Mele Abdurrahman Alkan: Nedayîna cenazeyan zilm e

  • rojane
  • 12:08 25 Gulan 2023
  • |
img
AMED - Mele Abdurrahman Alkan (Mela Kino) bertek nîşanî nedayîna cenazeyan da û wiha got: “Destûrnedayîna definkirina cenazeyan zilm e.” 
 
Binpêkirinên li dijî cenazeyên endamên HPG û YJA Starê yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest didin didomin. Di 2’yê kanûna 2015’an de li Sûr a Amedê qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin û di wê pêvajoyê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dabû. Yek ji wan jî Hakan Arslan bû. Hestiyên Arslan, 7 sal piştre di tûrikekî de radestî bavê wî hatibû kirin. Piştî vê bûyerê, cenaze yan bêyî malbatên wan hatin definkirin an jî bi mehan radestî malbatan nehatin kirin. Herî dawî jî endama YJA Starê Hamiyet Yalçinkaya (Leyla Amed) di pevçûneke li Herêma Besta ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest da û tevî gelek hewldanên malbatê jî cenaze bi mehan piştre hate dayîn. 
 
RÊZGIRTINA JI BO CENAZEYAN 
 
Endamê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Alimên Olê (DÎAYDER) Mele Abdurrahman Alkan (Mela Kino) têkildarî binpêkirinên li dijî cenazeyan axivî û wiha got: “Ev tiştên tên kirin hem li gorî ola Îslamê û hem jî li gorî feraseta mirovahiyê şaş in.” Mela Kino bal kişand ser wecîbeyên olî yên îslamê û wiha got: “Li gorî Îslamê şûştina cenazeyan, definkirina wan, kefenkirina wan û nimêja cenazeyê ferz e. Lê ev zalim e destûrê nadin ku em ji bo zarokên xwe li gorî baweriya xwe merasîmên definkirinê li dar bixin. Destûrnedayîna definkirina cenazeyên me, zilm e. Ev yek di ola îslamê de tune ye. Di feraseta mirovahiyê de tune ye. Di ola îslamê de laşê kesê jiyana xwe ji dest dide pîroz dibe. Kesên niha di bin navê îslamê de dewletê birêve dibin, ne rêzê ji bo nîjada xwe û ne jî bo nîjadên din nagirin.” 
 
'DIYANET LI GORÎ FERMANAN TEVDIGERE’
 
Bi domdarî Mele Kino ev tişt anî ziman: “Heke bixwazin li Tirkiyeyê aramî hebe, divê rêzê ji bo hemû miletên din bigirin. Melayên diyanetê ne li gorî gotinên Xwedê lê li gorî tiştên diyanetê gotine tevdigerin. Hedîs, ayetên pîroz ji bo wan xwedî tu wateyekî nînin. Diyanet ji wan re dibêje; ‘hûn dê vî tiştî bixwînin û bibêjin’ û ew jî gotina diyanetê pîroz dibînin û dibêjin. Diyanet ji melayan re dibêje; ‘deriyên mizgeftê li cenazeyên kesên li dijî dewletê bigirin.’ Deriyên mizgeftan li zarokên me yên ji hêla dewletê ve tên qetilkirin, li mirovên me têkoşîna maf, hiqûq û edaletê didin digirin. Diyanetê bawerî û nirx ji bîr kiriye û li gorî kevneşopiyeke faşîst tevdigere.” 
 
'FERASETA ME YA OLÊ LI CEM MAZLUMAN E’
 
Herî dawî jî Mele Kino wiha got: “Heke diyanet li gorî bawerî û nirxên ji hêla Xwedê ve hatine şandin tevbigeriya û bi gotinên zaliman nekira, dê rêz ji bo cenazeyên her kesî bigirta. Heke ol ji derdê mazluman re nebe derman û li cem wan cih negirtibe, ev tê wê wateyê ku naveroka wê hatiye valakirin û ji rastiyê dûr ketiye. Ji ber ku ol her tim li hemberî Fîrewn û zalimên mîna wî sekinî ye.” 
 

Sernavên din

13/06/2023
14:34 KESK: Bila tazmînatên erdhejê yên kedkaran bên dayîn
14:30 Seven a di êrişa DAIŞ’ê de birîndar bûbû hat binçavkirin
13:50 12 sal in ji bo kifşa cihê bûyerê ‘ewlehî’ nayê temînkirin
12:54 Cezayê muebeda girînkirî li kujerê Şûleyê hat birîn
12:29 Kedkaran ji bo mafên xwe dest bi çalakiyê kirin
12:04 Civîna MYK’a HDP û Partiya Çepên Kesk dest pê kir
11:59 Parêzer ji bo biçin hevdîtina Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:50 Hevseroka HDP’a Bedlîsê hat binçavkirin
11:33 CENTCOM: 22 leşkerên me di qezaya helîkopterê de birîndar bûn
11:06 Li Cizîrê 15 kes hatin girtin
10:48 Li Kubayê lehî rabûn: 3 kes mirin
10:23 Derheqê parêzerê ji Arîf Çetîn re got ‘xwe ji rêxistinên sûc dûr bigire’ lêpirsîn hate destpêkirin
10:02 KCK’ê pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ bi dawî kir
10:00 Dolar û euro dîsa rabûn
09:52 Şahidên qetlîamê: Ji bo malbata Şenyaşar edalet bicih were dê li Tirkiyeyê jî edalet pêk were
09:09 Hevpîşeyên rojnameger Alagaş: Em xwedî li doza Safiye derkevin
09:08 Îmara parkê hat guherandin û dewrî midûriyeta polîsan hat kirin
09:08 'Zanîngeh veguherîne bazirganxaneyan'
09:07 Li Rihayê nexweş bi mehan li benda dora xwe disekinin
09:06 Bihabûn û krîza aboriyê sewalkarî jî qedand
09:04 Demîrel: Girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû tên hiştin
09:02 Birca Belek ji bo gel hatiye qedexekirin
09:01 Omer Ocalan: Divê demildest tecrîd were bidawîkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
12/06/2023
23:52 Erbaş ê HDP'î hat binçavkirin
23:47 Civîna NATO'yê: Dê sê welat li Enqereyê bicivin
20:28 Hevşaredarên Panosê hatin girtin
19:30 Li Girtîgeha Îdirê gardiyanan li girtiyan xist
18:21 Li Efrînê jinek hat kuştin
16:39 Daxwaza girtina bersûcên êrişa cemxaneyan hat redkirin
16:22 Parêzer Gulhan Kaya hate girtin
15:33 Li Elkê hejmara binçavkiriyan gihişt 12 kesan
15:04 Li Kobanê êrişa hewayî: 3 kes birîndar bûn
14:42 Servîsa karkeran ji kontrolê derket: Karkerekê jiyana xwe ji dest da
14:38 Rêxistinên mafên zarokan xwestin ku xebitandina zarokan bi dawî bibe
14:16 Mizrakli nehat berdan: Me serî netewand û dê netewînin | HATE NÛKIRIN
14:05 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Silvio Berlusconi mir
13:50 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê li mala xwe nerûnin
13:27 Bavê zarokê li edliyeyê tundî lê hate kirin: Polîsan beriya mehekê gef li min xwarin
13:10 Li ser rêya Amed-Rihayê qeza çêbû: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
13:05 Li gorî TÛÎK'ê bêkarî bû ji sedî 10,2
12:54 ÎSÎG: Di serdema AKP’ê de 888 zarokan jiyana xwe ji dest dan
12:15 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:15 Li Şehbayê li dijî wesayîta rûsan êriş hate kirin
11:38 Rojnamevan Şahînlî beraet kir
11:25 Li Mûşê bi ser malan de girtin
11:03 Dadgeh dê parlamenteriya Kaya ji Meclisê bipirse!
11:02 Li Beyrûdê komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk’ tê lidarxistin
10:38 Ji Abdullah Ocalan bo HDP’ê: Bi hestiyar tevnegerin, ji rexneyan netirsin
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Daranê Kurdistanî qir kene’ derket
10:23 Emîne Şenyaşar 5 sal in li benda ‘edaletê’ ye
10:14 Di bûyera ku hate xwestin bên lînckirin de bûn sûcdar!
09:08 Seroka Partiya Şoreşger Oneren: Faşîzm dikare li kolanê were têkbirin
09:07 Xwendekarên zanîngehê ji bo ku bixwînin neçarin bixebitin
09:04 Avci: Divê ewilî di nava gel de bawerî bê avakirin
09:03 Li Şirnexê qirkirina siyasî: Di 40 rojan de 82 kes hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin
09:01 Di her saniyê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:14 Li Elkê 5 kes hatin binçavkirin
11/06/2023
22:07 5’emîn Rojên Ma Muzîkê bi dawî bûn: Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin
20:20 Bi afîşan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn
19:44 Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajarê Bernê hate zêdekirin
19:20 Li Edeneyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
17:34 Du leşker hatin kuştin
17:28 Cenazeyê Arasan li Qendîlê hate veşartin
16:21 Birayê girtiyê hatibû bidarvekirin hate revandin
16:20 Piştî 30 salan hate bajarê xwe: Em deyndarên gelê xwe ne
13:49 Malbata Şenyaşar: Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin
13:37 ‘Navenda Bîra Komkujiya Madimakê’ dest bi weşanê kir
13:24 Bîrleşîk Kamu-Îş’ê xwest kêmtirîn mûçe were zêdekirin
13:19 Li Pakistanê lehî rabû: 25 kes mirin
12:39 Tokmak bi zorê bêhnê distîne û rojê tenê dikare saetekê razê
12:15 Li hunermendê hatibû revandin gefa kuştinê hate xwarin
11:36 Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê mirin
11:34 Erzirom bi pileya 4,6’ê hejiya
11:31 Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû
11:07 Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin
10:01 Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe
09:35 Ji ber 'zêdebûna maliyetê' çêkirina nexweşxaneyê hat sekinandin
09:17 Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema
09:16 Zextên rejîma Îranê yên li hember rojnamevanan zêde bûn
09:00 ‘Jin dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin'
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin