Omer Ocalan: Divê demildest tecrîd were bidawîkirin

img
RIHA - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku hewceyî bi siyaseteke Kurdistanî heye û wiha got: “Siyaset bêyî gel nabe.” Ocalan xwest tectecrîda li ser Abdullah Ocalan jî demildest were bidawîkirin. 
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan têkildarî encamên hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê, têkiliyên Partiya Doza Azad ên bi Tifaqa Cumhur re û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Ji ajansa me re axivî. 
 
Ocalan anî ziman ku divê hemû kes bo xwe ji hilbijartinên 14’ê Gulanê dersan bigire û wiha got: “Niha li pêşiya me plansaziyeke xurt heye. Li navendê ji civînên me giştî berdewam dikin. Niha xebateke xurt heye. Di têkoşîna gelekî de divê qada siyasetê vala nemîne. Ji bo wê yekê hilbijartin ji bo me girîng in. Helbet ji bo em bigihijin armanca xwe, em hilbijartinê bi kar tînin. Sedsala 21’emîn de hilbijartin rastiya vî welatî ye. Ji bo vê jî amadekariyê xurt dixwaze. Di hilbijartinan de ya herî girîng, gel e. Gel dema li derveyî siyasetê hate hiştin, mixabin encamên mîna 14’ê Gulanê bi xwe re tîne. Helbet gelê kurd gelekî birêxistinkirî ye û dema wê hatiye ku siyaseta kurd jî xwe li ber çavan re derbas bike. Mirov nikare bêyî biryarên gel gavan biavêje.” 
 
Omer Ocalan
 
'GEL ACIZ E’
 
Bi domdarî Ocalan diyar kir ku kurd siyaseta xwe ji du aliyan ve dimeşînin û wiha dirêjî da axaftina xwqe: “Aliyekî siyasetê ji bo kurd û Kurdistanê ye. Ya din jî ji bo hemû herêmên din e. Di siyaseta ji bo kurd û Kurdistanê de êdî tiştek bivênevê ye; divê êdî ji bo Kurdistanê plansaziyeke musteqîl pêş bikeve. Divê di her qadê de gel di nava biryaran de cih bigire. Kêmasiya vê pir baş hate fêmkirin. Helbet hilbijartin, ji bo ku em xwe bigihînin armancên xwe tenê amûreke. Lê divê em vê amûrê baş bi kar bînin. Divê hemû hêzên kurdistanî tê de cih bigirin.  Ji bo vê jî divê mirov xwe birêxistin bike.
 
EM Ê LI HER DERÊ CIVÎNAN LI DAR BIXIN
 
Dema me bingeha civaka exlaqî û polîtîk amade nekir, carnan encamên wiha pêş dikevin. Gel aciz e. Em diçin gel wan û li wan guhdarî dikin. Bi gacinc û gilî ne. Di gazinên xwe de jî mafdar in. Lewma em dibêjin bêyî gel siyaset nabe. Em ê civaka xwe li gorî paradîgmaya neteweya demokratîk amade bikin û bibin bersiva sedsala 21’emîn. Ji bo vê jî divê em li hişyariyên gel guhdar bin. Di hilbijartinan de siyaseteke şexsî û populîst derket pêş. Dema gel ne di nava siyasetê de be, wê demê siyaset heta cihekî dikare bimeşe. Demekî piştre hûn nikarin bi rêya şexsan siysetê bimeşînin. Lewma em dibêjin divê aliyekî siyasetê ji bo Kurdistana serbixwe û aliyê din jî ji bo Tirkiyeyê divê were pêşxistin. Gelo siyaseteke wiha çawa were kirin? Em ê li her derê civînan li dar bixin û li gorî pîvanên rêxistinê jî dê nîqaşan bimeşînin.” 
 
'EM LI REXNEYÊN GELÊ XWE GUHDAR IN’
 
Di berdewamê de Ocalan bal kişand ser encamên hilbijartinê û destnîşan kir ku encamên hilbijartinê ji bo partiya wan têkçûn nîne û ev rewş wiha nirxand: “Ne di asta dihat xwestin de bû. Em nîqaşên vê dikin. Hinek tiştan em nikarin tune bihesibînin. Gelê kurd gelekî polîtîk e û rol û mîsyona xwe dilîze. Divê em siyaseta xwe li gorî nirxên tevgera azadiyê, li gorî fikr û ramanên birêz Ocalan pêş bixin. Em ê plansaziya xwe amade bikin. Li ser medyaya civakî gelek rexne gên kirin. Lê hinek kes bi zanebûn û di çarçoveya plansaziyekê de van rexneyan dikin. Dimînin bin bandora hinek kesan de. Dixwazin siyaseta kurd, siyaseta partiya me bêîtîbar bikin. Hinek kes jî mirov û siyasetmedarên me tawanbar dikin. Em li van neguhdar in lê li gelê xwe guhdar in. Dibe ku li ser medyaya dijîtal hinek rexneyên di cih de jî hebin ku em jî wan difikirin. Lê tiştek eşkere bû ku siyaseta kurd ne li ser şexsekî û bi siyaseteke navendî lê bi mejiyeke kolektîf dikare were meşandin. Cîhan diguhere, Rojhilata Navîn diguhere. Divê siyaseta kurd jî biguhere. Em jî dê li gorî vê tevbigerin. Hêza kurd ne ji sedî 9 e. Divê kurd di her qadên jiyanê de xwedî seknekî polîtîk bin. Şerekî psîkolojîk heye û em bi têkoşînê dikarin vî şerî vala derxin.” 
 
'SIYASETA LI HEMBERÎ KESAN NABE' 
 
Omer Ocalan anî ziman ku siyaseta li ser dijminatiya kesan xelete û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji 2015’an heya niha ev siyaset wiha tê meşandin. Pisgirêka me bi pergala Komara Tirkiyeyê re heye. Mejiyê dewletê dixwaze di sedsala 21’emîn de hemû destkeftiyên kurdan tune bike. Em nikarin siyaseta xwe tevekê li ser dijbertiya Erdogan ava bikin. Rast e Erdogan li wir fîgûrek e û şerê li dijî kurdan bi pêşengtiya wî tê kirin lê em nikarin siyaseta xwe li dijî kesayeta wî ava bikin. Lazime têkoşîna me li dijî vê pergala qirêjî be.” 
 
'DIVÊ KURD HIŞYAR BIN’
 
Ocalan, derheqê têkiliya Partiya Doza Azad a bi Tifaqa Cumhur re jî wiha got: “Divê gelê me hişyar be. Dewlet dixwaze li Kurdistanê berê siyaseta kurd bide hev û bi hev bide qirkirin. Di salên 90’î de çawa ku hêzên tarî bikar anî, di vê sedsalê de jî formateke nû avêt vê rêbazê û dixwaze vê hêzê li hemberî kurdan bi kar bîne. Dewlet hewl dide vê hêza tarî li Kurdistanê li hemberî kurdan weke hêzeke paramîlîter bi kar bîne. Lê heke gelê me xwedî li nirxên xwe derkeve û li dijî polîtîkayên qirêjî bisekine, ev hewldana dewletê dê li Kurdistanê vala derkeve. Dewlet carnan vê hêzê tawanbar dike û carnan jî dike parlamenter. Dibe ku dek û dolabên dewletê di rojên pêş de derkevin holê. Divê gelê me li dijî van dek û dolaban hişyar be. Divê em li dijî vê hewldanê siyaseteke serbixwe ava bikin. Wê demê dê tu kes nekare bawerî, ziman û çanda me li dijî me bi kar bîne.” 
 
'DIVÊ EM TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKIN’
 
Herî dawî jî Ocalan bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Ev tecrîd, ji siyaseta li dijî kurdan tê meşandin cudatir nîne. Tecrîdeke giran heye. Ji bo têkbirina vê tecrîdê divê hemû kes bi rol û mîsyona xwe rabe. Birêz Ocalan li siyaseta rojane mêzê nake. Jixwe yên rojane li siyasetê dinêrin, winda dikin. Birêz Ocalan her tim qala Rêya Sêyemîn dike. Li aliyekî tirkên îslamperest hene, li aliyê din jî tirkên spî hene. Her du jî dixwazin siyasetê li gorî xwe dîzayn bikin. Lê civak mecbûrî van nîne. Li hemberî wan jî Rêya Sêyemîn heye. Birêz Ocalan her dem behsa hêza bloka demokrasiyê dike. Lê mixabin hinek kesên di nava me de hêj jî siyaseta rojane dikin. Divê di zûtirin demê de tecrîda li ser birêz Ocalan were bidawîkirin. Ji bo vê jî hewcehî bi têkoşînê heye. Tecrîdeke derqanûnî û derexlaqî ye. Li gorî zagonên Tirkiyeyê mafê birêz Ocalan heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Lê mixabin ev maf tê binpêkirin. Dewlet baş bi bandora birêz Ocalan a li ser civakê dizane. Lewma tecrîdê giran dike. Nahêle ji wir dengek derkeve. Ji bo têkbirina tecrîdê em ê plansaziyekê derxînin.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

13/06/2023
13:50 12 sal in ji bo kifşa cihê bûyerê ‘ewlehî’ nayê temînkirin
12:54 Cezayê muebeda girînkirî li kujerê Şûleyê hat birîn
12:29 Kedkaran ji bo mafên xwe dest bi çalakiyê kirin
12:04 Civîna MYK’a HDP û Partiya Çepên Kesk dest pê kir
11:59 Parêzer ji bo biçin hevdîtina Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:50 Hevseroka HDP’a Bedlîsê hat binçavkirin
11:33 CENTCOM: 22 leşkerên me di qezaya helîkopterê de birîndar bûn
11:06 Li Cizîrê 15 kes hatin girtin
10:48 Li Kubayê lehî rabûn: 3 kes mirin
10:23 Derheqê parêzerê ji Arîf Çetîn re got ‘xwe ji rêxistinên sûc dûr bigire’ lêpirsîn hate destpêkirin
10:02 KCK’ê pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ bi dawî kir
10:00 Dolar û euro dîsa rabûn
09:52 Şahidên qetlîamê: Ji bo malbata Şenyaşar edalet bicih were dê li Tirkiyeyê jî edalet pêk were
09:09 Hevpîşeyên rojnameger Alagaş: Em xwedî li doza Safiye derkevin
09:08 Îmara parkê hat guherandin û dewrî midûriyeta polîsan hat kirin
09:08 'Zanîngeh veguherîne bazirganxaneyan'
09:07 Li Rihayê nexweş bi mehan li benda dora xwe disekinin
09:06 Bihabûn û krîza aboriyê sewalkarî jî qedand
09:04 Demîrel: Girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû tên hiştin
09:02 Birca Belek ji bo gel hatiye qedexekirin
09:01 Omer Ocalan: Divê demildest tecrîd were bidawîkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
12/06/2023
23:52 Erbaş ê HDP'î hat binçavkirin
23:47 Civîna NATO'yê: Dê sê welat li Enqereyê bicivin
20:28 Hevşaredarên Panosê hatin girtin
19:30 Li Girtîgeha Îdirê gardiyanan li girtiyan xist
18:21 Li Efrînê jinek hat kuştin
16:39 Daxwaza girtina bersûcên êrişa cemxaneyan hat redkirin
16:22 Parêzer Gulhan Kaya hate girtin
15:33 Li Elkê hejmara binçavkiriyan gihişt 12 kesan
15:04 Li Kobanê êrişa hewayî: 3 kes birîndar bûn
14:42 Servîsa karkeran ji kontrolê derket: Karkerekê jiyana xwe ji dest da
14:38 Rêxistinên mafên zarokan xwestin ku xebitandina zarokan bi dawî bibe
14:16 Mizrakli nehat berdan: Me serî netewand û dê netewînin | HATE NÛKIRIN
14:05 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Silvio Berlusconi mir
13:50 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê li mala xwe nerûnin
13:27 Bavê zarokê li edliyeyê tundî lê hate kirin: Polîsan beriya mehekê gef li min xwarin
13:10 Li ser rêya Amed-Rihayê qeza çêbû: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
13:05 Li gorî TÛÎK'ê bêkarî bû ji sedî 10,2
12:54 ÎSÎG: Di serdema AKP’ê de 888 zarokan jiyana xwe ji dest dan
12:15 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:15 Li Şehbayê li dijî wesayîta rûsan êriş hate kirin
11:38 Rojnamevan Şahînlî beraet kir
11:25 Li Mûşê bi ser malan de girtin
11:03 Dadgeh dê parlamenteriya Kaya ji Meclisê bipirse!
11:02 Li Beyrûdê komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk’ tê lidarxistin
10:38 Ji Abdullah Ocalan bo HDP’ê: Bi hestiyar tevnegerin, ji rexneyan netirsin
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Daranê Kurdistanî qir kene’ derket
10:23 Emîne Şenyaşar 5 sal in li benda ‘edaletê’ ye
10:14 Di bûyera ku hate xwestin bên lînckirin de bûn sûcdar!
09:08 Seroka Partiya Şoreşger Oneren: Faşîzm dikare li kolanê were têkbirin
09:07 Xwendekarên zanîngehê ji bo ku bixwînin neçarin bixebitin
09:04 Avci: Divê ewilî di nava gel de bawerî bê avakirin
09:03 Li Şirnexê qirkirina siyasî: Di 40 rojan de 82 kes hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin
09:01 Di her saniyê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:14 Li Elkê 5 kes hatin binçavkirin
11/06/2023
22:07 5’emîn Rojên Ma Muzîkê bi dawî bûn: Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin
20:20 Bi afîşan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn
19:44 Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajarê Bernê hate zêdekirin
19:20 Li Edeneyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
17:34 Du leşker hatin kuştin
17:28 Cenazeyê Arasan li Qendîlê hate veşartin
16:21 Birayê girtiyê hatibû bidarvekirin hate revandin
16:20 Piştî 30 salan hate bajarê xwe: Em deyndarên gelê xwe ne
13:49 Malbata Şenyaşar: Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin
13:37 ‘Navenda Bîra Komkujiya Madimakê’ dest bi weşanê kir
13:24 Bîrleşîk Kamu-Îş’ê xwest kêmtirîn mûçe were zêdekirin
13:19 Li Pakistanê lehî rabû: 25 kes mirin
12:39 Tokmak bi zorê bêhnê distîne û rojê tenê dikare saetekê razê
12:15 Li hunermendê hatibû revandin gefa kuştinê hate xwarin
11:36 Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê mirin
11:34 Erzirom bi pileya 4,6’ê hejiya
11:31 Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû
11:07 Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin
10:01 Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe
09:35 Ji ber 'zêdebûna maliyetê' çêkirina nexweşxaneyê hat sekinandin
09:17 Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema
09:16 Zextên rejîma Îranê yên li hember rojnamevanan zêde bûn
09:00 ‘Jin dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin'
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin