Nexweşiya penceşêrê herî zêde li Îdirê heye lê beşa Onkolojiyê nîne!

  • rojane
  • 09:11 29 Hezîran 2023
  • |
img
ÎDIR - Nûnerê SES’ê Hîdayet Akay diyar kir ku dema rêjeya nifûsê tê destgirtin bajarê herî zêde penceşêr lê heyî Îdir e lê beşa Onkolojiyê nîne û wiha got: "Sedema yekemîn a nexweşiya penceşêrê qirêjiya hewayî ye, ya duyemîn jî santrala nukleer a li bajêr e.”
 
Li gorî rapora salane ya ji aliyê Şîrketa Teknolojiya Kalîteya Hewayê (IQAir) a li Swîsreyê tê weşandin; ji bo qirêjiya hewayê Tirkiye di nava 131 welatên cîhanê de di rêza 45’emîn de ye. Îdir a di pîvana kalîteya hewayî de di qirêjiya hewayî ya welat de di rêza ewil de ye, li gorî nifûsê bajarê herî zêde nexweşiya penceşêrê lê heye derbasî qeydan bû. Ji ber nêzîkatiya Santrala Nukleer a Metzamor a li Ermenistanê li bajêr di deh salên dawî de hejmara kesên bi nexweşiya penceşêrê ketine ji sedî sed zêde bûye. 
 
Li gorî îstatîstîkên mirin û sedema mirinê yên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) yên sala 2022’yan rêjeya mirinên ji tumorên baş û nebaş ên li Îdirê ji sedî 18,6 e. Nûnerê Sendîkaya Kedkarên Civakî û Tenduristiyê (SES) yê Îdirê Hîdayet Akay, bal kişand ku sedemê bingehîn ê weqayên penceşêrê yên li bajêr qirêjiya hewayî ye û anî ziman ku lê ji bajêr ne beşa Onkolojiyê ne jî bijîşkê wê heye.
 
SEDEMÊN BÛYERÊN PENCEŞÊRÊ
 
Akay, destnîşan kir ku faktora yekemîn ku bandorê li tenduristiya gel dike qirêjiya hewayî ye û wiha got: “Li bajêr qirêjiyeke zêde ya hewayî heye û di nava bajarên Ewropayê di rêza yekemîn de ye. Sedemê vê ew e ku bajêr li cihê xelet hatiye avakirin. Bajêr li deştê hatiye avakirin ev rewş bandorê li tenduristiya mirovan dike. Kêm bûna qadên şîn, avahiyên li ser qadên çandiniyê hatine avakirin û tunekirina deştê bandorê li bajêr û tenduristiya mirovan dike. Saeteke ku hûn zivistanê li derve derbas dikin weke 40 cigare we kişandibin zirarê dide kezebê. Di encama vê yekê de li bajêr nexweşiyên kezebê, KOAH, astimê gelek zêde ne. Li Tirkiyeyê bajarê herî zêde weqayên penceşêrê lê hene bajarê me ye. Du sedemên vê yekê hene; ya ewil qirêjiya hewayî ye ya duyemîn jî Santrala Nukleerê ya Metsamor a 29 kîlometreyan ji bajêr dûr e.”
 
LI BAJÊR PISPORÊ ONKOLOJIYÊ NÎNE!
 
Akay, bal kişand ser weqayên kanserê yên li bajêr û wiha direjî da axaftina xwe: “Li bajarê di Tirkiyeyê de herî zêde weqayên penceşêrê lê hene, berdin Nexweşxaneyeke Onkolojiyê pisporekî onkolojiyê jî nîne. Tevî ku hejmara kesên bi nexweşiya penceşêrê ketine zêde ne jî pergaleke tenduristiyê ku ji vê yekê re bibe çare nîne. Mirov neçar dimînin ku nexweşên xwe bibin Erziromê an jî bajarên rojavayê Tirkiyeyê. Em weke saziyên sivîl ên civakî têkildarî vê yekê beriya niha ketin nava hewldanan lê me encamek bi dest nexist. Dema rant kete nava kar, tenduristiya mirovan hate paşguhkirin.”
 
POLÎTÎKAYA TENDURISTIYÊ YA DESTHILATÊ
 
Akay, diyar kir ku pirsgirêkên tên jiyîn bi pergala tenduristiyê re bisînor namînin û wiha berdewam kir: “Li vir pirsgirêk bi pergal in. Dema hûn li desthilata ku 20 sal in welat bi rê ve dibe dinêrin ji polîtîkayên perwerde, tenduristî, jin û civakî heta edaletê tu tişt ne bi qasî ku divê weke xwe binin. Dema hûn behsa polîtîkayên tenduristiyê yên baş dikin, dibêjin ‘Me nexweşxaneya herî mezin a Tirkiyeyê çêkiriye’. Ji ber ku tiştê navenda wê beton difikirin. Pirsgirêka desthilatê ya herî mezin jî ev e, ji bajarvaniyê bigirin heta ekolojiyê di navenda polîtîkayên wan de beton heye. Li bajêr pisporê nexweşiyên sing nîne, weke rêjeyî di Tirkiyeyê de nexweşiyên kezeb ên herî zêde li vî bajarî ne lê bijîşkekî pispor nîne. Ev pirsgirêkeke ferasetê ye. Me beriya niha ji bo nexweşiyên sing û onkolojiyê serlêdan kirin lê tu encam negirtin. Hewl didin tenduristiyê navendî bikin lê divê li taxan jî ocaxên tenduristiyê hebin. Mirov saet duyê şevê bi rê dikevin û ji bo mûayane bibin diçin Erziromê. Divê xizmeta tenduristiyê li hemû qadan belav bibe.”
 
RANDEVÛ HEYE, BIJÎŞK TUNE YE
 
Akay, anî ziman ku AKP’ê xizmeta tenduristiyê li herêmên ku rêjeya dengê wan lê bilind e kom kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke tenduristiyeke herêmî çêbibe Wan ji vê yekê re guncavtir e lê hemû razemenî li Erziromê tên kirin. Ev yek jî nîşan dide ku AKP’ê tenê ji bo alîgirên xwe xizmetê dike. Desthilat di qada tenduristiyê de jî cihekariyê dike. Li bajêr gelek bijîşkên pispor nînin. Di beşa welîdînê de jî mirov nikarin mehekê dorê bigirin. Em di tenduristiyê de ji salên 90’î jî paşdetir çûne. Belê mirov diketin dorê lê xwe digihandin tedawiyê, niha mirov nikarin nêzî nexweşxaneyan bibin. Ji ber pergala randevûyê heye lê bijîşk tune ne.”
 
MA / Bêrîvan Kûtlû

Sernavên din

21/11/2023
17:44 Hevserokên Giştî yên DBP'ê li Êlihê ne: Em ê gelê xwe muhtacî qeyûm nekin
16:25 Parlamenterên HEDEP’î li Meclisê Adan ê MHP’î protesto kirin
16:22 Malbat ji ber jiyana Babayîgît ku dozger got ‘di girtîgehê de ye’ bifikar e
16:21 CFWIJ: Di êrişa Îsraîlê de 2 rojnamevan hatin kuştin
15:58 Di doza li ser îfadeya şahid hatibû vekirin de biryara yekkirina dosyayê hat dayîn
15:43 Ji jinên girtî re qert şandin û zincîra mor çêkirin
15:21 Di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê de tecrîd hat protestokirin
15:15 Li Edliyeya Îzmîrê nobeta edaletê hate lidarxistin
15:08 Di hevdîtinên bûçeya Wezareta Dadê de rojev tecrîda li Îmraliyê bû
15:06 Qenala avê ya bi betonê serê wê hatiye girtin rê li ber mirina 4 kesan vekir
14:42 Adibellî: Ez bi mudaxileya polîsan hatim girtin
12:45 Hatîmogûllari: Em ê hesabê ji zîhniyet qeyûm bipirsin û wezareta jinan ava bikin
12:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:17 Li Kocaeliyê jinek hate qetilkirin
11:56 Ji ber berfê rêyên bi sedan gundên herêma Serhedê hatin girtin
11:47 Bakirhan ji bo 50+1’ê bersiv da Erdogan: Pergala ku civak ne di nav de neçarî tunebûnê ye
11:39 DFG: Ew ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa bûn
11:24 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:09 ‘Dê berdewama Meşa Azadiyê were’
11:07 Bernameya meha kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:42 Li Enqereyê bi ser malan de hate girtin
10:17 Di rapora pispor de polîs ‘bêqisûr’ hat dîtin
10:12 Jin dê hêj bihêztir derkevin kolanan
09:57 28 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
09:28 Bagerê çatiya wî firand: Nêzî 150 hezar lîre zirara min heye
09:19 Hevserokê KNK'ê: Dewleta tirk bi cilên pêşmergeyan xwe li herêmê bi cih dike
09:18 Fermandara YJŞ'ê Bêrîvan: Em xwe bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' mezin dikin
09:16 Dayikên Botanê: Heya tecrîd hebe em ê di bin zilmê de bin
09:14 Hunermend Bagca: Divê hemû kesên ji demokrasî û aştiyê bawer dikin berpirsiyariyê hilgirin
09:11 Piştî lehiya li Farqînê: Tenê ji bo rayan tên li deriyê me didin
09:07 Elkê amadekariyên zivistanê kiriye
09:04 Li Mexmûrê bi pêşengiya jinan jiyana azad tê avakirin
09:01 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2023'YAN
20/11/2023
22:56 Girtiyê 68 salî di beşa awarte de kelepçe kirin
22:52 Êrişî Minbicê hat kirin
19:43 Li Rihayê di 10 mehan de 545 zarok bi êrişa zayendî re rû bi rû man
18:51 4 kesên li Êlihê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
17:21 Kilamên xwe ji bo jinên têkoşer gotin
17:02 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re anî bîra Fîdan: Hûn navnîşana çareseriyê dizanin
16:28 19 girtîgeh 60 caran ziyaret kirin: Divê mekanîzmaya venêrtinê ava bikin
16:10 Li Qilebanê civîna jinan: Pêwîste êdî Ocalan azad bibe
15:24 Rapora mafên zarokan a ÎHD’ê: Herî kêm 191 zarok binçavkirin
15:07 Roja Mafên Zarokan a Cîhanê: Maf li ser kaxizê man
14:52 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Meclisa Jinan a HEDEP'ê li ber Girtîgeha Sîncanê stara 25'ê Mijdarê da
14:05 Ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar serlêdana ÎHÎK’ê hate kirin
14:03 Ji jinên girtî re bi boneya 25’ê Mijdarê name hatin şandin
13:51 ÎHD: Bila tecrîda Îmraliyê bê bidawîkirin
13:36 Bîlançoya bager û baranê: 9 kes mirin, 11 kes jî winda ne
13:35 Dikandaran bi derfetên xwe rê li ber avê girtin
13:10 Li Serhedê berf barî, riyên sedan gundan hatin girtin
12:50 Ûgûr Kaymaz û bavê wî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
12:03 Cenazeyê zaroka yek salî ku ber lehiyê ketibû hate dîtin
11:52 Aligirên Amedsporê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:04 Zarokê 5 salî yê ber bi lêhiyê ketibû, mirî hate dîtin
10:46 Meteorolojiyê 18 bajar bi qodên zer û porteqalî hişyar kir
10:46 3 xwişk û bira ber ava lehiyê ketin
10:11 Li gelek bajaran dibistan ketin betlaneyê
10:04 Li Çewlîgê 2 otobus wergeriyan: 22 kes birîndar bûn
09:55 Barana zêde bû lêhî: Li Mêrdînê av kete malan
09:48 Girtiyê nexweş ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê
09:34 Li Amed û Êlihê baraneke zêde barî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:14 Jin dê bi mijara ‘rêxistinbûnê’ tev li Meşa Şevê ya 25’ê Mijdarê bibin
09:13 Ohne ya ji Ingilîstanê: Heya ku hemû jin azad nebin, dê tu jin azad nebe
09:11 Doz li zarokekî hat vekirin
09:09 Rastiya Tirkiyeyê: Tu hêviya min ji dewletê nîne
09:08 Tê xwestin rojnamevanê ku cezayê wî yê darvekirinê heye bişînin Îranê
09:06 Rojmameya Xwebûn bi manşeta “Jin pêşengê Jiyanê ne” derket
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2023'YAN
19/11/2023
23:53 Li Stenbolê welatiyên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:17 Der barê kujer Ogun Samast de îdianameyek nû hat amadekirin
18:35 Xemsariya qeyûm gund veguherand golên avê
18:25 Li gundên Farqînê lehî rabû
17:33 Amedspor li sehaya xwe beraber ma
16:56 Xelata ‘Mirovayî û wêrekiyê’ dan Ayşe Gokkan
16:33 Meşvanên Azadiyê: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
16:15 Meteorolojî li ser hev hişyariyan dike
16:15 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Aydin ê piştî 30 salan tehliye bû: Ez çi bibêjim jî dê kêm bimîne
16:10 Li Mêrdînê piştî bagerê asîman zer bû!
15:43 Meşvanên Azadiyê tu astengî nas nekirin û xwe gihandin Gemlîkê
15:41 Li Amedê ‘Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen’ hate vekirin
15:29 Li Botan û Wanê starta 25’ê Mijdarê hate dayîn
14:52 Hatîmogûllari li Bursayê bang kir: Divê em birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin
14:12 Meşvanan li ketina Gemlîkê govend gerandin
13:40 Rewşa rêyên Hezroyê ya piştî baranê
13:37 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
12:28 26 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:42 Bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê kirin
11:06 Meşvanên Azadiyê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê
10:53 Rêvebereke din ê çeteya tiryakê li Tirkiyeyê hate girtin
10:50 Li dijî baregehên DYA’yê êriş hatin kirin
10:46 Rojeva alîgirên Amedsporê pirsgirêkên bajar bû
10:25 55 binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
09:18 Cezayê disiplînê li 14 girtiyên ber strana ‘Lê Amedê’ govend gerandin hate birîn
09:13 Mehmet Ocalan: Ger deriyên Îmraliyê bên şikandin dê aştî bê Tirkiyeyê
09:12 Dayika Ûgûr Kaymaz: Qey dê di gorê de jî rehetiyê nedin me?
09:11 Li nava Ewropayê têkoşîna mafê kurtajê: Jin dê cîhanê biguherînin
09:09 Baskê Meşa Azadiyê yê Enqereyê dest pê kir