Alimê olî Înal: Qasî AKP’ê kesekî ev qas zirar neda vî olî

  • rojane
  • 11:19 24 Gulan 2023
  • |
img
STENBOL - Alimê Olî Yûsûf Înal ê anî ziman ku AKP ol îstîsmar dike, wiha got: “AKP, ku ne li gorî wijdan, exlak û tu rêgezan e dimeşîne. Qasî AKP’ê kesekî ev qas zirar neda vî olî.”
 
Dema ber bi hilbijartinên Serokkomariyê û giştî ve diçûn namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Cûmhûr Tayîp Erdogan ê li aliyekî zext dikir li aliyê din li ser olî kampanyaya hilbijartinê bi rê ve dibir û beriya niha bi Qûranê derdiket ser dikê vê carê jî bi cilnimêjê derket. Erdogan ê beriya 14’ê gulanê li qadên mitîngê axivî, gotibû ku “Em fermanê ji Xuda digirin”. Alimê olî Yûsûf Înal, nêzîkatiya AKP’ê û Erdogan a têkildarî ol nirxand. 
 
‘AKP OLÎ ÎSTÎSMAR DIKE’ 
 
Înal, anî ziman ku AKP’ê qasî ku li desthilatê ol ji siyasetê re kir amûr û bi vî şiklî olî îstîsmar dike. Înal, bal kişand ser serdema ewil a belavbûna Îslamê û bi mînakan vegot ku ol ji siyasatê re nekirine amûr û diyar kir ku helwesta AKP’ê gelek tişt bi Tirkiyeyê dan windakirin. Înal, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Li cîhanê û Tirkiyeyê tu eleqeya olê îslamiyên siyasî û olê Xuda bi hev nîne. Olê ku zilmê dike ne olê Xuda ye. Olê ku derewan dike, bertîlê dide yan jî digire, tiryakê dikire û difiroşe ne olê Xuda ye. 
 
‘NE OLÊ XUDA OLÊ DÎKTATORAN’ 
 
Înal, bi lêv kir ku herêma ku herî rehet ol lê tê îstîsmarkirin herêma Rojhilata Navîn e û wiha got: “Siyaseteke ku ne li gorî wijdan, exlak û tu rêgezan e dimeşîne. Qasî AKP’ê kesekî ev qas zirar neda vî olî. Li gelek aliyên cîhanê ji me re telefon tên û pirsa ‘ev olekî çawa ye?’ dikin. Ez jî her tim wiha dibêjim ‘Ev ne olê Xwedê ye olê dîktatoran e’. Vedibêjim ku tu eleqeya vî olî û îslamê tune ye.”
 
‘KAFIRÊ HERÎ MEZIN ERDOGAN E’ 
 
Înal, li ser tarîqet,weqf û komeleyên bi serdema AKP’ê re li Tirkiye û Kurdistanê derketine holê sekini û destnîşan kir ku di her gavê de terîqatek heye. Înal, anî ziman ku ev pekhate pereyî belavî mirovên derdora xwe dikin û li dijî van pereyan olî îstîsmar dikin û wiha got: “Ev rewş ji kesên olî nizanin re bandoreke mezin dike. Ev kesên bi bandor dibin dikevin nav xebatên li dijî olî. Kesên teslîmî wan dibin jî hene. Ji ber vê yekê zirara wê gelek e. Erdogan van ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî bi kar tîne. Ev yek kir, hêj dike û wê bidomîne jî. Derdikeve dibêje ol û qibleya kurdan, CHP’ê nîne û kafir in. Lê li gorî hikmên îslamî kafirê herî mezin ew e.”
 
‘EM BI XETEREYEKE MEZIN RE RÛBIRÛ NE’  
 
Înal, diyar kir ku Serokkomarê dewleteke ku olê wê nîne, nikare derse bide wan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Olê ku Erdogan qala wî dike ne olê Hz. Îsa ne yê Hz. Mûsa ne yê Hz. Mûhammed ne jî yê Xuda ye. Ji dûr û nêzîk eleqeya wan bi wijdanê nîne. Ji ber vê yekê em bi xetereyeke mezin re rûbirû ne. Berpirsyarên vê yekê jî em hemû ne.” 
 
Înal, diyar kir ku ji ber gelê kurd û mûxalîf “olê” ku AKP û Erdogan ferz dike qebûl nakin û teşhîr dikin, rastî êrişê tên û operasyonên li dijî Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Alimên Olî û Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi bîr xist. Înal, axaftina xwe wiha domand: “Em teslîmî wan nebûn û me serî netewand. Di Qûran û olî de çi hebe bi hemû rastiyên wê me gotin. Ji ber vê yekê em rastî êrişê hatin.”
 
‘XWE TÊXE ŞÛNA XWEDÊ’  
 
Înal, her wiha gotinên Erdogan ên “Me ji Xwedê ferman girt” bi bîr xistin û anî ziman ku bi van gotinan xwe têxe şûna Xwedê. Înal ev gotin wiha vegotin: “Ev rewş ‘ez pêxember im’ jî wêdetir e. Ev şîrk e. Di cîhanê de muşrik û pûtperestê herî mezin ew e. Yê ku herî zêde zirarê dide ol jî ew e. Mirov êdî dibêjin ‘olekî wiha ji me re ne lazim e.’” 
 
‘MELE VEGUHERÎNE KONTRGERÎLAYAN’  
 
Înal, da zanîn ku terîqetên ku ji bo Erdogan daxuyaniyên piştgiriyê dan têkiliya wan a bi ol re bi pirsgirêk e û anî ziman ku olê xwe ji bo malê dinyayê difiroşin. Înal, destnîşan kir ku ev terîqet ji bilî suniyan herkesê weke kafir îlan dikin û ev rewş jî xetere ye. Înal, bi lêv kir ku kurd û elewî jî weke kafir tên îlankirin û hişyar kir ku ev rewş dikare li gelek bajaran rê li ber neyiniyan veke. Înal, bal kişand ser gotinên mele Mûrat Gundogdû yê li Mizgefta Cebecî yê Sûltangaziyê yên “Çekên xwe eyar bikin, Du çekên min bi devî re tejî ne” û destnîşan kir ku mele veguherîne kontrgerîlayan.
 
‘DIVÊ CIVAK XWE BIPARÊZE’  
 
Înal, xwest ku civak li dijî van xwe biparêze û anî ziman ku li dijî xetereyekê xwe parastin rewa ye. Înal, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke tu kesekî ku ji bo kuştina te were tu bikujî li gorî ol guneh nîne. Tu bihiştî yî. Ew jî te bikuje dîsa tu bihiştî yî ew jî dojehî ye. Ev di hiqûqa îslamê de heye.”
 

Sernavên din

10/06/2023
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir
22:20 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
20:55 Li Edliyeya Farqînê polîsan îşkence li zarokekî kirin
20:03 Kadîr Şeker hat berdan
19:03 Çawîşê ku Aşkanê pênc salî kuşt hat berdan
18:43 Li îzmîrê 5 jin hatin berdan
17:46 Ji rojnamevan Gok nameyeke 'vala': Gava azadiya fikr û ramanê çêbibe dê bê temamkirin
16:49 Yagiz li Nisêbînê bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin
15:42 Rojnamevan Arslan ji piştevaniya bo rojnamevanên girtî tê sûcdarkirin
14:54 Rapora ÎHD’ê: Wesayîtên zirxî di 15 salan de 44 kes kuştin e
14:43 Ji bo Tarkut ê Şule qetil kirî cezayê muebbeta giran hate xwestin
14:33 Li Amedê sosretiya tenduristiyê: Nexşwexaneyên diranan emanetî teknîsyenan hatine kirin!
14:24 Gulmez a di pevçûnê de birîndar bûbû hate emeliyatkirin
14:22 Rojnamevan Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Kujerên wî bûne şirîkên AKP-MHP'ê
14:19 Li Mêrdînê jinek hate binçavkirin
14:17 Komîteya Wezîran xwest Yuksekdag û Demîrtaş bên berdan
13:58 Rêxistinên hiqûqê: Can Atalay berdin
13:58 Li Deriyê Gumrukê yê Bajêrgeyê kota hat kêmkirin
13:43 Cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
13:34 Li Antalyayê dayikên aştiyê hatin binçavkirin
12:53 ÎSÎG: Di 5 mehan de herî kêm 730 karker mirin e
12:53 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Îzmîrê hate binçavkirin
12:45 Di doza Ozturk Turkdogan de biryara beraetê hate dayîn
12:39 ÎHD’ê ji bo Aşkan daxuyanî da: Ev ne qeza lê cînayet e
12:05 Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo tevlibûna kongreya xwe bang kir
12:03 Parêzer ji bo biçin cem Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:20 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk çûn serdana rojnamegeran
10:51 Li Efrînê niha jî darên hinaran tên talankirin
10:26 Hunergeha Welat klîbek nû belav kir: Klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike
09:58 Partiya Sewz: Tirkiyeyê li Behdînanê zêdetirî 4 milyon dar biriye
09:51 Dolar rabû, lîreyê tirk bêqîmet bû
09:45 Aykol: Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin nikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin
09:04 Bijîşkê girtîgehê girtiyê nexweş derman nekir
09:03 Amedî: Heya meseleya şer çareser nebe aborî rast nabe
09:03 Rojnamevan Gozelyuz: Di Çapemeniya Azad de berdewamî esas e
09:01 Ji bo pêşveçûna kirmanckî 6 berhem derçûn: Berxwedan nebe wê ziman bihele
09:01 Erdal Kaya: Min xwest ez bi stand-upê valahiya heyî dagirim
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:53 Ayhan û Gokalp hatin definkirin
08:52 Li Sêrtê şer: Leşkerek hat kuştin
07/06/2023
22:05 Meryem Yildirim hat berdan
21:37 Rojên Ma Muzîkê dest pê kirin
19:52 Li Ispartayê mirineke biguman
19:43 Nûman Kûrtûlmûşê AKP'î bû serokê meclisê
19:39 Rojnamevan Arslan birin Kirşehîrê
19:18 Dibe ku ji çar payên Spanyayê sê pay bibe çolistan
18:52 Di êrişa Tirkiyeyê de agir bi kampa Eyn Îsayê ket
18:34 Li Geverê zarokê ku wesayîta zirxî pêl wî kir jiyana xwe ji dest da
18:20 Li Cizîrê malbata ku hatibû binçavkirin hat berdan
18:09 Doza Vartînîsê hat taloqkirin