Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne

  • rojane
  • 09:04 24 Hezîran 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Li Şirnex û navçeyên wê ji ber hejmara zêde ya birîna sînyalê, endezyar nikarin cîhanên xwe yên pîvandina erd bi kar bînin û di mijara şebekeyê de jî welatî zehmetiyan dikêşin. Endezyarê Nexşeyê Salih Basan diyar kir ku ji ber van amûran nikarin bixebitin û tevî hewldanên wan jî pirsgirêk nayê çareserkirin. 
 
Hejmara zêde ya jammeran (amûra sînyalê dibire) ên li bajarên bakurê Kurdistanê, bandoreke neyînî li ser jiyan û kar û barê xelkê herêmê dike. Yek ji bajarên ev pirsgirêk herî zêde lê tê jiyîn jî Şirnex e. Şirnex, bi sala ye weke herêma rêveberiya taybet tê birêvebirin û hema hema li her quncikê bajar jammer hatine bicihkirin. Tevî hemû gilî û gazincên xelkê bajar jî ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Ji ber van amûran, hem di hêla şebekeyê de welatî pirsgirêkan dijîn û hem jî bandoreke neyînî li ser karên cuda jî dike. Endezyarên nexşeyê jî yek ji wan karan e ku jê bi neyînî bibandor dibe. Ji ber ku erd nayên pîvandin, gelek caran di navbera malbatan de şer derdikevin. 
 
Endezyarê Nexşeyê Salih Basan têkildarî pirsgirêkê bi ajansa me re axivî. 
 
'EM NIKARIN ERD BIPÎVIN’ 
 
Basan, diyar kir ku hebûna sînyalên zêde ya jammeran bandoreke neyînî li bajêr dike û wiha got: “Xetên telefonê, kontrolên wesayîtan û heta sînyalên pêlîstokan jî bi awayekî normal naxebitin. Sedemê vê jî herêma Şirnexê di bin navê tedbîrên ewlehiyê de ye. Her hêzeke ewlehiyê dema jammeran vedike, ev pirsgirêk li tevahiya bajar belav dibe. Bi qasî ewlehiyê, mafê ragihandinê jî girîng e. Bi taybet jî di dema pîvana erd û kadastroyê de pir girîng e. Nexwe mirov nikare erd baş bipîve. Hemû saziyên fermî bi vî rewşê dizanin lê çareser nakin. Endezyar divê hewl bidin bi rêbazên berê vê mijara pîvandina erd çareser bikin.” 
 
'PÎVANDINÊN ŞAŞ DÊ RÊ LI BER KARESATÊN MEZIN VEKIN’
 
Bi domdarî Basan da zanîn ku ev rewş bandorê li hemû saziyên li herêmê jî dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pîvandinên herêmî bi alîkariya polîgon û sêgoşeyên ku Midûriyeta Kadastroyê yên ji demên berê ve hatine avakirin, tên kirin. Pîvandin, bi koordînatên 1-2 kîlometreyan ji dûr ve tên kirin. Cih bi cih 3-4 km. Lê mixabin bi van pîvanan mimkin nîne mirov van pîvanan kontrol bike. Xeletiya 5 cm ya ku bi pergala veguhestina ji dûr ve hatiye çêkirin, dikare di 2 km’yan de bigihije 5-10 metreyan. Mixabin li Şirnexê di warê erdan de nehevsengiyek heye û erd pir binirx e. Lewma xeletiyên tên kirin û sepanên xelet dibin sedema karesatên mezin. Saziyên weke Midûriyeta Kadastroya Şirnexê, şaredarî, DSÎ, Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê, û AFAD jî ji vê pirsgirêkê bandor dibin. Hem hemwelatî mexdûr dibin û hem jî îtîbara şîrketê xera dibe.”
 
'PIRSGIRÊK BANDORÊ LI AMÛRÊN NAVÎGASYONÊ JÎ DIKE'
 
Bi domdarî Basan anî ziman ku ev rewş bandorê li pompeyên ku betonên di înşaetan de dirijînin û amûrên navîgasyonê jî dike û wiha pê de çû: “Her wiha li şûna traktorên ku ji bo çandiniyê tên bikaranîn, bi taybetî li Silopiya û Cizîrê daxwazên dermanên derziyê bi balafirên bêpîlot nayên bicihanîn. Li herêmên ku ji bo çandiniyê guncave jî tu cîhazên pêşketî nayên bikaranîn. Traktor û balafirên bêmirov ên ku ji aliyê îstîxbaratê ve tên destekkirin, bi tu awayî nayê hiştin ku bê bikaranîn. Li tevahiya cîhanê amûrên popûler ku kar sivik dikin tên bikaranînlê mixabin li herêma me bi rêbazên berê tên bikaranîn. Pirsgirêka heyî bandorê li amûrên navîgasyonê jî dike. Hûn li navenda Şirnexê ne lê ji nişka ve di navîgasyonê de hûn xwe kolaneke Enqereyê de dibînin.  An jî dikare 2 kolanan li jêr nîşan bide. Heman pirsgirêk bi pompeyên ku di avahiyan de beton dirijînin jî derdikeve pêşiya me û ev dibe sedemê qezayên kar.”
 
'HEKE ERD RAST BÊN PÎVIN DÊ EV ŞER DERNEKEVIN'
 
Endezyar Salih Basan, da zanîn ku pîvandina rast a erdê heman demê de dikare pêşî li pêvçûnên navbera malbatan de jî bigire û axaftina xwe qedand: “Pêvgirêdana pîvandinê bi şerê malbatan re xelete. Lê ev jî yek ji wan sedema ye. Şerê navbera malbatan de bi giştî pirsgirêkên berê ne û ji  pîvandinên şaş derdikeve holê. Di encamên dadgehê yên nebaş an jî bi navê darayî, em dikarin bibêjin ku ji ber sedemên wekî ku li ser navê kesekî din bi xeletî hatine tomarkirin, dibe ku xeletî û pêşiyê li van şeran vedike."
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

29/06/2023
09:10 Dîroka bi hezaran salan a Wanê tê tunekirin
09:09 Nivîskar Mûstafa Borak: Ziman biçe wê kurdîtî jî biqede
09:08 Akademîsyena Misrî Attîa: Ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan divê berpirsyartiyê li xwe bigirin
09:04 Bozan: Bi tecrîda dixwazin Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin
09:02 Li mexdûrê erdhejê 23 hezar û 887 lîre fatûreya gazê birîn!
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
28/06/2023
21:52 Xwendekara tev li çalakiya ‘Jin jiyan azadî’ bû hate girtin
21:39 Jina ku li Îranê êrişên kîmyewî şermezar kir hate girtin
21:16 Înfaza girtiyê ku poşmantî lê ferz kirin 2 caran hate şewitandin
19:34 Belûc û kurdan bang li NY’ê kir: Ji Abdullah Ocalan re azadî
16:51 Gorên kesên di berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' de jiyana xwe ji dest dayîn hatin ziyaretkirin
15:44 Li Bazîdê gorên HPG’iyan hatin texrîbkirin
15:43 Li Îzmîrê balafira şîrketeke taybet ket
15:17 Komkujiya Roboskê di meha 138’an de ye: Heta edalet pêk tê em ê nesekinin
13:59 Li dijî binpêkirinên mafan 42 roj in di greva birçîbûnê de ne
11:54 Emîne Şenyaşar: Hemû kes bi zarokên xwe re ye lê ez li pêşiya edliyeyê me
11:19 Serdanên goristanan: Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin
11:14 Dema qedexeya li 11 herêmên Şirnexê hate dirêjkirin
10:59 Ev 98 sal in cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî nehatine eşkerekirin
10:10 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Em ê têkoşîna wî mezintir bikin
09:49 Gelo Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ji bo pereyan tehliyeyan asteng dikin?
09:06 ‘Tecrîd li girtîgehan veguheriye metodeke îşkenceyê'
09:05 Daristanên Mêrdînikê tên qirkirin
09:04 Tombak: Divê hemû kesên demokrasîxwaz nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîdê nîşan bidin
09:01 Şêxo: Heya hêzên girêdayî Tirkiyeyê li herêmê bin dê aramî ne pêkan be
09:00 ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
27/06/2023
21:57 Ji Partiya Çepên Kesk û HDP'ê daxuyanî ji bo tecrîdê û girtina Yanardag
21:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Em ê li dijî xirabiyê bitêkoşin
20:56 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: #İmralıTecridineSonVerilsin
19:54 Medenî Yildirim li ser gora xwe hat bibîranîn
16:54 TJA: Tecrîda li ser Ocalan sûcekî herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye
16:26 Dîroka 21’emîn Mîhrîcana Munzurê diyar bû
16:10 Rojnamevan Yanardag hate girtin
16:06 Li Edeneyê tecrîd hate protestokirin
16:03 Li Girtîgeha Duzceyê 8 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn
16:00 Beriya cejnê serdanên goristanan hatin kirin
15:15 Dayika Aştiyê Bulut tehliye bû: Ez ê dev ji doza xwe bernedim
15:01 Malbata Şenyaşar vê cejnê jî bi bêedaletiyê pêşwazî dike
14:11 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 41'emîn de ye
13:21 Balafirên şer nêzî gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
12:04 Êdî çi xweşiya cejnan nema ye: Ji şîrînahiyê re 40 ji gulavê re 20 lîre zem hate kirin
12:00 Geliyê Godernê tê tunekirin: Wê carek din ji şûn ve neyê
11:08 HDP û Partiya Çepên Kesk cejna gelan pîroz kirin
11:06 Têkîldarî qetilkirina Temel kesek hate girtin
10:53 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê girtî ye: Em rewşa tenduristiya wan meraq dikin
10:43 Merdan Yanardag sewqî edliyeyê hate kirin
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye
09:04 Nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin: Kîloya şekir 200 lîre ye
09:03 Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin
09:02 ‘Wan veguheriye goristana penaberan'
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane