Bihabûn û krîza aboriyê sewalkarî jî qedand

img
RIHA - Mûzafer Çetîn ku bi sewalkariye debara xwe dike, bi lêv kir ku ji ber bihabûn û krîza aboriyê, êdî sewalkar nikarin debara xwe bikin û got ku heke wisa bidome dê ew jî dest ji sewalkariyê berde. 
 
Li bakurê Kurdistanê gelemperiyê welat bi sewalkarî û çandiniyê debara xwe dike. Riha ku yek ji bajarê bakurê Kurdistanê ye bi kedîkirina sewalkarî û çandiniyê xwedî dîrokeke kevnar e. Çandinî û sewalkariya ku bi hezaran salan li vî bajarî tê kirin hê jî didome. Lê ji ber krîza aborî, bihabûn, koçberî û gelek sedeman sewalkarî û çandinî weke her bajarên bakurê Kurdistanê li Rihayê jî her ku diçe kem dibe. Li taxa Toptepe ya navçeya Eyubiye ya navenda Rihayê li ser girên derdora taxê gelek şikeft hene û welatî di şikeftan de sewalkariyê dikin. Sewalkariya ku zêdetirî 300 salan berê di şikeftan de dest pê kiriye tevî ev qas salan jî berdewam dike. 
 
Mûzafer Çetîn (52) ê li taxa Toptepe di şikeftan de sewalkariyê dike bi lêv kir ku ji ber bihabûnê nikarin debara xwe bikin û ji ber vê yekê jî sewalkarî her ku diçe kêm dibe. 
 
'WISA BIDOME EZ Ê DEV JÊ BERDIM'
 
Çetîn, da zanîn ku ji aliye tenduristiyê ve jî di şikeftan de kedîkirina sewalan baştir e û got ku şikeft havînê sewalan ji germahiyê, zivistanê jî ji sermayê diparêz e. Çetîn diyar kir ku 30 sal in ew bi sewalkariyê debara xwe dike û ev tişt anîn ziman: "Di destpêke de me ji bo şîr sewalkarî dikir. Lê piştî ku êmê sewalan bihabû û şîr jî erzan bû me nekarî debara xwe bi firotina şîr bikin, ji ber vê yekê jî gelek kesan dev ji şîr firoşiyê berdan. Niha li vir nêzî 900 şikeft hene, berê ev şikeft hemû tejî bûn lê niha pir kêm kes sewalan xwedî dikin, edî tu kes vî karî nake. Mesrefa sewal û bihayê şîr hev dernedixist. Ji ber wê gelek kesan dev ji şîr firoşiyê berdan, mange ser jê kirin. Wisa bidome ez jî dê dev ji vî karî berdim."
 
NIKARIN DEBARA XWE BIKIN
 
Bi domdarî Çetîn bi lêv kir ku ji ber bihabûna êmê sewalan, sewalkar zehmetiyan dikişînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mesrefa sewalan pir e. Berê êm 3 hezar bû lê niha bûye 7 hezar. Sewal jî erzan bûnê, pir erzan tên firotin. Dewletê dermanek li sewalan xist niha hemû sewal nexweş bûne. Sewalek 3 salan tê kedîkirin. Ji ber ku di sewalkariyê de kes nikare debara xwe bike, tu kes edî vî karî nake. Êdî sewalkarî qediyaye."
 
JI SEWALKARÊN DEWLEMEND RE ALÎKARÎ HEYE
 
Çetîn, destnîşan kir ku dewletê ji sewalkarên dewlemend re alîkarî kiriye lê yên biçûk re nekiriye û axaftina xwe wiha qedand: "Divê dewlet piştgiriyê bide sewalkaran, alîkariya wan bike ku bikarê debara xwe bike. Wisa bidome ez jî dê dest ji vî karî berdim. Divê dewlet makîne bide ji bo yem alîkariyê bike. Lê dewlet alîkariyê nade sewalkarên biçûk. Alîkariyê dide sewalkarên dewlemend yên xwedî çewlik. Wan jî bi kredî û kooperatîfan pereyên xwe standin û reviyan." 
 
MA / Mahmût Altintaş - Omer Akin
 

Sernavên din

13/06/2023
13:50 12 sal in ji bo kifşa cihê bûyerê ‘ewlehî’ nayê temînkirin
12:54 Cezayê muebeda girînkirî li kujerê Şûleyê hat birîn
12:29 Kedkaran ji bo mafên xwe dest bi çalakiyê kirin
12:04 Civîna MYK’a HDP û Partiya Çepên Kesk dest pê kir
11:59 Parêzer ji bo biçin hevdîtina Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:50 Hevseroka HDP’a Bedlîsê hat binçavkirin
11:33 CENTCOM: 22 leşkerên me di qezaya helîkopterê de birîndar bûn
11:06 Li Cizîrê 15 kes hatin girtin
10:48 Li Kubayê lehî rabûn: 3 kes mirin
10:23 Derheqê parêzerê ji Arîf Çetîn re got ‘xwe ji rêxistinên sûc dûr bigire’ lêpirsîn hate destpêkirin
10:02 KCK’ê pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ bi dawî kir
10:00 Dolar û euro dîsa rabûn
09:52 Şahidên qetlîamê: Ji bo malbata Şenyaşar edalet bicih were dê li Tirkiyeyê jî edalet pêk were
09:09 Hevpîşeyên rojnameger Alagaş: Em xwedî li doza Safiye derkevin
09:08 Îmara parkê hat guherandin û dewrî midûriyeta polîsan hat kirin
09:08 'Zanîngeh veguherîne bazirganxaneyan'
09:07 Li Rihayê nexweş bi mehan li benda dora xwe disekinin
09:06 Bihabûn û krîza aboriyê sewalkarî jî qedand
09:04 Demîrel: Girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû tên hiştin
09:02 Birca Belek ji bo gel hatiye qedexekirin
09:01 Omer Ocalan: Divê demildest tecrîd were bidawîkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
12/06/2023
23:52 Erbaş ê HDP'î hat binçavkirin
23:47 Civîna NATO'yê: Dê sê welat li Enqereyê bicivin
20:28 Hevşaredarên Panosê hatin girtin
19:30 Li Girtîgeha Îdirê gardiyanan li girtiyan xist
18:21 Li Efrînê jinek hat kuştin
16:39 Daxwaza girtina bersûcên êrişa cemxaneyan hat redkirin
16:22 Parêzer Gulhan Kaya hate girtin
15:33 Li Elkê hejmara binçavkiriyan gihişt 12 kesan
15:04 Li Kobanê êrişa hewayî: 3 kes birîndar bûn
14:42 Servîsa karkeran ji kontrolê derket: Karkerekê jiyana xwe ji dest da
14:38 Rêxistinên mafên zarokan xwestin ku xebitandina zarokan bi dawî bibe
14:16 Mizrakli nehat berdan: Me serî netewand û dê netewînin | HATE NÛKIRIN
14:05 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Silvio Berlusconi mir
13:50 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê li mala xwe nerûnin
13:27 Bavê zarokê li edliyeyê tundî lê hate kirin: Polîsan beriya mehekê gef li min xwarin
13:10 Li ser rêya Amed-Rihayê qeza çêbû: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
13:05 Li gorî TÛÎK'ê bêkarî bû ji sedî 10,2
12:54 ÎSÎG: Di serdema AKP’ê de 888 zarokan jiyana xwe ji dest dan
12:15 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:15 Li Şehbayê li dijî wesayîta rûsan êriş hate kirin
11:38 Rojnamevan Şahînlî beraet kir
11:25 Li Mûşê bi ser malan de girtin
11:03 Dadgeh dê parlamenteriya Kaya ji Meclisê bipirse!
11:02 Li Beyrûdê komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk’ tê lidarxistin
10:38 Ji Abdullah Ocalan bo HDP’ê: Bi hestiyar tevnegerin, ji rexneyan netirsin
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Daranê Kurdistanî qir kene’ derket
10:23 Emîne Şenyaşar 5 sal in li benda ‘edaletê’ ye
10:14 Di bûyera ku hate xwestin bên lînckirin de bûn sûcdar!
09:08 Seroka Partiya Şoreşger Oneren: Faşîzm dikare li kolanê were têkbirin
09:07 Xwendekarên zanîngehê ji bo ku bixwînin neçarin bixebitin
09:04 Avci: Divê ewilî di nava gel de bawerî bê avakirin
09:03 Li Şirnexê qirkirina siyasî: Di 40 rojan de 82 kes hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin
09:01 Di her saniyê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:14 Li Elkê 5 kes hatin binçavkirin
11/06/2023
22:07 5’emîn Rojên Ma Muzîkê bi dawî bûn: Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin
20:20 Bi afîşan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn
19:44 Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajarê Bernê hate zêdekirin
19:20 Li Edeneyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
17:34 Du leşker hatin kuştin
17:28 Cenazeyê Arasan li Qendîlê hate veşartin
16:21 Birayê girtiyê hatibû bidarvekirin hate revandin
16:20 Piştî 30 salan hate bajarê xwe: Em deyndarên gelê xwe ne
13:49 Malbata Şenyaşar: Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin
13:37 ‘Navenda Bîra Komkujiya Madimakê’ dest bi weşanê kir
13:24 Bîrleşîk Kamu-Îş’ê xwest kêmtirîn mûçe were zêdekirin
13:19 Li Pakistanê lehî rabû: 25 kes mirin
12:39 Tokmak bi zorê bêhnê distîne û rojê tenê dikare saetekê razê
12:15 Li hunermendê hatibû revandin gefa kuştinê hate xwarin
11:36 Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê mirin
11:34 Erzirom bi pileya 4,6’ê hejiya
11:31 Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû
11:07 Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin
10:01 Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe
09:35 Ji ber 'zêdebûna maliyetê' çêkirina nexweşxaneyê hat sekinandin
09:17 Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema
09:16 Zextên rejîma Îranê yên li hember rojnamevanan zêde bûn
09:00 ‘Jin dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin'
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin