Endamê NRLS Direhî: Heke yekitiya kurdan pêk neyê Lozan wê dubarê bibe

  • rojane
  • 09:01 12 Tîrmeh 2023
  • |
img

RIHA - Endamê NRLS Kurdyar Direhî der barê Komxebata Lozanê de ku li Rojava hat lidarxistin bi lêv kir ku di sedsaliya Lozanê de ji bo destkêftiyên kurdan a girîng yekitî ye û got ku heke yekitiya kurdan pêk neyê dê Lozan dubare bibe.

Bi Peymana Lozanê ku ji aliyê Ingilistan, Fransa, Îtalya, Yewnanistan, Romanya, Sirbistan, Hirvatistan, Slovenya û Tirkiyeye ve di 24'ê tirmehê 1923'yan de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hat îmzekirin re sînorên nû hatin xêzkirin. Di nav van sînoran de Kurdistan di nav çar dewletan de hate parvekirin. Kurd ku di bin mêtîngeriya çar dewletan de rastî, gelek komkujî, qirkirin û polîtikayên asîmîlasyonê hatin, di sedsaliya Peymana Lozanê de li çar aliyên Kurdistanê û dervayî welêt bi komcivîn û komxebatan li ser mafên xwe radiwestin û nîqaşan dikin. 
 
Di çarçoveya komxebatên Lozanê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 6-7'ê tirmehê de bi dirûşma "Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehîya herêmî" ji aliye Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve Komxebata Lozanê hat lidarxistin. Di komxebatê de ku 2 rojan berdewam kir, li ser mijarên weke rewşa kurdan, destkêftiyên heyî û mafên kurdan nîqaş hatin kirin. Piştî 2 rojan encamnameya Komxebata Lozanê hat aşkerakirin. Di encamnameyê de ku li ser 9 xalan hatibû rawestandin, ji bo destkêftiyên kurdan û bi destxistina mafên wan yekitî û yekrêziya hêzên kurdan hat destnîşankirin. Piştî aşkerakirina encamnameyê nîqaşên pêkhatina yekitiya partiyên kurd berdewam dikin. 
 
Endamê NRLS'ê Kurdyar Direhî ku di komxebatê de cih girt, li ser nîqaşên komxebatê û encamnameya ji aliyê wan ve hat aşkerakirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
Kurdyar Direhî
 
KOMXEBATA LOZANÊ
 
Kurdyar Direhî bibîr xist ku peymana Lozanê Kurdistan di nav çar dewletan de parve kiriye û hebûna kurdan tune hesibandiye. Dirêhî, bi lêv kir ku piştî Peymana Lozanê kurd gelek caran rastî qirkirinê hatine û wiha got: "Kurdan ji aliyê aborî ve jî gelek zehmetî kişandine û rastî gelek komkujiyan hatine. Tevî bi dehan raperînên kurdan ên ji bo avakirina statûya gelê kurd jî, ev raperîn têk çûn. Ji ber ku berjwendiyên dewletên ku Lozanê îmze kirin, nedihiştin ku kurd bigihêjin armanca xwe. Em jî li ser van xalan rawestiyan û li ser van nîqaşên me çebûn. Hem li dervayî welêt hem jî li çar aliyên Kurdistanê yên ku beşdarî komxebatê bûn, pesandan kirin ku fikra Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan hem ji bo Kurdistanê hem jî ji bo Rojhilata Navîn çareserî ye."
 
Dirêhî diyar kir ku ew ê di çarçoveya biryarên di komxebatê de hatine girtin de xebatên xwe bidomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê xebatên xwe li welêt bi lidarxistina semîner û komcivînan bidomînin û li dervayî welêt jî em ê li dewletên ku di îmzekirina Lozanê de cih girtine têkiliyê deynin û hewl bidin ku ev rahejin berpirsyariya xwe û tekiliyên berfireh bi wan re çebikin. Em ê raya giştî jî agahdar bikin ku pewîst e edî di vê sedsalê de pirsgirêka kurdan bê çareserkirin. Heke pirsgirêka kurd çareser nebe, ne mimkin e Rojhilata Navîn aramiyê bibîne."
 
'PÊWÎSTE STRATEJIYA KURDAN YEK BE'
 
Direhî bal kişand ser girîngiya yekitiya partiyên kurd û wiha pê dê çû: "Di komxebatê de li ser yekitî û yekrêziya hêzên kurd hat rawestandin. Li her welatî nakokî di navbera partiyên siyasî de hene, lê ev nakokî nabe sedem ku li dervayî welêt nakokî hebin. Mabesta me jî ew e ku di hundirê welat de nakokiyên partiyên siyasî hebin jî, li dervayî welat ji bo kurd statûyeke bi dest bixin pewîst e stratejiya kurdan yek be. Dibe ku berjewendiyên partiyan yekitiyê nepejirînin, lê pêwendiya gel di yekitiyê de ye, ji ber vê jî divê hemû rêxistinên sivîl ên Kurdistanê ji bo yekitiyê zorê bidin partiyên siyasî ku bikarin kongreyeke neteweyî li dar xînin."
 
'REWŞA KURDAN DI SEDSALA LOZANÊ DE XWE DUBARÊ DIKE'
 
Direhî, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku wekî NRLS ji bo yekitiyê çi berpirsyarî bikeve ser milê wan dê bikin û ev tişt anîn ziman: "Helbet semînerên me yên ji bo yekitiyê ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li çar aliyên Kurdistanê bi rê ya têkiliyan ve wê bên lidarxistin. Rewşa sedsaliya Lozanê ya kurdan di roja me ya îro de jî xwe dubarê dike. Em bala xwe bidin serdema îmzekirina Peymana Lozanê ya 1923'yan, wê demê jî tevgerên kurdan lihevketî bûn û hin kesan piştgiriya dewletê tirk a wê demê dikirin û hinek kurdan jî doza serxwebûnê dikirin. Lê ev lihevketin bû sedem ku dewleta tirk bê avakirin û mafên gelê kurd bên windakirin. Di roja me ya îro de jî, em dibînin ku dewleta tirk dixwaze Mîsak-î Mîlliyê pêk bîne û hin hêzên kurdan jî piştgiriya dewleta Tirkiyeyê dikin. Ya dikeve ser milê me jî, em ji gelê xwe re rastiyê nîşan bidin ku Lozanêke nû dubarê nebe."
 
'BI BERJEWENDIYÊN MALBATÎ YEKITÎ NABE'
 
Bi domdarî Direhî bibîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî li Girava Îmraliyê banga yekitiya kurdan kiriye û axaftina xwe wiha dom kir: "Di serî de Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê bang li Kongreya Neteweyî kir. Di wê bangê de birêz Ocalan pêşniyar kir ku serokê PDK'ê birêz Mesut Barzanî pêşengiya yekitiya kurdan bike. Lê mixabin pêk nehat. Stratejiya dewleta tirk a kurd nebin yek astengî li pêşya yekitiya kurdan derxist. Tirkiye ji avabûnê ve nexwestiyê kurd bibin yek û tevgerên kurdan li hemberî hev bikar anîne. Li çar aliyên Kurdistanê partiyên kurdan qala yekitiyê dikin lê dema gav tên avetin ev berjewendiyên heyî nahelin ku yekitî pêk were. Yanî weke mînak çima PDK pêşniyara birêz Ocalan nepejirand. Di nêrîna min de ji ber siyaseta dewleta tirk. Lê dema tevgerên siyasî yên kurd xwedî vîn bin berjewendiyên gelê kurd bide pêşiya xwe gelek gav wê bên avetin lê heke berjewendiyên malbatî û takakesî bidin pêşiya xwe wê demê jî em ê nikarin yekitiya kurdan ava bikin."
 
Direhî anî ziman ku beşdar nebûna PDK li komxebatê mijara pirs û lêpirsînan e û ev tişt gotin: "Dema me komxebata li dar xist me dixwest hemû hezên Kurdistanê beşdarî komxebatê bibin. Xwedî helwest bin. Lê helwesta PDK a bêdengiyê nîqaşa pirs û lêpirsînan e. Çima PDK beşdarî vê komxebatê nebû, her wiha ENKS jî. Em ne li dijî tu partiyên Kurdistanî ne. Lê em berpirsyarin ku van tiştan jî zelal bikin; PDK ji ber tekiliyên wê ya Tirkiyeyê ku edî asta tekiliya siyasî û aborî derbas kiriye li başûrê Kurdistanê zêdetirî 40 baregehên dewleta tirk hene. Jixwe helwesta Tirkiye di referandûma başûrê Kurdistanê de diyar bû dewleta yekem ku li dijî referandûme derket. Her wiha ENKS niha di nava Îtîlafa Sûriyeyê de yê û tekiliyên wê bi dewleta tirk re heye. Îtîlafa Sûriyeyê îxvaniyê û me dît li Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê gelê me tev koçber kirin. Di nêrîna me de ji ber tekiliyên wan a bi dewleta tirk re nikarinê tu helwestên welatperwerî nîşan bidin." 
 
HEVKARIYA PDK Û TIRKIYEYÊ
 
Direhî bal kişand ser hevkariya PDK û Tirkiyeyê jî û wiha got: "Dewleta tirk tekiliyên xwe bi PDK re gelek da pêş û nehişt ku PDK başûrê Kurdistanê biparêze. Tirsa dewleta tirk a  têkoşîna Tevgera Azadî hem li Bakur hem jî li Başûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kurd bigehêjin statûye heye. Ji bo li dijî destkêftiyên gelê kurd derkevê tekiliyên stratejîk ji PDK re daniyê. Li başûrê Kurdistanê herêma giredayî PDK bû ye heremekê ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin. Ji ber ku PDK û ENKS ketiye di bin siwana dewleta tirk de ye yekitiya kurdan jî tê astengkirin. Tevgerên siyasî li her çar aliyên Kurdistanê bibin yek û kongreyeke navneteweyî li darbixin ENK û PDK beşdar nebe jî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd meriv dikarê gavên mezin bavejê."
 
'EM JI BO YEKITIYÊ AMADE NE'
 
Direhî destnîşan kir ku ew ji bo yekîtiya partiyên kurdan amade ne û bi van gotinan îşaret bi girîngiya yekitiyê kir: "Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di komxebatê de anî ziman ku em weke Rêveberiya Xweser ji bo yekitiya kurdan amade ne. Bi siyaseteke erzan em nikarin armancên mezin pêk bînin. Çawa Tirkiye têkbirina yekitiya kurdan stratejîk dinêrê, Tevgera azadî, Rêveberiya Xweser û tevgerên giredayî fikr û remanên Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan jî bi awayekî stratejîk li yekitiyê dinêre. Lê di vir de pirs ev ê; yekitî bi kê re? Hemû hezên kurd dibêjin em yekitiyê dixwazin lê weke mînak ENKS heta di nava îtîlafa Sûriyeyê de be Tirkiyeyê ve di nava hevkariyê de bê wê nekaribe yekitiyeke ava bike."
 
GIRÎNGIYA YEKITIYA KURDAN
 
Direhî, got ku Tirkiye di sedsaliya Lozanê de dixwaze armancên xwe yên Misak-î Mîlliyê pêk bîne û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Heke yekitiyek ava nebe bi rastî gelek metirsî li ser destkêftiyên me hene. Başûrê Kurdistanê federal e lê dewleta tirk li wir dagirkiriyê û li bendeyê ku Kerkûkê jî bigre nav sînorên xwe. Her wiha di nava partiyên kurd ên başur de jî nakokî hene ji ber wê jî herêma Kurdistanê li başur di bin xetere de ye. Her wiha li Rojava jî bi avabûna Rêveberiya Xweser ve êrişên dewleta tirk ranewestiyan e. Ji ber wê jî ne yekbûna partiyên kurd ji bo destkêftiyên kurdan dibe sedema xetereyên mezin. Dewleta tirk di sed saliya Lozanê de dixwazê armancên xwe yên Mîsak-i Mîllî pêk bîne. Ji bo faşîzma tirk astengiya herî mezin hebûna Tevgera Azadiye û Rêveberiya Xweser e. Tekçûna Rêveberiya Xweser û Tevgera Azadî wê bibe têkçûna başûrê Kurdistanê jî ji ber ku hêzên dagirkêr tu car naxwazin statûya kurdan hebe her tim dixwazin Lozanê dubarê bikin. Ji ber wê jî yekitiya kurdan pir girîng e."
 
MA / Mahmût Altintaş 

Sernavên din

03/08/2023
20:56 Dadgehê daxwaza gilîkirina derbarê Diyanetê de qebûl nekir
20:26 Li Dêrsimê panela erdhejê: Erdnîgariya wê ji erdhejê re ne amade ye
19:45 Li Qelqeliyê 2 ciwan di gole de xeniqîn
19:36 Di êrişa bayiya tekelê de 3 kesên din hatin girtin
19:24 Partiyên siyasî û saziyên sivîl qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
18:25 Noxteya hêzên Şamê hate bombekirin: Leşkerek birîndar bû
17:21 Ciwanan li PE, DMME û CPT’yê çalakî lidarxistin
17:13 Welatiyê li Elkê hatibû binçavkirin hate berdan
16:04 ‘Heke Tirkiye jidil be bila êrişên ser Şengalê bide sekinandin’
15:32 Mîhrîcana Munzurê dest pê kir
15:22 'Em bi israr in ku qirkirina êzidiyan bê qebûlkirin’
15:03 DFG: Binpêkirinên li dijî rojnamegeran zêde bûn
14:11 Ji bo Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê qebûlkirin pêşniyarqanûn da Meclisê
13:44 Doz li rojnamegerên girtina hempîşeyên me protesto kirin hate vekirin
13:39 Bi ser Fermana 74’an re 9 sal derbas bûn: Bila statûya Şengalê bê naskirin
13:14 Kirkazak: Desthilat, Diyanetê weke amûrekê bikar tîne
13:09 Eren: Diyanetê hewl da bibe berdevka DAIŞ’ê
11:53 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:31 Gef li girtiyê binpêkirin vegotibû hate xwarin
11:08 TUÎK: Di tîrmehê de enflasyon ji sedî 9,49 zêde bû
10:58 KCD: Divê ferman weke jenosîd were qebûlkirin û statûya Şengalê bê naskirin
10:45 Li Îranê piranî jê kurd 225 kes hatin girtin
10:38 Xelkê Şengalê çû serdana gorên komî
10:05 ENAG: Enflasyona salane bû ji sedî 122
10:01 Ji bo Jinan Edalet: Bila statûya Şengalê bê naskirin
09:21 Xeta sînor veguheriye herêma mirin û îşkenceyê!
09:07 ‘Divê li Cûdî û Akbelenê li dijî talanê refleksa hevpar bê nîşandan’
09:04 Dayika êzidî ya berxwedêr: Dayê Gulê
09:03 Berdana nivîskar Baltaci yê girtî 11 meh in tê astengkirin
09:01 Civaknas Bariş: Fermana 74'emîn bi êrişên Tirkiyeyê didome
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2023'YAN
02/08/2023
22:10 Rojên Sînemaya Kurdî dest pê kirin
20:12 Malbata kurd a li Konyayê kadîna wan şewitî: Faşîstên ku gef xwarin şewitandin
18:40 Îdianameya rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hate îadekirin
18:11 ‘Daxwaza Diyanetê ya tevlibûna Doza Kobanê fetwa ku weke qanûn hatiye nixumandin e’
17:44 Li Mêrdînê rageşiya DEDAŞ’ê: 3 kes hatin binçavkirin
17:09 Ciwanan bal kişandin ser şewatên li Cûdî û Licê
16:26 Xwendekaran zemên ‘serdema nû’ protesto kirin
16:03 'Çekdarkirina şexsî tundiyê zêde kiriye’
15:56 Leşkeran êrişî nobeta xwezayê ya li Akbelenê kirin
14:36 Doza Kobanê: Dema li derveyî welat, bûyera neqewimî ya li Pendîkê birêxistin kiriye!
14:27 Erdogan û Putin li ser lihevkirina dexlê axivîn
14:11 Li herêmên qedexekirî yên Şirnexê şer, şewat û binçavkirin didomin
14:10 Nehiştin malbata Şenyaşar bikeve avahiya wezaretê
14:10 Malbatê cenaze teşhîs kir lê nayê dayîn
12:49 Rejîma Îranê 2 kolber bi giranî birîndar kir
12:19 Çiyayê Garê hate bombebarankirin
11:46 Qedexeya fiîlî ya li Xîzanê didome: Pevçûnên dijwar diqewimin
11:33 Qeyûm şûştina peyarêyan qedexe kir
10:45 Doza Kobanê: Divê yê ku digot ‘Kobanê ket wa dikeve’ bê darizandin
10:31 Pirtûka 'Berxwedana Zeriyan' derket
10:16 Şahidên Fermana 74’an: Heke tifaqa me hebûya dê dijmin nekariya qirkirinê bike
10:11 Ji HDK’ê kampanyaya ‘Bila ciwan ne bi tiryakê, bi piştgiriya te bi muzîkê ve girêdayî bin’
09:06 Ji bo Mîhrîcana Xweza, Bawerî û Çandê ya Gimgimê bang hate kirin
09:05 Xelkê Wanê bertek nîşanî zemên tên kirin dan: Em nikarin li malê nan peyda bikin
09:04 Jin nexşerêya xwe diyar dikin: Em ê rêxistinbûnê xurt bikin
09:04 Berdana girtiyê nexweş ê poşmanî lê tê ferzkirin cara duyemîn hate taloqkirin
09:01 Parêzer Cîhan Ulsen: Dibe ku rewşa Bûrhan Barût di xetereyê de be
09:00 Ekolojîst: Em dikarin dest bidin hev û pêşî li qirkirina xwezayê bigirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2023'YAN
01/08/2023
22:31 Li Colemêrgê nan hate zemkirin
21:45 Li Hatayê wesayîta leşkerî qeza kir: 10 leşker birîndar bûn
19:35 Li Îzmîrê û Konyayê erd hejiya
19:30 Li dijî Sefaretxaneya Swêdê ya li Îzmîrê êriş pêk hat: Kesek birîndar bû
19:24 Parlamenter Tanrikulu serdana DFG’ê kir
18:01 Li Geliyê Bêtkarê şerê dijwar diqewime
17:51 Serokatiya Diyanetê daxwaz kiriye ku daxilî Doza Kobanê bibe
17:04 Malbata Şenyaşar serdana Baroya Enqereyê û ÎHD’ê kir
16:23 Endamên HDP’î şaredarê AKP’î protesto kirin û civîn terikandin
15:51 Ingilistanê qirkirina li dijî êzidiyan bi awayekî fermî nas kir
15:03 Li Qoserê du kom bi şer ketin: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
14:51 Li Sêwasê leşkerekî jiyana xwe ji dest da
14:12 Tenduristvanên dev ji kar berdayîn daxwazên xwe rêz kirin
13:42 Doza Kobanê: Hemû dinyayê têkoşîna kurdan pîroz kir lê hûn didarizînin
13:14 Akin: Doza Kobanê encama siyaseta dijminatiyê ye
13:12 AYM’ê vesazkirina HAGB’ê betal kir
12:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:15 Li Elkê welatiyek hate binçavkirin
11:56 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya: Polîsek mir
11:54 Di doza Sakîne Kultur de dê kurê wê bê guhdarîkirin
11:03 Rejîma Îranê cezayê hefsê da du rojnamegerên jin
10:54 Li Pekînê lehî rabû. 11 kes mirin û 27 kes jî winda ne
10:50 Bîlançoya meha tîrmehê
10:43 Rejîma Îranê di tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir
10:40 Ji bo Toprak vegere ser wezîfeya xwe dê serlêdan bê kirin
10:39 Ketina endamên Koma Îsyan Ateşî ya Dêrsimê hate qedexekirin
10:16 Tehliyeya Îldem ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
10:07 Akbelen dîsa hate dorpêçkirin
09:59 Malbata girtî Barût bertek nîşan da: Em vê zilmê qebûl nakin
09:56 Emekçî: Heke yekitî pêk were neçarin ku kurdan nas bikin
09:39 Ev 9 sal in aqûbeta jinên di Fermana 74’an de hatine revandin nayê zanîn
09:03 Bajarên kevnar ên Heranê
09:01 Xizmên Abdullah Ocalan: Em ji ber rewşa Abdullah Ocalan bi fikar in
09:00 ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2023’YAN
31/07/2023
20:25 Şewata li Licê didome
19:34 Altan û Muftuoglû car din bûn hevserokê DFG'ê
19:05 Daxuyaniya ji bo Cûdiyê: Daristanên me jî tên tecrîdkirin
17:46 HDP dê kongreya awarte li dar bixe
17:07 Li Qoserê keyayek ji peywirê hate girtin
17:00 Cezayê disiplînê dan girtiyên ku 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ bi bîr anîn