Tombak: Divê hemû kesên demokrasîxwaz nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîdê nîşan bidin

  • rojane
  • 09:04 28 Hezîran 2023
  • |
img
STENBOL - Endamê Lijneya Koordînasyona DÎB'ê Salîh Zekî Tombak diyar kir ku bi dengê Abdullah Ocalan re dê rûyê siyasetê biguhere û got: "Hemû kesên doza wekhevî, aştî, demokrasî û azadiyê dikin û hemû kesên doza hiqûqê dikin divê nerazîbûna xwe ya ji bo tecrîdê nîşan bidin." 
 
Ji 25'ê adara 2021'ê ve tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hyarî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de nayê girtin. Her wiha hemû serlêdanên malbatan û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên redkirin an jî nayên bersivandin. 
 
Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Endamê Lijneya Koordînasyonê ua Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) Salîh Zekî Tombak, têkildarî tecrîda li Îmraliyê de axivî. 
 
 Salîh Zekî Tombak
 
 
Tombak bilêv kir ku zêdetirî 28 meh in xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin û got ku divê dawî li polîtîkaya tecrîdê bê. Tombak diyar kir ku demildest divê mafên Abdullah Ocalan esas bên girtin. Tombak anî ziman ku ji pirsgirêkên herî girîng ên Tirkiyeyê yek jê mesleeya kurd e û polîtîkayên şer ên ji ber vê meseleyê rasterast bandorê li hiqûq, aborî, siyaset û mafên mirovan ên welêt dikin. Tombak wiha domand: "Ev bandor bi xwe re gelek krîz anîne. Desthilat her ku nikare serî bi van krîzan re derxe, heyfa xwe ji girtîgehan distîne. Wekî hûn dizanin li girtîgehan gelek bêhiqûqîtî tên kirin. Înfaza girtiyên siyasî tê şewitandin û tahde li wan tê kirin." 
 
Tombak destnîşan kir ku Qanûna Înfazê ji bo Abdullah Ocalan nayê pêkanîn û got: "Hukmên di Qanûna Înfazê de çi bibin, divê ji bo Ocalan jî bên pêkanîn. Tecrîd, kêfî ye û bêhiqûqî ye. Nehevdîtina bi malbata xwe û parêzeran re xwe re çi ye? Hûn nahêlin hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike, hûn nahêlin nameyên tên bigihîjin wî. Ev dê heta dawiyê wiha nedome." 
 
HESASIYETA DEWLETÊ!
 
Tombak bal kişand ser binçavkirina rojnamevan Merdan Yanardag jî ku piştî rexneya xwe ya li dijî tecrîdê hatibû binçavkirin û got: "Divê ne ji kesên ku dibêjin 'çima hûn bêhiqûqîtiyê dikin', divê kesên berprisên vê bêhiqûqîtiyê hesab bidin. Ji dêvla ku vê bikin, radibin rojnamevanên ku nûçeya rastiyê çêdikiin hedef digirin. Me ev jî dît. Kî der barê tecrîdê de biaxive, kî der barê mafên Abdullah Ocalan de biaxive, em ê rastî nîşaneyên enrihetiyê bên." 
 
‘HER KES DIKARIBÛ LI DORA MASEYEKÊ KOM BIBE'
 
Tombak bibîr xist ku berê AKP'iyan ji bo Abdullah Ocalan gotiye "Siyasetê rast dixwîne, baş dinirxîne û rê ve dike" û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gotinên wan rast in. Em behsa mirovekî wiha dikin ku di warê xwendina siyasetê de dikare tîma qurmayên AKP'ê bike şagirt. Di hucreyeke yekkesî de, di dema pêvajoya çareseriyê de hemû kesan li dor maseyekê kom kir. Yanî miroveke ku siyasetê di asta navnetewyeî de dixwîne. Ger fikirên xwe bîne ziman, ez yeqîn dikim ku dê bandoreke mezin li siyaseta Tirkiye û Rojhilata Navîn bike. Dê rûyê siyaset Tirkiyeyê biguhere. Lewma hemû kesên doza wekhevî, aştî, demokrasî û azadiyê dikin û hemû kesên doza hiqûqê dikin divê nerazîbûna xwe ya ji bo tecrîdê bidin der." 
 

Sernavên din

24/07/2023
16:59 Dîsa kabloyên Amed Radyoyê hatin dizîn
16:37 Li Şemzînanê teqîn: Cerdevanek mir
16:34 Bi gaza îsotê êrişî gundiyên Akbelenê kirin
15:42 Li Hewagê civîna gel: Divê tecrîd bêtir bibe rojev
14:58 Cerdevanê ku tê îdiakirin ketiye xwarê mir
14:28 Li Akbelenê birîna daran didome, berxwedan mezin dibe
14:23 Hevserokên DBP’ê serdana rojnamevanên ji hepsê hatin berdan kirin
13:47 Encamnameya 'Konferansa 100 Saliya Lozanê' hat eşkerekirin
12:51 50 karkerên DEDAŞ'ê yên li dijî şertên xebatê îtiraz kirin ji kar hatin derxistin
11:22 Hevserokê DFG’ê Altan: Em dikarin rûmeta rojnamevaniyê bi piştevaniyê biparêzin
11:20 Li Tirkiyeyê 'Roja Çapemeniyê': Sansur, tundî, binçavkirin, girtin…
11:07 Li Endonezyayê ferîbotek noqî avê bû: 15 kes mirî, 19 kes winda ne
11:00 Li Amedê daxuyaniya Lozanê: Hebûna gelê kurd û mafên wan nas bikin
10:59 Serokê MHP’yî ku êrişî xebatkarên tenduristiyê kir ji wezîfeyê hat girtin
09:48 Rêxistinên mafên mirovan ji bo Dervîş seferber bûn
09:07 Çîftyurek: Li dijî Lozanan em yekitiyek mayinde ava bikin
09:05 Şagirtên kursên MED-DER’ê: Divê em zimanê xwe ji asîmîlasyonê rizgar bikin
09:04 Li Mêrsînê bikaranîna tiryakê zêde dibe: Rê li ber têkbirina civakê vedike
09:02 Êzidiyên gundê Zevrayê: Cerdevanan gundê me dagir kiriye
09:01 Xwebûnê vê hefteyê bal kişand ser Peymana Lozanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
23/07/2023
20:39 Konferansa 'Sed saliya Lozanê' bi dawî bû
20:22 Li Amed, Riha û Stnebolê civînên gel hatin lidarxistin
16:41 17 saziyên medyayê: Divê rojnamevan Şêrwanî bê azadkirin
16:39 Li Semsûrê ji ber bayê konên mexdûrên erdhejê hilweşiyan
16:00 Li Dêrazorê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
15:07 Mûradian: Di bingeha pirsgirêkan de Lozan heye
14:13 Konferansa Lozanê: Têkoşîna jina kurd hate asta pêşengtiyê
13:58 Kovara Jineolojiyê derket
13:36 Ji bo bîranîna Cemîle Çagirga pirtûka çîrokan hate çapkirin
12:46 Li Amedê dê li dijî Lozanê daxuyaniya hevpar bê dayîn
12:45 Li Rihayê bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan: Dest ji vê zilmê berdin
12:08 Konferansa Lozanê di Roja 2'yemîn de berdewam dike
11:56 Li Yewnanistanê agir derket: 2 hezar kes hatin tehliyekirin
11:13 Nas: Ev fragman e, em ê bacên hêj zêdetir bibînin
10:50 Rêveberê rêxistina sûc Sedat Şahîn piştî hate berdan çû serdana Bahçelî
10:49 Zem li dermanan jî hate kirin
09:32 Akademîsyen Mukriyan: Gava ewil a Lozaneke nû divê yekîtiya kurdan be
09:04 Parêzer Şahîn: Tu cezayên dîsîplînê nikarin li pêşiya hevdîtinê bibin asteng
09:03 Li Amedê talankirina ekolojiyê
09:02 ‘Heta ku şer bidome wê krîza aborî jî berdewam bike’
09:01 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
22/07/2023
21:37 Rêveberekî Huda Parê hat kuştin
20:57 Di Konferansa Lozanê de peyama ji bo yekîtiya neteweyî
19:19 Meşa Mezin a Lozanê: Em Peymana Lozanê red dikin!
17:59 Dayikên Şemiyê: Em ê dest jê bernedin
16:17 Serokên baroyan: Çalakiya Dayikên Şemiyê rewa ye
16:16 Di çalakiya piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê de 6 kes hatin binçavkirin
15:32 Bi deh hezaran Kurdistanî li Lozanê dimeşin
15:28 Şaredarê Lozanê li Konferansa Kurd e: Em dixwazin rûpelek nû ji bo kurdan vekin
15:10 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Kuday demildest bê berdan
14:41 Li faîlên Dundar, Abayay û Aydin hatin pirsîn
14:40 Qeymeqamiyê Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxiyê qedexe kir
14:32 Di çalakiya ‘Rûniştina F” de banga ji bo Ozge Ozbek
14:01 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 RAWA: Em ji wêrekiya şervanên kurd îlhamê werdigirin
12:47 Li Zapê 8 leşker hatin kuştin
12:41 Li 8 girtiyên ku têlên rêsayî ji ber paceyê rakirin ceza hat birîn
12:31 Êrişî çalakiya Dayikên Şemiyê hate kirin: Hiqûq û destûra bingehîn nîne
12:01 104 kesan kampanya ‘Ji Merdan Yanardag re azadî’ dan destpêkirin
11:22 Leşkerek li başurê Kurdistanê hat kuştin
11:05 Serlêdanên pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kir
10:13 Li bazarê fiyet zêde dibin, welatî kîloyên tiştan kêm dikin
10:00 Li Îmraliyê dîsa 'cezayê dîsiplînê' hat birîn
09:43 Rojnamevan Aykol: Welatên YE’yê Tirkiyeyê naxwazin
09:11 Temellî: Lozan belgeya neçareseriyê ye
09:07 Doza der barê mirina girtî Yilmaz Ekîncî de: Delîl nehatin hesibandin, kiryar beraet kirin
09:07 Projeya GES'ê ya Kalyon Holdîngê gundiyan neçarî koçberiyê dike
09:06 Serokê ÎHD’a Wanê Dûrmaz: Têkoşîna li dijî tecrîdê şert e
09:06 Civînên jinûve avakirinê didomin: Yekane daxwaza gel azadî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
21/07/2023
23:35 Li Qoserê mirineke biguman
21:29 Dadgeha Bilind cezayê ku di doza Ozgur Gundemê de hatibû birîn pesend kir
20:18 2 ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
19:18 Saziyên Amedê serdana rojnamevanên hatin berdan kirin
18:24 KCD'ê êrişên li ser êzdiyan şermezar kir
16:57 DEDAŞ’ê piştî çalakiya karkeran daxuyanî da
16:25 Di nava cilên ku bi kargoyê hatin şandin de amûra şopandinê derket
15:54 Li Mêrdînê nan hat bihakirin
15:19 OHD’ê giliyê leşkerên îşkencekar kir
14:08 Karkerên DEDAŞ’ê: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
13:37 Di doza malbata Dîrîl de cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn
13:20 Li dijî Zapê û Metînayê êrişek nû hat destpêkirin
13:09 Rojnamevanê ku Barzanî rexne kir hat revandin
12:34 Îdianameya rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz hat amadekirin
12:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:08 Dîroknas Kieser: Erdogan bi berovajîkirina Lozanê civakê dixapîne
11:54 Li gorî daneyên TOBB’ê di 6 mehan de nêzî 10 hezar şirket hatine girtin
11:21 Qeyûmê Bajarê Nû taxê firot!
10:49 Bi hezaran karkerên DEDAŞ’ê dest ji kar berdan: Em mafên xwe dixwazin
10:42 Soylû gotibû ‘dê çalakiyê bikin’: Biryara neşopandinê hate dayîn
10:36 Yuksel Mutlu: Em dikarin Lozanê ji holê rakin, ev girêdayî rêxistinbûyîna me ye
09:29 Mazot dîsa hat bihakirin
09:08 Ji girtiyan re şertê pirtûkxaneya gel: Ên agahiyan nede nikare pirtûk bigire
09:06 Ji ber ku nelirêtiyan eşkere kirin der barê 26 endamên HABER-SEN'ê de lêpirsîn
09:05 Qanûna înfazê ya nû: Dewlet bi hesta heyfhilanînê tevdigere
09:03 Kê polîsên li Serêkaniyê kuşt in?
09:01 Hunermend Alî Baran: Divê her kes li ber qedexekirina kurdî rabe
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:48 Li Îzmîrê 13 kesên binçavkirî hatin berdan