Eren Keskîn: Zimanê netewperest bi desthilatê da windakirin

  • rojane
  • 09:01 2 Hezîran 2023
  • |
img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskînê bi lêv kir ku zimanê nijadperest û cihêkar li Kurdistanê bi Serokkomarê AKP'ê Erdogan daye windakirin û got ku encamên hilbijartinê ji bo desthilatê ne serkeftinek e.

 
Namzetê Tifaqa Cumhûrê Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan ku kampanyaya xwe ya hilbijartinê li ser esasê çewisandinê ava kiribû, li qadan ji zimanekî netewperest û nijadperest wêdetir neçû. Ev yek jî nîşan dide ku dê Tifaqa Cumhûrê di heyama nû de siyaseta berberîkirinê esas bigire. 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskînê hem encamên hilbijartinê hem jî zimanê netewperest û nijadperest ku di dema kampanyaya hilbijartinê de dihat bikaranîn, nirxandin. 
 
Keskînê diyar kir ku Erdogan di vê hilbijartinê de jî kampanyayeke nijadperest û cihêkar bi rê ve biriye. Keskînê destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP'ê ji zû de ye dewletê xistine awayekî totalîter û got ku gelê ku rastî van polîtîkayan tê jî her diçe dişibe rêveberên dewletê. Keskînê têkildarî cardin bijartina Erdogan got ku bi vî awayî formeke gel a hînî "pêşengekî" bû ye çêbûye. Keskînê bi lêv kir ku tebeqeyeke gel a ku "dewlet bibêje çi rast e" çêbûye û got ku ev tebeqe tu tiştî nade ber lêpirsînê. Keskînê destnîşan kir ku ev zimanê netewperest gelekî talûke ye.
 
Keskînê bi bîr xist ku ji xeynî Tifaqa Ked û Azadiyê hemû partiyên din ên siyasî zimanekî nijadperest û netewperest bi kar anîne û got ku bi taybetî jî partiyên siyasî yên di nava Tifaqa Miletê de di tûra duyemîn a hilbijartinê de bêtir ber bi zimanekî nijadperest û neteweperest ve çûne. Keskînê destnîşan kir ku sedema vê jî penaberên sûriyeyî yên li welêt in. 
 
BI DERFETÊN DEWLETÊ HILBIJARTIN
 
Keskînê anî ziman ku hilbijartin di şert û mercên adil de nehatine kirin û got: "Di vê pêvajoyê de wezîrek jî îstifa nekir. Bi vî awayî wezîran hemû derfetên dewletê bi kar anîn. Li gelek deveran rêveber û endamên Partiya Çepên Kesk rastî êrişan hatin. Ez yeqîn dikim ku di hilbijartinê de hîle hatine kirin û rayên hin partiyan li ber hin partiyên din hatine nivîsandin." 
 
KURD BI AWAYEKÎ RÊXISTINKIRÎ TEVGERIYAN
 
Keskînê destnîşan kir ku desthilata AKP'ê di vê hilbijartinê de li bajarên mezin û Kurdistanê têk çûye û got ku encama vê hilbijartinê ji bo AKP-MHP'ê ne serkeftinek e. Keskînê wiha domand: "Kurdan di vê hilbijartinê de biryareke pir zor dan. Kurd ku eziyet ji bîrdoziya damezrîner a komarê kişandine, ray dan namzetekî kemalîst. Kurdan ji ber zimanê Kiliçdaroglû yê der barê demokratîkbûyînê de ray dan wî. Yanî yên herî zêde bi awayekî rêxistinkirî tevgeriyan kurd bûn. A rast encama hilbijartinê ez matmayî nekirim. Dê ji niha û pê ve çi bibe? Niha em bi pêvajoyeke wisa re rû bi rû ne ku mirov nikare tiştekî pêşbînî bike. Tayyîp Erdogan mirovekî pir pragmatîk e. Dibe ku sibê biryareke din jî bide. Aboriya Tirkiyeyê pir xirab bûye. Ger ne ji Qatar û Erebistana Siûdî be, aboriya Tirkiyeyê niha çûbû. Baş tê zanîn ku heya demokrasî neyê dê sermayeya biyanî neyê. Lewma dê ji bê gavî gaveke demokratîk bavêjin. Lê wê bi vî zimanê netewperest û nijadperest çawa bikin, ev meseleyeke din e." 
 
 

Sernavên din

22/06/2023
13:59 Ji siyasetmedar Emîne Ayna re ceza hat xwestin
13:49 Şenyaşar: Divê berpirsyarên mirina zarok Dakak hesabê bidin
13:36 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin
13:32 Dadgehê doza ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
13:19 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin
13:13 Doza Komkujiya Liceyê: Leşkerê bersûc mir, doz betal bû
12:23 Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê: Divê NY û YE helwest nîşanî Tirkiyeyê bidin
11:55 Çawişê pispor ê di pevçûnê de birîndar bûbû mir
11:54 Doza nûçegihanên Vice News hat taloqkirin
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:53 Rapora nexweşxaneyê ya ji bo girtiyê nexweş Ozkan: Li ser jiyana wî xetere heye
10:46 Girtiyan bi şewitandina qawişê binpêkirinên mafan şermezar kirin
10:20 Ji AYM’ê bo 9 partiyên siyasî venêrîna darayî
10:04 ‘Ji jinên Rojava ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan ditirsin’
09:54 ‘Divê li dijî krîzên heyî azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê’
09:01 'Yên kedê didin rêncber in, ên qezenc dikin hinardekar in'
09:00 'Em ê li dijî operasyonên AKP'ê xwe li qadan birêxistin bikin'
09:00 Hûn: Em ê têkoşîna xwe bi xwerexnekirinê xurt bikin
09:00 Şakar: Pirsgirêka sereke tecrîd e, divê her kes bibe parçeyeke çareseriyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
21/06/2023
22:24 Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tuma hatin definkirin
19:15 Şadiye Manap ji girtîgehê derket
17:32 Danişîna doza jinên ku di 1'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin hat taloqkirin
16:51 Partiya Çepên Kesk xwest Meclis têkildarî dersa kurdî lêkolînê bike
16:26 ‘Darên li Geliyê Godernê bi kîjan sedemê tên birîn?’
16:25 Hevdîtinên Astanayê bi biryarên li dijî Rêveberiya Xweser bi dawî bûn
15:58 Ji Mêrdînê bertek nîşanî êrişê dan: Divê Tirkiye ji Rojava derkeve
15:53 Beştaş: Tirkiye bi SÎHA’yan sivîlan qetil dike
15:08 Derbarê Manapê de biryara beraetê hate dayîn
15:08 TJA’yê bertek nîşanî êrişan da: Têkoşîna azadiyê ya jinan di hedefê de ye
13:56 Li Amedê bekçiyan li hev xist: 2 kes hatin kuştin
13:33 HDP’ê ji bo Kirmizi daxuyanî da: Îşkenceyê bi dawî bikin
13:24 Wezîrê Parastinê: Civîna bi Barzanî re dê bi xwe re encamên erênî bîne
12:17 Jinên Bakur êrişên li ser Rojava şermezar kirin
11:59 Girtiyên li Girtîgeha Kirikkaleyê têkildarî binpêkirinan name şandin
11:42 Malbata Şenyaşar: Wezîr hate guhertin lê bêedaletî didome
10:46 Li Colemêrgê çalakî û xwepêşandan bi hinceta Kovîd-19’ê hatin qedexekirin!
10:34 Dîroka jinan a veşartî nexş dike
10:01 Ji ber êrişa zayendî derheqê şaredarê AKP’î de lêpirsîn hate destpêkirin
10:01 Li Antakyayê di bin kavilê avahiyekê de cenazeyê jinekê hate dîtin
09:52 Çawişê pispor ê Uytun qetil kirî dê bi sûcê ‘texsîrê’ bê darizandin!
09:48 Dayika Dag ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Hûn nikarin bi zextê serî bidin tewandin
09:43 Derhêner Karaman: Sedema qedexekirina lîstikan zimanê kurdî ye
09:08 Xwezaparêz Qeredaxî: Çekên kîmyewî başûrê Kurdistanê ber bi çolbûnê ve dibin
09:07 Dayikên Şemiyê dê careke din serî li AYM'ê bidin
09:06 Demîr: Azadiya fîzîkî ya Ocalan şert e
09:05 Hatine asta ku dest ji sewalvaniyê berdin: Nexweşîna tebeqê, bihabûn, koçberî...
09:02 Ji ber dîmenên dijhiqûqî ceza li hunermendê kurd hat birîn
09:01 Mele Abdûlbarî Tîryakî: Di nava piraniya pirsgirêkên welatê me de tiliya pergalê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
20/06/2023
22:26 KCD'ê der barê êrişa li Rojavayê de bang li raya giştî ya cîhanê kir
21:17 Di doza qezaya li Dêrikê de kesek hat berdan
20:54 Komkujiya Pirsûsê 95 meh li dû xwe hiştin
20:01 Doza 38 HDK'iyan hat taloqkirin
19:35 HDP'ê êrişa li ser Rojavayê şermezar kir
16:56 Dosyeya Mîraç Mîroglû ji nû ve dê ji bo ATK’ê bê şandin
16:20 Hevseroka Kantona Qamişloyê Derwêş di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest da
16:17 Terîqetan xwest û dadgehê nûçeyên têkildarî mirina biguman a Dakak asteng kir
16:01 Barzaniyê bi Erdogan re hevdîtin kir: Em li ser pêşxistina têkiliyan axivîn
16:00 Di lêpirsîna şerê li Bismilê de 3 kes hatin girtin
15:42 Cenazeyên 39 qûrbaniyên ku DAIŞ'ê qetilkiribûn radestî malbatên wan hatin kirin
15:39 Dadgeha Bilind cezayê Garîbe Gezer erê kir!
15:27 Roja Penaberan: Rê li ber sedemên ku penaberî afirandine bigirin
14:47 Malbatên girtiyan serî li OHD’ê dan
14:26 Parêzeran li dijî zextan banga piştevaniyê kirin
14:13 Di doza qeyûm de bal kişand ser gotinên Soylu: Divê biryara beraetê bê dayîn
13:56 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê taloq bû
13:56 Dewleta tirk li Tirbespiyeyê êrişî wesayîtekê kir
13:36 Li Astanayê civîna çar alî
13:35 Endamê Meclisa HDP’ê Kirmizi yê girtî hate derbkirin
13:35 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:52 Li Geverê operasyona bertîlê: 4 jê polîs 14 kes hatin girtin
12:48 Uçar: Em ê tifaqa xwe ya civakî berfirehtir bikin
12:25 Doza rojnamevan Boltan hat taloqkirin
11:58 Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
11:46 Emîne Şenyaşar ji dadger re got: Baş tê bîra min ka zarokên min çawa hatine kuştin
11:46 Meaşê kêmtirîn diyar bû
11:28 Barzanî, ji bo bi Erdogan re hevdîtinê bike hate Enqereyê
10:50 Li Geverê piştî operasyona leşkerî şerekî dijwar diqewime
10:38 Ji ber girtiyan ji bo hewa bistînin têl ji hev ve kirin doz lê hate vekirin
09:55 Li 8 bajaran 22 xebatkarên girtîgehan hatin binçavkirin
09:55 Bayindir: Siyaseta Tirkiyeyê xetimî ye, çareserî di destê Ocalan de ye
09:39 Zexta ‘bi tirkî biaxivin’ li girtiyan tê kirin
09:38 Lozan di sedsaliya xwe de ye: Divê kurd li dora berjewendiyên neteweyî bibin yek
09:29 Penaber di her qadên jiyanê de rastî êrişan tên
09:03 Dîroka Anzeleyê hat tunekirin
09:02 Berteka ji bo qedexekirina çalakiyên kurdî: Em ê bi hunera xwe bersiva wan bidin
09:02 53 sal in kasetfiroşiyê dike
09:01 ‘Pêdiviya gelan bi dengê Abdullah Ocalan heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
19/06/2023
22:40 Li Dîlok û Colemêrgê qeza: 4 mirî û 5 birîndar
22:31 Li Mereşê erdhej çêbû
20:02 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
19:25 Ciwanekî din jî ji ber merasîma cenazeyê Mîr Perwer hat girtin
18:56 Der barê malbata Şenyaşar de lêpirsîn!
16:52 AYM, daxwaza bloqekirina hesabên HDP’ê red kir
16:44 Êrişa li dijî rojnamevan Aygul hate şermezarkirin
16:14 Yekitiya Hilberînerên Fistiqan a Amedê hate avakirin
16:13 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika bi kurdî qedexe kir
15:35 DÎSK: Divê mûçeyê kêmtirîn li ser enflasyona rastî bê hesabkirin