‘Divê li dijî krîzên heyî azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê’

  • rojane
  • 09:54 22 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran, diyar kir ku ji bo civak ji nav krîzan derkeve divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê pêkanîn û anî ziman ku divê civaka ku hêza wê heye tecrîdê bişikîne bikeve nava liv û tevgerê. 
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şertên tecrîda giran de tê ragirtin û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di heman girtîgehê de tên ragirtin re 2 salan zêdetir e tu agahî nayên girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din tên kirin jî bi hinceta cezayên “dîsîplînê” nayên qebûlkirin. Dadgeha Înfazê ya Ceza ya Bûrsayê ku bersiva serlêdana parêzeran da, bi hinceta qedexeyeke din a malbatê û parêzeran serlêdan qebûl nekir. Hevserokê Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên bi Malbatên Hikumxwar û Girtiyan re ya Medê (MED TUHAD-FED) Zekî Baran ê tecrîda li Îmraliyê kûr dibe û rewşa agahî negirtinê nirxand, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê gelek krîz hene, çareserî jî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. 
 
Baran, diyar kir ku ji bo tecrîd bi dawî be divê civak bikeve nava liv û tevgerê û wiha got: “Êdî divê ne tenê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin divê azadiya wî ya fîzîkî jî pêk bê.”
 
27 MEH IN AGAHÎ JÊ NAYÊN GIRTIN
 
Baran, bi bîr xist ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û anî ziman ku 27 meh in bi tu awayî agahî jê nayên girtin. Baran, bi lêv kir ku desthilat bi polîtîkaya tecrîdê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hem bi awayekî fîzîkî hem jî psîkolojîk zextê dike û diyar kir ku desthilat hebûna xwe li ser tepisandin û zextan li ser civakê ava dikin. 
 
‘FIKIR DI BIN TECRÎDÊ DE NE’ 
 
Baran, anî ziman ku li dijî Rêberê PKK’ê tenê tecrîdeke fîzîkî nayê pêkanîn û wiha got: “Fikrên birêz Abdullah Ocalan, perspektîfa wî ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û di encama vê perspektîfê de rastiya di bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê de derkeve holê wê dawiya desthilata heyî bîne. Ne tenê desthilata heyî dê dawiya pergala ji destpêka komarê ve xwe li ser tunehesibandinê ava dike jî bîne.”
 
‘TECRÎD BER BI ŞER VE DIBE’ 
 
Baran ê got “Birêz Ocalan ne tenê ji bo kurdan di statuya rêberê gel de ye, êdî di statuya rêberê gelan de ye” axaftina xwe wiha domand: “Tecrîd li dijî daxwaza kurdan a xwerêvebirinê ye ku bi taybetî li Sûriyeyê derketiye holê û hewldanên pêşîgirtina li hewldana kurdan a ji bo azadiya xwe ya li çar parçeyên Kurdistanê ye. Bi geşedanên siyasal ên dawî re agahî negirtina ji birêz Ocalan, civakê, kurdan û gelên Rojhilata Navîn ber bi krîz û şeran ve dibe.”
 
‘KRÎZÊN PIRALÎ KÛR DIBIN’ 
 
Baran, anî ziman ku rêxistinên sivîl ên civakî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiyên siyasî li dijî tecrîdê ne hestiyar in ev yek jî rê li ber krîzên pir alî vedike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema bi birêz Ocalan re têkilî hate danîn, weke muxatabê pirsgirêkên civakî nêrîna wî hate wergirtin, me bi dehan caran dît ku civakê çawa bêhn stand. Me bi awayekî şênber encamên vê dîtin. Bi taybetî civaka kurd, saziyên demokratîk ên kurd, partiyên siyasî ji 7 salî heta 70 salî ne tenê ji bo rakirina tecrîdê divê ji bo azadiya fîzîkî pêk bê pêşengtiyê bikin.”
 
BANDORA TECRÎDÊ YA LI SER CIVAKÊ 
 
Baran ê qala bandora tecrîdê kir, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke gel, desthilat an jî rêveberiyeke welatekê diyar bikin, xwediyê vê hêzê bin dê hêza wan têra rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan jî bike. Divê herkes têkildarî tecrîda li ser birêz Ocalan zextê li desthilatê bike, di raya giştî ya cîyhanê de dengekê derxîne û di encama vê yekê de divê azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan pê bê.”
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

17/07/2023
10:41 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 61'emîn de ye
10:19 Jin Lozanê nîqaş dikin: Em ê di sedsala nû de vê axê azad bikin
09:04 Xwebûnê bal kişand ser Şoreşa Rojava
09:03 Kîs xistin serê wî, 11 saetan îşkence lê kirin û gorek kolandin!
09:02 ‘Em ê li ser şopa heqîqetê bin’
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
16/07/2023
23:55 Li Silopiya û Hezexê bi beşdariyeke girseyî civînên gel hatin lidarxistin
21:54 Ji 4 kesên li Cîloyê winda bûbûn 2 jê hatin dîtin
20:57 4 cotkarên DEDAŞ şermezar kirin hatin girtin
20:44 Li Başakşehîrê seyran hate lidarxistin
20:07 Serdana Xîzana hate bombebarandin kirin: Armanç koçber kirina gundiyan e
19:53 Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê kongreya xwe ya ewil lidarxist
19:33 Li Sûltangaziyê jin civiyan: Têkoşîn û rêxistinkirin destnîşan kirin
18:32 Doza Nezîr Tekçî ya AYM’ê biryara binpêkirinê dabû sibê dest pê dike
18:07 Li Geliyêhirçê dest bi birîna daran kirin
17:03 Zaroka li Mûşê hatibû revandin hate dîtin
17:02 Kongreya MEBYA-DER’ê: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e
16:45 Keskîn: Em dixwazin bibin xwedî mafên xwe yên wekhev
16:09 Ji 4 kesên ku derketin ser Cîloyê agahî nayê girtin
16:08 Li ber Edliyeya Rihayê nobeda dawî: Ya em ê biçin malê yan jî em ê biçin Enqereyê
15:30 Abdullah Ocalan: Lihevkirina AKP-NATO'yê plana tasfiyekirina kurdan e
15:22 ÎHD’a Rihayê kongreya xwe ya 17’emîn li dar xist
14:45 Li navçeyên Stenbolê civînên gel berdewam dikin
14:30 Lîstîkvan Sadeghi di weşana zindî de hat binçavkirin
13:57 Baca benzîn, mazot û gaza xwezayî hat zêdekirin
13:04 Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer berdewam dikin
12:40 Çalkiya Dag û Er du meh li pey xwe hişt
12:14 TJA Komxebata Lozanê li dar dixe: Em ê yekitiya xwe biparêzin
12:13 Li Xîzanê herêma 'qedexe' tê bombebarankirin
12:12 Li Rojhilat û Îranê di 7 mehan de hezar kes hatin girtin
10:52 Paqijiya derewîn a Gola Wanê!
10:22 Li Koreya Başûr lehî: Herî kêm 33 kes mirin
10:05 Malbata Fendîk 7 sal in li benda edaletê ye
10:00 Ji rojnamevan Aktan: Bilêvkirina sûcekî nabe sûc
09:59 Rojnamgerên hatin berdan: Nikarin dengê me kêm bikin
09:34 Cihêkarî li penaberên ku bûne mexdûrên erdhejê tê kirin
09:03 Li Êlihê di 7 mehan de 5 jin hatin qetilkirin
09:02 ‘Ji nava qanûnên der barê girtiyan de dijminatiya li hemberî kurdan derket'
09:01 Ferît Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê bi girseyî ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
15/07/2023
21:34 Li Mûşê zarokek hat revandin
21:30 Li Bismilê civîna gel
18:10 Êrişî cotkaran hat kirin: Traktorên wan hatin desteserkirin
16:24 ‘Divê girtiya nexweş Ozbek teqez were berdan’
16:00 Hevşaredarê Dêrgûlê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş
14:56 Tevî xetereya krîza dil jî li Halîse Aksoy kelemçe hate ferzkirin
14:38 Qeymeqamê 'alîkariyên erdhejê li ser xwe zimet kirî' hate girtin
14:36 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê tedawîkirin
14:08 Malbata Şenyaşar: Em ê neheqiyê di eywana dadgehê de bînin ziman
13:50 Malpera Yenî Yaşamê hate astengkirin
13:48 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Aras û Ay pirsîn
13:29 HDP’ê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî: Em ê tu carî ji bîr nekin
12:28 Dayikên Şemiyê di hefteya 955’an de li Qada Galatasarayê hatin ba hev
11:07 ‘Dê têkoşîna birêxistinkirî bi xwe re serkeftinê bîne’
10:53 Hevserokê DFG'ê Altan: Me rûmeta rojnamegeriyê parast
10:39 Li Xîzanê qadeke berfireh weke ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ hate ragihandin
10:38 Walîtiya Şirnexê ku digot ‘welatî ji çiyayan sûd digirin’ çiya qedexe kir
10:14 Eyûb Barzanî: Rola têkbirina şoreşên kurdan ji PDK’ê re hatiye dayîn
09:48 Rewşa Dag û Er giran dibe: Hikûmeta Başûr bêdeng e
09:28 Bûdçeya lêzêdekirî hate qebûlkirin
09:05 Salaz: Li qereqolên ku alaya Kurdistana Federe lê daliqandî leşkerên tirk hene
09:04 Serokê Baroya Mûşê: Divê Doza Vartînîsê nekeve ber demboriyê
09:03 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nekir
09:02 Hevserokê PYD'ê Muslim: Em bi hêza xwe bawerin
09:00 ROJEVA 15’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
14/07/2023
23:00 Cenazeyê endamê HPG'ê Arar hat definkirin
21:42 Li Çêrmûgê civîna gel: Divê siyaseta Rêya Sêyem esas bê girtin
21:26 Li Baselê ji bo Dag û Er çalakî: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
20:32 Li Xîzanê qedexeya fîlî ya li dijî qanûnê hat îlankirin!
19:23 ‘Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye, bi tu awayî nayê qebûlkirin'
16:55 Nimêja Qeyûm: Rê hatin girtin û ser kesên tev li cemaetê bûn hat lêgerînkirin
16:51 Çoltarê gundê Xûlepûr ê Xîzanê hate bombebarankirin
16:36 Kamaç: Çima nahêlin Ahmet Kaya li peywira xwe vegere?
16:27 Malbata Şenyaşar: Em ê di 18’ê tîrmehê de li Meletiyê bin
16:06 Serdana rojnamevanên hatin berdan kirin: Wê nikaribin dengê heqîqetê qut bikin
15:52 Li Geverê civîna gel bi girseyî hat lidarxistin
15:24 Karkerê ji îskeleya înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
15:22 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Amedê: Polîtîkayên dijminantiya jinan tundiyê zêde dike
14:43 Çalakgerên Berxwedana 14'ê Tîrmehê li hin bajaran hatin bibîranîn
14:18 Îdianameya Merdan Yanardag hate qebûlkirin
14:18 Li Zapê bi bombeyên taktîk nukleer êriş hatin kirin
13:43 Li Hindistan û Pakistanê baranên musonê: 191 kes mirin
12:53 Di lêpirsîna kuştina Temel de hejmara girtiyan bû 3 kes
11:48 Alî Çîçek li ser gora xwe hat bibîranîn: Çirûskên we gihîştin bi milyonan
11:34 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:28 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Hewlêrê di roja 58’an de didome
11:14 Ji ber doza hevjînê wî, nasnameyê nadinê
10:47 Li Mêrsînê 11 kes hatin binçavkirin
10:46 Derheqê 54 parêzerên piştgirî dabûn malbata Jîna Emînî lêpirsîn hate vekirin
10:36 Sercerdevanê Mûsa Çelîk qetil kirî tenê 20 mehan girtî ma
10:17 Li Licê îşkenceya li şivanan hatiye kirin: Necezakirin rê li ber bêperwatiyê vedike
09:44 Me xwe gihand dîmenên lêkolîna cihê bûyerê ya komkujiya malbata Şenyaşar
09:05 Şahidên 14'ê Tîrmehê: Ji xeynî berxwedanê tu rê tune bû
09:03 Xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin: Dewlet hiqûqa xwe binpê dike
09:01 ‘ATK li gorî rêgeza wekheviyê tevnagere'
09:01 Bi birîndarî hat girtin, 31 salan girtî ma: Em deyndarên gelê xwe ne
09:00 ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
13/07/2023
19:08 Dibe ku li Ewropayê germahî bigihê 48 pileyan
18:47 Dadgeha Bilind daxwaza ji bo berdana Can Atalay red kir
18:29 2 HDP'î hatin girtin