Ciwanê ku lê dan: Di mûayeneyê de polîs digot, bijîşk dinivîsand

  • rojane
  • 14:33 24 Gulan 2023
  • |
img

STENBOL - Cahît Kûrt ê ji bo bertek nîşanî tundiya polîsan da hate binçavkirin û derbkirin, têkildarî tiştên li nexweşxaneya ji bo raporê bigire çûyê wiha got: “Polîs ji bijîşk re digot, bijîşk jî dinivîsand. Pişt re em ji odeyê derxistin û rapor amade kirin.”

Dema ciwanan li perava Modayê ya navçeya Kadikoy a Stenbolê li ber stranên kurdî govend digerandin, polîsan dest danîn ser hoparlorên wan ên muzîkê, gaza îsotê li rûyên wan kirin, gule berdan hewayê û pişt re ciwan binçavkirin. Dû re dîmenên têkildarî kêliyên binçavkirina Bariş Gulşen, Seyîtxan Gulşen, Cahît Kûrt û Îdrîs Akpinar ên birin Qereqola Îskele ya Kadikoyê li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin. Derketibû holê ku ciwan ji pişt ve hatine kelemçekirin û li ser devî li erdê hatine dirêjkirin.
 
3 ciwanên ku rojekê li qereqolê hatin ragirtin, sewqî Edliyeya Anadolû ya li Kartalê hatin kirin. Dozger xwest ciwan bên girtin lê dadgehê ciwan bi şertê kontrola edlî berdan. Ciwanan diyarkirin ku dema binçavkirinê de ji aliyê polîsan ve bi awayekî sîstematîk îşkence lê hatine kirin û aşkere kirin ku dê bi rêya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) giliyê polîsan bikin. 
 
Îdrîs Akpinar û Cahît Kûrt ên tundiya polîsan bi telefonê kişandin û ji bo bertek nîşanî rewşê dan hatin binçavkirin û dû re hatin berdan, tiştên wê rojê qewimîn vegotin. 
 
TIŞTÊN ROJA BÛYERÊ QEWIMÎN  
 
Îdrîs Akpinar, diyar kir ku dema ji peravê diçû malê bû şahidê tiştên qewimî û anî ziman ku tiştekî medyaya alîgir a desthilatê weke “kontrola nasnameyan û êrişa li polîsan” nebû. Akpinar, têkildarî tiştên beriya dîmenên ku li ser medyaya dîjîtal hatin belavkirin ev tişt gotin: “Roja ku bûyer qewimî ez bi tena serê xwe ji bo hin wext derbas bikim çûbûm perava Kadikoyê. Piştî ku dinya biçekê tarî bû dema ji bo biçim malê dimeşiyam, min dît ku wesayîteke polîsan hat cihê ku ciwan lê ne. Ciwanên ku govend digerandin dest ji gerandina govendê berdabûn û hoparlora wan a muzîkê jî girtî bû. Çawa ku polîs hat hoparlora muzîkê ya ciwanan wergirt û nasnameyên wan xwestin. Ciwanan jî bêyî zehmetiyê derxînin nasnameyên xwe dan polîsan. Pişt re polîsan xwest dest deynin ser hoparlora muzîkê ya ciwanan. Di wê kêliyê de yek ji ciwanan got ‘me sûc nekiriye, çima hûn hoparlora me digirin’. Dû re yek ji polîsan ji ciwanî re got ‘Tu ji kê re dibêjî, em ê te jî bigirin’. Pişt re polîsan ciwan xistin wesayîta polîsan û tundî li wan kirin.”
 
Akpinar, da zanîn ku xwe li ber tundiya polîsan negirt, ji ber vê yekê berê xwe da wesayîta polîsan û bertek nîşanî wan da. Akpinar, bi lêv kir ku dema tiştên qewimîn bi telefona xwe dikişand polîsekî ew ferq kir û wiha berdewam kir: “Polîsekî ji min re got ‘tu video dikişînî, were vê derê’. Dû re ez jî li wesayîtê siwar kirim û hewl dan min bibin qereqolê. Ewilî em bi paşve kelemçekirin û birin baxçeyê qereqolê. Li wir bi gotina ‘hûn terorîst in’ bi gaza îsotê êriş kirin û tundî li me kirin.”
 
KESÊ BERTEK NÎŞAN DA JÎ HATE BINÇAVKIRIN 
 
Cahît Kûrt ê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û li qereqolê îşkence lê hate kirin jî anî ziman ku dema polîsan êrişî ciwanan kir, kesên derdorê bertek nîşan dane lê polîsan êrişî wan kirine û wiha got: “Dema bûyer qewimîn kesên li derdorê bi gotina ‘hûn mirovan derb dikin’ bertek nîşanî polîsan dan. Li ser vê yekê polîsan êrişî kesên li derdorê jî kir. Ez jî di wê kêliyê de li wir bûm û ji nişka ve du polîsan destên min girtin û xistim wesayîtê. Dema min ji wan re got ‘hûn çima binçavdikin?’ rastî heqaret û xebaran hatim.”
 
Kûrt, anî ziman ku polîsan di wesayîtê de tundî li wî jî kirine û wiha berdewam kir: “Polîsekî di wesayîtê de enîşka xwe danî ser stûyê min û hewl da min bifetisîne. Pişt re em birin Qereqola Îskele ya Kadikoyê. Li qereqolê em li erdê dirêj kirin. Li wir heqareta ku li me nekirin nema. Kulm li çavên min dan. Pişt re dema em li erdê dirêjkirî bi pêlavên xwe hatin ser pişta me û hewldan biperçiqînin. Dû re wesayîta polîsan kişandin cihê em lê û sirûda mehter lêxistin. Dema em li erdê weke ku xweşiya wan çûbe henekên xwe bi me kirin. Piştî ku muzîk girtin careke din li me dan.”
 
RAPORA NEXWEŞXANEYÊ POLÎSAN AMADE KIR
 
Kûrt, bi lêv kir ku piştî qereqolê dema ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyê jî bi gefên polîsan re rûbirû man û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em sewqî nexweşxaneyê kirin bi gotina ‘Weke ku hûn çûne vegerin ku em li we nexin’ gef li me xwarin. Ji xwe dema em çûn nexweşxaneyê jî hewcehî bi tiştekî ku em bibêjin nema. Ji ber ku dema mûayenekirinê de polîs ketin hundir. Wan ji bijîşk re digot, bijîşk jî dinivîsand. Pişt re em ji odeyê derxistin û wan bi xwe rapor amade kirin.”
 
Kurt da xuyakirin ku tundiya polîsan li wan kiriye bûyereke ji rêzê nîne û berevajî vê yekê peyama bêtehemuliya li dijî kurdan e û destnîşan kir ku tevî hemû îşkence û gefan jî ew ê giliyê polîsan bikin.
 
 
 
 

Sernavên din

10/06/2023
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir
22:20 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
20:55 Li Edliyeya Farqînê polîsan îşkence li zarokekî kirin
20:03 Kadîr Şeker hat berdan
19:03 Çawîşê ku Aşkanê pênc salî kuşt hat berdan
18:43 Li îzmîrê 5 jin hatin berdan
17:46 Ji rojnamevan Gok nameyeke 'vala': Gava azadiya fikr û ramanê çêbibe dê bê temamkirin
16:49 Yagiz li Nisêbînê bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin
15:42 Rojnamevan Arslan ji piştevaniya bo rojnamevanên girtî tê sûcdarkirin
14:54 Rapora ÎHD’ê: Wesayîtên zirxî di 15 salan de 44 kes kuştin e
14:43 Ji bo Tarkut ê Şule qetil kirî cezayê muebbeta giran hate xwestin
14:33 Li Amedê sosretiya tenduristiyê: Nexşwexaneyên diranan emanetî teknîsyenan hatine kirin!
14:24 Gulmez a di pevçûnê de birîndar bûbû hate emeliyatkirin
14:22 Rojnamevan Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Kujerên wî bûne şirîkên AKP-MHP'ê
14:19 Li Mêrdînê jinek hate binçavkirin
14:17 Komîteya Wezîran xwest Yuksekdag û Demîrtaş bên berdan
13:58 Rêxistinên hiqûqê: Can Atalay berdin
13:58 Li Deriyê Gumrukê yê Bajêrgeyê kota hat kêmkirin
13:43 Cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
13:34 Li Antalyayê dayikên aştiyê hatin binçavkirin
12:53 ÎSÎG: Di 5 mehan de herî kêm 730 karker mirin e
12:53 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Îzmîrê hate binçavkirin
12:45 Di doza Ozturk Turkdogan de biryara beraetê hate dayîn
12:39 ÎHD’ê ji bo Aşkan daxuyanî da: Ev ne qeza lê cînayet e
12:05 Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo tevlibûna kongreya xwe bang kir
12:03 Parêzer ji bo biçin cem Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:20 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk çûn serdana rojnamegeran
10:51 Li Efrînê niha jî darên hinaran tên talankirin
10:26 Hunergeha Welat klîbek nû belav kir: Klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike
09:58 Partiya Sewz: Tirkiyeyê li Behdînanê zêdetirî 4 milyon dar biriye
09:51 Dolar rabû, lîreyê tirk bêqîmet bû
09:45 Aykol: Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin nikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin
09:04 Bijîşkê girtîgehê girtiyê nexweş derman nekir
09:03 Amedî: Heya meseleya şer çareser nebe aborî rast nabe
09:03 Rojnamevan Gozelyuz: Di Çapemeniya Azad de berdewamî esas e
09:01 Ji bo pêşveçûna kirmanckî 6 berhem derçûn: Berxwedan nebe wê ziman bihele
09:01 Erdal Kaya: Min xwest ez bi stand-upê valahiya heyî dagirim
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:53 Ayhan û Gokalp hatin definkirin
08:52 Li Sêrtê şer: Leşkerek hat kuştin
07/06/2023
22:05 Meryem Yildirim hat berdan
21:37 Rojên Ma Muzîkê dest pê kirin
19:52 Li Ispartayê mirineke biguman
19:43 Nûman Kûrtûlmûşê AKP'î bû serokê meclisê
19:39 Rojnamevan Arslan birin Kirşehîrê
19:18 Dibe ku ji çar payên Spanyayê sê pay bibe çolistan
18:52 Di êrişa Tirkiyeyê de agir bi kampa Eyn Îsayê ket
18:34 Li Geverê zarokê ku wesayîta zirxî pêl wî kir jiyana xwe ji dest da
18:20 Li Cizîrê malbata ku hatibû binçavkirin hat berdan
18:09 Doza Vartînîsê hat taloqkirin