Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe

  • rojane
  • 10:09 5 Hezîran 2023
  • |
img
ENQERE  - Akademîsyen Joost Jongerden diyar kir ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke hilbijartinê ya adilane çênebû û cihgirtina HDP’ê ya di parlamentoyê de weke “serkeftin” nirxand. Jongerden, got ku heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin Tirkiye demokratîk nabe. 
 
Nîqaşên têkildarî hilbijartina serokkomarî û yên giştî didomin. Çavdêrên navneteweyî yên hatin Kurdistan û Tirkiyeyê jî diyar kirin ku “Hilbijartin di nava mercên adilane de pêk nehat.” Akademîsyen û nivîskar Joost Jongerden ku li Zanîngeha Wagenîn a Hollandayê dixebite jî hilbijartin ji bo ajansa me nirxand.  Jongerden diyar kir ku tevî hemû hewldanên AKP’ê yên ji bo tunekirina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî HDP’ê karî di parlamentoyê de cih bigire û ev yek weke serkeftin pênase kir. 
 
'HILBIJARTIN DI REWŞEKE ADILANE DE NEHATIN KIRIN’ 
 
Jongerden, têkildarî hilbijartina Erdogan wiha got: “Li gorî min Erdogan di hilbijartinan de bi ser neket lê têk çû. Sedemên cur bi cur ên sêyemîn car hilbijartina Erdogan hene. Yek ji van jî rewşa ne adilane ya hilbijartinê bû. Akademîsyenan di sala 2015'an de diyar kirin ku saziyên Tirkiyeyê helwestên siyasî nîşan dane, di mijara ragihandinê de nekwehvî heye û di hilbijartinê de li ser muxalefetê zext hebû. Anku ev cara ewil nîne ku hilbijartin di rewşeke neadilane de tên kirin. Lê ji sala 2015’an heta niha rewş xerabtir bû”
 
‘HDP TEVÎ HEMÛ ZEXTAN JÎ KETE PARLAMENTOYÊ’ 
 
Bi domdarî Jongerden bal kişand ser zextên ser HDP’ê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne tenê di çendek mehên ber bi hilbijartinê ve de, ji sala 2015’an heta niha zext û tundiyeke giran li ser HDP’ê heye. HDP bi awayekî sîstetamîk hedef hate girtin. Hevserokên wê hatin binçavkirin û siyaset lê hat qedexekirin. Bi hezaran endamên wê hatin girtin. AKP ev 7-8 sal in hewl dide partiyê tune bike. Lê tevî vê yekê jî HDP’ê karî di parlamentoyê de cih bigire. Ev yek bi tena serê xwe serkeftineke mezin e.” 
 
'PASÎFTIYA MUXALEFETÊ BI ERDOGAN DA QEZENCKIRIN’ 
 
Di berdewamê de Jongerden got ku Erdogan ji ber pasîftiya muxalefetê bi ser ket û wiha pê de çû: “CHP’ê wisa bawer dikir ku krîza aborî û erdhej dê bikin ku hilbijêrên AKP’î dev ji partiya xwe berdin. Digotin dê hilbijêr pişta xwe bidin AKP’ê û ji vê bawer dikirin. Lê bernameyeke wan tune bû, kampanyayên wan ên nehevgirtî û bêîstîqrar, di nava hilbijêran de baweriye ava nekir. Ji bo pêşerojê nêrîneke wan tune bû lewma di hilbijartinê de têk çûn. AKP li rexekî bêbaweriyê pêş dixe û li rexa din jî ‘temînatê’ pêşkeş dike. Li rexekî berpirsyarê krîza aborî ye û li rexa din jî alîkariyê dide hilbijêrên xwe. Li ser fikarên mirovan disekine, bi neteweperestiyeke sexte û îdealkirina rabûrdiyê re ji wan re stargehekê ava dike.” 
 
FIRSENDÊN DI ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD DE JI DEST ÇÛYÎN 
 
Jongerden, têkildarî neçareserkirina pirsgirêka kurd jî ev nirxandin kir: “PKK û Tirkiyey ji destpêka salên 90’î heta niha raste raste hevdîtinan dike. Piştî revandina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, hevdîtin zêdetir bûn. Serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan di sala 2012’an de ragihand ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê de hevdîtin tên kirin. Ev pêvajo weke ‘pêvajoya çareseriyê’ an jî ‘muzakereyên aştiyê’ hatin pênasekirin. Lê ev hevdîtin û civîn di sala 2015’an de têk çûn. Dema em li vê pêvajoyê dinihêrin, dibînin ku gelek firsendên çareseriyê ji dest çûne.” 
 
‘5 SEDEMÊN BIDAWÎBÛNA VAN HEVDÎTINAN’
 
Jongerden, diyar kir ku 5 sedemên têkçûna “pêvajoya çareseriyê” hene û wiha rêz kir: “Ya ewil; AKP’ê xwe neda gel çareseriya siyasî ya bi rêya muzakereyan. Muzakere weke stratejiyeke hilbijartinan bi kar anî. Ya duyan; PKK bihêztir dibû û bêhtir dihat qebûlkirin. Lê belê aktorên sêyemîn (PDK û komên cîhadîst) li Rojhilata Navîn weke şirîkên Tirkiyeyê derketin holê û rastiyeke guherîna jeopolîtîk hebû. Sedema sêyemîn îdeolojîk bû. pirsgirêka kurd weke pirsgirêkeke siyasî û ewlehiyê dihat nirxandin. Sedema çaremîn; ajandaya siyasî ya Erdogan e ku ji bo xwe û rêveberiya xwe dixwest. Ya pêncan; ji bo pozîsyoneke hatiye xurtkirin a îstîxbarî, muzakere bi zanebûn û weke firsendekê hatin bikaranîn. Sedema bingehîn a krîzên aborî, civakî û demokrasiyê neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Israra neçareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên siyasî, dê tundiya bidomîne. Heta ku pirsgirêka kurd ji hêla siyasî ve neyê çareserkirin, mimkin nîne ku Tirkiye demokratîk bibe.” 
 
MA / Stêrk Sutçu
 

Sernavên din

07/06/2023
19:39 Rojnamevan Arslan birin Kirşehîrê
19:18 Dibe ku ji çar payên Spanyayê sê pay bibe çolistan
18:52 Di êrişa Tirkiyeyê de agir bi kampa Eyn Îsayê ket
18:34 Li Geverê zarokê ku wesayîta zirxî pêl wî kir jiyana xwe ji dest da
18:20 Li Cizîrê malbata ku hatibû binçavkirin hat berdan
18:09 Doza Vartînîsê hat taloqkirin
17:33 Cenazeyên Gokalp û Ayhan radestî malbatên wan hatin kirin
16:07 Tanrikulu yê HDP’yî dîsa nehat berdan
15:43 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek çêbû
15:41 Girtiyê ji bo darizandina adilane dest bi rojiya mirinê kirî rakirin nexweşxaneyê
15:40 Rojnamevan Hafiz Akdemîr dê sibê li kuçeya lê hat kuştin were bibîranîn
15:37 Siyasetmedar Mehmet Çîçek jiyana xwe ji dest da
15:22 Ji bo malbat û cerdevanên xwestin tecawizê veşêrin daxwaza cezakirinê
14:46 Têkoşîna edaletê di roja 807’an de ye: Çavkaniya hemû pirsgirêkan bêedaletî ye
13:45 Ji bo şandeya Doza Kobanê: We pişta xwe spartiye cihekî saxlem
13:14 Sala par li Egeyê 724 binpêkirinên mafên zarokan qewimîne
13:06 Tûran ê HDP’î: Heta ku çavkanî ji bo şer bên veqatandin dê krîza aborî çareser nebe
13:05 Li Rihayê ji bo nan zem hate kirin
13:05 Mutehîdê duyemîn ê Sîteya Ebrar hat girtin
12:54 Parêzer Tûran a bikaranîna çekên kîmyewî anîbû rojevê beraet kir
12:39 Komên paramîlîter li Efrînê 4 kes revandin
12:24 Cenazeyê Akdogan li Wanê hate veşartin
12:17 Meclisa Jinan a HDP'ê û Partiya Çepên Kesk: Em ê têkoşîna xwe xurt bikin
11:31 Tedawiya zaroka 14 salî ku di pîrozbahiyên hilbijartinê de gule bi serê wê ketibû didome
11:00 Malbatên qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê hatin darizandin
10:45 Şaredariya AKP’yî nivîsand ku Goristana Ermenan çawa tune bûye
10:11 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
10:05 Lîreyê tirk li hemberî dolar her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
10:04 Kujer hat berdan lê pênûsa Hafiz Akdemîr li erdê nema
10:03 Ciwanê ku hate diyarkirin li Cizîrê întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
10:02 Cînayeta kar a li şaredariyê: Karkerê mirî bêsîgorta hatiye xebitandin
09:52 Jinan ji bo serdema nû banga têkoşînê kirin
09:21 Emniyeta Antalyayê nahêle xwendekarên kurd ji bo xwe malan kirê bikin
09:06 Rojnameger Firat Can Arslan hate binçavkirin
09:06 Ozcan: Em ê bi mekanîzmayeke rexneyê ber bi kongreyê ve biçin
09:05 Amedî: Divê di pêvajoya nû de guh li gel bê kirin
09:05 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Dibe ku hin qanûnên Iraqê biguherin
09:04 Banga ji bo danişîna Makbûle Sevînç
09:03 Hevserokê KCDK-E’yê Koç: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:01 16 rojnameger ev saleke girtî ne: Bi awayekî kêfî tên cezakirin
09:00 Rojnameger Şengalî: Şengal qels bibe dê Rojava jî qels bibe
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
06/06/2023
20:05 Komeleya Dema Jinê serdana MKGP'ê kir
19:50 Li Bedlîsê 8 kes hatin binçavkirin
18:24 Malbatê cenazeyê Akdogan wergirt
17:28 Li Gabarê qirkirina daran
15:57 CHP’ê biryara kongreyê da
15:23 Dewleta tirk êrişî Çiyayê Guherzê kir
15:04 Şenyaşar bang li wezîr Tunç kir: Ji Rihayê dest bi karê xwe bike
14:47 Tê payîn ku zem dê li motorînê bê kirin
14:47 Namzeta Serokatiya Meclisê ya Partiya Çepên Kesk bû Hatîmogûllari
14:22 Cezayê hefsê li rojnamevanê hatibû derbkirin birîn
13:30 Rûsya û Ûkraynayê ji ber êrişa li dijî bendavê hev tawanbar kirin
12:20 DMME’yê Yuksekdag û Demîrtaş mafdar dît
12:19 Şêniyên gund li dijî sepanên DEDAŞ'ê derketin, leşkeran bi bombeyên gazê êriş kirin
11:59 Li Cizîrê temamiya endamên malbatekê hatin binçavkirin
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Di doza ‘guh nedin ên weke serokkomar ji we pereyan dixwazin’ de biryara beraetê
11:41 Bi hinceta erdhejê cenazeyê Tekmenûray nadin malbata wê
11:23 Ji bo koma cigareyê ya BAT’ê zem hate kirin
11:12 Abdullah Ocalan: AKP, hewl dide Hamasa Kurd ava bike
11:11 Rêveberiya girtîgehê çawa bû sedema mirina girtiyê nexweş Kaplan?
10:32 Akin: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê xurttir bimeşînin
10:06 Li Amedê avahiyê xesarekî mezin gihiştibûyê hilweşiya
09:59 Li Emniyeta Nisêbînê çeteya talankirinê derket holê
09:02 ‘Li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayên tundiyê dimeşînin'
09:01 Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
05/06/2023
21:56 Îbrahîm Kalin bû serokê MÎT’ê yê nû
21:48 Gulmez a bi giranî brîndar bûbû piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê
21:39 Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatin berdan
18:37 Kesên ku di 5’ê hezîranê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
17:52 Li Tûzlayê cînayeta kar
16:43 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
16:15 Jina ku ji polîstiyê îstîfa kir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin
15:36 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên li bajar parve kir
14:43 Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
14:42 Edîbe Şahîn hate berdan
14:33 Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir