Rapora nexweşxaneyê ya ji bo girtiyê nexweş Ozkan: Li ser jiyana wî xetere heye

  • rojane
  • 10:53 22 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê derheqê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan de rapor amade kir û ev hişyarî da: “Li ser jiyana wî xetere heye. Nikare bi tena serê xwe bijî û divê înfaza wî were taloqkirin.” 
 
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (84) ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê tê ragirtin, bi nexweşiyên weke dil, tansiyon, guatra jehrî, helîna hestiyan, gurçik, xerabûna rûviyan, zêde zeîfbûn, baş nebihîstin, baş nedîtin û windakirina hafizeyê hene. Tevî ewqas nexweşiyan jî Ozkan nayê berdan. Ozkan, gelek caran sewqî nexweşxaneyê tê kirin. Demek berê dîsa birin nexweşxaneyê û têkildarî rewşa wî ya tenduristiyê rapor hate amadekirin. 
 
NEXWEŞIYÊN HATINE TESPÎTKIRIN
 
Ozkan, li beşên dahîliye, fîzîk, çav, guh-poz-qirik, cerrahiya giştî, norolojî, psîkiyatrî, sing, kardiyolojî, nevrolojî, urolojî û endokrînê yên Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ji hêla bijîşkên pispor ve hate muayenekirin. Di encama tetkîkan de derheqê Ozkan de raporek hate amadekirin û hat destnîşankirin ku Ozkan nikare li girtîgehê bimîne û xetere li ser jiyana wî heye. 
 
Şandeya norolojiyê da zanîn ku pirsgirêkên Ozkan ên weke jibîrkirin û nebihîstinê hene û wiha got: “Êdî di rewşeke wisa de ye ku di nava jiyana rojane de di gelek mijaran de divê were arastekirin.” Şandeya kardiyolojiyê jî diyar kir ku nexweşiyên Ozkan ên korner arter, hîpertansiyon û derîçeya dil hene. 
 
Di beşa “teşhîsê” ya rapora Ozkan de nexweşiyên hatiye tespîtkirin ev in: Demans, nexweşiya gurçikan a kronîk (merheleya 3’yan), kroner arter, hîpertansiyon, nexweşiya derîçeya dil, kerr bûn, bîlaretal katarakt û guatra toksît moduler. 
 
RAPOR: XETERE LI SER JIYANA WÎ HEYE
 
Di beşa encamê ya rapora Lijneya Tenduristiyê de tê destnîşankirin ku Ozkan nikare di girtîgehê de bimîne û ev hişyarî tê kirin: “Xetere li ser jiyana Ozkan heye.” Di beşa behsa xeberê de bi domdarî wiha tê gotin: “Heke cezayê hikûmxwarî teqez were înfazkirin, ev yek teqez li ser jiyana wî xetereyê çêdike. Divê nexweşiya hikûmxwarî bidomdarî were tedawîkirin. Ji ber nexweşiya giran û seqetiya heyî, hikûmxwar nikare di mercên girtîgehê de bi tena serê xwe bijî. Hewcehî bi taloqkirina cezayê hikûmxwar heye. Divê kontrolên wî yên salane bên kirin. Nexweşiyên hikûmxwar li gorî Xala 104/2B a Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê ya nexweşiyên domdar, astengdarî û pîrbûnê ye.” 
 
Hat zanîn ku piştî vê raporê, ji bo raporeke nû Ozkan dîsa li Saziya Tipa Edlî (ATK) a Stenbolê hatiye kirin. 
 
27 SAL IN DI GIRTÎGEHÊ DE YE
 
Ozkan, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye. Tuggeneral Bahtiyar Aydin di 22’yê cotmeha 1993’yan de li navçeya Lice ya Amedê hate kuştin. Ozkan, di sala 1996’an de bi îdiaya kuştina Aydin li Mêrsînê hate binçavkirin û li ser îfadeyên du şahidan hate girtin. Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) Ozkan bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” darizand û cezayê muebbetê lê birî. 2 şahidan jî piştre diyar kirin ku îfadeyên xwe di bin îşkenceyê de dane. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî biryara binpêkirina “darizandina adilane” da. Li ser biryara DMME’yê, biryar hate dayîn ku Ozkan jinûve were darizandin. Doza Ozkan ji sala 2014’an heta niha didome. 
 
Di pêvajoya girtîgehê de Ozkan bi gelek nexweşiyên giran ket. Lê tevî nexweşiyên xwe jî nayê berdan. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê di 6’ê nîsana 2015’an de derheqê Ozkan de raporek amade kiribû û gotibû ku ji sedî 87’ê fonksiyonên laşê xwe winda kirine. Nexweşxaneyê rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dabû lê ATK’ê bi rapora xwe ya “dikare di girtîgehê de bimîne” re nehişt Ozkan were tehliyekirin. 
 
MA / Mehmet Guleş
 

Sernavên din

17/07/2023
10:41 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 61'emîn de ye
10:19 Jin Lozanê nîqaş dikin: Em ê di sedsala nû de vê axê azad bikin
09:04 Xwebûnê bal kişand ser Şoreşa Rojava
09:03 Kîs xistin serê wî, 11 saetan îşkence lê kirin û gorek kolandin!
09:02 ‘Em ê li ser şopa heqîqetê bin’
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
16/07/2023
23:55 Li Silopiya û Hezexê bi beşdariyeke girseyî civînên gel hatin lidarxistin
21:54 Ji 4 kesên li Cîloyê winda bûbûn 2 jê hatin dîtin
20:57 4 cotkarên DEDAŞ şermezar kirin hatin girtin
20:44 Li Başakşehîrê seyran hate lidarxistin
20:07 Serdana Xîzana hate bombebarandin kirin: Armanç koçber kirina gundiyan e
19:53 Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê kongreya xwe ya ewil lidarxist
19:33 Li Sûltangaziyê jin civiyan: Têkoşîn û rêxistinkirin destnîşan kirin
18:32 Doza Nezîr Tekçî ya AYM’ê biryara binpêkirinê dabû sibê dest pê dike
18:07 Li Geliyêhirçê dest bi birîna daran kirin
17:03 Zaroka li Mûşê hatibû revandin hate dîtin
17:02 Kongreya MEBYA-DER’ê: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e
16:45 Keskîn: Em dixwazin bibin xwedî mafên xwe yên wekhev
16:09 Ji 4 kesên ku derketin ser Cîloyê agahî nayê girtin
16:08 Li ber Edliyeya Rihayê nobeda dawî: Ya em ê biçin malê yan jî em ê biçin Enqereyê
15:30 Abdullah Ocalan: Lihevkirina AKP-NATO'yê plana tasfiyekirina kurdan e
15:22 ÎHD’a Rihayê kongreya xwe ya 17’emîn li dar xist
14:45 Li navçeyên Stenbolê civînên gel berdewam dikin
14:30 Lîstîkvan Sadeghi di weşana zindî de hat binçavkirin
13:57 Baca benzîn, mazot û gaza xwezayî hat zêdekirin
13:04 Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer berdewam dikin
12:40 Çalkiya Dag û Er du meh li pey xwe hişt
12:14 TJA Komxebata Lozanê li dar dixe: Em ê yekitiya xwe biparêzin
12:13 Li Xîzanê herêma 'qedexe' tê bombebarankirin
12:12 Li Rojhilat û Îranê di 7 mehan de hezar kes hatin girtin
10:52 Paqijiya derewîn a Gola Wanê!
10:22 Li Koreya Başûr lehî: Herî kêm 33 kes mirin
10:05 Malbata Fendîk 7 sal in li benda edaletê ye
10:00 Ji rojnamevan Aktan: Bilêvkirina sûcekî nabe sûc
09:59 Rojnamgerên hatin berdan: Nikarin dengê me kêm bikin
09:34 Cihêkarî li penaberên ku bûne mexdûrên erdhejê tê kirin
09:03 Li Êlihê di 7 mehan de 5 jin hatin qetilkirin
09:02 ‘Ji nava qanûnên der barê girtiyan de dijminatiya li hemberî kurdan derket'
09:01 Ferît Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê bi girseyî ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
15/07/2023
21:34 Li Mûşê zarokek hat revandin
21:30 Li Bismilê civîna gel
18:10 Êrişî cotkaran hat kirin: Traktorên wan hatin desteserkirin
16:24 ‘Divê girtiya nexweş Ozbek teqez were berdan’
16:00 Hevşaredarê Dêrgûlê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş
14:56 Tevî xetereya krîza dil jî li Halîse Aksoy kelemçe hate ferzkirin
14:38 Qeymeqamê 'alîkariyên erdhejê li ser xwe zimet kirî' hate girtin
14:36 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê tedawîkirin
14:08 Malbata Şenyaşar: Em ê neheqiyê di eywana dadgehê de bînin ziman
13:50 Malpera Yenî Yaşamê hate astengkirin
13:48 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Aras û Ay pirsîn
13:29 HDP’ê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî: Em ê tu carî ji bîr nekin
12:28 Dayikên Şemiyê di hefteya 955’an de li Qada Galatasarayê hatin ba hev
11:07 ‘Dê têkoşîna birêxistinkirî bi xwe re serkeftinê bîne’
10:53 Hevserokê DFG'ê Altan: Me rûmeta rojnamegeriyê parast
10:39 Li Xîzanê qadeke berfireh weke ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ hate ragihandin
10:38 Walîtiya Şirnexê ku digot ‘welatî ji çiyayan sûd digirin’ çiya qedexe kir
10:14 Eyûb Barzanî: Rola têkbirina şoreşên kurdan ji PDK’ê re hatiye dayîn
09:48 Rewşa Dag û Er giran dibe: Hikûmeta Başûr bêdeng e
09:28 Bûdçeya lêzêdekirî hate qebûlkirin
09:05 Salaz: Li qereqolên ku alaya Kurdistana Federe lê daliqandî leşkerên tirk hene
09:04 Serokê Baroya Mûşê: Divê Doza Vartînîsê nekeve ber demboriyê
09:03 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nekir
09:02 Hevserokê PYD'ê Muslim: Em bi hêza xwe bawerin
09:00 ROJEVA 15’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
14/07/2023
23:00 Cenazeyê endamê HPG'ê Arar hat definkirin
21:42 Li Çêrmûgê civîna gel: Divê siyaseta Rêya Sêyem esas bê girtin
21:26 Li Baselê ji bo Dag û Er çalakî: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
20:32 Li Xîzanê qedexeya fîlî ya li dijî qanûnê hat îlankirin!
19:23 ‘Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye, bi tu awayî nayê qebûlkirin'
16:55 Nimêja Qeyûm: Rê hatin girtin û ser kesên tev li cemaetê bûn hat lêgerînkirin
16:51 Çoltarê gundê Xûlepûr ê Xîzanê hate bombebarankirin
16:36 Kamaç: Çima nahêlin Ahmet Kaya li peywira xwe vegere?
16:27 Malbata Şenyaşar: Em ê di 18’ê tîrmehê de li Meletiyê bin
16:06 Serdana rojnamevanên hatin berdan kirin: Wê nikaribin dengê heqîqetê qut bikin
15:52 Li Geverê civîna gel bi girseyî hat lidarxistin
15:24 Karkerê ji îskeleya înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
15:22 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Amedê: Polîtîkayên dijminantiya jinan tundiyê zêde dike
14:43 Çalakgerên Berxwedana 14'ê Tîrmehê li hin bajaran hatin bibîranîn
14:18 Îdianameya Merdan Yanardag hate qebûlkirin
14:18 Li Zapê bi bombeyên taktîk nukleer êriş hatin kirin
13:43 Li Hindistan û Pakistanê baranên musonê: 191 kes mirin
12:53 Di lêpirsîna kuştina Temel de hejmara girtiyan bû 3 kes
11:48 Alî Çîçek li ser gora xwe hat bibîranîn: Çirûskên we gihîştin bi milyonan
11:34 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:28 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Hewlêrê di roja 58’an de didome
11:14 Ji ber doza hevjînê wî, nasnameyê nadinê
10:47 Li Mêrsînê 11 kes hatin binçavkirin
10:46 Derheqê 54 parêzerên piştgirî dabûn malbata Jîna Emînî lêpirsîn hate vekirin
10:36 Sercerdevanê Mûsa Çelîk qetil kirî tenê 20 mehan girtî ma
10:17 Li Licê îşkenceya li şivanan hatiye kirin: Necezakirin rê li ber bêperwatiyê vedike
09:44 Me xwe gihand dîmenên lêkolîna cihê bûyerê ya komkujiya malbata Şenyaşar
09:05 Şahidên 14'ê Tîrmehê: Ji xeynî berxwedanê tu rê tune bû
09:03 Xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin: Dewlet hiqûqa xwe binpê dike
09:01 ‘ATK li gorî rêgeza wekheviyê tevnagere'
09:01 Bi birîndarî hat girtin, 31 salan girtî ma: Em deyndarên gelê xwe ne
09:00 ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
13/07/2023
19:08 Dibe ku li Ewropayê germahî bigihê 48 pileyan
18:47 Dadgeha Bilind daxwaza ji bo berdana Can Atalay red kir
18:29 2 HDP'î hatin girtin