan
13:58 Rêxistinên hiqûqê: Can Atalay berdin
13:58 Li Deriyê Gumrukê yê Bajêrgeyê kota hat kêmkirin
13:43 Cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
13:34 Li Antalyayê dayikên aştiyê hatin binçavkirin
12:53 ÎSÎG: Di 5 mehan de herî kêm 730 karker mirin e
12:53 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Îzmîrê hate binçavkirin
12:45 Di doza Ozturk Turkdogan de biryara beraetê hate dayîn
12:39 ÎHD’ê ji bo Aşkan daxuyanî da: Ev ne qeza lê cînayet e
12:05 Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo tevlibûna kongreya xwe bang kir
12:03 Parêzer ji bo biçin cem Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:20 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk çûn serdana rojnamegeran
10:51 Li Efrînê niha jî darên hinaran tên talankirin
10:26 Hunergeha Welat klîbek nû belav kir: Klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike
09:58 Partiya Sewz: Tirkiyeyê li Behdînanê zêdetirî 4 milyon dar biriye
09:51 Dolar rabû, lîreyê tirk bêqîmet bû
09:45 Aykol: Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin nikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin
09:04 Bijîşkê girtîgehê girtiyê nexweş derman nekir
09:03 Amedî: Heya meseleya şer çareser nebe aborî rast nabe
09:03 Rojnamevan Gozelyuz: Di Çapemeniya Azad de berdewamî esas e
09:01 Ji bo pêşveçûna kirmanckî 6 berhem derçûn: Berxwedan nebe wê ziman bihele
09:01 Erdal Kaya: Min xwest ez bi stand-upê valahiya heyî dagirim
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:53 Ayhan û Gokalp hatin definkirin
08:52 Li Sêrtê şer: Leşkerek hat kuştin
07/06/2023
22:05 Meryem Yildirim hat berdan
21:37 Rojên Ma Muzîkê dest pê kirin
19:52 Li Ispartayê mirineke biguman
19:43 Nûman Kûrtûlmûşê AKP'î bû serokê meclisê
19:39 Rojnamevan Arslan birin Kirşehîrê
19:18 Dibe ku ji çar payên Spanyayê sê pay bibe çolistan
18:52 Di êrişa Tirkiyeyê de agir bi kampa Eyn Îsayê ket
18:34 Li Geverê zarokê ku wesayîta zirxî pêl wî kir jiyana xwe ji dest da
18:20 Li Cizîrê malbata ku hatibû binçavkirin hat berdan
18:09 Doza Vartînîsê hat taloqkirin